=KTML_Bold=Yekîtî û Yekrêzî=KTML_End=
Sıraç Oğuz
Milletên bindest eger di nav xwe da bi yekîtî û yekrêzî tevnegerin, tu car azad û serbixwe nabin. Îro li rojhilata navîn wek miletê Kurdan çend miletên bindest jî hene. Ji wan yek Filîstînî, yên din jî Berberî û Azerî ne.
Filîstînî salan berê bûn du perçe û bi du alî va tên birêvebirin.
Berberî di nav xweda tu car yekîtî ava nekirine û bêdeng in.
Azerî li Îranê xwe ji milletekî netew zêdetir, xwe wek şîa dibînin û tenê olî difikirin.
Kurd di nav çar dewletên dagirker da parçe bûne. Kurda hê di nav xwe da û li ser yek parçekî da be jî yekitîyeke neteweyî ava nekirine. Di erdnîgariya (cografiya) rojhilata navîn da ew milletin bindest, di navbera xwe da yekitîyeke neteweyî ava bikirana, li dijberî dagirkeran bi ser diketin û her yek dibûn xwedî dewlet. Barê hemûyan sivik, yên dagirkerên wan jî sedî sed giran dibû.
Dema ku mirov îro di seranserî dinê da li kîjan dewlet û milletî dinihêre, dibîne ku ew li ser xalên neteweyî û yekîtiyê de wekhevin. Miletên ku di nav dewletên sazûman û demokratîk da dijîn, di nav meseleyên xwe yê neteweyî da yek rêzin.
Îro ji bo milletê Kurd tiştê herî mûhîm ew e ku, divê li her parçeyî yekîtî û yekrêzî were avakirin. Divê Kurd li ser xalen neteweyî bêşert û merc werên ba hev. Îro hemû milletên xwedî dewet, li ser çar xalên neteweyî serbilind in. Ew sê xal hîmê neteweyî û bingeha milletan û dewletên neteweyî ne.
Ji wan yek ax, yek ziman, yek jî hiş û hişmendîya neteweyî ye . Eger ji van xalan yek jî kêm be û neyê parastin yekîtî jî çê nabê. Ji çar parçeyan, Kurd encax li Başûrê Kurdistanê nêzikî vê vê merhalê bûn. Heta, roja 25ê Îlonê serkeftîyek dîrokî ji bo serxwebûna Kurdistanê û ji bo hemû Kurdan bidest xistin. Mixabin di warê leşkerî û aborî da hêza xwe nekirin yek. Êw jî di nav parti û leşkeriyêda bû sedema dubendîtî û nakokiyên mezin. Ji ber vê hevgirtiyê dilê Kurdistanê, Kerkûk ji dest çû, rê li ber serxwebûna Kurdistanê girt.
Eger ji van bûyerên xeter ders bên girtin, Kurd li Başûr û li Rojavayê welat wê bibin xwedî dewlet.
Lê ji bo hemû Kurdan parçeyê herî mezin Bakûr, bi erdnigarî û hêjmara niştecîhên xwe, mûhîme.
Lê di navbera partiyê Kurden Bakûr da ne yekîtî ne jî yekrêzî he ye. Her çiqas hinek partî û komel werin ba hev jî tevgeriyek neteweyî nehatiye avakirin. Bi giranî ideolojîk difikirin. Bi tevayî li ser yekîtiyê niqaş dikin. Lê di xebat û tevgera xwe da partîyên xwe derdixin pêş. Sedem tiştên piçûk ji hev diqetin û bi tiştên erzan û bi nezantî hevdû sûcdar dikin. Jiber ku ji fikrîyata neteweyî dûr in û zimanê xwe bikarnaynin. [1]