$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Devrîm Çavreş
Nav û paşnav: Zeynep Kûday
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Navê dê û bav: Meryem - Menduh
Dîrok û cihê şehadetê: 13-10-2020 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêya me Şoreş li Silopyaya ku yek ji navendên girîng ên berxwedanê yên Botanê ye, di nav malbateke welatparêz de ji dayik bû. Ji ber ku malbat û derdora ku lê dijiya xwedî hişmendiyeke kûr a welatparêziyê bû hevrêya me Devrîm ji ciwaniya xwe ve firsend dît ku partiya me nas bike. Dema ku dijmin êrîşên xwe zêdetir kir û gerîla bi çalakiyên xwe gelê me parast, vî tiştî bandoreke mezin li ser heval Devrîm kir. Ji ber vê heyraniya wê ya ji bo gerîla zêdetir bûye. Çend caran li çiyayê Cûdî rastî hevrêyên me hatiye û jiyan, têkilî û qîmeta ku hevrêyên me dida gelê me dîtiye dîtiye û van tiştan bala wê kişandiye. Tevlîbûna xizmên wê yên di nava gerîla de û şehadeta yek ji xizmên wê yên milîs bûye sedem ku heval Devrîm lêgerîna xwe zêde bike. Hevrêya me Devrîm ku hê beriya tevlî nava refên gerîla bibe, li ser Rêbertiya me rawestiya, rojekê piştî ku di xewna xwe de Rêbertî dît, di sala 2014’an de tevlî nav refên gerîla bû.
Hevrêya me Devrîm ku di sala 2015’an de ji bo parastina gelê me li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kir, piştî perwerde û pratîkeke demkurt a li Avaşînê, nêzî 5 salan li dijî DAIŞ’ê şer kir û gelê me parast. Hevrêya me Devrîm ku tola êrîş û qetlîamên çeteyan ên li dijî jinan weke yek ji xebatên xwe yên herî sereke nîşan da, bi hêrseke mezin tola bi hezaran jinên ku bi şerên bi lehengî hatin qetilkirin hilanî. Hevrêya me ku bi beşdarbûna di gelek pêngavan de di têkbirina çeteyan de rol lîst, di vê pêvajoyê de xwe di warê leşkerî de pêş xist, tecrubeyên girîng bi dest xist û bi vî rengî bû fermandareke jêhatî ya YJA Starê. Hevrêya me piştî ku erka xwe ya di şerê li dijî çeteyan de bi awayekî serkeftî pêk anî, vegeriya çiyayên Kurdistanê. Hevrêya me Devrîm yek ji hevrêyên me ye ku bi tecrubeyên ku di şer de bi dest xistiye û bi pêşketina xwe ya di xeta jina azad de ruhê fermandariya serdema nû temsîl dike, li qada Metîna erka xwe ya şoreşgerî berdewam kir. Hevrêya me Devrîm a ku yek ji armanca wê ya herî mezin ew e ku di bin banê Hêzên Taybet de kûrahiyên ku jiyaye ber bi têkoşîneke bi fêdetir ve bi rê ve bibe, bi vê yekê xwest bi pêkanînên bi bandortir jiyana xwe ya fedaî nîşan bide. Hevrêya me ya ku di 13’ê Cotmeha 2020’an de di êrîşa dijmin de şehîd bû, tevî ku nekarî vê daxwaza xwe bi cih bîne, bi helwesta xwe ya jiyanê bû fedakar û bûye milîtaneke ku hemû hevrêyên wê, wê wekî mînak bibînin.[1]