Library Library
Search

Kurdipedia is the largest multilingual sources for Kurdish information!


Search Options





Advanced Search      Keyboard


Search
Advanced Search
Library
Kurdish names
Chronology of events
Sources
History
User Favorites
Activities
Search Help?
Publication
Video
Classifications
Random item!
Send
Send Article
Send Image
Survey
Your feedback
Contact
What kind of information do we need!
Standards
Terms of Use
Item Quality
Tools
About
Kurdipedia Archivists
Articles about us!
Add Kurdipedia to your website
Add / Delete Email
Visitors statistics
Item statistics
Fonts Converter
Calendars Converter
Spell Check
Languages and dialects of the pages
Keyboard
Handy links
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Languages
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
My account
Sign In
Membership!
Forgot your password!
Search Send Tools Languages My account
Advanced Search
Library
Kurdish names
Chronology of events
Sources
History
User Favorites
Activities
Search Help?
Publication
Video
Classifications
Random item!
Send Article
Send Image
Survey
Your feedback
Contact
What kind of information do we need!
Standards
Terms of Use
Item Quality
About
Kurdipedia Archivists
Articles about us!
Add Kurdipedia to your website
Add / Delete Email
Visitors statistics
Item statistics
Fonts Converter
Calendars Converter
Spell Check
Languages and dialects of the pages
Keyboard
Handy links
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Sign In
Membership!
Forgot your password!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 About
 Random item!
 Terms of Use
 Kurdipedia Archivists
 Your feedback
 User Favorites
 Chronology of events
 Activities - Kurdipedia
 Help
New Item
Library
GERMAN COVERT INITIATIVES AND BRITISH INTELLIGENCE IN PERSIA (IRAN), 1939-1945
21-05-2024
Hazhar Kamala
Library
Iraqi Kurdistan and Beyond: the EU’S Stakes
15-05-2024
Hazhar Kamala
Library
The Kurds in the Policy of the Great Powers, 1941-1947
15-05-2024
Rapar Osman Uzery
Library
A Transitional Justice Approach to Foreign Fighters
14-05-2024
Hazhar Kamala
Library
Kurdish Political and Civil Movements in Syria and the Question of Representation
13-05-2024
Hazhar Kamala
Library
The Anfal Trial and the Iraqi High Tribunal Update Number Three: The Defense Phase and Closing Stages of the Anfal Trial
10-05-2024
Hazhar Kamala
Library
Creation and First Trials of the Supreme Iraqi Criminal Tribunal
10-05-2024
Hazhar Kamala
Library
On the KRG, the Turkish-Kurdish Peace Process, and the Future of the Kurds
07-05-2024
Hazhar Kamala
Library
Untangling the Turkey-KRG Energy Partnership: Looking Beyond Economic Drivers
07-05-2024
Hazhar Kamala
Library
SITUATION IN IRAQ/UK FINAL REPORT FINAL REPORT
06-05-2024
Hazhar Kamala
Statistics
Articles 518,997
Images 106,684
Books 19,298
Related files 97,308
Video 1,392
Articles
Diyarbakir Bar Association:...
Library
Caucasica IV, I. Sahl ibn-S...
Articles
Female Humiliation versus M...
Image and Description
AN EXAMPLE OF BAATHS SOCIAL...
Library
Woman’s role in the Kurdish...
MEMOYÊ XALIT – ZANYAR Û NETEWEPERWAR (1938 –1991)
Kurdipedia is the largest project to archive our information.
Group: Articles | Articles language: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking item
Excellent
Very good
Average
Poor
Bad
Add to my favorites
Write your comment about this item!
Items history
Metadata
RSS
Search in Google for images related to the selected item!
Search in Google for selected item!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

MEMOYÊ XALIT – ZANYAR Û NETEWEPERWAR (1938 –1991)

MEMOYÊ XALIT – ZANYAR Û NETEWEPERWAR (1938 –1991)
rojnamevanê emekdar yê Komara Ûdmûrtyayê (Rûsya)
Her caran, gava gilî tê li ser kurdzanîyê, xazma ya Sovîyêta berê, tevî gelek navên hêja û dêmên geş usan jî navê doktorê dîrokzanîyê, netewzanekî gelê meyî berbiçav Memoyê Xalit Derwêşyan li ser zaran nayê xarê. Em wî herdem bîr tînin wek zanyarekî zîrek û lêkolînerekî êgin, rewşenbîrekî welatparêz, mirovekî rastgo û şîrhelal, hevalekî xerîbtost û dilovan.
Memoyê Xalit kurdzanekî naskirî bû, pisporekî dîroka gelê me yê şareza bû. Ew pirsgirêkên netewzanîya kurdên Sovîyêta berê va mijûl dibû. Emekê wî di warê pêşvebirina kurdzanîyê da li başûrê Kavkazyayê gelekî mezine. Li ber pênûsa wî ya zanîstîyê bi dehan lêkolînên balkêş, berhemên giranbaha û gotarên hewaskar derketine, yên ku li ser çand û deb, erf-edet û rê-rizma gelê me ne. Sed heyf, jîyana Memo zû qurçimî, nêt-meremên wîye zanîstîyê bi temamî nehatine sêrî û gele-gele xem û xîyalên wî nîvcî man…

Lê em? Em çi va mijûl in? Dibek em van zanyar û rewşenbîrên xwe bîr dikin?
Na, her tişt di bîra me da ye, em bîr nakin wana û divê her sehet û gav navê wana hildin, emekê wana bişêkirînin û qîmet bikin. Lê kê bi nexwendîtîya xwe û bi bîr û bawerîyên xweye seqet nemamî û fesadî li zanyar û rewşenbîrên meye li dewra Sovîyêtê berê kir, heta kurê kura, heta pisê pisa nayê bîrkirinê! Xayîntîya netewî divê bê mefkirinê, haşa li destavê, haşa li çingila, haşa li hêşya kona, haşa li berwaran, haşa li navenda bajaran, haşa li seran, haşa li parlamêntan, û her awa li hinek stûdyayên TV û radyoyên bi xeberdanên qelp û pûç! Û hema usa, kurt û #kurmancî,# kirt û kese! Yê dizane, dizane; yê nizane baqê nîskane!..
Memoyê Xalit 1-ê gulanê sala 1938-an li gundê Baysizê li mala Xalitê Ataş û Kubara Huseyn hatîye dinê. Baysiz gundekî kurdên êzîdîyan yê herî kevnar e li herêma #Ermenîstan#ê. Ew li ser navçeya Talînêye û li başûr-rojavayê çîyayê Elegezê dikeve. Weke 190 sal berê, piştî şerê rûsan-tirkan yê salên 1828–1829-an çend malbetên ji qebîla Stûrkan ya êla Sîpkan ji bakurê Kurdistanê, ji devera Eyntabê koçberî vira dibin û xwera gund ava dikin. Çendik-çend caran xudanê van xetan li ser bingeha belgeyên dîrokî disekine, destnîşan dike, dinvîse û îzbat dike, ku kengê eva gunda ava bûye, kîjan malbet û çi wextê berê xwe dane li vî gundê êzîdîyan! Lê na, nexwendîyên dewra tora Întêrnêtê dewsa kal û bavên xweye merîfet, xwe kişî meydanê dikin: çiye, çi nîne, xwedê giravî ne ew jî tiştekî dizanin!.. Em li ser vê mijarê nasekinin, em behsa zanyar û rewşenbîra dikin…
Gulana sala 1945-an, gava şerê cihanê yê duwemîn disekine û dewleta Sovîyêtê jî di wê cenga himberî almanên faşîst da bi ser dikeve, li her deran destbi jîyana aramî û aşîtî dibe. Dibistana gundê Baysizê, ku li salên şêre çetin û dijwar nehatibû dadanê û kar dikir, payîzê dîsa dergên xwe bi xêr û xweşî li ber zarokên meketbvan vedike. Tiştekî derew tê tune: salên berî şêr û piştî şêr Elîxanê Serdar Şagînov, Etarê Şero, Ûsivê Elî, Keleşê Xelo dersadarî kirine. Hema wê payîza sala 1945-a Memo cara yekemîn lingê xwe davêje şêmîka dibistana gund ya seretayî. Hevalên wî yên zarotîyê ev bûn: Eskoyê Egît, Bînbaşê Elo, Mirazê Oskan, Sebrîyê Saleh, Baylozê Qanat û yên mayîn, ku dû ra hinek ji wana bûne dersdar, doxtir û karsazên naskirî. Mikanê wana li buhuştê be!
Salên piştî şêr salne giran û dijwar bûn. Rewşa gundîyan ya aborî xirab bibû, îdara wana ne dibû. Malhebûna gund jî ewqasî mezin nîbû, xebat kêm bû. Lema jî gelek mal ji gund derdiketin û diçûne deverên din, ku îdara xwe bikin. Ji ber vê yekê jî mala bavê Memo ji gundê Baysizê bar dike û diçe gundê Qazançîyê li navçeya Artîkê, ku dikeve devera Gumrîyê. Piştî wê yekê, gava Memo dibistana navîn ya gundê cînar – Horomê kuta dike, wî dibine eskerîyê. Ew sê salan li nêzîkî bajarê Lênîngradê (Sankt-Pêtêrbûrg) li eskerîyê qulix dike. Sala 1960-î ew vedigere malê û amade dibe, ku li zankoyên xwendina bilind bê hildanê. Sala 1961-ê Memo li Înstîtûta Yêrêvanêye pêdagogîyêye (dersdarîyê) dewletê ya ser navê ronakbîrê ermenîyan Xaçatûr Abovyan tê qebûlkirinê. Ew di fakûltêta dîrokê ya vê zanîngeha perwerdeyê da pênc salan dixwîne.
Li salên xwendekarîyê Memoyê Xalit herdem diçû li gûndan, li nav gel digerîya, bala xwe dida jîyan, deb û rabûn-rûniştina binecîyan, li dibistanan jî praktîka xwe derbaz dikir. Rojekê ew li gundê Elegezê (navçeya Axbaranê) dersdara zimanê rûsî Naza Cimşîd ra dibe nas. Nazê li Ûnîvêrsîtêta Batûmêye dewletê (Gurcistan) xwendibû û fakûltêta wêje û zimanê rûsî û almanî kuta kiribû. Di dema xwe da mala bavê Nazê li gundê Elegezê maye. Maleke xwey nav û qedir e. Heft ewledên Cimşîdê Nado xwendina bilind û ya navîn dest anîne. Paşî şêr malbeta Cimşîd û hinek malbetên Elegezêye dinê koçberî Batûmê dibin. Hema li gûndê Elegezê Memo û Nazê cara pêşim rastî hev tên û wek dibêjin, hevdu begem dikin û dihebînin. Zûtirekê bavê Memo – Xalitê Ataş û çend mirovên wî diçine mala Cimşîdê Nado ji bo xwezgînîya Nazê û wê ji Memo ra dixwezin. Wek dibêjin, bi erf û edetên gelerî def û dewata wana dikin. Nazê tê bajarê Rewanê û li dibistanê dersê dide. Ew xanimeke şîrhelal bû, temamîya jîyana xwe da bû hevala Memoye emir, wî ra amin ma…

Lê ez çiqas car çûme mala Memo? Bêhesab! Surekê ezê we ra vekim: Memo pismamê min bû, him jî kurxatîyê bavê min bû. Salên xwendkarîya xwe ya li Ûnîvêrsîtata Yêrêvanê û karmendîya xwe ya li rojnama «Rya teze» ez hertim diçûme mala Memo. Me dirêj xeber dida. Ewî her gilîyê xweyî surî min ra digot. Di jiyanê da tune mirovekî usa, çawa xulamê we, ku haj gilîyê Memo tunebûya. Gelek sal derbas bûne, lê ez nikarim xemxûrî û dilovanîya Memo û Nazê bîr bikim…
Sala 1966-an Memo bi qîmetê bilind xwendina xwe serhevda tîne. Wî dişînine navçeya Talînê. Ew û kevanîya wî li dibistana gûndê Gozelderê (niha Akûnk) çend salan dersê didin: Memo dersên dîrokê, lê Nazê dersên zimanên rûsî û almanî. Dû ra Memo dibe berpirsyarê dibistanê yê beşê xwendinê.
Di destpêka sala 1970-î da Memo vedigere Yêrêvanê û li Şêwra Komara Ermenîstanê ya yekîtîyên pêşekvanîyê derbazî li ser kar dibe, lê xanima wî li dibistana navîn ya bajêre hejmara 116-an da dersên zimanê rûsî û almanî dide. Li ser karê nû Memoyê Xalit di demeke kin da tê naskirinê wek xebatkarekî zane û borcnas, xudanê şureta mezin. Li vira qedrê wî bilind digirtin, ji ber ku ne ku tenê ewî karê xwe baş derc dikir û pêşva dibir, lê usan jî mirovekî berbihêr û merîfet bû. Ewî ziman ji her yekî ra didît, her pirsgirêk çareser dikir.
Sala 1974-an Memoyê Xalit destbi xebata zanîstîyê dike. Wî vexwendî Akadêmîya Komara Ermenîstanêye zanîstîyê dikin, ku li beşê kurdzanîyê ya Înstîtûta rohilatzanîyê kar bike. Ew bi karê zanyarî ra tevayî usan jî sê salan li aspîrantûrayê (xwendina ji bo amadekirina têza zanîstîyê ya doktorîyê) dixwîne.
Tiştekî dîhar û eşkere ye, wekî hetanî hilweşbûna Sovîyêtê Ermenîstan hesab dibû navendeke kurdzanîyêye mezin. Sala 1959-an li sêktora (beş) Înstîtûta rohilatzanîyê ya Akadêmya Ermenîstanêye zanîstîyê para kurdzanîyê vebû û serokatîya wê parê profêsor Hecîyê Cindî dikir. Gelek salan dû ra ew xebat doktorê dîrokzanîyê Xalit Çetoyêv berdewan kir. Lê ji sala 1981-ê hatanî sala 1994-an serokê beşa kurdzanîyê ya Înstîtûta rohilatzanîyê doktor-profêsor, akadêmîsyenê navdar Şekroyê Xudo Mihoyî bû. Paşê wê yekê, gava Şekroyê Xudo çû Moskvayê û Nevenda lêkolînên kurdnasîyê saz kir, zimanzan, doktor-profêsor Maksîmê Xemo ew karê giran yê beşa kurdî hilda li ser milên xwe… Heynese, vê gavê (lê ne weke berê) dîsa jî çend ocaxên çanda kurdan li Ermenîstanê hene û kar û barên xwe ancax didomînin. Em li ser vê mijarê naskekinin, ji ber ku gilîyê me li ser netewzan Memoyê Xalit e.

Sala 1984-an Memo têza xwe ya zanîstîyê bi rûspîtî amade dike û navê doktorê dîrokzanîyê qazanc dike. Mijara têza wî pirsên netewzanîyê ra girêdayî bûn. Xazma pirsgirêkên êtnografîya kurda li Ermenîstanê û komarên başûrê Kavkazyayê dine li nava goveka balkêşîya zanîyarê zîrek û çalak da bûn.
Piştî mirina zanyarê bi nav û deng û netewzanê mezin Emînê Evdal di warê êtnogirafîya kurdî da seranser li Sovîyêta berê Margarîta (Sêda) Rûdênkoyê û Tatyana Arîstovayê (Rûsya), lê li başûrê Kavkazyayê Memoyê Xalit (Ermenîstan) û Lamara Paşayêvayê (Gurcistan) xeberên xwe yên zanîstîyêye nû gotin. Li ser van zanyaran gelek hatîye nivîsarê, lê li ser Lamara Paşayêvayê di dema xwe da me lêkolîneke taybete berfireh kirîye û di torên civakî da weşandîye. Niha em dîsa vegerine li ser Memoyê Xalit.
Sala 1986-an pirtûka wî ya bi navê «Malhebûna xwedîkirina hewanet li bal kurdên Ermenîstana Rojhilatê» bi rûsî ronayî dît, ya ku li ser pirsên deba kurdan bû, bi taybetî li ser pirsên usan, yên ku xwedîkirina heywanan, hilgêr-dagêra zozanvanan ra girêdayîne. Wê yekêra tevayî zanyar hinek bawermendîyên gelê me di warê xwedîkirina heywanet da derdixe meydanê, wana bi zanyarî şiro û nirx dike. Di vê berhemê da cara yekemîn bi hûrgili nîgarvanîya dîrokî-êtnografî ya «hildan-danîna» heywanet li bal kurdên Ermenîstanê di nîveka dudan ya sedsala XIX û destpêka sedsala XX derdikeve holê.
Di pirtûkê da xudanê wê xusûsîyên heywanetxwedîkirinê yên navçeyên herêma Ermenîstanê di babetên hewayî-tebyetî û dîrokî-çandî da tîne li ber çavan. Ew bêtir li ser rol û cîyê war û oban di nava danûstendin û deba zozanvanan da disekine, usan jî dide kivşê, wekî heyamê hilgêr-dagêra zozanvanan li ser beşan par dibe: berî ku derkevine zozanan, kurdan (çi êzîdî, çi musulman) heywanên xwe di destpêka baharê birine aranan (deştê), dû ra ew hilkişandine berpala çîyan, lê gava havîn hatîye, ew derxistine li zozanan, konên xwe li warên xwe vegirtine û obe çê kirine. Eva yeka li demsalê herdem dubare bûye û wekilîye. Balkêşe, ku çawa obe ava dibin û danûstendinên di navbera obevanan da çawa pêk tên. Zanyar destnîşan dike, ku pirsgirêkên li ser war û zozanan bal kurdan herdem bi şêweyekî gelêrî û eşîrî hatine safîkirinê.

Memoyê Xalit destînîşan dike, wekî bêguman emrê nîvkoçerîyê mora xwe li «netika» jîyana kurdan xistîye (çi kurdên êzîdî, çi kurdên musulman), lê kurd koçer nîbûne (eva yeka gelekî giringe!). Ferezî jîyana rihatî ra tevayî kurdan demeke kin (heyamê havînê) jîyana xwe li zozanan derbas kirine. Û gelek erf-edetên gelêrî hema li zozanan xwedîkirina heywanet ra girêdane, bi taybetî amadekirina hasiletê û derecên mayîn va. Ji bo mînak, heyamê hilgêr-dagêrê û beranberdanê li bal zozanvanên kurd gelekî balkêş û hewaskar bûye.
Sed yazix û mixabin, bi undabûna derfetên xwedîkirina heywanet ra tevayî, xazma li heyamê hilgêr-dagêrê û girtina hasiletê, di nava kurdan da (xazma li bal êzîdîyan) gelek erf-edetên netewî jî winda û mina dibin.
Gelek gotarên Memoyê Xalit li ser deb, rabûn-rûniştin û çanda kurda di berevokên zanyarî da derketine, di rojnama «Rya teze» da çap bûne û bi radyoya Rewanê ya beşê kurdî weşyane. Ew gelek caran li konfêransên zanîstî beşdar dibû û di wana da bi kêlmê pêşda dihat. Em hinekî pêşva herin û bêjin, wekî payîza sala 1990-î Memoyê Xalit bi teglîfkirin-vexwendina kovara «Rewşen»-ê çû Almanyayê. Ew li bajarên Bêrlînê, Bonnê, Kyolnê û yên din tevî konfêrans û sêmînaran dibû, gotarên netewzanîyê-êtnografîyê yên di derbarên erf-edetên kurdan da dixwend. Û pêra jî ewî li ser hinek edetên gelê me ji binecîyên kurde êzîdî pirs-pirsyar dikir, ku di dema xwe da ji Kurdistanê koçberî Avropayê bûne.

Sala 1989-an Memoyê Xalit vexwendî dikin, ku di Komîtêya Navendî ya partîya komûnîstên Ermenîstanê da kar bike. Ew qayîlîya xwe dide û dibe berpisyarê beşê netewên Komara Ermenîstanêye kêmjimar.
Gerekê bê gotinê, wekî wan salan sîstêma Sovîyetê hêdî-hêdî berbi dawîya minabûna xwe va diçû. Mixabin, wê demê pirsa netewî û pêwendîyên di navbera netewan da tevlîhev, aloz û xirab bûbûn. Netewperestî jî hinek deran serê xwe bilind dikir û gelek xirabî û nebaşî bi xwe ra dianî. Hinek komên ermenîyan yên ne xêrxwez dutîretî avîtine nava gelê me, pirsa awa gotî «êzîdîtîyê-kurdîtîyê» derxistine meydanê. Hinek êzîdîyên dûrnedîtî û nîvxwendî jî rabûn û gotin: «Em êzîdîne, em ne kurdin!». Wana dijî rewşenbîrên kurdên êzîdî şer û dew dikirin, li ber avayên rojnama «Rya teze» û Komîtêya Navendî ya partîya komûnîstên Ermenîstanê berev dibûn, dibezîyane rewşenbîran, bi dar û gopalan dajotine li ser wana. Di nava wê xiringêla mirovên nezan da Memoyê Xalit wek berpirsyarê netewên kêmjimar û bi wî ra tevayî gelek rewşenbîrên ermenîye aqilbend û kurdên êzîdîye bi firaset bi her teherî li ber xwe didan, ku di navbera kurdên êzîdî û kurdên musulman da li Ermenîstanê xirabî-pevçûyîn çênebin. Pêwîste bi heqî bê gotinê, wekî emekê Memoyê Xalit wek karmendê dewletê di vî warî da gelekî mezin bû.

Tiştekî veşartî nîne, ku hêzên ermenîye netewperest (bi serî hinek «kurdzanên» ermenî), ku çend «berpirsyarên» êzîdîyên nexwendî û nezan kiribûne zeqên destê xwe, şer davîtine Memoyê Xalit û digotin, wekî giva ew naxweze «pirsa êzîdîyan» çareser bike, giva ew dijî êzîdîyatîyê ye. Lê ew yek ne rast bû.
Memoyê Xalit milethizekî mezin bû. Ew wek êtnograf baş dizanibû, ku netew çîye û ol çîye. Ew bi ayîna dînê êzîdîyan va herdem serbilind û kubar dibû. Ji ber ku ewî êzîdîyatî hesab dikir wek oleke Kurdistanêye here qedîmî û kevnar…
…Adara sala 1991-ê bû. Wê rojê Memo paştî kar vedigerîya malê. Ew ji bo roja sibê di nava mitalan û tefekurîyê da bû. Nêzîkî mala xwe, gava ew ji rê derbaz dibe, makînek bi bayê lez wî dixe, davêje û derbaz dibe û diçe. Mirovên der-dor li wî dicivin. Cînarên Memo wî nas dikin û wî dibine nexweşxanê…

Nîvê şevê bû, gava xûdanên van xetan çû nexweşxana mehela Yêrêvanêye Êrêbûnîyê. Gelek mirovên Memo îdî hatibûn, ji doxtiran ra li ser tundurûstîya wî diaxifîn. Doxtiran biryar da, ku gere lez Memo emelyet bikin: herdu lingên Memo li çend deran û parxanên wî şkestibûn, lê hela kesî nizanibû, ku perda li ser pişika wî jî qelişîye. Raste, derb hinekî gihîştibû serê Memo jî, lê ewî hey caran çavên xwe vedikir û digirt, tê bêjî dixwest yekîra gilîk bigota. Doxtiran digotin, ku çi ji destê wana bê, ewê bikin. Memo gelek xwîn unda kiribû. Doxtiran bi lez xwîn dixwestin bidne Memo. Xwîna wî 1+ bû. Xwîna yekî ya usa tunebû. Tenê xwîna min ya 1+ bû. Û min 300 gram xwîn da wî. Memo emelyet kirin. Piştî sê-çar sehetan, sibê zû ew ji oda nexweşxanêye emelyetê derxistin û birine oda, ku nexweş li ser hişê xweda tên. Li sivderê me Memo dît, dihate xanê, ku ew îdî li ser hişê xweda tê. Doxtira digotin, ku organîzma wî qewate. Bi rastî jî, Memo gelekî li sehet-qewata xwe dinhêrî. Du rojan dû ra dîhar bû, wekî perda li ser pişika wî jî qetyaye. Doxtirekî gelekî baş bi paşnavê Vêmyan ew emelyet kir. Her tişt baş bû. Dema krîzîsê jî îdî derbaz bûbû. Memo nan jî xwer. Lê sibetirê rewşa Memo yekcar xirab bû. Çi bû sebeb, em usa jî pê nehesyan. Doxtira gotin, ku ji pişikên wîye. Doxtorê wê demê yê nexweşîyên pişikayî herî navdar li Yêrêvanê profêsor Apoyan bû. Me ew anî li ser Memo. Paşî nihêrînê, ewî got, ku îdî derenge… Hema wê rojê (êvara 17-ê adarê) ez û Nazê li ber nivînê Memo rûninştî bûn. Nişkêva ewî çavên xwe vekir. Me mêze kir. Dilê xweda ez şa bûm, ku wê pak be. Lê na! ewî destê xwe hejand. Me fem kir, ku pênûsê dixweze. Min pênûs ji çeltê xwe derxist, bloknota xwe da wî. Ewî ancax çend hevok bi kurdî nivîsî. Nazê belgê bloknotê qelaşt, qat kir û kire kefa destê xwe… Ewî bi destxeta xweye şikestî, ku baş nedihate xwendinê, çi nivîsî bû? Ew jî sure! Vê gavê her tenê di bîra minda ye…

18-ê adarê sala 1991-ê Memoyê Xalit Derwêşyan, zanyar û netewperwer çû ber dilovanîya Xwedê. 19-ê adarê meytê wî di tabûtê da ji morga nexweşxana mehela Êrêbûnîyê derxistin û birine li ber avayê wî danîn, ku li meheleke bajêre dinê bû. Der-cînar jî li vir civîyan û weke sehetekê şîna vî camêrî li ber dêrî kirin. Xebatkarê dewleta Ermenîstana Sovîyêtê yê bi nav û deng, cîgirê sedrê Şêwra Ermenîstanê tewrebilind, endamê Komîtêya Navendî ya partîya komûnîstên Ermenîstanê, berpisyarê rojnama «Rya teze» Mîroyê Esed, ku gelek qedrê Memoyê Xalit wek mirov û karmendê dewletê digirt, wê rojê dikewgirî, hêsir ji çavên wî dihatine xarê. Dihate kivşê, ku ew û Memo çiqasî bi hevdu ra nêzîk bûne… Paşê meytê rehmetî birine mala bavê wî, ku wê hênê li gûndê Saxkûnkê li navçeya Êçmîyazînê dima…
20-ê adarê meytê Memoyê Xalit li gundê Saxkûnkê hildan. Gelek karmendên dewleta Ermenîstanê, di wê jimarê da zanyar, rewşenbîr, dost û xêrxwezên gelê me yên ermenî jî amede bûn. Sêkrêtarê giştî yê Komîtêya Navendî ya partîya komûnstên Ermenîstanê Stêpan Poxosyan jî hatibû û ber tabûta rehemetî bejna xwe tewand û serxweşî da malbet û bira-pismanan…
Hema wê rojê, piştî nîvro meytê Memoyê Xalit birine gundê Fêrîk (Kurekenda berê, li navçeya Êçmîyazînê) û di nava mezelê gelêrî spartine ax-berên sar. Hema wê rojê ji bo wefatbûna xebatkarê Komîtêya Navendî ya partîya komûnîstên Ermenîstanê, doktorê dîrokzanîyê, êtnografê xudanşuret Memoyê Xalit li ser vî mexberî bû merasîma şînê. Di wê merasîmê da axivîn: karmendê Komîtêya Navendî ya partîya komûnîstên Ermenîstanê P. Xazaryan, cîgirê berpisyarê rojnama «Rya teze», nivîskarê naskirî Emerîkê Serdar, doktorê dîrokzanîyê, profêsor H. Yêganyan, nivîskarê kurdî navdar Wezîrê Eşo, serokê kafêdra êtnografîyayê û arxêolojîyê ya Ûnîvêrsîtêta Yêrevanêye dewletê profêsor Yû. Mkrtûmyan, sedrê şêwra gundê Fêrîk Têmûrê Mîro, şêx Zahar û yên mayîn. Wana heyfa xwe danîn, ku Memoyê Xalit rûyê qezîya decal da (kê dizane, dibek ew qezîya qestbende çêkirî bû!) ji wede zûtir konê xwe ji nava konan bar kir û çû dinya batinî.

Hetanî vê gavê jî gotinên Emerîkê Serdar ji bîra me naçin: «Gelek kesan dilê Memo êşandin, lê ewî di jîyana xwe da dilê tu kesî neêşand…».
Lê nivîskarê naskirî Wezîrê Eşo bi dilkovanî got: «Şîna Memoyê Xalit gelê mera tevayî usa jî gelê ermenî dike û mirina xweda jî ewî qencê Xwedê, ewî saxê dilê xwe kar da: dostî û helalî, pevgirêdana ruhanîyê ya orta herdu cimetêd meda diha qewîn û qedîm kir…».
Profêsor H. Yêganyan tê bêjî gotinên Wezîrê Eşo îzbat kir: «Wefatbûna Memoyê Xalit ya bê wede zîyaneke mezin bû him bona gelê kurd û him jî bona gelê ermenî. Herdem nîne, wekî mirovên usa pêşda tên, digihîjin û xebata kardar va mijûl dibin…».
Gava xûdanê van xetan li ser vê gotarê di derbarê netewzanê naskirî Memoyê Xalit da kar dikir, matêmatîkzanê li cîhanê naskirî, doktor-profêsor Feyzoyê Egît, ku kurxatîyê Memoye û pismamekî wîyî pêşe, bi kesereke kûr bîr anî: «Memo di nava bira-pismamên me da delalî bû. Me gelekî ji wî hiz dikir, ji ber ku ew mirovekî ne tenê zane û bîlyan bû, lê usan jî pismamekî xêrxwez, şirhelal, dilovan û rastgo bû. Ew rewşebîrekî netewhiz bû. Raste, ez matêmatîkzanim, lê herdem li civînên dîrokzanan, şayîr û nivîskarên me da beşdar dibûm. Berbihêrî, şîrhelalîya Memo, netewperwerîya wî bûbûn nimûne. Dikarim wê yekê jî bêjim, wekî di destpêka salên 1960-î da, gava şorişa netewî ya bi serokvanîya Barzanîyê nemir xurt û bi hêz bûbû, wek dibêjin, perê me tûnebû, ku em bifiryana. Wê demê şêwra me ya xwendevan û cahilan hebû. Me xebateke zor dikir. Rehmetîyê Memo gelekî bi aktîv û çalak bû, di civînan da deng dikir, li ser pirsên dîrokê, şorişa başûrê Kurdistanê gotar ji bo Radyoyê û rojneman dinivîsî. Şureta wî ya zanîyarîyê hela wê demê da baş dihate li ber çavan. Îro tiştekî gelekî ferz e, wekî berhemên Memo yên zanîstîyê, ku ji ber qelema wî derketine, unda nebin, bêne çapkirinê û bibine milkê gelê me».

Belê, em jî li ser gotina profêsor Feyzoyê Egît difikirin. Em dizaninin, wekî Memoyê Xalit di salên dawîyê da li ser mijara nû ya bi navê «Dewata kurdan» kar dikir. Ew xebateke fundamental-bingehî ye. Piştî sala 1993-an, gava kevanîya Memo – Nazê û kurê wî – Ezîz ji Ermenîstanê derketin û çûne Rûsyayê, pismamên Memo arşîva wî dane doktorê wêjezanîyê, heval û hogirê Memo Çerkezê Reş. Çima? Ji ber ku Çerkez bi malbetî Memo ra nêzîk bû. Ew serdewatîyê lawê Memo bû. Lê gava hevalê meyî bi talip, zane, erhede aqil û bîlan Çerkez çû ber rehma Xwedê, birayê wî Casim pirtûkxane, arşîva wî û pêra jî ya Memoyê Xalit bire mala xwe. Kurê Memo çend caran bi Casimê Tadaş ra deng kirîye, ku gelo dibe ew arşîva bavê xwe xwedî derkeve? Me jî çend caran tevî xûşka Çerkezê rehmetî – Sultanê xeber daye. Ew qîza ocaxzada jî înkar nake, dibê, herne Ermenîstanê mala bavê min, wê arşîvê bidne we. Ger Çerkezê Reş, zanyarê bi hişê aqil li rû hewatê bûya, xem tunebû: rojekê rojan ewî wê arîşa Memo derxista meydanê, arizû bikira û binirxanda. Lê, talebextra, sed mixabin, tirsa me ew tirse, ku hinek «welatparêzên me» wê arşîvê «piçopînin» û axirîyê-oxirîyê bikine milkê xwe… Em bawerin, ku di demeke nêzîk da arşîva Memo wê bighîje li ber destên lawê wî, yê ku îro li bajarê Novosîbîrskê (Rûsya) dijî û kar dike. Em bîr nekin bêjin, wekî kevanîya Memo – Naza Cimşît, ku dota maleke ocaxzade û kulfeteke şîrhelal bû, dû mirina Memo ra bêsehet bû, piştî nexweşîya dirêj sala 2007-an li vî bajarê Sîbîryayê xatirê xwe ji cîhanê xwest û çû ber dilovanîya Xwedê…

Tiştekî gelekî ferz e, ku divê îro rewşenbîr û zanyarên me, bi taybetî pisporên çand û dîroka kurdî emekê Memoyê Xalit di warê pêşvebirina kurdzanîyê da tu caran bîr nekin, rast nirx û qîmet bikin. Hemû berhem û gotarên wîye zanîstîyê tomar û çap bikin. Eva borcê me her kesî ye![1]
This item has been written in (Kurmancî - Kurdîy Serû) language, click on icon to open the item in the original language!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
This item has been viewed 1,090 times
HashTag
Sources
[1] Website | کوردیی ناوەڕاست | riataza.com
Linked items: 7
Group: Articles
Articles language: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 11-07-2022 (2 Year)
Content category: Biography
Content category: Memoir
Content category: Kurdish Issue
Country - Province: Armenia
Document Type: Original language
Language - Dialect: Kurdish - Kurmanji - Latin
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
Item Quality: 99%
99%
Added by ( Sara Kamela ) on 07-08-2022
This article has been reviewed and released by ( ئاراس حسۆ ) on 07-08-2022
This item recently updated by ( ئاراس حسۆ ) on: 07-08-2022
URL
This item according to Kurdipedia's Standards is not finalized yet!
This item has been viewed 1,090 times
Attached files - Version
Type Version Editor Name
Photo file 1.0.165 KB 07-08-2022 Sara KamelaS.K.
Kurdipedia is the largest multilingual sources for Kurdish information!
Biography
Shilan Fuad Hussain
Articles
Carpet inscription; Evidence of the prosperity of the tradition of endowment in the era of Karim Khan Zand (1193-1163 AH)
Archaeological places
Hassoun Caves
Biography
Havin Al-Sindy
Biography
HIWA SALAM KHLID
Image and Description
Kurdish Jews from Mahabad (Saujbulak), Kurdistan, 1910
Archaeological places
Mosque (Salah al-Din al-Ayyubi) in the city of Faraqin
Archaeological places
Shemzinan Bridge
Biography
Nurcan Baysal
Library
Iraqi Kurdistan and Beyond: the EU’S Stakes
Biography
Abdullah Zeydan
Biography
Jasmin Moghbeli
Image and Description
A Kurdish army in Istanbul to participate in the Battle of the Dardanelles in 1918
Image and Description
Yezidi boys 1912
Archaeological places
The tomb of the historian Marduk Kurdistani
Library
Kurdish Political and Civil Movements in Syria and the Question of Representation
Image and Description
The Kurdish Quarter, which is located at the bottom of Mount Canaan in Safed, Palestine in 1946
Image and Description
AN EXAMPLE OF BAATHS SOCIALISM AND DEMOCRACY IN KURDISTAN OF IRAQ
Articles
An Overlooked Aspect of Sexual and Gender-Based Violence
Articles
Shanidar Z: Archeologists studying Neanderthal behavior patterns in Kurdistan
Library
GERMAN COVERT INITIATIVES AND BRITISH INTELLIGENCE IN PERSIA (IRAN), 1939-1945
Biography
KHAIRY ADAM
Biography
Bibi Maryam Bakhtiari
Library
The Kurds in the Policy of the Great Powers, 1941-1947
Articles
The Israel Factor and the Iraqi-Kurdish Quest for Independence
Biography
Antonio Negri
Articles
CASE OF SELAHATTİN DEMİRTAŞ v. TURKEY (No. 2)
Archaeological places
Cendera Bridge
Biography
Ayub Nuri
Library
A Transitional Justice Approach to Foreign Fighters

Actual
Articles
Diyarbakir Bar Association: Faith in judiciary has decreased
01-09-2022
Hazhar Kamala
Diyarbakir Bar Association: Faith in judiciary has decreased
Library
Caucasica IV, I. Sahl ibn-Sunbat of Shakkī and Arrān
10-11-2022
Rapar Osman Uzery
Caucasica IV, I. Sahl ibn-Sunbat of Shakkī and Arrān
Articles
Female Humiliation versus Male Glorification in the Discourse of Kurdish Proverbs
15-11-2022
Rapar Osman Uzery
Female Humiliation versus Male Glorification in the Discourse of Kurdish Proverbs
Image and Description
AN EXAMPLE OF BAATHS SOCIALISM AND DEMOCRACY IN KURDISTAN OF IRAQ
09-06-2023
Rapar Osman Uzery
AN EXAMPLE OF BAATHS SOCIALISM AND DEMOCRACY IN KURDISTAN OF IRAQ
Library
Woman’s role in the Kurdish political movement in Syria
25-04-2024
Hazhar Kamala
Woman’s role in the Kurdish political movement in Syria
New Item
Library
GERMAN COVERT INITIATIVES AND BRITISH INTELLIGENCE IN PERSIA (IRAN), 1939-1945
21-05-2024
Hazhar Kamala
Library
Iraqi Kurdistan and Beyond: the EU’S Stakes
15-05-2024
Hazhar Kamala
Library
The Kurds in the Policy of the Great Powers, 1941-1947
15-05-2024
Rapar Osman Uzery
Library
A Transitional Justice Approach to Foreign Fighters
14-05-2024
Hazhar Kamala
Library
Kurdish Political and Civil Movements in Syria and the Question of Representation
13-05-2024
Hazhar Kamala
Library
The Anfal Trial and the Iraqi High Tribunal Update Number Three: The Defense Phase and Closing Stages of the Anfal Trial
10-05-2024
Hazhar Kamala
Library
Creation and First Trials of the Supreme Iraqi Criminal Tribunal
10-05-2024
Hazhar Kamala
Library
On the KRG, the Turkish-Kurdish Peace Process, and the Future of the Kurds
07-05-2024
Hazhar Kamala
Library
Untangling the Turkey-KRG Energy Partnership: Looking Beyond Economic Drivers
07-05-2024
Hazhar Kamala
Library
SITUATION IN IRAQ/UK FINAL REPORT FINAL REPORT
06-05-2024
Hazhar Kamala
Statistics
Articles 518,997
Images 106,684
Books 19,298
Related files 97,308
Video 1,392
Kurdipedia is the largest multilingual sources for Kurdish information!
Biography
Shilan Fuad Hussain
Articles
Carpet inscription; Evidence of the prosperity of the tradition of endowment in the era of Karim Khan Zand (1193-1163 AH)
Archaeological places
Hassoun Caves
Biography
Havin Al-Sindy
Biography
HIWA SALAM KHLID
Image and Description
Kurdish Jews from Mahabad (Saujbulak), Kurdistan, 1910
Archaeological places
Mosque (Salah al-Din al-Ayyubi) in the city of Faraqin
Archaeological places
Shemzinan Bridge
Biography
Nurcan Baysal
Library
Iraqi Kurdistan and Beyond: the EU’S Stakes
Biography
Abdullah Zeydan
Biography
Jasmin Moghbeli
Image and Description
A Kurdish army in Istanbul to participate in the Battle of the Dardanelles in 1918
Image and Description
Yezidi boys 1912
Archaeological places
The tomb of the historian Marduk Kurdistani
Library
Kurdish Political and Civil Movements in Syria and the Question of Representation
Image and Description
The Kurdish Quarter, which is located at the bottom of Mount Canaan in Safed, Palestine in 1946
Image and Description
AN EXAMPLE OF BAATHS SOCIALISM AND DEMOCRACY IN KURDISTAN OF IRAQ
Articles
An Overlooked Aspect of Sexual and Gender-Based Violence
Articles
Shanidar Z: Archeologists studying Neanderthal behavior patterns in Kurdistan
Library
GERMAN COVERT INITIATIVES AND BRITISH INTELLIGENCE IN PERSIA (IRAN), 1939-1945
Biography
KHAIRY ADAM
Biography
Bibi Maryam Bakhtiari
Library
The Kurds in the Policy of the Great Powers, 1941-1947
Articles
The Israel Factor and the Iraqi-Kurdish Quest for Independence
Biography
Antonio Negri
Articles
CASE OF SELAHATTİN DEMİRTAŞ v. TURKEY (No. 2)
Archaeological places
Cendera Bridge
Biography
Ayub Nuri
Library
A Transitional Justice Approach to Foreign Fighters

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| Contact | CSS3 | HTML5

| Page generation time: 0.391 second(s)!