$Agahiyên şehîd:$
Nav paşnav: Adil Elî
Nasnav: Botan Zagros
Cihê jidayikbûnê: Hesekê
Dayik-Bav: Emîne-Elî
Dem û cihê şehadetê: 05-05-2023 / Avaşîn
$Kurtejiyana şehîd:$
Qada Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku yekane cih e ku projeya Neteweya Demokratîk a Rêber Apo ya li ser bingeha wekhevî û azadiya gelên Rojhilata Navîn lê kete meriyetê. Ev herêm bûye qadeke giranbuha ku gelek netewe û bawerî bi hev re lê dijîn. Li vê qada azadiyê ku li her cihên derdora wê gel li hemberî hev tê şerkirin, li gel êrîş, dagirkerî û provokasyonan hemûyan, tawîz ji jiyana bi hev re neda. Ereb, Kurd, Ermen, Asûrî, Suryanî û gelek netewe û baweriyên cuda bi berdêlên gelekî giran di parastina şoreşa azadiyê de israr kirin, bi hezaran ewladên xwe yên herî leheng şehîd dan, lê belê dest ji biryardariya xwe ya ji bo azadiyê berneda.
Hevrêyê me Botan jî li bajarê Hesekê yê Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Hevrêyê me Botan ku ji gelê Ereb bû, bi destpêkirina Şoreşa Azadiyê ya Rojava re, piştî ku bajarê Hesekê ji hêzên rejîmê û çeteyên DAÎŞ'ê hate paqijkirin, tevgera me ya azadiyê nas kir. Bi bandora berxwedana destanî ya hêzên azadiyê yên Rojava ya li dijî rejîmê û çeteyên DAÎŞ'ê, hevrêyê me Botan bi kelecan û coşeke mezin xwest tevlî kar bibe. Hevrêyê me Botan bû yek ji hevrêyên me yên destpêkê yên Ereb ku beşdarî nava hêzên azadiyê yên Rojava bû, bi baweriyeke xurt têkoşiya, pêşhukmên ku hêzên mêtinger û rejîmê dixwest biafirîne parçe kir. Hevrêyê me fêhm kir ku Kurdistaneke Azad mifteya Rojhilata Navîn a Demokratîk e û ji derdora wî ya nêz û malbata wî jî tevlîbûn li nava hêzên azadiyê çêbû. Lewma hîn di destpêka tevlîbûnê de bi mîsyona pêşengiyê rabû û ev yek bi serketî bi cih anî. Hevrêyê me Botan nêzî 5 salan li Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê kar kir, li vir tevlî gelek çalakî û pêngavên şoreşgerî yên li dijî çeteyên DAÎŞ'ê bû. Di vê demê de derfet dît ku rastiya Partiyê û Rêbertî hîn bêhtir ji nêz ve nas bike. Kete bin bandora jiyana nû ya Rêber Apo û têkiliyên hevrêtiyê, li gorî vê yekê hewl da xwe bi pêş ve bibe û gav bi gav taybetmendiyên milîtaniya Apoyî di kesayetiya xwe de afirand. Lê belê ji bo Rêbertî hîn baştir fêhm bike û ji bo jiyana azad bijî xwest berê xwe bide çiyê ku dergûşa tevgera azadiyê ye. Bi taybetî piştî şehadeta gelek hevrêyên xwe, ji bo dilsoziya bi bîranîna wan re berê xwe da çiyayên Kurdistanê yên azad.
Ji ber ku daxwaza wî ya tevlîbûna li jiyana gerîla gelekî xurt bû, berê xwe da qadên herî zehmet û li eyaleta Avaşînê hate wezîfedarkirin. Hevrêyê me Botan ku digot 'Min li çiyê, li Avaşînê xwe ji nû ve nas kir', zû hînî jiyana gerîla bû. Ji sala 2019'an heta 2023'an dema şehadetê li eyaleta Avaşînê li her bihosta vê qadê gav bi gav geriya, li her derê ked da, bi hezkirina hevrêtiyê, zindîbûn, kelecan û germbûna xwe bandor li her hevalî kir. Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên salên 2021 û 2022'an li qadên herî zehmet û li refên herî pêş kar kir. Ji berxwedana çeperê ya stratejîk heta bi tîmên bi tevger li her qada şer bi roleke çalak rabû, ji amadekirina binesaziya şer heta bi birêxistinkirin û tevlîbûna li çalakiyan beşdarî her karî bû. Li dijî êrîşên hovane yê faşîzmê, ti carî dudil nebû û daxwaza xwe ya dilsoziya bi hevrêyên şehîd di sekna xwe de nîşan da. Di şer û jiyanê de bi têkoşerî, durustî, dilsozî û fedakariya xwe cihê xwe di dilê her hevrêyî de girt. Bi tevlîbûna xwe ji cografya Ereb heta bi Zagrosan bû pireke xurt a yekîtiya gelan. Li zemîna Rojhilata Navîn ku faşîzm hewl dide bi tarîtiyê bifetisîne, hevrêyê me Botan di şexsê xwe de yekîtiya gelan temsîl kir, bû parêzvanê herî xurt ê nirxên dewlemend ê vê corafyayê û ji bo vê jî heta dawiyê têkoşiya. Ji dema tevlîbûnê heta bi şehadetê, sekna xwe ya têkoşer bi biryardariyeke mezin dewam kir, bi şehadeta xwe nirxên nû li vê dewlemendiyê zêde kir. Weke hevrêyên wî, heta ku armanca hevrêyê xwe Botan a ji bo pêkanîna Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk bi cih bînin, di şexsê wî de em soz didin hemû şehîdan ku têkoşînek hêjayî wan bimeşînin.
[1]