Raste di dîrokê de pêlên koçberiya miletê Kurd ji her çar perçeyên #Kurdistan#ê ji ber zilm û zora desthilatdarên li welatê wan bûye, çi ji derdora salên 50î de ji Sedsala 19an li #Rojhilatê Kurdistanê#, ji derdora salên 70î de li #Bakurê Kurdistanê#, û ji derdora salên 80î de li #Başûrê Kurdistanê#, û ji destpêka Sedsala 20an de û bi taybetî piştî kirîza Sûriyê ji #Rojavayê Kurdistanê#, lê divê Kurd ji xwe jî bipirsin ka istûbariya siyaseta wan bi xwe jî tê de heye an na, ku di serdema ana de 2 statu û rêveberiyên kurdan li Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê hene, û rewşa kurdan ji berê cudatire û derfetên baş jî bi dest wan ketine, lê tevî wê jî, hîn koçberiya kurdan ji Kurdistanê berdewame, bi teybetî ji perçeyê Rojavayê Kurdistanê, ku mijara me ya sereke ye.
Ji sala 2012an ve Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê hatiye damezrandin û Kurd lê desthilatdarin, loma li vir divê jê were pirsîn, ji bo çi beşek ji kurdên Rojavayê Kurdistanê bêhêvî bûne, hest bi aramiyê nakin, ji siberoja zarokên xwe ne piştrastin, û ji welatê xwe derdikevin û koç dikin û berê xwe didin derveyî welat, divê Rêveberiya Xweser bersivê bide û li çareyên bawermend li hember diyardeya koçberiyê bigere, ne ku vê pirsê paşguh bike an jî bi zorê rê li ber xelk bigre û wan rawestîne, ji ber ku ew desthilatdare, erkê çêkirina baweriyê bi miletê kurd re ku ji welatê xwe koç nekin û pêşkêşkirina xizmetguzariyan, di serî de istûbariya wê ye.
Ev dema zêdetirî 10 salan ku Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê hatiye damezrandin, û gelek deverên Sûriyê yên din jî wekî Minbicê, Reqayê, Tebqayê û beşek ji gundewarên Dêre Zorê ku heta niha di bin kontrola wê de ne, ne dem û cuxrafiyeke kême ku êdî baş rûnişta û cih bigirta, raste bi deh hezaran qurbanî, ji şehîd, birîndar û bêserûşûnan dane, lê li beramber wê ked û xebatê, gelê Kurd û bi taybetî beşê bê alî û dûrî nakokiyên siyasî, wê wekî destkefteke dîrokî ya mezin ji bo kurdên Rojavayê Kurdistanê dibîne û piştgiriya wê jî dike, û kes ji kurdan dijmantiya wê nake, tenê nakokî û rikaberiya siyasî heye, loma divê ew li siyaseta xwe vegere û sedemên bêhêvîbûna xelkê nas bike, û kar ji bo dîtina çareyan bike, ta ku ev derfeta zêrîn di ser kurdên Rojavayê Kurdistanê re bê wergirtina mafên xwe û dîtina sûdeyê derbas nebe.
Sedema sereke ya bêhêvîbûna xelkê Rojavayê Kurdistanê, gef û êrîşên Tirkiyê ne, li vir jî divê Rêveberiya Xweser li siyaseta xwe vegere, û çareyeke siyasî bi rêjîma Turkiyê re bibîne, wek nimûne, pêş hilbijartinên 7ê Hezîrana sala 2015an li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê û serkeftina HDPê di hilbijartinan de û derbaskirina rêjeya ji %10 ya bidestxistina dengan, peywendiya Rêveberiya Xweser bi Tirkiyê re gelekî ji aniha baştir bû, wê demê heta asta deriyên sînorî yên ne fermî jî di navbera herdu aliyan de hatibûn vekirin, wekî deriyên Dirbêsiyê û Kobanî, û wekî aniha tirsa xelkê ji êrîşên Tirkiyê tunebû û sînorê wê wekî niha ne tund û metirsîdar bû. Eger ew peywendî hatiba parastin û wek xwe maba, ne dûr bû ku aniha YPGê, YPJê û Hêzên Sûriya Demokratîk li ser Deryaya Spî ya Naverast li bakurê parêzgeha Laziqiyê li rojavayê welatê Sûriyê bana, û ne Efrîn, û ne jî Girê Spî û Serê Kaniyê diketin bin kontrola çekdarên opozisyona Sûriyê û Tirkiyê, û Kurd li wan deveran perîşan û wêran nedibûn.
Ango tenê ne bese ku Rêveberiya Xweser bibêje Tirkiyê kurdan napejirîne û dijmantiya wan dike, divê sûdê ji serpêhatî û peywendiya bi Tirkiyê re ya pêş qonaxa hilbijartinên 7ê Hezîrana 2015an li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bibîne, û herweha qonaxa piştî wê ya derketina şer û êrîşên Tirkiyê, û wan bîne beramber hev, bê guman qonaxa berê ji bo kurdên Rojavayê Kurdistanê pir ji ya aniha baştir û aramtir bû, û rewşa Rêveberiya Xweser û helwesta wê pir bihêztir bû, ku hêzên wê ji YPGê û YPJê û HSDê wek lehengên şerê DAIŞê li ser asta dunyayê rêz lê hatin girtin.
Lê piştî ku şerê DAIŞê li ser erdê di Adara sala 2019an de li Baxozê bidawî hat, rewş hate guhertin û qonax ne qonaxa berê ye, piştgiriya derve jî wê roj bi roj kêmtir bibe, loma divê Rêveberiya Xweser guhertinê di siyaseta xwe ya derve de çê bike, û çareyekê ji gefên Tirkiyê re bibîne, ew çare çî ye jî, ew karê wê ye û ne yê xelkê ye ku tenê li aramî û hêviya siberojê ji xwe û zarokên xwe re digerin, eger na, wê ziyan mezintir bibin û wê siberoj tarî û ne zelaltir bimîne, û her ku biçe, ne aramî û bêhvîbûna xelkê, derketina ji welat û koçberî wê zêdetir bibe.
Helbet piştî sedema sereke ku metirsî û gefên Tirkiyê ne, hin sedemên hindirîn jî ji bêhêvîbûn û ne aramiya kurdên Rojavayê Kurdistanê re hene, ku ew jî dibin behane ku xelk koçber bibe û dev ji welatê xwe berde, wekî dosya leşgeriyê, perwerde û xwendinê, û ne razîbûna beşek partiyên tevgera siyasî ya Kurd li Rojavayê Kurdistanê û ne beşdariya wan di hevparî û rêveberiyê de, herweha peywendiya bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re, çareya wan pirsgirêkan jî ne pir zehmete û rê jê re têne dîtin, helbet eger aliyên Kurdistanî berjewendiya neteweya Kurd a bilind bidin pêş berjewendiyên xwe yên partîtî yên teng û kurt, ku bê guman çareserkirina wan pirsgirêkan, wê bereya hindirîn a kurdan bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê di rûyê neyar û dijminên kurdan de bihêztir bike, û wê li şûna ne aramî û bêhêvîbûnê, hêvî û geşbîniya miletê Kurd bi siberojê, û man û girêdana bi welat û xaka Kurdistanê zêdetir û bihêztir bike.[1]