$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Dijwar Berxwedan
Nav paşnav: Abdulmûtalîp Gullu
Cihê jidayikbûnê: #Wan#
Dayik-Bav: Ferîde-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 2019 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
$kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Dijwar di malbatek welatparêz de li Erdîşa Wanê ku tevî hemû êrîşên #dewleta Tirk#, gelê me bi girseyî xwedî li têkoşîna me derketiye, xeta berxwedanê parastiye, hatiye dinê. Hevrêyê me Dijwar ku gelek caran bû şahidê zilm, êşkenceyên hovane û zordariya dijmin ên li dijî gelê me yê welatparêz, bi hêrs bû û xwest hesab ji dijmin bipirse. Hevrêyê me yê ku Têkoşîna Azadiyê ya #Kurdistan#ê ji nêz ve nas kir û bi demekê di nava xebatên ciwanên welatparêz de cih girt, gavên xwe yên destpêkê di têkoşînê de avêt. Gelek caran rastî êşkenceya dewleta Tirk a dagirker hat. Hevrêyê me Dijwar ku li dijî polîtîkayên qirêj û êrîşên li ser gelê me hatine pêşxistin, biryar da ku qada rast a têkoşînê refên #gerîla# ye, di sala 2014’an de tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me ku taybetmendiyên kesayetiya Serhedê yê berxwedêr, jidil û pêkhateya civakî ya xurt di kesayetiya xwe de nîşan dide, tevî temenê xwe yê ciwan di nava refên me de di qadên herî dijwar de kedeke mezin daye. Bi hişmendiyeke mezin nêzî erkên xwe yên şoreşê bû û van erkên xwe bi temamî bi cih anî. Bi kesayeta xwe ya leheng, fedekar û kedkar bû xwedî jiyaneke mînak. Hevrêyê me yê ku bi enerjiya xwe ya bêdawî di her hawirdorê de derdikeve pêş û bi têkiliyên xurt ên hevrêtiyê ku ava kiriye li ser esasê bilindkirina têkiliya hevrêtiya #PKK#’ê ye, her kêliya jiyana xwe ya şoreşgerî bi têkoşînê derbas kiriye. Hevrêyê me Dijwar ku ji bo di warê leşkerî û bîrdoziyî de pêş bikeve ji tiştên heyî têr nabe, bi xwendin û lêkolînên berdewam xwe û hevrêyên xwe pêş xistiye. Hevrêyê me bi pratîka xwe ya mînak a li qada Avaşînê tê naskirin, bi şerkeriya xwe re bûye xwedî helwesteke milîtantiyê ku kabûsa dijmine. Mîrateya têkoşînê ya hevrêyê me Dijwar ku di gelek çalakiyên li dijî #artêşa Tirk# a dagirker de di rêza herî pêş de ye û li ser esasê tevlîbûna fedaî ya di jiyan û şerê xwe de cih girtiye, wê her tim rêya me hevrêyên ku li paş mane ronî bike.[1]