1929 - 2012
Nivîskar û zaniyarê kurdî yê navdar Karlenê Çaçanî
Roja 9-ê nîsanê sala 2012-an zanîyar û nivîskarê kurdî navdar, doktorê dîrokzanîyê, serokê para kurdzanîyê ya înstîtûta Rohilatzanîyê ya Akadêmîya Ermenîstanêye zanîstîyê Karlênê Çaçanî di 83 salîya temenê xwe da li Yêrêvanê çû li ser dilovanîya xwe.
Karlênê Çaçanî 25-ê kanûnê sala 1929-an li gundê Cercerîsê li Ermenîstanê ji dîya xwe bûye. Navê gûndê wan naha Dêrike. Ew gûndekî kurdên êzîdî ye li navçeya Elegezê. Karlên hema di bicûktîyê da terbîyet-torên kurdî li ber destên pîrika xwe Meyrê û kalikê xwe Çaçan distîne, yên ku baş haj nimûnên zargotina gelêrî, erf-edet û rabûn-rûniştina civaka netewî hebûn. Ew bi rûhê walatparêzîyê nebiyê xwe perwerde dikin û nasîya wî didine cewiharên zargotina kurda. Li ser merîfeta Karlên ya efrandarîyê usan jî bavê wî Aramê Çaçan bandûra xwe dihêle, yê ku di dema xwe da gelek nimûnên zargotinê tomar kirîye û wek pirtûk çap kirîye.
Karlênê Çaçanî sala 1948-an mekteba gundê Elegezê ya navîn kuta dike û hema wê salê jî di înstîtûta Rewanê ya dersdaramadekirinê da, li fakûltêta dirokê tê qebûlkirinê.