Li ser sûran çargoşeyî, pirgoşeyî û bi şeklê gilover bi giştî 82 birc hene. Li aliyê ku li Geliyê Dîcleyê û Ben û Senê dinêre, ji ber ku parastina wê hêsantir e, birc kêm in û çargoşeyî ne. Li eniya Deriyê Çiyê û Deriyê Rihayê, ji ber ku ji êrîşên neyaran re vekirî ye, hejmara bircan zêdetir e û şeklê bircên li vê derê jî gilover e.
Bircên ku di dema Artûqiyan de hatine çêkirin bi mezinahî û nexşên li serê ji bircên din cudatir in. Birc bi giranî du tebeqeyî, hinek jî sê-çar tebeqeyî ne. Qatên jêrîn wekî depo û embar, tebeqeyên jorîn jî bi armancên leşkerî hatine bikaranîn.
Di nav van 82 bircan de ji ber mezinahî û nexşên xwe, bircên wekî Bedena Mezin (Ben û Sen), Birca Heft Birayan, Birca Bizinan, Nûr, Birca Findiqan, Merwanî, Qîza Qirêl û Dûpişk zêdetir tenê nasîn.[1]