Zêdetir
Navên kurdî
Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Faylên peywendîdar 126,163
Ziman
 کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 317,066
 Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 95,606
 هەورامی - Kurdish Hawrami 67,732
 عربي - Arabic 43,981
 کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 26,637
 فارسی - Farsi 15,802
 English - English 8,530
 Türkçe - Turkish 3,830
 Deutsch - German 2,032
 لوڕی - Kurdish Luri 1,785
 Pусский - Russian 1,145
 Français - French 359
 Nederlands - Dutch 131
 Zazakî - Kurdish Zazaki 92
 Svenska - Swedish 79
 Español - Spanish 61
 Italiano - Italian 61
 Polski - Polish 60
 Հայերեն - Armenian 57
 لەکی - Kurdish Laki 39
 Azərbaycanca - Azerbaijani 35
 日本人 - Japanese 24
 Norsk - Norwegian 22
 中国的 - Chinese 21
 עברית - Hebrew 20
 Ελληνική - Greek 19
 Fins - Finnish 14
 Português - Portuguese 14
 Catalana - Catalana 14
 Esperanto - Esperanto 10
 Ozbek - Uzbek 9
 Тоҷикӣ - Tajik 9
 Srpski - Serbian 6
 ქართველი - Georgian 6
 Čeština - Czech 5
 Lietuvių - Lithuanian 5
 Hrvatski - Croatian 5
 балгарская - Bulgarian 4
 Kiswahili سَوَاحِلي - 3
 हिन्दी - Hindi 2
 Cebuano - Cebuano 1
 қазақ - Kazakh 1
 ترکمانی - Turkman (Arami Script) 1
Pol, Kom
 Kurmancî Li Kurdistanê hatine berhemdan 1
Hilanîna pelan
|
Şerê berjewendiyê: Li Sûriyeyê bikaranîna El-Qaîde-1
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî:  Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Xebatên xwe bi formateke baş ji Kurdipediyayê re bişînin. Emê wan ji bo we arşîv bikin û ji bo we biparêzin!
Şerê berjewendiyê: Li #Sûriyeyê# bikaranîna El-Qaîde-1
Dîroka damezirandina El-Qaîde vedigere qonaxê şerê navxweyî yê di navbera her du hêzên cîhanî (DYA û Yekitiya Sovyet) de, gelo şert û mercên ku hiştine ev rêxistin ava bibin çi ne? Gelo nakokiya navneteweyî û şerên li herêmê, aloziya siyasî ya li Rojhilata Navîn çawa bandor li firehbûnê vê rêxistinê kirin?
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL-HEBÎB
Rêxistina “El-Qaîde” hema bêje li piraniya dewletên herêmê heye. Nakokiya di navbera Amerîka û Yekitiya Sovyet de li Efganistanê destpêka vê rêxistinê bû. Şerên li dewletên herêmê rû dane, aloziyên siyasî, paşguhkirina pêkhateyan hişt ku ev rêxistin belav bibe.
Di vê rapora xwe ku ji 2 beşan pêk tê de, em ê behsa pêvajoya beriya derketin û damezirandina “El-Qaîde”, firehbûna wê li herêmê, bikaranîna Bihara Erebî, bikin. Her wiha em ê girîngiyê bidin hebûna rêxistina “El-Qaîde” li Sûriyê û çawa hewl dide xwe di bin navên cuda de veşêre.
RÊXISTINA EL-QAÎDA PÊVAJOYA DERKETINÊ Û BERIYA WÊ
Hemwextî şerê sar ê di navbera DYA û Yekitiya Sovyet de, şerekî navxweyî li Efganistanê rû da û eniya Efganistanê yek ji girîngtirîn sînorên vê nakokiyê bû.
DYA`yê, ketina hêzên Yekitiya Sovyet li Kabûlê wek firsendekê bi kar anî, da ku yekitiyê bi rêya eniya Efganistanê parçe bike.
DYA`yê di avakirina hevbendiyeke rojavayî, erebî û islamî de bi rêya bikaranîna sektorê olî bi kar anî, toreyên Cihadê Hevgirtî ji bo rizgarkirina Efganistanê ji destwerdana Sovyetî ava kirin.
Cîhadên efganî, bala piraniya sembol û tevgerên cîhadî kişand, di serî de Abdullah Ezam, Osama Bin Ladin, Eymen El-Zewahrî û yên din ku baregehên taybet ên xwe ava kirin. Diryardeya Efganên Ereb, ji bo “El-Qaîde”, depoyeke sereke bû, bi taybet ên ku piştre vegerînin welatê xwe û bi fikrê vê rêxistinê dagirtî bûn.
Para herî mezin a dilxwazan (xwebexşan), koma Ixwan El-Muslimîn bû bi taybet Şepêla Qutbî. Pêla yekemîn nêzî şepêla selefî ya ixwanî bû mîna Abdullah Ezam, Osama Bin Ladin. Li gorî cîhadiyê bi navê Ebû Musab El-Sûrî hejmara dilxwazên Ereb derdora 40 hezar bû.
Ji bo damezirandina Rêxistina “El-Qaîde” demeke rast nîne, lê sala 1988`an Bin Ladin dest bi sepandina pergala cîhadî ya bîrokratîtir kir, di wê çarçoveyê de lîste û navên endaman û gelek kar û barên din danîn û nav lê kir Tomara(sîcil) “El-Qaîde”.
ROLA “EL-QAÎDE” PIŞTÎ DERKETINA SOVYETÊ BI DAWÎ BÛ Û DIJMINATIYA BI AMERÎKAYÊ RE DEST PÊ KIR
Sala 1989`an hêzên Sovyet ji Efganistanê derketin û hikumeta efganî ku alîgirê Sovyet bû li Kabûlê sala 1992`yan de bi bin ket. Piştre şerekî navxweyî di navbera komên efgan de dest pê kir heta ku Tevgera Talîbanê derket, komên din tune kirin û sala 1994`an piraniya axa Efganistanê kontrol kir. Di wê demê de DYA`ê piştî derketina Sovyet bi zanabûn fişar li Efganên Ereb kir û ew tengav kirin.
Di dawiya 1994`an de siyasetên “Cîhadê Hevgirtî” bi bin ketin, dest bi lêgerîna li stratejiyeke nû li gel mezinbûna dijminatiya bi DYA, pergalên ereb û Erebistana Siûdî re hat kirin.
Ji ber binkeftina dubarekirî, rêxistina “El-Qaîde” wek rêxistineke cîhadî ya cîhanî hate avakirin. Ev rêxistin ji bo bidawîkirina hegemoya rojavayî li herêma erebî û îslamî dest bi kar kir. Çîroka cîhadî ya dibêje “Dijmin nêz e” ku dîktatorên erebî û îslamî wê temsîl dikin, mezin bû. Li gor vê çîrokê ev hêz ne serbixwe ne, lê belê ji xwe re hêza împeryalîst a DYA û hevalbendên wê kirine bingeh. Pê re çîroka ku dibêje “Divê destpêkê şer li dijî dijminê dûr bê kirin” û cîhanîbûna cîhadê belav bû. Ji bo wê, rêxistinê şert û mercên herêmî, nîştimanî û xitimîna siyasî li dewletên ereb û binkeftina projeyên veguhertina demokratîk, paşguhkirina pêkhateyên diyar û şert û mercên herêmî û navneteweyî mîna nakokiya di navbera hêzên mezin de, bi kar anîn.
Rêxistina “El-Qaîde” piştî ku Sedam Hisên di 2`yê Tabaxa 1990`î de destwerdana Kuwêtê kir, dijminatiya xwe bi DYA û Erebistana Siûdî re, eşkere kir. Siûdiyê jî biryar da û gazî hêzên amerîkayê kir. Piştre “hewsa cîhadî ya radîkaltir” derket û dest bi pirskirina rewabûna pergala Siûdî kir. Bin Ladin di wê demê de yek ji kesên herî zêde di vê mijarê de bi guman bû, ji ber wê rastî tengavkirin û dorpêçê hat beriya ku karibe ji Erebistana Siûdî derkeve.
Di 23`yê Sibata 1998`an de Bin Ladin avakirina eniya islamî ya cîhanî ji bo şerê cuhiyan û Xaçparêzan ragihand. Piştre Bin Ladin, sûd ji toreyên “El-Qaîde” li rojhilatê Afîrkayê û Yemenê kir û dest bi pêkanîna êrişan li dijî DYA`yê kir. Jê êrişa 11`ê Îlona 2001`an dema du bircên Manhattanê hilweşiyan û êrişa li ser avahiya Wezareta Parastinê ya Amerîkayê.
BÛYERÊN 11`Ê ÎLONÊ PERGALA NAVENDÎ YA EL-QAÎDAYÊ VEGUHERAND PERGALEKE NENAVENDÎ
DYA`ê bi rêya destwerdana Efganistanê Cotmeha 2001`an bersiva êrişên Îlonê da. Lê gelek pispor û analîzvanan, got rêveberiya George Bush ev êriş bi kar anî da ku stratejiya siyasî ya li ser firehkirinê ava bûye, rewa bike.
Ruxmî ku Washingtonê bi rêya girtin û kuştina gelek lîderên wê zaîf kir, lê ev operasyon “El-Qaîde” tune nekir, berovajî wê, rêxistin ji rêveberiyeke navendî veguherand pergaleke nenavendî û ji navendê gelek şax derketin.
Dema ku rêxistina “El-Qaîde” ji ber tunebûna stargehên ewle zehmetiyan dikişand û hinekî paşde çûbû heta gihaşt asta jihevxistinê û hilweşînê, serokê Amerîkayê George W. Bush hemleya xwe ya leşkerî li dijî Iraqê di 20`ê Adara 2003`yan de ragihand. Diviyabû ku ev operasyon, pergala Sedam Hisên ya zordset bi pergaleke demokratîk biguhere lê berovajî wê çêbû, stragehên ewle yên din ji “El-Qaîde” re peyda kirin.
Piştî hemleya dagirkirinê ya Amerîkayê li dijî Iraqê, “El-Qaîde” xwe li cîhana erebî ji nû ve birêxistin kir. Dest bi avakirina şaxên herêmî kir li Iraqê bi navê “Qaîda Cîhad a Bîlad El-Rafîdên” di 8`ê Cotmeha 2004`an de, li Yemenê rêxistina “Qaîde Cîhad li Girava Ereb” piştî têkilbûna şaxên Yemenî û Siûdî di Çileya 2009`an de, ava bû. Li Mexribê jî, rêxistina “Qaîde Cîhad li Welatê Mexriba Islamî” sala 2007`an û li Somalya “Tevgera Ciwanên Mucahîd” ava bûn.
[1] Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye. Ev babet 630 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag Taybetmendiyên babetê Meta daneya teknîkî Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 04-04-2025 hatiye tomarkirin Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 07-04-2025 hate nirxandin û weşandin Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Evîn Teyfûr ) ve li ser 30-11-2025 hate nûve kirin Navnîşana babetê Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye! Ev babet 630 car hatiye dîtin
QR Code
|
‘Çareserî di destê gelê Sûriyeyê de ye‘
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî:  Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Xebatên xwe bi formateke baş ji Kurdipediyayê re bişînin. Emê wan ji bo we arşîv bikin û ji bo we biparêzin!
‘Çareserî di destê gelê #Sûriye# yê de ye‘
Reportaj Summay
Siyasetmedar û nivîskarê Sûrî Ehmed El-Dirzî diyar kir ku êrîşa li Suweydayê armanca jê ew bû ku eniya başûr tevlihev bike û destnîşan kir ku çareseriya aloziya Sûriyeyê di destê gelê Sûriyeyê de ye û bêyî danûstandinên Sûrî-Sûrî ne pêkan e.
Siyasetmedar û nivîskarê Sûrî- Sûrî Ehmed El-Dirzî li ser geşedanên dawîn li Sûriyeyê bi taybet êrîşên li ser Suweydayê û hevdîtînin MSD'ê û rêjîma Sûriyeyê li Şamê bersiva pirsên ajansa me da.
El-Dirzî anî ziman ku Tirkiye piştî ku Yekitiya Ewropa derî li pêşiya wê girt, berê xwe da başûrê Sûriyeyê da ku serweriya xwe li ser Sûriyeyê û Iraqê ferz bike, paşê jî berê xwe bide bakurê Afrîkayê û got ku rêjîma Tirkiyeyê di xerabûna li Sûriyeyê de roleke sereke dilîze.
Hevpeyvîn wiha ye:
Di demên dawîn de, bûyerên girîng li başûrê Sûriyeyê rûdan, îtîfaq di navbera Rûsya, Amerîka, Îran, Urdun û Îsraîlê de çêbûn, gelo dê rewş ber bi ku derê ve biçe û her aliyek di vê îtîfaqê de dixwaze çi qezenc bike?
Bûyerên li başûrê Sûriyeyê rûdidin guhertina hevsengiyên hêzên navdewletî diyar dike. Rûsya û hevalbendên wê ev rewş ferz kir ku ne li gorî berjewendiyên Îsraîlê be. Li vir Hizbullah jî beşdarî şerê li başûr dibe, her wiha Îran û hevalbend û şêwirmendên wê li başûrê Sûriyeyê hene. Bi van guhertinan herêm veguherî kaxezeke di destê rêjîmê û hevalbendên wê de, da ku fişarê li Îsraîlê bike ku ji Colanê vekişe li beramberî ku Îran û Hizbullah 100 km dûrî Colanê bikevin, Îsraîl ev yek red kir. Bi giştî em dikarin bibêjin ku rojeva navdewletî başûrê Sûriyeyê be ku dê rol û xeta her hêzekê diyar bike.
Ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve êrîş li dijî Suweydayê nehatin kirin, ji ber ku ne hêzên rêjîmê û ne jî komên çekdar hebûn. Gelê Suweydayê rêveberiya xwe ya xweser ava kir. Piştî ku şandeya rêjîm û Rûsya çûn û gelê wir qebûl nekir ku rêjîm derbas bibe, êrîşa DAIŞ'ê pêk hat, piştperdeyên vê yekê li gorî we çi ne?
Gotin û dîtin ne wekî hev in. Suweyda rexmî taybetmendiyên wê û îtîrafa bi dadgeha wê ya taybet bi rewşên medenî û karûbarên olî rêveberiya xwe ya xweser çênekiriye.
Mijara din girêdayî parçebûna civaka Suweydayê di navbera du şepêlên cuda de. Şepêla dewletê ku hejmar pirtir e û rêxistin kêmtir e, ji ber nebesiya rêveberinê ji aliyê zilamên dewleta Sûriyeyê ve. Şepêla din a Welîd Cunbilat e, hejmar kêmtir e û rêxistin zêdekirin ku dikarî bi cebhet El-Nusra û rêxistinên din re li hev bike da ku Suweyda ji êrîşê taîfî dûr bixe li beramberî ku desthilatdariya dewletê derkeve.
Mijara sêyemîn jî girêdayî rêxistina DAIŞ'ê ye ku ji hevdîtinên di navbera aliyê berê dûr bûye, ji bargeha Tenef a di bin rêvebertiya Dewletên Yekbûyî de û herêmên din ên bakurê rojhilatê Suweydayê dest pê kir. Armanca êrîşan ew e ku eniya başûr û kaxezan li Suweydayê, berfireheya ber bi Colanê, bakurê Filistînê, Çiyayê Lubnanê, herêmên Merceiyon û Hasbînî ve tevlihev bike.
Tê îdiakirin welatên hêzên wan di Sûriyeyê de hene, li hev kirine, lê heya niha tiştekî wisa aşkera nebûye. Gelo ev îdia heya kijan radeyê rast in, heger lihevkirin hebin jî çi ne? Bi taybet Rûsya hewl dide rêveberiyên xweser li Sûriyeyê ava bike û destûreke nû amade kiriye?
Belê lihevkirin hene, lê ne li ser esasê kî bi ser bikeve yanî kî bi bin bikeve. Lê li ser esasê hemû serkeftiyan û binkeftiyan e. Ji bo vê jî dem pêwîst e ta hazirtiyên şanoya siyasî bikin. Li aliyekî din jî astengî ji aliyê binkeftiyên mezin têne derxistin, Îsraîl heya niha ti tişk bi dest nexistiye û Siûdî Erebistan jî dixwaze berjewendiyên xwe li Yemen, Îran û Sûriyeyê de pêk bîne.
Ji bo destûr jî, hewlesta ji aliyê Rûsyayê ve dibe ku hin guhertinên meydanî çêke û wekî roleke sereke îtîraf pê bê kirin, hebet ev jî bêyî Şamê çênabe, li aliyekî din jî rola Îran a bejahî û Tirkiyeyê. Ev hemû hişt ku Rûsya dev jî destûra ku beriya zêdeyî 5 salan, an jî ya 2012'an pêşkêş kiribû berde û guhertinên nû lê zêde bike. Dibe ku ev destur roleke erênî di çareseriyê siyasî de, bi giştî û ji bo gelê kurd bi taybet bilîze.
Dewleta tirk ji destpêka şoreşa Sûriyeyê ve dest di Sûriyeyê werdide, herî dawî hin herêmên bakurê Sûriyeyê dagir kirin. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?
Ji wexta ku Yekitiya Ewropa derî li pêşiya tirkan girtin, tirk hewl didin serweriya li Sûriyeyê, Iraq, paşê jî bakurê Afrîkayê ferz bikin û xeyalên Împratoriya Osmaniyan bi rengekî nû vegerînin. Tirkiyê roleke sereke di xirabûne di Sûriyeyê de list. Em dikarin hin mînakan bi bîr bixin, avakirina bargehên leşkerî li ser sînor, dikarî Efrîn, Cerablus, Bab dagir bike û aboriya Sûriyeyê bi rûxîne, her wiha gelan li hemberî hev sor bike û beşek ji ereb û tirkumen bikişîne bi aliyê xwe ve.
Di demên dawîn de, şandeyeke MSD'ê serdana Şamê kir û hevdîtin bi rêjîmê re kirin. Her du aliyan li ser avakirina gelek komîteyan li hev kir. Di nêrîna we de pêwîstî bi lihevkirinan heye da ku sînorek ji aloziyê re were danîn û van hevdîtinan çawa dibînin?
Ji ber ku projeya Tirkiyeyê xeteriyeke mezin li ser Sûriyeyê ye pêwîst bû ku Şam û MSD li hev kom bibin û giraniya xebata xwe bidin çawaniya têkbirina vê projeyê, li hev kom bûn da ku Tirkiye bi awayekî ne zindî alavên îslamiyeta tundiraw tesfiye bikin û dê yekser jî li hemberî wan li Efrîn, Cerablus û Babê bisekin. Ev yek ji wan û hemû hêzên niştimanî tê xwestin ku bi projyeke hevbeş derkevin da ku rê li ber rijandina xwînê bigirin.
Ji bo bidawîkirina aloziyê çareya herî guncaw çi ye, hûn diyalogên Sûrî -Sûrî çawa dinirxînin û banga we ji bo gelê Sûriyeyê çi ye?
Çareya herî guncaw di destê gelê Sûriyeyê de ye, ne bi xwespartina bi hêzên derve ye. Ev yek jî ancex bi dilyalogên Sûr-Sûrî pêk were.
Beriya her tişt di Sûriyeyê de bifikrin, Sûriyeke yekbûyî, serbixwe û xwedî biryar û aştiyan û di zimîna diyalogên Sûrî- Sûrî bifikrin. Di tecrûbeyên ku aliyên derve li Lubnan û Iraqê de kirine û welat xirab kirine bifikrin.[1] Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye. Ev babet 1,202 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag Taybetmendiyên babetê Meta daneya teknîkî Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 07-04-2025 hatiye tomarkirin Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 09-04-2025 hate nirxandin û weşandin Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Evîn Teyfûr ) ve li ser 28-06-2025 hate nûve kirin Navnîşana babetê Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye! Ev babet 1,202 car hatiye dîtin
QR Code
|
Aldar Xelîl: Kembera ewlehiyê ji bo parçekirina Sûriyeyê û temamkirina projeya Erdogan e
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî:  Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Em xemgîn in ku Kurdîpêdiya li bakur û rojhilatê welêt ji aliyê dagirkerên tirk û farisan ve hat qedexekirin.
Aldar Xelîl: Kembera ewlehiyê ji bo parçekirina #Sûriye# yê û temamkirina projeya Erdogan e
Reportaj Summay
Aldar Xelîl destnîşan kir ku avakirina kembera ewlehiyê li derdora Idlibê ku di encama hevpeymana dualî ya Tirkiye û Rûsyayê de pêk hatiye, dibe ku wek sînorekî nû di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de be. Xelîl diyar kir ku êdî Idlib bûye beşek ji Tirkiyeyê û da zanîn ev pêngav temamkirina projeya Erdogan di Sûriyeyê de ye.
Der barê geşedanên dawîn li herêmên Sûriyeyê û bi taybet bûyerên li parêzgeha Idlibê rû didin û hevpeymana di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de, ajansa me ANHA'yê hevpeyvînek bi hevserokê berê yê Desteya Rêveberiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl re pêk anî.
·Hûn rewşa dawîn li Idlibê çawa dinirxînin. Gelo rola Tirkiyeyê tê de çi ye?
Destwerdana Tirkiyeyê di Sûriyeyê de hişt mijar bêtir girêkok û aloz bibin. Tirkiye sedema sereke ya dirêjbûna aloziya Sûriyeyê ye û komên terorîst û çeteyan li seranserî Sûriyeyê belav dike. Tirkiye sedema êş û trajediya gelê Sûriyeyê ye, her wiha gelek sedemên hundirîn ên girêdayî rêjîmê û mijarên wekî wê. Di encama van siyasetan de ku Tirkiye bi serkêşiya Erdogan dide meşandin, hişt ku komên çete li herêmên Sûriyeyê bêne belavkirin û bandora xwe li çarenûsa danûstandinên li Sûriyeyê û hevsengiya hêzên di cografyaya Sûriyeyê de kir. Vê yekê bandor li rewşa Sûriyeyê kir û ji aliyekî din ve bandor li rewşa Tirkiyeyê kir. Yek ji sedemên aborî ku niha Tirkiye dê re derbas dibe û nakokiyên wê bi dewletên din re û alozbûna têkiliyên di navbera wê û giştî dewletan de, sedema wê ya sereke dosyaya Sûriyeyê û siyasetên Erdogan in ku di Sûriyeyê de dimeşîne.
Tişta niha herî zêde girîng mijara rewşa Idlibê ye. Aloziya Idlibê piştî gavên ku Erdogan avêtine pêk hat, nemaze dest ji bajarê Helebê berda û radestî rêjîmê kir û alîkariya rêjîmê kir da ku serweriya xwe li ser Xotaya Şamê ferz bike û rasterast destwerdana Cerablûs û Babê kir. Niha hêzên girêdayî wî, milîs û komên terorîst li Idlibê sedema sereke ye ku hişt Rûsya xwe bispêre wî û beriya wê jî lûtkeyeke sêalî ya Rûsya, Tirkiye û Îranê li dar xistin da ku vê mijarê lêkolîn bikin û biryaran der barê wê de bidin. Lê lûtkeya sêalî li gorî daxwaza Tirkiyeyê û daxwaza Rûsyayê bê encam bû û ji ber vê yekê civîneke dualî di navbera Pûtîn û Erdogan de pêk hat.
· Gelo armanc ji civîna dualî ya Rûsya û Tirkiyeyê çi ye. Bi rastî ji bo peydakirina çareseriyekê ji rewşa parêzgeha Idlibê re ye?
Civîna di navbera Pûtîn û Erdogan de, civîna parvekirina berjewendiyan û planên mehên pêş de bû. Erdogan di rewşeke dijwar de ye, yan dê dest ji Idlibê wekî Helebê berde û bi vê yekê dê komên girêdayî xwe yên di Sûriyeyê de winda bike, yan jî wekî Îranê dê israr bike ango rawestandina hemleya rizgarkirina Idlibê. Rûsyayê mijar bi baldarî lêkolîn kir û xwest helwesta gelek dewletan nas bike. Piraniya dewletên din jî ji ber gelek sedeman nexwest mijara Idlibê dijwartir bibe. Sedema sereke gefxwarinên Erdogan ji dewletên Ewropayê re, dema ku wiha gotiye; eger Idlib rastî êrîşekê were dê komên terorîst ber bi Ewropa û hin dewletên din ve bişîne. Ji ber van gefên Erdogan metirsiyên van dewletan zêde bûn. Wekî mînak; eger êrîşê dest pê kir û ev komên terorîst derbasî deverên di bin serweriya Tirkiyeyê de bûn, wê demê Erdogan dê berê wan bide van dewletan û ev yek ji bo van dewletan pirsgirêkeke mezin e.
· Hûn encamên civîna dualî ya Rûsya û Tirkiyeyê çawa dinirxînin?
Komên terorîst nexwest ji Idlibê derkevin û ji bo şerê di hundirê Idlibê de bi israr bûn. Ne rêjîm dikare van koman têk bişikîne û Rûsya jî bawer nake ku êrîşa wê bê bertekên navneteweyî be, bi taybet piştî ku Amerîka û dewletên Koalîsyona Navneteweyî helwesta xwe der barê bûyerên Idlibê de nîşan da. Nemaze piştî ku agahî hatin belavkirin ku dibe rêjîm çekên kîmyewî li Idlibê bi kar bîne. Ji ber van hemû faktoran hişt ku Erdogan karibe Pûtîn bi razîkirin bide da ku hemleya xwe dereng bixe û hevpeymanekê ji bo avakirina kembereke ewlehiyê ava bike. Bi vê yekê êdî Idlib bûye beşeke ji Tirkiyeyê û ev kembera ewlehiyê jî sînorê nû di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de ye. Ev yek temamkirina projeya Erdogan e ku li Cerbalûs û Babê dest pê kir û niha li Efrîn û Idlibê didomîne. Tirkiyeyê serweriya van herêman kir û niha jî ew girêdayî wê ne, ango ne girêdayî Sûriyeyê ne.
· Ji bo ku rêjîm û komên çete vê yekê binpê nekin, her du alî dê çawa vê yekê mîsoger bikin?
Li rex hebûna Cebhet El-Nusra û komên din mijar cuda ye. Ji ber vê yekê Erdogan nikare biryarên piştrast bistîne piştî mijara kembera ewlehiyê. Kembera ewlehiyê bi ser nakeve. Ne pêkan e Cebhet El-Nusra û komên din bi vê kembera ewlehiyê razî bibin. Ev kember êdî li ser Erdogan û Tirkiyeyê kambaxiyek e. Ji ber vê yekê ev roj û mehên pêş qonaxeke dijwar li pêşiya Erdogan e. Ji ber vê yekê Erdogan dixwaze ji vê mehê sûdê wergire û van koman ber bi Efrînê ve bişîne û barê li ser Idlibê sivik bike. Di encamê de metirsî li ser Efrînê û herêmên din ên Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê jî çêdibe. Erdogan bi vê yekê devereke şer a nû li Efrînê çêdike, bi taybet ji ber ku me xebatên xwe yên dîplomasî, siyasî û leşkerî û rêxistinî zêde kirin da ku Efrîn were rizgarkirin. Erdogan dixwaze aloziyeke nû derxe da ku rê li pêşiya rizgarkirina Efrînê bigire.
· Gelo sedema bêdengiya rêjîm û Îranê (aliyê sêyemîn a dosya Sûriyeyê) li hemberî vê hevpeymana dualî û dagirkirina Tirkiyeyê ji erdê Sûriyeyê re çi ye?
Niha ji bo rêjîmê mijara parçekirina Sûriyeyê yan xwarina beşeke ji Sûriyeyê ne girîng e û tenê dixwaze desthilatdariya xwe biparêze û komên din ji ber ku ji herêmên din ên Sûriyeyê hatine li herêmekê hatine komkirin, sînordar bike. Tişta ku niha ji bo rêjîmê girîng, ew e ku van koman li herêmekê sînordar bike. Eger ji bo yekitiya Sûriyeyê baldar bin, bêguman dema ku Efrîn, Cerablûs û Bab û hin deverên din ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine dagirkirinê dê tev bigeriya û ev herêm hê jî di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de ne. Li Efrînê niha zimanê welatiyan tê guhertin û navên gundan tên guhertin û bi hezaran ji Idlibê ber bi Efrînê ve tên şandin da ku li vir bêne niştecihkirin. Ji ber vê yekê ne rêjîm û ne jî aliyên din ji bo yekitiya Sûriyeyê û mijara dagirkeriyê baldar in û tenê desthilatdarî ji bo wan girîng e.
Îran rastî rewşeke nû tê, ew e ku biryara Amerîka û hevkarên wê di şerê li dijî Îranê de û sînordarkirina serweriya wê li herêmê û rêgirtina li pêşiya wê ya avakirina Kevana Şîayî. Ji ber vê yekê niha Îran li hemberî êrîş û ambargoyê rû bi rû ye. Dibe ku tişta der barê Idlibê de pêk hatiye ne li gorî siyaseta Îranê be. Lê Îran hewl dide hevsengiyekê di vê demê de pêk bîne û wek aliyekî xwedî bandor rasterast derkeve qadê.
· Gelek aliyên derve û hundirîn xwest şer û pevçûn li Idlibê rû nedin, da ku welatiyên sivîl bêne parastin, ev alî li hemberî destdirêjî û kirinên Tirkiyeyê der heqê welatiyên Efrînê de bê deng man, gelo hûn van bertekan çawa şîrove dikin?
Hin alî îdia dikin ku di çalakiya leşkerî de ew ji bo parastina welatiyên sivîl ên Idlibê baldar in û banga dûrxistina şer dikin da ku jiyana sivîlan were parastin û wek hesteke mirovahî nîşan didin. Ev tiştekî baş e, em jî naxwazin gund û bajar rastî wêranî, perîşanî û kuştinê werin. Lê pirsa li vir derdikeve holê, gelo civaka navneteweyî ku van mijaran pêşkêş dike, çima dema êrîşa li dijî Efrînê helwesta xwe nîşan neda? Tirkiyeyê bi hovîtî herêma Efrînê wêran kir û welatiyên Efrînê pêrîşan bûn û mal û milkên welatiyên Efrînê desteser kirin û demografyaya herêmê diguherîne. Li hemberî van destdirêjî û kirinên Tirkiyeyê li Efrînê hemû aliyên navneteweyî bê deng man û tu helwest nîşan nedan. Gelo çima ev durûtî? Mijarên mirovahiyê li Idlibê hincet digirin. Em wek erkeke mirovahiyê û wek helwesteke mirovahî li rex welatiyên sivîl in. Diviyabû tedbîrên xwe ji bo vê yekê bigirin û ne hevpeymanan bi Erdogan re li gorî berjewendiyên xwe îmze bikin, bêguman encam û ziyanên wê li ser welatiyan dê ji êrîşa leşkerî mezintir be.
· Gelo bandora vê hevpeymanê li ser çarenûsa Efrînê çawa ye?
Ev hevpeyman beriya her tiştî dê derfetê ji komên çete re peyda bike da ku xwe ji nû ve bi rêxistin bikin û dê hin alîgirên xwe derbasî Efrînê bikin û dê bandoreke neyînî ya mezin li demografyaya Efrînê bike. Ji aliyekî din ve bi vê hevpeymanê lihevkirinek di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de pêk hat û ev lihevkirin, her çi qas demkî be jî rê li pêşiya nakokiyên di navbera wan de der barê Idlibê de girt. Eger nakokiyek derket bandora wê dê li ser Efrînê erênî be. Lê Erdogan di çespandina desthilatdariya xwe de û dagirkirina Efrînê de sûd ji vê hevpeymanê werdigire, eger dirêj bike.
Divê xebatên ji bo rizgarkirina Efrînê bêne zêdekirin. Bêyî rizgarkirina Efrînê ne pêkan e behsa Sûriyeyeke xwedî serwerî were kirin û ne pêkan e behsa Bakurê Sûriyeyê yê demokratîk û azad were kirin. Ne pêkan e behsa Rojavaya azad were kirin. Ji bo me mijara rizgarkirina Efrînê stratejîk e û naveroka bingehîn a hemû nîqaş û hevdîtinên me bi hemû aliyên din re ye. Hin alî ji bo Sûriye ber bi qonaxeke nû ya çareseriyê ve biçe îdiaya baldariyê dikin da ku lihevkirinek der barê destûra nû ya Sûriyeyê de pêk were û xebatan li ser vê mijarê didin meşandin, lê bêyî rizgarkirina Efrînê ne pêkan e ev mijar bi ser bikeve. Bêyî rizgarkirina Efrînê beşdarbûna me di van mijaran de dê kêm bimîne û dê bandoreke neyînî li van xebatan bike. Ji ber vê yekê rizgarkirina Efrînê û peydakirina çareseriyekê ji aloziya Sûriyeyê re girêdayî hevûdu ne. Qonaxeke dijwar li pêşiya me ye, destwerdan zêde bûne û alozî dijwartir bûne. Ji ber vê yekê Sûriye hê jî di nava aloziyeke dijwar de ye û çareserî jî hê jî dûr e.
· Gelo qonaxa nû ya li benda Sûriyeyê çi ye?
Erdogan û Tirkiye li ku derê bin, ev yek tê wateya ku astengiya çareserkirinê. Ji ber ku Erdogan beşeke ji vê hevpeymanê ye, ev yek dê astengiyekê bi xwe re bîne. Lê ez bawer dikim ku demkî ye û dirêj nake. Bêguman dê bandorê li Helebê û giştî bakurê Sûriyeyê û giştî Sûriyeyê bike. Tişta ku em hêvî dikin ew e ku qonaxa çareseriya siyasî dest pê bike û qonaxa diyalogan bi awayekî cidî dest pê bike û hemû alî tê de beşdar bin û em wek aliyên Sûriyeyê çareseriya aloziyê peyda bikin. Wê demê doza Idlibê piştî doza Efrîn, Cerablûs û Babê dê were çareserkirin.[1] Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye. Ev babet 1,214 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag Taybetmendiyên babetê Meta daneya teknîkî Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 07-04-2025 hatiye tomarkirin Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 09-04-2025 hate nirxandin û weşandin Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Evîn Teyfûr ) ve li ser 28-06-2025 hate nûve kirin Navnîşana babetê Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye! Ev babet 1,214 car hatiye dîtin
QR Code
|
Aloziya Sûriyeyê derbasî sala xwe ya 14’an bû-1
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî:  Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Her wêne ji sed peyvan bêtir dibêje! Ji kerema xwe re wêneyên me yên dîrokî biparêzin.
=KTML_Bold=Aloziya #Sûriyeyê# derbasî sala xwe ya 14’an bû-1=KTML_End=
YEHYA EL HEBÎB
Aloziya Sûriyeyê ku di 15’ê Adara 2011’an de dest pê kir, her ku diçe girantir dibe. Heta niha jî tu nîşaneyên çareseriyê xuya nakin.
Di salên dawîn de bûyer û geşedanên girîng li Sûriyeyê rû dan. Gelek sedem û aktorên kûrkirina vê aloziyê hene. Hikumeta Şamê hîna bi siyaseta xwe ya neqebûlkirina aliyên din ve girêdayî ye û aliyên ku navên muxalefetê li xwe dikin jî bûne amûr û çete di destê dewleta Tirk a dagirker de. Lê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêveberiyeke xweser a demokratîk hatiye avakirin ku ruxmî hewldanên reşkirinê bala tevahî gelê Sûriyeyê û cîhanê kişandiye.
Em ê di vê raporê de ku ji 2 beşan pêk tê, behsa pêvajoyên aloziya Sûriyeyê bikin ku ji sala 2011’an ve dest pê kiriye.
=KTML_Bold=DESTPÊKÊ JI BAŞÛRÊ SÛRIYEYÊ=KTML_End=
Bi belavbûna pêla ‘Bihara Ereban’ re, gelê Sûriyeyê di 15’ê Adara 2011’ê de li hemberî polîtîkayên hikumeta Şamê dest bi xwepêşandanan kir. Xwepêşandanan ji Dera ya li başûrê Sûriyeyê dest pê kir, bi lez belavî herêmên din ên Sûriyeyê bûn. Li bajarê Himsê û gundewarên Şamê xwepêşandanên girseyî hatin lidarxistin, lê hêzên hikumeta Şamê tundî li dijî xwepêşandêran bi kar anî. Di encamê de qurbanî çêbûn. Dema hêzên hikumeta Şamê ketin bajarê Himsê û qurbaniyên zêdetir çêbûn, tevgera gelê Sûriyeyê derbasî pêvajoyeke nû ya xwîndar bû.
=KTML_Bold=TÊKÇÛNA ZÛ YA DÎPLOMASIYÊ Û VEBIJÊRKA LEŞKERÎ=KTML_End=
Destpêka 2012’an Komkara Erebî ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê beyannameyek pêşkêş kir. Di beyannameyê de hat xwestin ku hikumeteke nîştimanî were avakirin û paşê jî Beşar Esed bi hevkariya vê hikumetê tevahî erkên xwe radestî cîgirê xwe bike. Lê hikumeta Şamê beyanname red kir, di encama vê yekê de asta tundiyê bilindtir bû.
Di Adara heman salê de hikumeta Şamê hêzeke leşkerî ya mezin ber bi Himsê ve şand û êrişî taxa Bab Amir kir. Piştî şerekî dijwar ku derdora 26 rojan dewam kir, hikumeta Şamê ragihand ku tax kontrol kiriye. Di Tîrmehê de medyaya ser bi hikumeta Şamê ve ragihand ku wezîrê wê yê parastinê Dawûd Racîha û cîgirê wî Asif Şewket, alîkarê cîgirê Beşar Esed di êrişa bombeyî ya li dijî avahiya Ewlehiya Neteweyî ya Sûriyeyê ya li taxa Rewda ya Şamê de hatine kuştin.
=KTML_Bold=DEWLETA TIRK SÛRIYE BI ÇETEYAN DAGIRT=KTML_End=
Ruxmî ku komên çekdar li gelek bajaran bi pêş de çûn, hikumeta Şamê ji tirsa ku hêza wê hilweşe stratejî û planên xwe guhertin û giranî da bajarên stratejîk ên girîng ku wek “Sûriyeya bisûd” tê binavkirin. Îranê jî ji bo piştevaniyê bide hikumeta Şamê, Hizbullaha Lubnanê jî di nav de, komên şîe şandin Sûriyeyê. Lê ji ber pêşdeçûnên komên çete yên mîna Cebhet El Nusra û DAIŞ’ê rewş tevlihev bû.
Dewleta Tirk balafirxaneyên xwe ji bo pêşwazîkirina çeteyên ji welatên cuda yên cîhanê vekirin û ew derbasî Sûriyeyê kirin. Her wiha di sînorê wê de çek, desteka madî, manewî û tendustî ji bo çeteyên li Sûriyeyê dişandin.
Bi zêdebûna hatina çeteyên biyanî ji çar aliyên cîhanê, çeteyên DAIŞ`ê di havîna 2014`an de, destpêkê bajarê Mûsilê yê Iraqê, deverên berfireh ên Sûriyeyê û Iraqê dagir kirin û di 19’ê Hezîranê de paytexta xîlafetê li bajarê Reqayê ragihand. Paşê jî piraniya Dêrazorê dagir kir, her wiha li beşên Heleb, Idlib, Hema, gundewarên Şamê û herêmên din ên Sûriyeyê anku derdora nîvê erdnîgariya Sûriyeyê dagir kir.
=KTML_Bold=RÛSYAYÊ JI BO RIZGARKIRINA HIKUMETA ŞAMÊ DESTWERDAN KIR=KTML_End=
Di 2014’an de hêzên hikumeta Şamê bi awayekî mezin şikestin. Ji ber vê yekê komên çete, bi taybetî Cebhet El Nusra li Heleb, Idlib, Hema, Dera, Hims û Quneytrayê qadên fireh dagir kirin. Mayîna hêzên Şamê li bajarên sereke tenê sînordar ma. Rûsyayê ji bo piştevaniyê di Tebaxa 2015’an de peymanek bi Şamê re îmze kir. Peyman maf dide hêzên leşkerî yên Rûsyayê ku baregeha Himêmîm di her demê de û bêyî berdêl bi kar bînin. Baregeh di Îlona 2015’an de hat bikaranîn. Vê yekê hebûna leşkerî ya Rûsyayê li Sûriyeyê xurt kir.
=KTML_Bold=LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ HEVPEYMANA CIVAKÎ Û HILBIJARTIN=KTML_End=
Di demekê de ku hêzên hikumeta Şamê ji herêmên Sûriyeyê vekişiyan û gel li pêşberî hovîtiya çeteyên DAIŞ û El Nusrayê rû bi rû hiştin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêveberiyeke xweser hat avakirin. Her wiha hêzeke parastinê anku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) hatin damezirandin û herêm ji êrişan parastin.
Rêveberiya Xweser teoriya neteweya demokratîk û biratiya gelan pêk anî, tevahî pêkhateyên herêmê anîn gel hev. Her wiha bi rêya saziyên xwe yên sivîl aboriya civakî bi pêş xist, xizmet pêşkêşî welatiyan dike û aştiya navxweyî bi pêş xist. Di heman demê de bi rêya pêkanîna pergala hevserokatiyê di tevahî deste û saziyên xwe de rola jinan pêş xist. Rêveberiya Xweser bi rêya pêkanîna hevpeymana civakî û hilbijartinên ku dê demên pêş de werin lidarxistin xebatên pêşxistina karê siyasî û civakî didomîne.
=KTML_Bold=LI SÛRIYEYÊ HÊZÊN DYA’YÊ=KTML_End=
DYA’yê ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve li komên çekdar ên li Sûriyeyê digeriya da ku destekê bide wan. Li ser vê yekê hin komên çekdar di ezmûnekê re derbas kirin. Di 4’ê Adarê de koma ji 50 kesan a di çarçoveya bernameya DYA’yê ya perwerdekirina muxalefetê de hatibûn perwerdekirin, tevî çekên nûjen di deriyê sînor ê Bab El Selama yê bajarê Ezazê re hat Sûriyeyê. Di nava çend rojan de hinek endamên komê hatin kuştin û yên din reviyan û xwe radestî DAIŞ’ê kirin.
Rêveberiya DYA’yê berxwedana YPG û YPJ’ê ya li dijî DAIŞ’ê dişopand. Piştî ragihandina avakirina Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê, koalîsyonê desteka hewayî da YPG û YPJ’ê, bi taybet di cenga Kobanê ya sala 2014’an de. Ev destek bi avakirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) re û heta niha dewam dike.
QSD, gelemperiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, mîna Minbic, Reqa, Dêrazor ji çeteyên DAIŞ rizgar kir û rûxandina xîlafeta DAIŞ’ê ragihand.
=KTML_Bold=HEVBENDIYA ASTANAYÊ Û PARVEKIRINA XAKA SÛRIYEYÊ=KTML_End=
Têkiliyên dewleta Tirk û Rûsyayê ku zêdetirî ku qut bûbûn û piştî ku Erdogan hikumeta Şamê û piştevanê wê (Rûsya) wek sûcdar wesifandibûn, Erdogan ji ber xistina balafira Rûsyayê lêborîn xwest. Bi vê yekê re xwe li aliyê Rûsan girtin û xwest bi rêya Rûsyayê çavnebariyên xwe li Sûriyeyê pêk bîne. Rûsyayê jî hewl da sûdê ji Tirkiyeyê bigire da ku desteka xwe ji bo komên çekdar rawestîne û di encamê de hikumeta Şamê hêzê bigire.
Di dawiya sala 2016’an de serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn li Japonyayê ragihand ku wî bi serokê dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan re li ser “dan û standinên aştiyê” ji bo Sûriyeyê li hev kiriye. Her wiha diyar kir ku wan li hev kiriye ku dan û standin li paytexta Kazaxistanê Astanayê bidomînin.
Ji dîroka 23’yê Çileya 2017’an heta 25’ê Kanûna 2024’an, bi mijara çareserkirina aloziya Sûriyeyê 21 torên civînan li Astanayê hatin lidarxistin. Lê armanc û encamên nîqaşên van civînên ku bêyî xwediyên aloziyê hatin lidarxistin, diyar bûn. Armanc ew bû ku lihevkirinên Rûsya-Tirkiye berdewam bikin û şerê li dijî projeya Rêveberiya Xweser were kirin.
Di encamên lihevkirinên li Astanayê de dewleta Tirk Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, beşek ji gundewarên Idlib, Laziqiyê û Helebê dagir kirin. Li beramberî vê jî Rûsyayê hişt ku hikumeta Şamê deverên berfireh careke din bixe bin kontrola xwe.
(bb)
[1] Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye. Ev babet 895 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag Taybetmendiyên babetê Meta daneya teknîkî Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 13-09-2024 hatiye tomarkirin Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 15-09-2024 hate nirxandin û weşandin Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Evîn Teyfûr ) ve li ser 28-06-2025 hate nûve kirin Navnîşana babetê Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye! Ev babet 895 car hatiye dîtin
QR Code Pelên pêvekirî - Versiyon | Cûre |
Versiyon |
| | | |
Navê afirîner |
| Dosya wêneyê |
1.0.1 | 39 KB |
| |
13-09-2024 | Aras HisoA.H. |
|
Aloziya Sûriyeyê derbasî sala xwe ya 14’an bû-2
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî:  Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Bi rêya kurdîpêdiya hûnê bizanin ku her roj ji rojên salnameyê çi bûyer diqewime!
=KTML_Bold=Aloziya #Sûriyeyê# derbasî sala xwe ya 14’an bû-2=KTML_End=
YEHYA EL HEBÎB
Hemwextî têkçûna civata navneteweyî di çareserkirina krîza Sûriyeyê de û paşketina rewşa aborî û jiyanî ya gelê Sûriyeyê li herêmên hikumeta Şamê, dîsa jî krîz didome. Nîşana vê jî ji nû ve destpêkirina serhildana gel li başûrê Sûriyeyê ye û nemaze li Siwêdayê.
Di vê beşa 2'yemîn a rapora krîza Sûriyeyê de em bal dikişînin ser têkçûna platform û civînên navneteweyî di çareserkirina krîza Sûriyeyê de û pêvajoyên nêzîkbûna Şam û dagirkeriya Tirk. Her wiha em baêl dikişînin ser rewşa aborî û jiyanî ya herêmên hikumeta Şamê û encamên wê.
=KTML_Bold=CIVÎN Û PLATFORMAN TU TIŞT JI BO GELÊ SÛRIYEYÊ NEKIR=KTML_End=
Gelek însiyatîfên navneteweyî yên çareserkirina krîza Sûriyeyê bi rêbazên siyasî derketin lê yek ji wan jî negihaşt armanca xwe. Êdî dirêjbûna krîzê heta peydakirina çareseriyeke siyasî bi hêzên mezin ve girêdayî ye.
Dan û standinên Cinêvê yên ku bi rêveberiya Coffee Annan, Lakhdar Brahimi, Staffan De Mistura û vê dawiyê Geir Pedersen bi rê ve çûne, negihîştin tu encaman, tevî ku her gerek ji wan dan û standinan bi gelek biryaran bi dawî dibû, lê ew biryar li ser erdê nedihatin pêkanîn.
Gera yekemîn di 30'ê Hezîrana 2012'an de li gorî daxwaza şandeyê neteweyî ji bo Sûriyeyê Annan dest pê kir. Lê ew jî ji ber gelek sedeman wek venexwendina gelê Sûriyeyê û nakokiya di navbera aliyên xwedî rol di krîzê de, bi bin ket.
Her wiha konferansa diyaloga Sûrî ya Soçî jî di 30'ê Kanûna 2018'an de li dar ket. Tê de nûnerên çeteyên girêdayî dewleta Tirk û nûnerên hikumeta Şamê beşdar bûn.
Piştî zêdetirî sal û nîvekê ji dan û standinan, sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres di 23'yê Îlona 2019'an de damezirandina komîteya destûrî ragihand. Ew jî di konferansa Soçî de bi navberakariya Rûsya, Tirkiye û Îranê hat erêkirin. Piştre jî Cinêv bû cihê civînên komîteya destûrî.
Piştî nêzî 4 salan ji damezirandina komîteyê û 8 gerên civînan, dîsa jî her sê aliyên wê bi bin ketin û nikarîbûn bendeke tenê ya destûrê jî binivîsin. Dihat pêşbînkirin ku Pedersen di nîva dawîn a Sibatê de serdana Şamê bike da ku lidarxistina gereke nû nîqaş bike.
=KTML_Bold=SERHILDANA GEL LI BAŞÛRÊ SÛRIYEYÊ JI NÛ VE DEST PÊ DIKE=KTML_End=
Bi serkeftina projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şêniyên Siwêdayê jî hewl da heman projeyê bidin meşandin. Heta astekê wan rola hêzên hikumeta Şamê qels kir. Ciwan êdî erkê leşkerî red kir, hêzên xwecih û meclisên siyasî hatin avakirin. Di encamê de di navbera şêniyan û hêzên ewlekariyê yên hikumeta Şamê de pevçûn derket.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku li herêmê di 2018'an de êrişeke mezin a DAIŞ'ê pêk hat. Tê de 36 sivîl hatin revandin û zêdetirî 250 kuştî çêbûn. Kesayet û aliyên Siwêdayê dibînin ku hikumeta Şamê li pişt êrişê bû. Ji ber ku ew ji herêmê vekişiyan û rê da sewqiyata leşkerî ya çeteyan. Di vir de jî axaftina li ser lihevkirinekê di navbera Şam û DAIŞ'ê de derket.
Xwepêşandanan li Siwêdayê dom kir. Her wiha hêzên civaka sivîl û partiya Lîwa a Sûriyeyê banga damezirandina komîteyên rêveberiya xwecih li şûna saziyên xizmetguzariyê, kir. Wan hêzan diyar kir ku gaveke wiha dihêle serhildan pêş bikeve û heta asteke baş were rêxistinkirin.
=KTML_Bold=NÊZÎKBÛNEKE HÊDÎ DI NAVBERA ŞAM Û DAGIRKERIYA TIRK DE=KTML_End=
Di 2022'yan de bûyreke mezin di krîza Sûriyeyê de çêbû. Tevî salên dirêj ên dijmintiya Şam û Enqereyê û dagirkirina xaka Sûriyeyê, pêvajoya nêzîkbûnê piştî lûtkeya Tehranê di 19'ê Tîrmeha 2022'yan de dest pê kir. Di 6'ê Tebaxê de serokên Rûsya û Tirkiyeyê li Moskovê civiyan. Li wir Erdogan da zanîn ku Putin nêzîkbûna ji Şamê li wî pêşniyar kiriye. Piştre jî wezîrên parastinê yên Rûsya, Tirkiye û Şamê li Moskovê civiyan. Lê belê ev siyaset bi awayekî zehmet û dijwar didomin.
=KTML_Bold=NÊZÎKBÛNEKE EREBÎ YA BÊENCAM=KTML_End=
Di salên dawîn ên krîzê de Rûsya hewl da tecrîda erebî ya li ser hikumeta Şamê bi dawî bike, di serî de dewletên Kendava Erebî û Urdunê. Ji ber wê jî bi Urdun û Îmaratê re têkilî hebû. Di 18'ê Adara 2022'yan de Beşar Esed ji bo cara yekemîn ji destpêka şerê Sûriyeyê de serdana dewleteke Erebî kir. Ew jî Îmarat bû.
Ev pêvajo piştî erdheja 6'ê Sibata 2023'yan pêş ket. Piraniya dewletên Ereban ji bo şandina alîkariyên mirovî bi hikumeta Şamê re peywendî kir. Esed jî ji bo cara yekemîn serdana sultangeha Umanê kir. Her wiha Rûsya di vegerandina hikumeta Şamê li Komkara Erebî de jî bi ser ket. Lê belê tu encam li ser erdê bi taybetî di aliyên siyasî û aborî de nehatin dîtin. Çavdêran diyar kir ku Şam nikarîbû dewletên Ereban razî bike, nexasim di aliyê kêmkirina hevkariya bi Îranê re de.
=KTML_Bold=TÊKÇÛNA REWŞA ABORÎ Û JIYANÎ ZEHMETIYA GELÊ SÛRIYEYÊ ZÊDE DIKE=KTML_End=
Tevî ku hikumeta Şamê hewl dide herêmên Sûriyeyê kontrol bike û xwe ji aliyên derve nêzîk bike, lê belê dîsa jî nikarîbû barê gelê Sûriyeyê sivik bike. Ji destpêka 2023'yan de nirxê lîreya Sûrî li hember dolar 7 hezar lîre bû. Her çû nirxê xwe ji dest da da ku li niha nirxê wê gihîştiye 15 hezar lîre li hember dolarek tenê.
Hikumeta Şamê bi rêya zêdekirina nirxên kelûpelan, nan, sotemenî, xwarin û dermanan barê gel girantir kir ku êdî li herêmên hikumeta Şamê di serî de paytext Şam kirêzên sotemenî û nan derketine.
(mh)
[1] Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye. Ev babet 971 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag Taybetmendiyên babetê Meta daneya teknîkî Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 13-09-2024 hatiye tomarkirin Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 15-09-2024 hate nirxandin û weşandin Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Evîn Teyfûr ) ve li ser 28-06-2025 hate nûve kirin Navnîşana babetê Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye! Ev babet 971 car hatiye dîtin
QR Code
|
Autonomous Administration of North and East Syria - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Kurdîpêdiya rojane dîroka Kurdistanê û Kurdan tomar dike.
Autonomous Administration of North and East Syria.
The Autonomous Administration of North and East Syria (AANES), also known as Rojava,[a] is a de facto autonomous region in northeastern Syria. It consists of self-governing sub-regions in the areas of Afrin, Jazira, Euphrates, Raqqa, Tabqa, Manbij, and Deir Ez-Zor. The region gained its de facto autonomy in 2012 in the context of the ongoing Rojava conflict and the wider Syrian civil war, in which its official military force, the Syrian Democratic Forces (SDF), has taken part. [1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=517396&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between= Click to read: Autonomous Administration of North and East Syria=KTML_Link_External_End= Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye. Ev babet bi zimana (English) hatiye nvîsandin, klîk li aykona  bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
This item has been written in (English) language, click on icon  to open the item in the original language! Ev babet 1,724 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag Taybetmendiyên babetê Meta daneya teknîkî Ev babet ji aliyê: ( Burhan Sönmez ) li: 26-08-2023 hatiye tomarkirin Ev gotar ji hêla ( Ziryan Serçinarî ) ve li ser 27-08-2023 hate nirxandin û weşandin Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( ڕۆژگار کەرکووکی ) ve li ser 11-09-2024 hate nûve kirin Navnîşana babetê Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye! Ev babet 1,724 car hatiye dîtin
QR Code Pelên pêvekirî - Versiyon | Cûre |
Versiyon |
| | | |
Navê afirîner |
| Dosya wêneyê |
1.0.1 | 165 KB |
| |
26-08-2023 | Burhan SönmezB.S. |
|
Bagera Cizîrê... Serkeftin û afirandina jiyeneke nû li rojhilatê Sûriyeyê
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî:  Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya û hevkarên wê çavkanî û referansên pêwîst pêşkêşî xwendekarên zanîngehan û xwendina bilind dikin!
Bagera #Cizîrê# ... Serkeftin û afirandina jiyeneke nû li rojhilatê Sûriyeyê
ALAN ROJ / NAVENDA NÛÇEYAN
Bi temamî salek di ser pêngava Bagera Cizîrê re derbas bû. Di nava salekê de şervanên QSD‘ê serkeftinên mezin li pey xwe hiştin, bi sed hezaran sivîl, bi dehan gund û bajarok ji çeteyên DAIŞ‘ê hatin rizgarkirin. Piştî rizgarkirinê jiyaneke nû hate afirandin.
Piştî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) serkeftineke dîrokî pêk anî û tevahî gundewarên Reqayê ji terorê paqij kirin, her wiha çeteyên DAIŞ‘ê di çarçoveyeke teng de bi qasî ji sedî 30 ji bajar dagir kir, Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê 9‘ê Îlona 2017‘an pêngava Bagera Cizîrê bi armanca paqijkirina çolistan û rojhilatê çemê Firatê ji DAIŞ‘ê ragihand.
Ragihandina pêngavê di daxuyaniyeke çapemeniyê de ku li gundê Ebû Fas ê girêdayî navçeya Şedadê ya kanotna Hesekê hatibû lidarxistin, pêk hat.
Li aliyekî din ku Koalîsyona Navdewletî ya ku DYA serkêşiya wê dike, bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe bi pêngava Bagera Cizîrê re nîşan da û wiha got: Hêzên me dê desteka çek, perwerde û lojîstîkê bidin Hêzên Sûriyeya Demokratîk di çarçoveya erka wê ya li geliya Xabûrê de.
Di nav du rojên pêngavê de, Herêma Pîşesaziyê a bajarê Dêrazorê hate rizgarkirin. Rizgarkirina vê herêmê wekî derbeyeke mezin li dijî DAIŞ‘ê li çolistanê bû.
Şervanên QSD‘ê pêşketinên xwe yên ber bi herêmên di bin dagirkeriya koma çete ya DAIŞ‘ê de berdewam kirin ku di nav hefteyekê de bi dirêjahiya 63 km, di nav de 2 bajarok û zêdetirî 20 gund û gundik, her wiha şîrketên pîşesaziyê ku çeteyên wek baregeh bi kar dianîn, rizgar kirin.
Rizgarkirina bajarê Siwer
28‘ê Îlona 2017‘an hêzên QSD‘ê bajarokê Siwer ê stratejîk û gelek gund û mezrayên derdora wê rizgar kirin, bi rizgarkirina Siwer re pêngav derbasî qonaxeke nû bû ku berdevka Bagera Cizîrê Lîlwa Abdullah bi daxuyaniyekê gotibû Pêngava Bagera Cizîrê îro derbasî qonaxeke nû bû, ji çar aliyan ve dest bi tevgerê kir ku tevahî Cizîr ji terorîstan were paqijkirin. Bi vê munasebetê em mizgîniya rizgarkirina navçeya Siwer, gundê Seed û Bîr Nefax ji aliyê hêzên me didin.”
Bi rizgarkirina devera navborî re, QSD‘ê ji bo pêşketina pêngavê plan danîn, girîngî da vekirina korîdoreke ewlekariyê ji bo rizgarkirina sivîlên ku çeteyan wek mertal bi kar dianîn. Piştî ku QSD‘ê sivîl ji bo vekirina korîdora ewlekariyê agahdar kirin, pêngav bi hemû hêza xwe bi pêş de çû, di vê çarçoveyê de şervanên QSD’ê nêzî 50 hezar sivîlên ku li çolistana Cizîrê ya bakurê Dêrazorê asê mabûn û ji ber mayin û tirsa çeteyan nedikarîn bilivin, rizgar kirin.
Rizgarkirina herêma petrol û gazê
Di 14‘ê Cotmeha 2017‘an de piştî şerên giran, her du baskên Siwer û Mergedayê gihaştin hev. QSD 45 km pêşde çû. Di 22‘yê Cotmeha 2017‘an de herêma petrolê ya Umer ya herî mezin di Sûriyeyê de, ji aliyê QSD‘ê ve hate rizgarkirin, beriya wê jî stasyonên gaze yên Cefera, Komîko û Eza hatin rizgarkirin. Çeteyên DAIŞ‘ê ev dever kiribûn bargeh û girtîgehên îşkencekirinê.
Koordîneyeke hevbeş û rizgarkirina tevahî sînorê Iraq û Sûriyeyê
Piştî ku şervanên QSD‘ê gihaştin sînorê Iraqê yê rojhilatê Sûriyeyê, di 25‘ê Mijdara 2017‘an de koordîneyeke hevbeş bi Hêzên Artêşa Iraqê re ava kirin. Armanca vê koordîneyê parastina xeta sînor di navbera her du welatan de ji çeteyên DAIŞ‘ê bû.
Koordîneya di navebera her du aliyan de gihaşt avakirina nuqteyên kontrolkirinê li dirêjahiya sînorê gundewarên Hol û bajarokê Baxoz.
Di heman demê de, tîmên destwerdana lezgîn û antîterorê yên girêdayî QSD‘ê operasyoneke berfireh li dijî hucreyên veşartî yên DAIŞ‘ê da destpêkirin, li ser vê yekê bi dehan şande hatin girtin û erebeyên bombebarkirî hatin bêbandorkirin.
DAIŞ li çolistanê tune bû
Piştî rizgarkirina tevahî çolistana Cizîrê, çavê şervanan çû ser bajarê Hecîn ku yekemîn baregeh li rojhilatê çem dikeve, her wiha jî ya dawîn li rex çem e.
QSD‘ê hemû amadekariyên xwe bi dawî kirin da ku di demên pêş de pêngava nû dest pê bike, nemaze piştî mîsogerkirina ewlehiya sivîlan û vekirina korîdorên ewlehiyê ji bo rizgarkirina wan.
Bîlançoya nîşaneya serkeftina gel li hemberî tarîtiya DAIŞ‘ê
Di nava salekê de ji pêngava rizgarkirinê Meclisa Sivîl a Dêrazorê di dawiya meha Îlona 2017‘an de hate damezirandin, şêniyên herêmê di bin sîwana vê rêveberiyê de xwe bi rêxistin kir û jiyana xwe ji nû ve geş kir. Her wiha 13 meclisên herêmê li gundewarên rojhilat û rojavayê Dêrazorê û 5 hezar komîn hatin avakirin, di heman demê de 4 şaredariyên gel hatin vekirin.
Piştî rizgarkirinê û vegera aramiyê piraniya dibistanên gund û bajarok ji aliyê Komîteya Perwerdeyê ya Meclisa Sivîl ve hatin vekirin û zêdetirî 140 hezar xwendekar ji aliyê 5 hezar mamosteyan ve perwerde dibin.
Her wiha Akademiyên Civaka Demokratîk ên jin û ciwanan hatin vekirin da ku civakeke azad û birêxistinkirî ku xwe bi xwe, xwe bi rê ve bibe, bê afirandin.
Meclisa Sivîl a Dêrazorê bi hemû meclisên xwe yên rêveber û zagonsaz gavên pir mezin di aliyê birêxistinkirin û xizmeta welatiyan de avêtin.
Li Dêrazorê, mîna herêmên din ên rizgarkirî yên Bakurê Sûriyeyê yê pergaleke birêxistinkirî di aliyên civakî, ewlehî, aborî, perwerde û hwd. de hatiye pêkanîn, di rojên dawîn de jî beşdarî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû.[1] Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye. Ev babet 524 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag Taybetmendiyên babetê Meta daneya teknîkî Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 22-03-2025 hatiye tomarkirin Ev gotar ji hêla ( Ziryan Serçinarî ) ve li ser 22-03-2025 hate nirxandin û weşandin Navnîşana babetê Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye! Ev babet 524 car hatiye dîtin
QR Code
|
Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xaka Sûriyeyiyan e
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî:  Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya û hevkarên wê çavkanî û referansên pêwîst pêşkêşî xwendekarên zanîngehan û xwendina bilind dikin!
=KTML_Bold=Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xaka Sûriyeyiyan e=KTML_End=
Diyaa ÎSKENDER
Yek ji girîngtirîn qanûnên ku #Îshaq# Newton daniye ew e (qanûna kiryar û reaksiyonê) ye. Naveroka wê qanûnê ew e ku (Ji bo her kiryarekî, bertekek mîna wê heye). Lê berteka yekane ya hikumeta Şamê ku îdia dike ew garantorê yekane ya serweriya xaka Sûriyeyê li dijî binpêkirin û êrişên li ser vê xakê ye, bêdengî ye. Hikumeta Şamê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî binesaziyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê deng e.
Piştî daxuyaniyên wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan dewleta Tirk a dagirker êrişên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Fîdan di daxuyaniyên xwe hincet bi çalakiya li Enqereyê kir. Fîdan got tevahî binesazî, avahiyên mezin û avahiyên enerjiyê yên li Iraq û Sûriyeyê armancên rewa yên hêzên wan ên ewlehiyê ne.
Piştî daxuyaniya Fîdan bi çend saetan, di 4'ê Cotmehê de artêşa Tirk a dagirker kargeh û saziyên sereke yên xizmetguzarî û tenduristî wek stasyonên kehrebe, av, enerjî, petrol û gazê û gundên şêniyan û akademiyan bombebaran kirin û di encamê de bi dehan welatî û leşkerên pispor di têkoşîna dijî terorê û madeyên hişbirê de şehîd bûn û bi sed mîlyonên dolar zirar çêbû û bandoreke mezin li jiyana zêdetirî 5 mîlyon mirov kir.
=KTML_Bold=′SÛCÊN DERMIROVÎ YÊN DEWLETA TIRK A DAGIRKER′=KTML_End=
Bêguman gotina Hakan Fîdan a hedefgirtina binesazî, jêdern jiyanê, stasyonên avê, kehrebê û gazî yên herêmê berê hatibû plankirin û ev sûcên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîne dikeve xana sûcên bizanabûn û ji sûcên herî giran ên qanûnên sûcan e.
Gefxwarinên li dijî welatiyên herêmê, neçarkirina koçberiya ji malên xwe, rûbirûhiştina li hember xeteriyê û hiştina di bin topbaranan de û mehrûmkirina wan ji kehrebe, avê sûcên qirkirina komî û dermirovî ne. Ji ber wê divê giliyên lezgîn li rejîma Erdogan li pêş dadgehên sûcan ên navneteweyî ji hêla hiqûqnasan ve werin kirin.
=KTML_Bold=′ARMANCÊN ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK A DAGIRKER′=KTML_End=
Êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê ne tiştekî nû ne nexasim piştî têkçûna DAIŞ'ê bi destê QSD'ê ku di nav de tevahî pêkhateyên herêmê hene. Ev herêm ji hêla Rêveberiya Xweser a Demokratîk tê birêvebirin, ew pergaleke ilmanî li gorî birêvebirina demokratîk a yekser e û xwe dispêre îdeolojiya hevbeş a rizgarî û nenavendîbûnê.
Ev yek li xweşiya rejîma faşîst a Tirk nehat. Dewleta Tirk gelek êriş di salên dawîn de bi bihaneya parastina ewlehiya xwe ya neteweyî pêk anîn. Di êrişan de dewleta Tirk tevahî çeteyên ji cîhanê û ji hemwelatiyên cuda kom kirin û êrişên dagirkirinê li dijî xaka Sûriyeyê pêk anîn; di 2016, 2018 û 2019′an de.
Di encama wan êrişan de Cerablus, Efrîn, Ezaz, Serêkaniyê û Girê Spî hatin dagirkirin û sûcên herî qirêj ên dermirovî pêk hatin û siyaseyên tirkkirin û guhertina demografîk li wan herêman pêk anîn.
=KTML_Bold=′ÇIMA HÊZÊN NAVNETEWEYÎ LI HEMBER ÊRIŞAN BÊ DENG IN?=KTML_End=
Bêguman sedema têkiliya di navber dewletan de aborî, malî, leşkerî, geosiyasî û nirxên mirovî û exlaqî jî li dawiya dawîn tên. Ji ber vê jî dema em bêdengiya civata navneteweyî ya li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibînin, em mat namînin. Ew dewlet bi careke tiştekî li ser van êrişan nabêjin, ger gotin jî rastiyan berovajî dikin û li gorî berjewendiyên hêzên êrişkar bi kar tînin.
Tiştê ku ji bo Amerîka Rûsya, Îran û dewletên din ên xwedî hegemonî di herêmê de girîng e, berjewendiyên wan û têkiliya wan bi dewleta Tirk a dagirker re ye, ev jî hişt êriş girantir bibin.
=KTML_Bold=′ ÇAWA BÊDENGIYA HIKUMETA ŞAMÊ TÊ NIRXANDIN?′=KTML_End=
Li kêlek bêdengiya hêzên navneteweyî ya bi sedema berjewendiyên wan, hikumeta Şamê jî bê deng e û sedema vê bêdengiyê nehatiye naskirin tevî ku di encama êrişan de gelek nuqteyên hikumeta Şamê jî hatin hedefgirtin. Hikumeta Şamê hem dewleta Tirk a dagirker wek dewleteke dagirker dibîne û daxwaza derketina wê ji xaka Sûriyeyê dike, hem jî di civînên navneteweyî de bi awayê ku tê xwestin parastina serweriya xwe û xaka Sûriyeyê nake û êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar nake.
Ev bêdengî nîşan dide ku berjewendiyên her du aliyan hevbeş in, ew jî têkbirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e, nexasim ku her du alî ji vê tecrubeyê metirsîdar in.
Di dawiyê de, bi kurtî, pêwîstiya vekişîna artêşa Tirk a dagirker ji Sûriyeyê û rawestandina êrişan bi çareseriyeke siyasî heye, ji bo vê jî yekitiyeke niştîmanî ya Sûriyeyî divê da ku zextê li hikumeta Şamê bikin ku çareseriya siyasî qebûl bike û biryara (2254) pêk bîne.
[1] Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye. Ev babet 778 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag Taybetmendiyên babetê Meta daneya teknîkî Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 12-09-2024 hatiye tomarkirin Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 13-09-2024 hate nirxandin û weşandin Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 13-09-2024 hate nûve kirin Navnîşana babetê Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye! Ev babet 778 car hatiye dîtin
QR Code
|
Başûrê Sûriyeyê ber bi Tenefê ve.. şer û lihevkirin
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî:  Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Zanyarîya me ji bo hemî dem û cihan e!
Başûrê #Sûriye# yê ber bi Tenefê ve.. şer û lihevkirin
YEHYA EL-HEBÎB / NAVENDA NÛÇEYAN
Di van demên dawî de gelek guhertin û destwerdan di aloziya Sûriyeyê de derketin, bê guman dê bandorê li aliyên wê bike, ango rêjîm û opozîsyon û dê bandorê li paşeorja vê aloziyê bike. Yek ji van guhertin û destwerdanên vê qonaxê hewldana sînordarkirina serweriya Îranê di Sûriyeyê de ye.
Başûrê Sûriyeyê ber bi Tenefê ve.. şer û lihevkirin
Di van demên dawî de başûrê Sûriyeyê, serkeftina hêzên rêjîmê li eniyên derdora Dîmeşqê û vegerandina deverên ji bin serweriya wê derketineke di nava hevpeymanên derxistina çeteyên girêdayî opozîsyonê ber bi bakur ve û koçberkirina welatiyan di rojevê de ne.
Girîngiya stratejîk a başûr
Başûrê Sûriyeyê ji bo hemû aliyên qada Sûriyeyê xwedî girîngiyeke dualî û mezin e. Ji bo rêjîma Sûriyeyê deriyê sînorê bi Urdunê re ye û damareke jiyanê ya aborî ye. Her wiha deriyekî ber bi sererastkirina rewşa xwe ya herêmî ye, eger karibe fermî serweriya xwe li vir vegerîne.
Ji bo Îranê jî, girîngiya başûrê Sûriyeyê, gelekî mezin e. Başûr ku di nava hevpeymana kêmpevçûn de ye dûrxistina hêzên girêdayî Îranê misoger dike, çi ji sînorên Urdunê û çi jî ji sînorên Îsraîlê. Çavdêran di van rojên borî de gotin ku Rûsya hewl dide leşkerên girêdayî Îranê ji herêma behsa mijarê dûr bixîne.
Başûrê Sûriyeyê ji bo Îranê stratejîk e, ji ber ku dikare weke kaxeza Îsraîlê di zexta navnetewî de bikar bîne û paşê jî ajandeyên xwe li herêmê ferz bike.
Herêma Tenefê jî di nava başûrê Sûriyeyê de ye û sînorên wê bi Îraq û Urdunê re ye û hewl dide serweriya xwe li vir jî ferz bike, da ku berîkeke xwe li beyara Sûriyeyê çêbike û tevgera wê ya çûn û hatinê azad bike, ji başûr ber bi rojhilat ve. Li herêma giştî beyara Şamê ku mezintirîn herêma Sûriyeyê ye û sînorên wê ji Humisê digihîne Lubnanê û ji Humisê digihîne Îraqê.
Îran bi hemû hêza xwe hewl dide başûrê Sûriyeyê ji hebûna opozîsyonê vala bike, da ku girêdana bi sînorê Îraqê re ber bi başûr ve li Tenevê û li rojhilat li ba Dêrazorê temam bike.
Ji bo Îsraîlê û hevkarên wê Rûsya û Emerîka jî herêma başûr gelekî girîng e û divê dûrî serweriya Îranê û Hizbullah bimîne, nemaze ji ber ku herêmê li hemberî Îsraîlê ye û di encamê de hebûna Îranê li vir tê wateya metirsiya rasterast li hemberî ewlehiya Îsraîlê ye.
Hevpeymana kêmpevçûnan li başûr
Emerîka, Rûsya û Urdunê ji bo agirbest û kêmpevçûn li başûrrojavayê Sûriyeyê di 9'ê tîrmeha 2017'an de lihevkirin. Li gorî vê lihevkirinê rê li pêşiya hêzên ku alîkariya xwe ji Îranê werdigirin ya berfirehbûna stratejîk li Sûriyeyê û bi taybet li nêzî sînorên Urdun û Îsraîlê were girtin.
Kovara Foreign Policy di wê demê de behsa mijara herêmên kêmpevçûn li başûrê Sûriyeyê kir da ku agirbesta di navbera hêzên hikûmeta Sûriyeyê û tabûrên opozîsyonê yên çekdar de pêk were.
Li gorî hevpeymanê herêmên başûrê parêzgehên Quneytera û Siwêda veguhere kembereke girtîn li pêşiya leşkerên ne Sûrî û di nava wan de leşkerên Îranê û hevkarên wê û leşkerên girêdayî rêxistinên El-Qaîdê û DAIŞ'ê.
Çavdêr dibînin ku ev agirbest gaveke erênî ye û tê nas kirin ku ne pecan e ti çareserî dûrî hevkariya di navbera Waşinton û Moskoyê de pêk were.
Çavdêran diyar kirin ku Emerîka aliyê serkeftî ye, ji ber ku ji aliyekî ve dê alîkariya bi hêzên alîgirên Îranê di Sûriyeyê de rawestîne û bi taybet li nêzî sînorên Îsraîl û Urdunê û ji aliyekî din ve jî Emerîka dikeve heman rêza Rûsyayê ku heta niha kaxezên serkeftî yên dosya Sûriyeyê di destên wê de ne, her çiqas bi rola Îranê jî sînordar be.
Helwesta Emerîka di wê demê de ew bû ku herêmeke tampon ava bike û serweriya Îranê di Sûriyeyê de lawaz bike. Waşinton baş nas dike ku Îran di serdema Obama de gelekî destwerdana Sûriyeyê kiriye û derxistina wê dijwar e, lê derfeta girêdana wê ya bejahî bi rêjîma Sûriyeyê re hêjî heye, her wiha derfeta durxistina wê ji sînorên Urdun û Îsraîlê jî heye.
Bi heman rengî ev hevpeyman dikeve berjewendiya Rûsyayê jî ji ber ku kaxezên wê di Sûriyeyê û herêmê de xurt dike, nemaze hevpeyaman ji aliyê Urdunê û Îsraîlê ve hate silavkirin û serweriya Îranê di Sûriyeyê de lawaz dike. Ev hevpeymana Emerîka û Rûsyayê daxwaza Urdunê û Îsraîlê ye.
Tenef.. ciyografiyeke beyar e û di balkişandina herêmî û navnetewî de dewlemend e
Di çarçoveya girîngiya mezin ku Rûsya, rêjîma Sûriyeyê û Îranê didin başûrê Sûriyeyê lê çavên wê dîsa ber bi herêma Tenef in. Beyara Sûriyeyê di sala 2017'an de veguherî qadeke şerê navnetewî û herêmî û bi taybet di navbera Emerîka, Rûsya û Îranê de. Baregeha Koalîsyona Navnetewî li Tenefê ye û Pentagon hişyariya nêzîkbûna ji wê dike.
Herêma Tenefê xwedî girîngiyeke mezin e, nemaze ji ber ku xala sînorê di navbera Sûriye, Îraq û Urdunê de ye, lê evan sînor ji bo hevkarên El-Esed li Tehranê xwedî girîngiyeke cûda ye.
Tenef di çavên Îraniyan de.. riya ber bi Derya Spî ve ye
Tehran li herêma Tenefê weke deriyê leşkerî û bîrdozî dinêre û Tenef ji bo wê riya şandina çekan ber bi Îranê ve di riya Îraqê re ye û paşê jî ber bi Sûriye û Lubnanê ve û hin dewletên din ve ye.
Tehran danûstandina bi herêma Tenefê re weke xaleke gelekî girîng dike nemaze ji ber ku wê bi Derya Spî ve girê dide, bi taybet piştî ku rêjîma Sûriyeyê bi wê re gelek hevpeyman îmze kirin. Hin ji van hevpeymana maf dide Tehranê da ku fosfata Sûriyeyê li herêma Humisê razemenî bike û ji bo vê yekê dikare riyeke hesin ava bike û beyara Sûriyeyê bi bajarê Humisê ve girê bide. Her wiha riyeke nû ya hesin di navbera bajarê Tertûsê û devera fosfata Humisê de ava kir. Lê xala girêdana di navbera fosfata Humis û Tertûsê de dibe ku di gelek mijarên din de were bikaranîn, ango riyeke leşkerî ji Îranê re peyda bike.
Helwesta Rûsyayê di derbarê Tenefê de danûstandin bû
Mosko bi guman li baregeha Tenefê temaşe dike. Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di daxuyaniyeke xwe de di cotmeha borî de got ku baregeha Tenef roleke bi guman di Sûriyeyê de dilîze.
Di derbarê gumanên Rûsyayê li hemberî baregeha Tenefê de hin çavdêrên Emerîka dibînin ku ev baregeh xaleke girîng ji bo diyarkirina riya hêzên girêdayî Îranê ya bejahî ber bi Dîmeşqê ve ye û di asteke kêmtir de ji bo gefxwarinên li hemberî berjewendiyên Rûsya li Beyara Sûriyeyê ne. Dibe ku di paşerojê de weke kaxezeke lihevkirinê di çareseriya dawî ya Sûriyeyê de were bikaranîn.
Êrîşa hêzên koalîsyona navnetewî ya bi serokatiya Waşintonê ya li dijî hêzên alîgirên rêjîma Sûriyeyê li nêzî herêma Tenefê bi riya daxuyaniyeke fermî rastî şermezarkirina Rûsyayê hat. Lê ev hişyariya ku Waşintonê ji hêzên rêjîmê re şand piştî ku ji herêma Tenefê ve nêzî bûn, hate fêmkirin ku destpêka lihevkirineke pêkan di navbera Emerîka û Rûsyayê de ye da ku herêma bi ewle li başûrê Sûriyeyê diyar bikin.
Di çarçoveya şerê berjewendiyên herêmî û navnetewî yên girêkok di Sûriyeyê de rewşa şerê navnetewî li dijî çeteyên DAIŞ'ê diyar dibe û di encamê de hêzên rêjîmê û hêzên alîgirtiya Îranê dikin serweriya xwe li beyara Sûriyeyê ferz kirin. Ev serweriya wan ne dawî ye û rola baregeha Tenefê di diyarkirina aliyê ku dê serweriya beyara Sûriyeyê di paşerojê de bike girîng e.
Tevî dengên daholên şer ku dibêjin li başûrê Sûriyeyê şerekî dijwar heye, hêzên rêjîma Sûriyeyê di çarçoveya vegerandina serweriya xwe li ser herêmeke berfirehtir ji axa Sûriyeyê re xwe ji vî şerî re amade dikin, bi taybet piştî ku serweriya xwe li derdora Dîmeşqê ferz kir. Lê gelek hişyariyên ciddî di derbarê vê şerê bê re derdikevin.
Rêjîm bi alîkariya Rûsyayê hêzên xwe bêyî asoyeke zelal belav dike
Rûsya hişyariyên vekirina eniyekê li başûrê Sûriyeyê û bandorên wê li têkliyên wê bi Emerîka, Îsraîl û Urdunê re baş nas dike. Ji ber vê yekê ji demeke zû ve hevkariya hêzên rêjîma Sûriyeyê dike û zextê li tabûran û welatiyên başûrê Sûriyeyê dike da ku lihevkirinan bi rêjîma Sûriyeyê re pêk bînin.
Tevî vê yekê senaryoya derfeta vekirina şerekî li başûrê Sûriyeyê senaryoyekî heyî ye, li rex hesabên girêkok ên lîstokvanên li herêmê, Urdun jî aliyê herî zêde ziyanê ji vî şerî dibîne eger rû bide. Nemaze ji ber sedemên ewlehiyê yên girêdayî encamên derketina tevliheviyê li ser sînorên wê. Her wiha ihtîmala pêleke nû ya koçberan ber bi Urdunê ve ku guman e nikaribe barê koçberan ji ber aloziya aborî rabike.
Eşkere ye ku Urdunê xwe ji vê mijarê re amade kiriye eger li başûr şerek rû bide. Lê hemû senaryoyên piştî şer, eger rû da, dê barekî nû bixîne ser milên Urdunê, pêdiviya vê yekê jî bi vekirina derî ya vebijên pêla koçberiyê bi riya Tirkiye û Lubnanê ber bi Ewropayê ve heye.
Başûrê Sûriyeyê; bayê lihevkirinê ji şer nêzîktir e
Di vê çarçoveyê de nivîskara bi navê Fereh Merqe got ku saeta sifir li başûrê Sûriyeyê nêzîk dibe û paytexta Urdunê Uman bi baldarî dişopîne. Tevî ku karmendê xebatên sefareta Sûriyeyê li Urdunê Eymen Elûş ragihand ku hikûmeta welatê wî dibe ku di şer li herêmê de ne bê çare be û pesna rola Îranê di vê yekê de kir, lê Emerîka bi hemû hêza xwe li başûr amadekariyên xwe dike, lê belê hêzên Îranê yan hêzên girêdayî Îranê vekişiyan û Îsraîl jî amadekariya xwe dike û artêşa Sûriyeyê jî hişyarî da û komên çekdar jî seferber bûne.
Hemû alî seferber bûne, tunebûna Îranê ti ferq û cûdabûneke rasteqîn di çavdêriya Îsraîlê de pêk neanî û ti bertekeke Emerîka derneket. Nûçeyên ji başûr tên jî ihtîmala şer zêde dike. Li vê herêmê eger mijar weke tevgera li ser kêndiran be, hemû metirsiyên mezin in, tevî veişandina Îranê ji qada başûr.
Aliyekî ihtîmalan ew ku herêmê bi giştî bi destpêkirina vî şerî re biteqe û Emerîka tedbîrên hişt di derheqê Dîmeşqê de werbigire eger hevpeyaman agirbestê binpê bike, piştî ku rêjîmê belavok li parêzgeha Deraa belav kirin ku dê dest bi şerekî leşkerî bike.
Aliyiyê herî metirsîdar amadekariyên Îsraîlê ne çi yên girêdayî tevgerên Îsraîlê û çi jî bi riya wekîlên xwe ku alîkariya xwe ji Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê werdigirin. Ev mijar jî êdî ji aliyê rayedarên Îsraîlê ve jî nayê veşartin û dibe eniyeke dijwar li hemberî artêşa Sûriyeyê ava bike.
Li hemberî van hemûyan dibe ku lihevkirineke aştiyane pêk were û hemû alî jê sûd werbigirin. Rêjîma Sûriyeyê jî daxwaza xwe bi riya belavokên li Deraayê nîşan dan têde wêneyên şervanên kuştî nîşan dide û li ser nivîsandiye ne weke van be, ev dawiya kesên çek rakirine, beriya derfet diçe çeka xwe bavêje. Evan belavok ji bo welatiyên Deraayê bûn û banga wan a beşdarbûna artêşê têkirin da ku alîkariya qewitandina terorîstan bikin û ji aliyê Fermandariya Giştî ya Artêş û Hêzên Çekdar ve hatiye îmzekirin.
Belavokên bi vî rengî tê wateya ku hewl dide artêşa eşîran bêalî bike, da ku derbasî qonaxa duyemîn bibe ku baregeha Emerîka ya li Tenefê nûnertiya wê dike.
Di hemû rewşan de, bayê lihevkirinê diyar e ji şer xurttir e. Tevî ku ti misogeriya serkeftina lihevkirinan li herêma başûr a gelekî girêkok tune ye. Lê belê hevkariyên ku Uman û Dîmeşq di van demên dawî de dihûnin banga pêşbîniyekê dikin. Bi taybet herdu paytext pêdiviya wan bi hevûdu gelekî heye, herî kêm di aliyê aborî de.[1] Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye. Ev babet 486 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag Taybetmendiyên babetê Meta daneya teknîkî Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 21-03-2025 hatiye tomarkirin Ev gotar ji hêla ( Ziryan Serçinarî ) ve li ser 29-03-2025 hate nirxandin û weşandin Navnîşana babetê Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye! Ev babet 486 car hatiye dîtin
QR Code
|
Bêyî razîkirina hemû aliyan çareserî di Sûriyeyê de tune ye
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî:  Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Daneyên taybet ên Kurdîpêdiya ji bo girtina biryarên civakî, siyasî û neteweyî alîkariyek bêhempa ye... Dane ew xwedî biryarder e!
Bêyî razîkirina hemû aliyan çareserî di Sûriyeyê de tune ye
YEHYA EL-HEBÎB
Lihevkirina Rûsya û Tirkiyeyê der barê #Sûriye# yê de û êrîşên ezmanî li dijî Laziqiyê ji kîjan jêderê bin jî tenê tê wateya ferzkirina hevkêşeyeke siyasî û leşkerî di rewşa Sûriyeyê de.
Dibe ku hin kes êrîşên ezmanî yên li dijî Laziqiyê û hêrsbûna dewletên rojavayî bi serkêşiya Amerîkayê li nêzî berava Sûriyeyê ku gumanan derdixe ku dê êrîşên din li dijî deverên hesastir pêk bînin, mijareke tenê ji bo rojekê ye û piştre heman rewş dubare dibe. Lê tişta nû di vê darbeyê de ragihandina bidawîkirina rewşa bêdengiya stratejîk li Washingtonê û dewletên rojavayî ye û dest bi sînordarkirina Rûsya, Tirkiye û Îranê dikin.
Washington her tim dibîne ku xebatên Rûsya, Tirkiye û Îranê yên îmzekirina hevpeymanan li Astanayê di bin navê herêmên kêmpevçûn de û hin hevpeymanên din tenê windakirina demê ye.
Gelek çavdêrên Amerîkayê wesfa dirêjbûna aloziya Sûriyeyê dikin ku ew hûtekî xewkirî ye û dema hişyar bibe dê hemû hêzên li derdora xwe bixwe. Destpêka vê hişyarbûnê di peyamên wezîrê karên derve Rex Tillerson de bû ku tê de stratejiya welatê xwe der barê Sûriyeyê de ragihand. Ango ne tenê daxwaza rêveberiya Amerîkayê ya derbasbûna nava şerê Sûriyeyê bi awayekî ji berê bihêztir di her du aliyên siyasî û leşkerî de vedibêje, lê belê nexşerêya stratejiya Amerîkayê ji bo çareseriyê vedibêje. Di vê derbarê de rêbazeke hevkariyê di navbera xwe û dewletên wekî Almanya, Fransa, Brîtanya, Erebistana Siûdî, Urdinê de û dibe ku hin dewletên din hebin, ava kir.
Tişta ku bala mirovan dikişîne, ew e ku ev nexşerê, ji bilî ku nêrîna Amerîka û dewletên li rex wê vedibêje, di heman demê de peyamek ji aliyên din ên di nava aloziya Sûriyeyê re ye, nemaze Rûsya, Îran û Tirkiyeyê û piştrast dike ku êdî ne pêkan e ew bi tena xwe çarenûsa Sûriyeyê diyar bikin û serweriyê di navbera xwe de parve bikin û êdî qonaxa wekaleta wê ya birêvebirina aloziya Sûriyeyê bi dawî bûye.
Peyamên Amerîka û dewletên rojavayî ji Rûsya û Tirkiyeyê re ew e ku çareseriya Sûriyeyê bêyî xebatên li Cinêvê ne pêkan e, ango ne di danûstandinên Astana û ne jî li Soçî de çareser dibe ku Rûsya xwe dispêre wan. Bi nêrîna Amerîkayê çareserî divê li gorî pîvanên Konseya Ewlehiyê ya navneteweyî li gorî biryara 2254’an pêk were.
Dûrxistina Îranê ji lihevkirina Rûsya û Tirkiyeyê di vê dawiyê de der barê mijara Idlibê de ya avakirina devereke bêçek, gelek senaryoyan bi xwe re tîne. Yek ji wan ew e ku Rûsya dixwaze Tirkiyeyê bi razîkirin bide û ji aliyekî din ve jî di dosyaya Sûriyeyê de ji îraniyan dûr bikeve, nemaze ji ber zextên rojavayî li ser wê.
Êrîşên fûzeyî li dijî gelek deverên Sûriyeyê ji aliyê balafirên leşkerî yên Îsraîlê û dewletên rojavayî û windabûna balafireke Rûsyayê li ser Derya Spî, ne pêkan e dûrî hevpeymana di navbera Pûtîn û Erdogan de duh li bajarê Soçî der barê Idlibê de were nirxandin.
Rûsya û Tirkiye ku axa Sûriyeyê parçe dikin û çeteyan ji cihekî vediguhêzin cihekî din, niha li hemberî van êrîşan matmayî mane.
Rûsya ku di van salên borî de hêzên xwe tîne nikare deverên di bin serweriya xwe de biparêze û baş dizane ku eger hêzên navneteweyî ber bi çareserkirina aloziya Sûriyeyê ve tev bigerin rêjîm û berjewendiyên wê ne pêkan e bêne parastin.
Sîstema parastina ezmanî ya Rûsyayê ku li Sûriyeyê hatiye bicihkirin, dema ku fûzeyên Îsraîlê û dewletên rojavayî tên û bi taybet dema ku hevkarên wê yên îranî armanc tên girtin, tê veşartin û bê bandor dibe.
Lawazbûna Rûsyayê di Sûriyeyê de neçarî peydakirina çareseriyekê bi Washingtonê re bike. Ev yek ji paşguhkirina armancgirtina hêzên îranî re dest pê kir.
Helwesta Rûsyayê li hemberî hevkarê xwe yê Îranê bêguman dê hevkarê Tirk jî bigire nava xwe, eger lihevkirinekê bi Washingtonê re pêk bîne. Dema ku aliyên mezin li hev dikin, ên bi çûk derdikevin lîskê û Tirkiyeyê li rex nakokiyên wê ku hemû tengezar kirine, dê herî zêde rastî ziyanan were.[1] Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye. Ev babet 261 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag Taybetmendiyên babetê Meta daneya teknîkî Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin Ev babet ji aliyê: ( Evîn Teyfûr ) li: 21-04-2025 hatiye tomarkirin Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 29-04-2025 hate nirxandin û weşandin Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 29-04-2025 hate nûve kirin Navnîşana babetê Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye! Ev babet 261 car hatiye dîtin
QR Code
|
|