Navê pirtûkê: Rûmet
Navê nivîskar: #Vejîna Kurd#
Cihê çapkirina pirtûkê: Kobanî
Navê çapxaneyê: Weşanxaneya Ava
Sala çapê: 2020
Romana Rûmet a romannivîsa kurd Vejîna Kurd
Teşîya romana RÛMET'ê bi tevna jinê hatîye ristin, û Vejîna Kurd rewş û jîyana jina kurd di nav xêzên romanê da dide ber ronahîyê û herwiha êş û kulên wê werdigerîne û dinivisîne.
Di civaka Kurdî da têgeha rûmetê bêtir bi jinê va girêdayî ye. Ji ber wê jî her keçikek ji dema zaroktiya xwe da li gelek pirsgirêkan dilukime û bandoreke mezin li jiyana wê bi tevahî dike.
Lehenga romanê Lorîn dipirse:
-Dayê! Çima dêpîra min li min wisa kir?
- Ji ber ku tu qîz î û bi teşqeleyên wisa dibe tu ji keçanîyê bikevî.
- Dayê! Keçanî çi ye?!
- Eger tu mezin bibî tu yê zanibî.
- Dayê! Xort jî ji keçanîyê dikevin?!
- Pirsên bêçêj neke û here bi birayê xwe ra bilîze...
Belkî jinên civakê ne wek hev bin lê em bawer in ku serpêhatîyên wan wek êş û birînên wan yek in. Lewra dibe ku her jineke ku vê romanê bixwîne xwe di nav xêzên wê da bibîne.[1]