Skeftên gundê #Wanê# li herêmê gelek nas in. Yek ji wan jî şkefta Bûk û Zava ye. Bûk û Zava şkefteke pirqatî û bilind e. Kî dizane, cend hezar salan berî vê li hindurê zinarekî de hatiye avakirin û li ber behra Feratê, li hemberî gundê Wanê (li Xelfêtî) disekine.
Nêzî neh qatên şkefta Bûk û Zava hene û bilindbûna xwe diguhêje 40 metran. Ji hêla mimarî de Bûk û Zava xwediyê taybetiyeke ecêb e: hemî neh qat ji aliyê korîdorên teng bi hev re girêdayî ne. Korîdorên di nav qatan bi gelemperî tîkane hatine cêkirin û meriv ji bo ku biguhêje qatên bilind wan korîdorên tîkane hildikeve.
Dû têketinên Bûk û Zava hene: ya mezin du qatî ye û heman li ber kenara behra Ferêt disekine. Ya dûwemîn ji ya din ilindtir radiweste: Ev têketin ewqas taybet e ku li erdê, di kevirê kilsînî de merdêwanek hatiye cêkirin û ev merdêwan li ber têketina dûwemîn diqede. Dirêjbûna merdêwana kevirî qasî 15-20 metran e û ji nêzî 30 gihanekan pek tê.
Derveya Bûk û Zava xwariyeke bi rengê qehweyî tê dîtin. Ev derên ku qehweyî xuya dikin dibe ku ji aliyê însanan ve hatine bandor kirin. Bi rêya oksîdasyonê ev deran rengên xwe wergerandine qehweyî.[1]