Berdekunteya Mehabadê şûnwara serdema Maniyan e
Şino Resûlî
Berdekuntê #şûnwar# ek dîrokî ye û yek ji wan girên dîrokî yên kevnara Kurdistanê li navçeya başûrê gola Urmiyê û li ew sînorê ku niha jê re dibêjin Mehabad bi cih maye. Dîroka wê vedigere bo serdema Maniyan ango hezareya yekem a beriya zayînê û modelek bûye ji bo çêkirina şûnwarên wê serdemê di vê navçeyê de.
Ev şûnwara kevnar, heşt kîlometran li bakurê Mehabadê ber bi Urmiyê ve, li nêzîkî gundê Yûsifkend hilkeftî ye.
Navçeya Berdekuntê wek yek ji mezintirîn û pîroztirîn cihên bajarê kevnar ê “Daryosa” an jî bajarê wêrankirî yê wî tê hesibandin, ku ji bo xelkê û rûniştiyên vî bajarî cihekî pir rêzdar bûye. Ev şûnwara dîrokî girêdayî desthilatdariya Maniyan bûye ku navçeyên başûrê gola Urmiyê û ew cihê ku îro bi navê Mukriyanê tê naskirin, bi cih bûne û şûnwarên gelek girîng ên wek Hesenlûya Nexedê, Qelayşiya Bokanê û Zêwiyeya Seqizê li pey wan bi cih mane û di hezareya yekem a beriya zayînê de, wek fermanrewayeke bihêz, roleke girîng di pirsên siyasî û kultûrî yên navçeyê de lîstiye.
Dîroka geriyan li pey cîhê dîrokî yê Berdekuntê vedigere sala 1969an. “Wolfram Clais” dema ku li ser cihekî “Urartuyan” lêkolîn dikir, cihê dîrokî yê Berdekuntê destnîşan kir û ew wekî beşek ji devera “Urartuyan” hesibandiye.
Her çiqas ev şûnware di sala 1985an de wek şûnwarekê hatiye tomarkirin û wek yek ji cihên herî balkêş li parêzgeha Urmiyê tê hesibandin, lê di xirabtirîn rewşa parastinê de ye. Herwisa kolandinên bê destûrî jî bûne sedema talankirina gelek nîşaneyên şaristanî yên vî girî. Danîna kargehên pîşesazî, derbasbûna demê û hwd, dikare wekî sedemên din ên zirara Berdekuntê were hesibandin.
Peyva Berdekuntê bi wateya “kevirek ku tê de kun hene” tê bikaranîn. Hin kes li ser wê baweriyê ne ku Kuntê di serdema xwe de, di bîr û baweriya xelkê vê axê de behsa pîroziya kevir bûye.
Helbet “kunin” di kurdî de dibe ku bi wateya kun be. Bi wateyek dinê, dibe ku du wateyên dinê hebin: Ya yekem kevirê kevn û ya dinê jî kevirê kun kune.
Perestgeha agirî ya Bardakuntê navçeyeke kevirî ye ku li dora wê gelek pîlekan hatine kolandin. Ev navçeya kevnar vedigere hezareya yekem a beriya zayînê, wate dema mezinahî û hêza Maniya a di vê navçeyê de.
Heta niha ti nivîsek nehatiye dîtin ku ji me re bêje navê eslî yê vê avahiyê çi ye. Niştecihên bajarê wêranbûyî ji vê avahiyê re dibêjin Berdekuntê, ev jî pîroziya kevir di baweriyên xelkê vê nîştimanê de nîşan dide.
Di wê cihê de gelek gorên kevirî, kelehek û çend rêzên pîlekanan tê de ne, ku bi xweşikî li ser keviran hatine çêkirin. Rûyê wê cihê bi giştî pir dişibe Zîgorat an perestgehekê.
Tişta ku li ser vê cîhê dîrokî balkêş e û xuya dike nebûna dîkorat û rengek taybet e di avahiyê de. Di beşeke din a cihê kevnar ê Berdekuntê de, averoyên avê, dîwarên parastinê û bermahiyên bendava kevnar a ji serdema Maniyan têne dîtin.
Di derbarê erka cihê dîrokî ya Berdekuntê de ne mimkin e ku mirov nerînek zelal û temam bide. Hin jê re cihê perestina pêwendîdar bi rêûresmên “Mêhr”ê yan ji bo encamdana rêûresmên olî dizanin û hin jî wekî perestgeha agirî ya desthilatdariya Maniyan dihesibînin.
Ew kevirên hatinî tiraşîn, dibe ku Manayî yan Oruratûyî bin; Lê divê were zanîn ku ev kevirên xemilandî bi tenê nikarin ji bo wan dîrokê diyarî bikin. Ji ber vê yekê, bi lêkolînkirin li ser wan kaşiyên ku ser bi cihê Berdekuntê ne ku pêwendiya wan bi serdema hesin ve hene, dibêjin 850 heta 550 b.z ne. Ji nêrîna rewşenbîrî ve jî, ew kaşiyane taybet in bi kultûr û hunera Maniyan, ku hevşêweyên wan di şûnwarên Maniyan yên dinê de hatine dîtin.
Lê hin pisporên din nerînek cuda hene û wekî perestgeheke agirî dişibînin ku hevşêweyê zîkuratîk e ku rêzek ji pîlekanên kevirî yên tiraşî heye ku avahîsaziya hezareya yekem a beriya zayînê vebîr tîne. Di navenda vê avahiyê de kuneke çargoşeyî heye, dibe ku di dema rêûresma agirê pîroz de ji bo ronahîkirina hundurê vê kunê hatibe bikaranîn. Paşê xelk bi rêkûpêkek taybetî ve, li ser pîlekanên hatinî xemilandin rûniştibin û nimêj kiribin û rêûresma xwe ya taybetî li dar xistibin.
Dema mirov bi hûrî li peykerên ser çiya mêze bike, mirov dikare bibêje ku ev kare bi giştî taybet bûye bi rêûresmên olî û kevirê li ber wê ku niha rêya Mehabadê ji wir ve derbas dibe, ji bo biaxspartina nimêjker û berpirsên perestgehê hatibe bikaranîn.
Ev şûnware bi awayekî cidî nehatiye lêkolînkirin û weke şûnwarên din ên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Îranê ve hatiye piştguhavêtin.
[1]