Meclisa Kongra Star kiryarên hovane yên dewleta Tirk a dagirker li dijî jinan şermezar kirin û wek binpêkirina qanûn û pîvanên navneteweyî û mafên mirovan pênase kir, her wiha bang li tevahiya jinan kir ku têkoşîna xwe li hember siyasetên li dijî Kurdan û jinan tên meşandin, pêş bixin.
Rêjîma Tirk parlamentera #HDP#’ê #Semra Guzel# li bajarê #Amed#ê yê #Bakurê Kurdistanê# piştî çend mehan ji rakirina parêziyê li ser, bi hicetên nerast girt.
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê der barê wê de lêpirsîn dabû destpêkirin di 2’yê Îlonê de li Stenbolê hatibû destgîrkirin. Semra Guzel a birin Miduriyeta Polîsan a Stenbolê, dema di 3’yê Îlonê de birin Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê polîsan bi paş ve kelemçekirinê tundî lê kir û hewl da “serê wê bitewînin”. Lê Semra Guzel a tevî van hewldanan jî serê xwe netewand, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” li dadgeha ku birinê hate girtin. Jinên HDP’î li gelek bajaran girtina Guzelê bi çalakiyan protesto kir.
Têkildarî vê yekê, Meclisa Kongra Star bi daxuyaniyeke nivîskî kiryarên dewleta Tirk a faşîst ên li dijî çalakvan û siyasetmedarên di girtîgehên Bakurê Kurdistanê de şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku kiryarên dewleta Tirk a dagirker ku AKP’ê serkêşiya wê dike û siyasetên ku li dijî jinên kurd, parlamenter û têkoşeran dide meşandin hê jî didomin û roj bi roj zêdetir dibin.
Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk bi van kiryaran hemû pîvan, nirxên navneteweyî û mafên mirovan binpê dike.
Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “Ew jinên pêşeng û têkoşer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi berdewamî hedef digire û sûcên şer û komkujiyan pêk tîne. Hewl dide bi her awayî îradeya jina azad a ku ji bo maf û gelê xwe tê dikoşe, têk bibe. Ev siyaset diyar dikin ku dewleta Tirk û saziyên wê bi bin ketine.”
Di daxuyaniyê de îşaret pê hat kirin ku dewleta Tirk siyasetên xwe yên faşîst li dijî parlamenterên HDP`ê didomîne û herî dawî di 3`yê Îlonê de parlamenter Semra Guzel bi hicetên ne rast girt. Armanc jî têkbirina vîna jinan û bi milyonan hilbijêrên wê ne, lê ew ê bi ser nekeve ji ber jinan bi berxwedana xwe di girtîgehan de ev siyaset têk bir.
Di daxuyaniyê de kiryarên li dijî jinan û binpêkirina nirx û pîvanên navneteweyî hatin şermezarkirin û bang li hemû jinan hat kirin ku li hember van siyasetan bibin yek û têkoşînê mezin bikin.
Her wiha bang li civata navneteweyî û saziyên mafên jinan hat kirin ku xwedî li erkên xwe yên exlaqî derkevin û kiryarên dewleta Tirk a dagirker rawestînin.
[1]