$Nivîskar û wergêrê kurd Dilovanê Deştê$
Gurgîn kurê Mihemedê Birhê, ji malbata Îsa kurê Eyûb ê Berazî, di Buhara sala 1958ê de, li gundê (Tilxatûnkê) jidayîk bûye. Gundê wî li herêma Ceriha Cizîra Rojava, û li Bakûrê bajarokê (Tirbespî) derdora / 9 / km cih digirê. Di sala xwendewariyê 1965/1966ê de, Gurgîn li gundê Tilxatûnkê dest bi xwendina xwe ya seretayî kiriye û ta bi pola 5ê li wir xwendiye. Ji pola 6ê ta ya 12ê (bekaloriya) li bajarokê Tirbespî bi dawî kirine; ango, herdu bawernameyên xwe yên pola 9ê (Brovê) û ya pola 12ê (Bekaloriya) ji dibîstanên bajarokê Tirbespî wergirtine. Xwendina xwe ya piştî bekaloriya li zankoya bajarê Heleb bi dawî kiriye. Bawernameya xwe di beşê wêjeya İngilîzî de, ji kolêja Wêje û Zanistên Merovahiyê ji vê zankoyê wergirtiye.
Di pola 4em de, Gurgîn li ber destê bavê xwe fêrî xwendin û nivîsandina abeya zimanê Kurdî, li gor Alfabeya Osman Sebrî, bûye. Sal bi sal, wî xwe di xwendin û nivîsandina bi zimanê Kurdî de pêş xistiye. Wî xwe bi xwe fêrî rêzimana zimanê Kurdî kiriye; û bi nasnavê Dilovanê Deştê wî dest bi nivîsandina bi zimanê Kurdî kiriye.
Ji sala 2009ê ve û ta iro roj, yek ji endamên Rêveberiya Saziya Fêrkirin û Parastina #Zimanê Kurdî# li Sûriyê (S. F. P. Z. K. S) ye. Hêjayî destnîşankirinê ye ku (S. F. P. Z. K. S) saziyeke zimanwerî ye ku di Nîsana sala 2006ê de hate damezirandin. Ew ji sê şaxan (Efrîn, Kobanî û Cizîrê) ava dibû; lê, piştî sala 2011ê, Şaxên wê li Kurdistanê û Ewropayê jî hatin damezirandin, û ta îro roj jî di kar û xebata xwe de wisa berdewam e.
Dilovanê Deştê, di sala 2014ê de, ango ji kongireya diwemîn ve bûye endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurd _ Sûriya (Y.N.K.S). Di sala 2016ê de, bûye endamê Desteya Rêvebir ya Y.N.K.S, û ta gongireya 4emîn ya awarte, û ta îro roj jî, ew di endametiya Y.N.K.S de berdewm dikê. Di herdu mehrecanên kurteçîroka Kurdî (4 + 5), û di mehrecana Apo Osman Sebrî ya Duyemîn de, Dilovan yek ji endamên komîta nirxandina berhemên bi zimanê Kurdî, bû.
Du rêzname wergirtine: Yek di Nîsana sala 2014ê de, ji aliyê Rêxistina Tirbespiyê ya P.Y.D.K.S (Y) ve, û ya din jî di Sibata sala 2016ê de, ji aliyê Y.N.K.S ve.
Dilovanê Deştê di hin kovar û weşanên Kurdî de nivîsiye, weke: Kovarên NİVÎSKAR, Pirs, welat; û weşanên Bûyer, Newroz, ... Lê, hin gotarên bi zimanê Erebî jî di weşan û malperên eliktronî de belav kirine, hem jî ew di pirtûkekê de jî weşandine.
Berhemên çapkirî:
- BİNGEHA FÊRKİRİNA RÊZİMANA ZİMANÊ KURDÎ – QONAXA 1EM
Çapa taybet di sala 2013ê de, ji aliyê Saziya Fêrkirin û Parastina Zimanê Kurdî li Cizîrê ve hate weşandin. Çapa yekem: Qamişlo 2017z, Weşanxaneya Şilêr, û bi alîkariya Yekîtiya Nivîskarên Kurd_Sûriya (Y.N.K.S), hate weşandin.
- ZİMAN JİYAN Û HEBÛN E
Çapa taybet bi alîkariya Y.N.K.S ve: Qamişlo, 2017z.
- ROLA HEVKARİYÊ Dİ YEKÎTİYA MİLETAN DE
Çapa taybet: Qamişlo, 2017z
- RÊZİMANA KURDÎ (TİYORÎ Û PRATÎK), Daner: Bavê Nazê, veguhestina tîpan ji abeya Erebî bo ya Latînî: Dilovanê Deştê.
Çapa taybet: Qamişlo, 2017z
- آراء ومواقف – مقالات
- ماضي وحاضر نشر الكتب باللغة الكردية في تركيا وسوريا - ترجمة من اللغة الانكليزية
- RABURDÛ Û NİHOYA WEŞANDİNA PİRTÛKÊN Bİ ZİMANÊ KURDÎ Lİ TİRKÎ Û SÛRİYÊ
Nivîskar: Mamîsanij
Wergerandin ji İngilîzî: Dilovanê Deştê
Çapa taybet: Qamişlo, 2017z
Yên ne çapkirî jî ev in:
- BİNGEHA FÊRKİRİNA RÊZİMANA ZİMANÊ KURDÎ – QONAXA 2YEM (Hevoksazî di Kurdiya Kurmancî de)
- NETEWEPERWERİYA NİJADÎ YA KURDÎ HEMBERÎ DEWLETBÛNA NETEWEYÎ
Wergerandin ji İngilîzî: Dilovanê Deştê
[1]