RÊYA BER BI LOZANÊ VE, TÊKÇÛNA CUDAXWAZÊN KURD Û YEKÎTÎXWAZÊN TIRK
=KTML_Underline=HISÊN CIMO=KTML_End=
Agirbesta Mudrosê ku di 30-10-1918'an da hate îmzekirin, operasyonên şer li Rojhilata Navîn di navbera Dewleta Osmanî û hevalbendan da di Şerê Cîhanê yê Yekem da, rawestand.
Di roja piştî îmzekirina agirbestê da, birêveberên payebilind ên Ithad û Tereqîyê revîyan dervayî dewletê. Her wiha di 13'ê mijdarê da, fîloya hêzên serkeftî ku ji 55 keştîyan pêk dihat gihaşt bendera Istenbolê, ji wan keştîyan 4 ên Yûnanîstanê bûn ku ev yek jî binpêkirina bendên agirbestê bûn. Di encamê da, ev cara yekem e ku ji dema ku Mihemed Fatih Konstantînopolîs sala 1453'yan dagîr kir, hêzên ewropayî carekda din vegerîyan da ku rojavayê Tirkîyayê bi tevahî di nav da jî Istenbolê dagîr bikin.
Li gorî vê hevpeymanê, osmanî di baregehên xwe yên ji dervayî Anadolyayê da, xwe radest kirin. Her wiha, erê kirin ku hevalbend dest deyînin ser tengavên Bosfor û Derdenîlê û mafê dagîrkirina her herêmek osmanî heye, eger ku gefa ewlekarî hebe. Di heman demê da, artêşa osmanî ji kar hatin rawestandin û êdî hêzên hevalbend dikaribûn bender, rêyên tirênê û baregehên stratejîk ên din bi kar bînin. Her wiha li Kafkasyayê jî osmanî vegerîyan sînorê berîya şer.
Piştî agirbesta Mudrosê ya sala 1918'an, êdî tevgera neteweyî ya kurd çalak bû û ji qeydên ku şer feriz kiribûn rizgar bû, ev yek jî li ser asta kongreya lihevanînê li Parîsê û li ser axa kurdistanî ya osmanî jî. Ev yek jî encama çalakî û xebatên zêde yên neteweperestên kurd ku ji sirgûnê vegerîyane bi hevkarîya kesên li qada kar in. Her wiha, ji her kesî ra ne veşartî ye ku birêveberên tirkan ên li Istenbola dagîrkirî û Enqerayê piştî agirbestê bi demeka kurt çavên xwe li tevgerên kurdan girtin, ji ber ku tiştên girîngtir hebûn. Ji ber vê yekê jî, piranîya hevdîtinên kurdan ên eşkere bi nûnerên dewletên Ewropayê li Istenbol, Şam û Beyrûtê û her wiha doznameyên serxwebûnê vedigerên salên 1918-1919-1920'î, ku Istenbol di bin dagîrkerîyê da bû û hikûmeta Enqerayê lawaz bû û Kurdistan êdî li dervayî şer bû û di heman demê da hersê hêz jî westîya bûn.
Ji bo fêmkirineka baştir ji vê pêvajoya aloz ya dawîya Dewleta Osmanî, divê were bibîrxistin ku çavkanîyên liberxwedanê yên li jêr tenê ji du herêmên erdnîgarî dihatin ku li dervayî dagîrkerîya Ewropayê bûn, ew jî Anadol û beşê bakur ê mezin ji Kurdistanê bû. Êdî tu herêm ji derveyî van herdu herêman çavkanîyên dilxwazan tune bûn. Ereb bûne girêdayî planên Birîtanyayê yên serxwebûnê û bakurê Afrîkayê jî di bin dagîrkerîya Ewropayê da û her wiha Balkanê jî. Êdî ne asayî bû ku çar sedsal ji bingehê 5an ji temenê Dewleta Osmanî ku tenê ji bo gelekî an jî du gelan sînordar bû, ev yek jî piştî Şerê Cîhanê yê Yekem pêk hat. Di encamê da, formula împeratorî ya ku ji gelek civakên mezin pêk dihat bi dawî bû û cara yekem hizirandina neteweyî bi awayekî otmatîk pêk dihat. Ji ber vê yekê jî, tenê du gelên mezin li dewletê man piştî serxwebûna ereban û dagîrkirina Balkan û bakurê Afrîkayê û qirkirina ermenan û mezhebên xiristîyanî yên rojhilat ên mayî, di nava sînorê Mudrosê da mane.
Hevkêşîya berîya Lozanê bi du hêmanan ava bû: A yekê yekitî û ya duyem jî sextekarî. Ji alîyê tirkî ve yekîtîxwazên tirk ên ku banga dewleteka hemwelatîbûnê ya hevbeş û neneteweyî têk çû û di alîyê kurdî da netewperestên kurd ên ku banga dewleteka kurdî ya piçûk dikirin têk çû. Ev yek piranîya caran tê paşguhkirin. Dema ku wexta Lozanê hat, tîma tirkî neteweperestê yekîtîxwaz û navendîxwaz bû û tîma kurdan jî ya ku li qadê mabû, yekîtîxwaz bû. Her wiha, dema ku hêvî ew bû ku Lozan yekitîya du gelan pêk bîne, lê dewleteka neteweyî ya tirkî ku şerê dîyardeyên pirrengîyê dike, ava kir. Lê ev hevkêşe ne zelal bû di vê astê da heta piştî derbasbûna du salan di ser Lozanê ra, lewra naskirina rewşa aloza ya giştî li Anadolya û Kurdistanê, dê bilez be ku encamên analîtîk ên bilez werin derxistin.
Di wan şertêûmercên bifikar da ku tiştên ne pêşbînîkirî tê da gelek çêdibûn, tevgera têgihaştinê ya neteweyî ya kurdî êdî hêza xwe û îlhama xwe ji du çavkanîyên bi nakok digirt. A yekem, ji alîyekî ku di awayê giştî da li hev dike ne di dateyan da, bi liberxwedana tirkî ya xelasbûna ji dagîrkerîya ewropayî, li ser esasê hestên olî ku parastina yekbûna cîhana îslamî dike û bi karmendên di xizmetguzarîyên giştî di gerînendeyên dewletê da kar dikin, ji wan efserên artêşê, ku ew jî ji tîma dijberî birîtanîyan in. Tîma din jî, ku guh nade tirkan û armanca serxwebûneka kurdî an jî xweserîyekê dike û ji alîyê netewperestên kurd ve tê destekkirin, lê ev şepêl piranîya kadroyên wê îşkenceya wijdanî dikişandin, ji ber ku tiştên li ber wan, ji tiştên ku dixwazin gelekî kêmtir e.
Li ser asteka din a kategorîya borî, tîma ku bi liberxwedana tirkî ra bû, red dike ku dewleta ermenî were avakirin û bi çavekî dijminahî ya dijwar li rûsan temaşe dikir, ên ku gelek caran di şerên borî da îxanet li kurdan kiribûn. Lewra, Mîsaqa Milî ku wekî belgeyeka fermî di 28ê çileya 1920î da hate ragihandin, bûbû bersiva vî alî di parastina Kurdistanê da ji çi parçebûnekê ji bo dewleta Ermenistanê, her wiha soz ji kurdan ra hate dayîn ku xwebirêvebirin wê piştra bibe wekî bingehekê ji bo Mîsaqa Milî.
Du nexşe: Mîsaqa Milî li gorî xetên agirbesta Mudros û Hevpeymana Sêvrê
Lê tîma neteweyî ne dijî hebûna dewleta Ermenistanê ya cîran bû, eger ku li ser hesabê beşek ji axa ku qaşo ji bo dewleta kurdan bû. Her wiha, hevpeymana Sêvrê ya tebaxa 1920î, encama kedên şepêla duyem bû ku erdnîgarîya dewleta kurdî tê da pir piçûk bû.
Birîtanîyan demeka kurt bêyî dilê xwe, piştgirîya alîyê nerm kir ku bi ermenan ra bi birêveberîya malbata Bedirxan ra li hev bikin. Li ser vî esasî, di dawîya kanûna pêşîn a 1919an da pêşnîyaza avakirina du dewletên kurdan hat kirin, li gorî wesîyeta birêveberê sivîl ê Iraqê Arnold Wilson û wezîrê karûbarê Hindistanê Mistir Monteco. Li gorî belgeya ku wezîrê karê derve yê Birîtanîyayê, Lord Curzon jî beşdarî nîqaşên wê bû, dewleta yekem “Kurdisana Başûr” ku ew jî nêzî nexşeya Herêma Kurdistanê Iraqê ya îro ye. Lê pêşnîyaza birîtanî di wê demê da girêdabûna Hewlêrê dîyar nekir û ev mijar ji begên wê ra hişt da ku biryarê bidin, tevî ku Monteco pêşinyara beşdarbûna Hewlêrê ya nava Iraqê kir.
Dewleta duyem jî, Cizîra Botanê di bin serokatîya malbata Bedirxan da bû. Lê sînorên vê dewletê ne zelal bû, lê tê texmînkirin ku ji Botanê ber bi Xabûrê di alîyê başûr da diçe. Ji be ku belge bi bîr dixe ku “Sînorê Botanê ji cihê pûtepêdana cenbê wî bêhtir naçe” (Ê ku dixwaze li dateyên vê belgeyê vegere, binêre: Pirtûka Cercîs Fethulah-Hişyarîya Kurdan-r.150.151)
Berîya kongreya lihevanînê li Parîsê sala 1919'an û piştî rêzehevdîtinên tirkî, generalê kurd Şerîf Paşa û lêvegera kurdî ya olî û siyasî rêzdar Ebdulqadir El-Nehrî ku li Istenbolê dima û Emîn Alî Bedirxan, helwesta xwe ji bi meşandina bi helwesta birîtanyayî ra eşkere kirin. Ji ber destwerdana rûsan di Bakurê Kurdistanê da û piştra vekişandina wan a keyfî piştî şoreşa 1917an û avabûna Yekîtîya Sovyetê, êdî doza kurdan bû girêdayî Birîtanyayê ku tena xwe li qadê ma.
Destwerdana Rûsyayê ji alîyekî ve û nedîyarkirina helwesta Birîtanyayê ji alîyekî din ve, hişt ku mezinên kurdan hêvîyên xwe bi Birîtanyayê ve girê bidin. Bi vê armancê, Şerîf Paşa sala 1919'an, hevpeymaneka hevkarîyê û hevalbendîyeka kurdî-ermenî ava kir, ku ji alîyê kurdan ve ew nûner bû û ji alîyê ermenan ve Boghos Nûbar Paşa nûnertî dikir.
Di encamê da, kurd li kêleka herdu şepêlên tirkan hebû, liberxwedana niştimanî li Enqerayê û hikûmeta Istenbolê. Ê ku ji wan bi rola xwe rabû ku dijminê wî înkar nekir wekî Seîdê Nûrsî, an jî Şêx Seîd Efendî Kurdî, yê ku piştî ji dîlgirtina Rûsyayê di havîna 1918an da revîya bi vî navî dihat naskirin. Piştra Efendî Kurdî di Istenbolê da ma, tevî ku kete bin dagîrkerîya Ewropayê piştî vegera wî hema bi çend mehan. Eger li rola leşkerkirinê ya mezin li bajarê di bin dagîrkerîyê da were temaşekirin, wê were texmînkirin ku hikûmeta sultan li Istenbolê wê ji çavê tevahîya xelkê neketiba wekî, eger ku Seîd di dîlgirtina li Sîbîryaya Rûsyayê da mabû. Di vê çarçoveyê da, Seîd bi sîfeta xwe ya birêveberîyê di Dar Hukema Islamî li Istenbolê da, li pêşîya fitweya şêxê îslamê bi fişara ji sultan Wehîdîn (Mihemedê Şeşem) sekinî, ku dîyar dike ku niştîmanperwer (kemalîzim) serîhildêr in û li erka mislimanan e ku wan bikujin. Li gorî vê fitweyê, bi awayekî fermî artêşa hêzên niştimanî û hikûmeta komeleya niştimanî li Enqerayê di 23'yê nîsana 1920'î da hatin avakirin. Nûrisî jî nivîsand:
“Fitweya ku hikûmetê û nivîsgeha şêxê îslamê li welatê ku ji alîyê dijmin ve hatiye dagîrkirin û bi fermana ji birîtanyayîyan û li bin fişarê hatiye derxistin, fitweyekî batil e û tu kes xema wê naxwe, ev kesên têkoşer yên dijî êrîşa dijmin ne serîhildêr in û divê ev fitwe were rakirin.
Şukran Wahida- Bedî El-Zeman El-Nûrsî-Weşanxaneya Sozler-r.221
Her wiha, êdî ji bo nivîskarên tirk ên hemdem guhartina helwestên gelek kesayetên kurd ên “yekîtîxwaz” bûye tiştekî asayî. Bo mînak, helwesta Nûrsî heta ji alîyê nivîskarên ku xwe wekî ji sazî û îdyolojîya dewletê serbixwe nîşan didin, wekî kesekî xwedî meylên girêdayî û înkarkirina neteweya xwe di oxira Tirkîyaya turanî ya avakirî da tê nirxandin û pêşkêşkirin. Di heman demê da, nivîskara birîtanyayî ya tirkktirî Şukran Wahida ket vê sextekarîyê. Tevî ku belgeyên ew pêşkêş dike, tiştên ku wê nivîsandine înkar dike. Di nameya ku nivîksarê tirk Qonsilcî Esaf Beg naveroja wê parve dike, ku nivîskar û rewşenbîrê kurd Mewlana Zada Rifet nameyekê ji Bedî El-Zeman ra rê dike ku wî vedixwîne projeya avakirina dewleteka kurdî ya serbixwe, lê Seîd bersivê dide û dibêje “Rifet Beg em ê Împeratorîya Osmanî vejînin.”
Her wiha Seîd zemîna ku li ser tevgerê dike veneşart, ew jî parastina Kurdistanê û Anadolyayê ji çi tiştên ku wekî gefa hebûnê dibîne. Lewra bi awayekî eşkere gotarek di kovara ”Sebîl El-Reşad”da di 4 ê adara 1920'î da nivîsand, dema ku nûçe hatin belavkirin ku lihevkirinek di navbera Şerîf Paşa û kesayetê ermen Nûbar Paşa heye li ser parçekirina Tirkîyayê û avakirina du dewletan ermenî û kurdî. Her wiha wekî tê naskirin jî, dewleta kurdî ya ku hatiye pêşinyazkirin, dev ji gelek herêman ji bo dewleta ermenî ya ku hatiye pêşnîyazkirin berda, ku kurdan ew herêm beşek ji axa xwe ya dîrokî didîtin di nav da jî Bedlîs cihê Seîd El-Nûrsî. Lê Seîd El-Nûrsî nivîsand:
“Bersiva şênber a li ser hevpeymana ku Bogus Nûbar Paşa û Şerîf Paşa îmze kiribûn bi awayekî telgrafî bû ku ji alîyê birêveberên qebîleyên kurdan ve hatibû şandin. Kurd dest ji civaka îslamê bernadin û kesên ku tiştekî cuda dibêjin, ew derewan dikin hejmara wan hindik in ên ku li peyî armancên xwe yên taybet dikevin û tu mafê wan tuneye ku li şûna kurdan biaxivin. Herî dawî kurdan 500 hezar kes ji bo îslamê kirine qurbanî, da ku careka din dilosozîya xwe bi xîlafrtê ra piştrast bikin.”
El-Nûrsî di gotara xwe da êrîşa li dijî hevpeymana ku bû zemîna hevpeyaman Sêvrê berdewam dike. Nûrsî bi awayekî eşkere behsa ermenan kir ku berê bi awayekî date behsa alozîyên bi ermenan ra nedikir, lê belê di gera xwe ya li ser eşîrên Wanê piştî derbeya dijî sultan Ebdulhemîdê Duyem, di “Nameyên Nûr” da di gelek mijaran da bal kişand ser wan. Ev yek helwesta El-Nûrsî eşkere dike, çi li beramberî têkoşîna wî li dijî dagîrkerîya Birîtanyayê ji Istenbolê ra û çi jî dagîrkirina Yûnanîstanê ji Ezmîrê ra. Di vê çarçoveyê da El-Nûrsî wiha nivîsand:
Em werin ser doznemeya eybdar: “Ermenan nas kir ku ew tenê nûnertîya kêmneteweyeka pir piçûk li herêmên rojhilat dike, lewra nikarin bibin birêveber eger ku mafê wan li wir hebê, ji bo vê yekê dîtin ku ya herî hêsan û bikêrhatî bikaranîna Şerîf Paşa ye…”
Li beramberî wê jî, nameya birîtanyayî ya ku di 8 ê çileya 1919'an da hatibû nivîsandin, rastîya hevdîtina girîng a di navbera berpirsê birîtanyayî yê komîteya hevalbendan li Istenbolê û rêzdar Ebdulqadir El-Nehrî da vegot, ku di wê demê da ew girîngtirîn kesayeta kurdî bû û rêz jê ra dihat girtin. Her wiha ew ne ji kesên alîgirên Birîtanyayê bû, tenê hewl dida ku tiştekî qeznc bike li şûna windakirina her tiştî. Lewra Ebdulqadir ku di payîza 1925an da hat bidarvekirin, di tevahîya dîroka xwe da, tenê wekî kesekî kurd ê osmanî ku diloszê dewleta Osmanî û sazîyên wê û gelek salan serokê Encûmena Şêwirmendîyê ya Osmanî bû.
Ev tişt di nameya birîtanyayî da hat gotin:
Ebdulqadir di sibeha îro da serdana min kir û got kurd di vê demê da xwe dibînin ku di rewşeka pir dijwar da ne, jê zêdetir di rewşeka metirîsdar da ne wekî dibêjin. Partîya Wîfaq El-Hur ku Ferîd Paşa serokê wê ye, dixebite da ku cihê hikûmeta nû bigire. Di dîtina wî da, kurdan gelek pêşnîyazên comerdî kirine. Her wiha, li gorî min fêm kiriye soz ji wan ra hatiye dayîn ku xwebirêveberîyeka tam di bin parastina tirkî da ji wan ra were dayîn.. Ji alîyekî din ve jî, hikûmeta heyî ji wî ra pêşnîyazên derbarê dayîna birêveberîyeka xweser bi karmendên kurd hate kirin, lê di heman demê da, helwesteka proveksyon dijberî wan û ji birayên wan ên li li Konstantînopolê girt. Di heman demê da, xeterîya Mustefa Kemal zêdetir dibe, ew (ango Ebdulqadir) gelekî bifikar e li ser tiştê ku wê (Mustefa Kemal) bike, ew jî hevkarîya bi azeran ra.. Her wiha, temenê ku divê kurd ji pêşnîyaza partîya Wîfaq El-Hur ra bidin, ku dijî Mustefa Kemal bisekinin. Ebdulqadir got ji xwe ra rêyeka li gorî xeta hevalbendan hilbijêre, nexasim îngilîzan. Ji ber ku dibîne çarenûsa Kurdistanê ji çi alîyên hevalbendan zêdetir, bi awayekî xurt girêdayî Birîtanyayê ye.” (Hişyarîya Kurdan-r.145,147)
Di heman nameyê da ku tê da îmzeya “T.P.Hoehler-Sekreterê Komîserê Bilind” hebû, rayedarê birîtanyayî dilê şêx Ebdulqadir El-Nehrî bi van gotinan rihet dike: “Agahîyên ku gihaştine Komîteya Hevalbendan a Bilind, nîşan dide ku tevgera Mustefa Kemal lawaz bûye, lewra ne pêwîst e ku jê bitirsin.” Her wiha di nameyê da tê gotin: “Min jê pirs kir: Gelo rûbirûna ku partîya Wîfaq (a dijberî Mustefa Kemal) ji we dixwaze ku hûn dijî Mustefa Kemal bisekinin di nav da bikaranîna hêzê heye? Wî bi erê bersiv da. Min wisa jê ra da xuyakirin: Dîyar e ne zêde pêwîst e, ji ber ku tevgera wî lawaz e.”
Ev name gelekî girîng e, ji ber ku tê da dilrehetkirinên xapînok ji birîtanyayîyan ji bo birêveberên kurdan heye an jî dibe ku hesabên şaş ên kujer hene. Lê bê gûman Birîtanya naxwaze ku kurd pêşberî Mustefa Kemal bisekinin. Mirov dikare di çarçoveya bûyeran da, derketina Mustefa Kemal tê bigihêje, ku ew kesekî ku mirov dikare bi wî ra hemû mijaran nîqaş bike. Wezîrê dewletê yê karûbarê şer Winston Churchill hevalbendîyên berê bi vegotinekê di kanûna pêşîn a 1920'î da rê kir û tê da dibêje: “Ji ber astengîya tiştan, em li dervayî çarçoveya herçar hêzên xwedî bandorên xwecihî man” (David Fromkin-r.373) li Rojhilata Navîn û ev hêz jî rûs, yûnanî, ereb û tirk in. Ji bo ji vê çiravê xelas bibin, Churchill hizira hevalbendîya bi ereb û tirkan ra û dijberîya polşevîkan û paşguhkirina yûnanîyan pêşnîyaz kir. Ev hizir jî rastî coşeka mezin ji alîyê serokerkanê birîtanyayî Henry Wilson hat.
Mustefa Kemal ev meyl fêm kir û li ser vî esas siyasetên xwe heta asteka mezin ava kir, her wiha dest ji naveroja welatê hevbeş di Mîsaqa Milî da berda ku itîraf bi bendên kongreya Erziromê û Sîwasê (1919) tê kirin û bi awayekî eşkere werin nîqaşkirin ku xwerêvebirina kurdan û yekbûna Kurdistanê di nava dewleta Tirkîyayê ya nû da, nas bikin. Ev paşdegavêtin, destpêka destjêberdana tirkî ji wîlayeta Mûsilê ji bo berjwendîyên Birîtanyayê bû.
Parçebûna kurdan: Mîsaq an jî Sêvr?
Ji bo fêmkirina parçebûna kurdan ku heta piştî Hevpeymana Lozanê jî dewam kir, divê bi awayekî kurt behsa meylên siyasetên Tirkîyayê piştç Şerê Cîhanê yê Yekem were kirin.
Piştî agirbesta Mudrosê, du hikûmet li Tirkîyayê hatin avakirin. A yekem li Enqerayê bû ku ew jî Hikûmeta Komeleya Niştimanî ya Mezin bi serokatîya Mustefa Kemal bû, her wiha vê hikûmetê belgeya “Mîsaq Milî” pêşkêş kir.
Li Istenbolê Ferîd Paşa ku li dijî Mustefa Kemal bû, serokatîya hikûmeta tirkî ya di bin dagîrkerîyê da di nîsana 1920î da wergirt û li ser Hevpeymana Sêvrê ku maf da kurdan ku referandoma çarenûsê pêk bînin. Vê hevpeymanê nakokî di navbera birêveberên kurdan da çêkir, ji destpêka danûstandê ve, ji ber ku Şerîf Paşa nexşeya Kurdistanê bêyî ku wîlayeta Wanê û herêmên din tê da hebin pêşkêş kir, ango ji ermenan ra hiştin heta berîya îmzekirina hevpeymanê.
Berîya îmzekirinê, hikûmeta Ferîd Paşa êrîşeka leşkerî li dij hêzên Mustefa Kemal pêk anî, ku tê da hêzên kurdan li herêma Amed, Xerbût û Mûşê bi kar anîn û bi kordîneya bi walîyê Xerbûtê Xalib Beg û rêzdar Ebdulqadir El-Nehrî. Lê Ebdulqadir ji ber hevkarîya wî bi Ferîd Paşa ra, li ser navûdengê xwe bifikar bû (Zêdetir li ser vê xalê binêre: Lazarev-Pirsa Kurdan).
Tu date derbarê hêzên ku beşdarî êrîşê bûne tunene, lê ya tekez ew e ku kurd bi awayekî mezin beşdarî nebûn. Sedema vê yekê jî wekî ku Ebdulqadir jî digot, Mustefa Kemal gelek birêveberên kurdan bi alîyê xwe ve kişandibûn. Mustefa Kemal dema ku bihîst êrîş nêz bûye û kurd jî tê da beşdar in tirsîya, lewra yekser “Mîsaqa Milî” pêşkêş kir û tê da sozên ku xwe dispêrin kongreyên Erzirom û Sîwasê hene. Li ser vî esasî, destûr sala 1921 ê ava kir, li ser esasê herêmên xwerêvebirinê di nava sînorê dewleta Tirkîuyayê da, hate damezirandin. Tenê Anadol û Kurdistan di destê wî da mabûn. Eger ku êrîşa Istenbolê ya leşkerî bi rêya çekdarên kurd li dij Mustefa Kemal bi ser biketa, wê rewşa Tirkîyayê bihata guhartin ku ne wekî roja me ya îro bûye.
Nakokîya di navbera Mustefa Kemal (serîhildêr) û Ferîd Paşa (serokwezîrê di bin dagîrkerîyê da) da, pêşbirek di navbera herdu alîyan da li ser garantîya piştgirîya kurdan çêkir, an jî herî kêm bêalîbûna wan di rûbirûyên yekser da. Dema lidarxistina kongreya Sîwasê di 4 ê îlona 1919'an da, Mustefa Kemal xîtabên bi hêrs rêkirin ji gelek erkanên hikûmeta Ferîd Paşa û sedem li gorî ku Birnad Liwîs (Derketina Tirkîyaya Nûjen-r.305) dibêje “Ew hewldana hikûmeta Istenbolê bi alîkarîya Birîtanyayê, sorkirina qebîleyên kurdan li rojhilatê welat li dij Kemal bû. Ev hewldan bandoreka xwe ya piçûk hebû û qutbûna di navbera hikûmetên Enqera û Istenbolê leztir kir”, her wiha herdu hikûmetan li derve di pêşbirka wergirtina hevpeymanên dijî alîyê din da, ketin tevgerê, di vê çarçoveyê da Ismet Înanu wezîrê karê derve yê hikûmeta Enqere rûbirûyê wezîrê derve yê hikûmeta Istenbolê Izet Paşa bû.
Wezîrê Karên Derve yê hikûmeta Istenbolê Îzet Paşa ( alîyê rastê) û Wezîrê Karên Derve yê hikûmeta Enqere Îsmet Înonu (alîyê çepê)
Bi awayekî giştî, şepêlek ji efser û rayedarên tirkan di dema û piştî şer da, derketin û bi awayekî eşkere pejirandina doza kurdan di dawîya Dewleta Osmanî da, ragihandin. Ji nava wan Elî Ihsan Paşa bi nasnav “Ozdemîr” fermandarê artêşa osmanî yê şeşem ku têkilîyên berfireh bi alîyên kurdan ra çêkir, li ser esasê têkoşîna li dij îngilîzan, nexasim li Kurdistana Başûr û sala 1922'yan tenê pûte bi wê yekê kir ku Şêx Mehmûd el-hefîd ber bi xwe ve bîne. Di rastîyê da, ev şepêla tirkî, Mustefa Kemal jî tev li wan bû, ji ber ku di alîyê teknîkê da gelekî bikêrhatî bû. Her wiha, netewperestên tirkan jî piranîya wan berîya şerê serxwebûnê di bikaranîn navê Kurdistanê û nexşeya Kurdistanê, bihinfireh bûn.
Armanc ji vê yekê di hin rewşan da, Kurdistan ne tiştek bû, tenê ji ber ku tiştek bi navê “Ermenistan”ê tune bû.[1]