Têkiliyên Amerîka û #Tirkiye# yê ji lûtkeyê ber bi jêr ve - 2
NAVENDA NÛÇEYAN / ALAN ROJ
AKP'ê rêbaza Îxwan Muslimîn a radîkal û rêbaza neteweperestiyê ya Osmaniyan xist nava hev. Vê yekê hişt ku parçebûneke mezin di siyaseta derve ya Tirkiyeyê de pêk were û rewşa hundirîn a Tirkiyeyê bêtir aloz kir û gihaşt asta ku têkiliyên wê bi Amerîka û dewletên rojavayî re qut bibin.
Tirkiye di aliyên leşkerî, siyasî û aborî de piştî ku derbasî çirava Sûriyeyê bû, difetise
Di beşa duyemîn a dosyaya me de em ê hewl dibin agahiyên der barê têkiliyên Amerîka û Tirkiyeyê de li rex guhertinên li welatên ku rastî Bihara Gelan hatine vebêjin. Gelo çawa Tirkiyeyê destwerdana herêmê kir û bi xwe re plana nû ya alîkariya bi rêxistina Îxwan Muslimîn a radîkal re anî û li gorî berjewendiya xwe di bin dirûşma Osmaniyan de bi kar anî da ku serweriya xwe firehtir bike û dewletên cîran dagir bike bêyî ku li tu aliyan vegere û berjewendiyên aliyên din di ber çavan re derbas bike?
Misr destpêka kûrbûna nakokiyên Amerîka û Tirkiyeyê di nexşeya erebî de bû
Bikaranîna Tirkiyeyê ya Îxwan Muslimîn li dewletên Ereb û kombûnê wan li dewletên rojavayî û alîkariya bi wan re û veguhertina Enqere û Stenbolê wek navendên tevgera wan ji sala 2003'yan ve, hişt ku encamên mezin bi xwe re bîne. Yek ji wan ev rêxistin li Tûnisê gihaşt desthilatdariyê û rê li pêşiya serweriya Tirkiyeyê li Afrîkaya Bakur û rojavayê welatên Ereban vekir.
Her wiha desthilatdariya li Misrê jî bi dest xwe ve anî û veguherî xala herî girîng ji bo Tirkiyeyê li welatên Ereb û Afrîkaya Bakur û deryayên wê. Ji ber ku girîngiya Misrê û bandora wê di van her du herêman de mezin e, metirsiya li ser berjewendiyên dewletên herêmî û navneteweyî yên stratejîk li herêmê zêde bû. Lê xewna Tirkiyeyê dirêj nekir û rastî derbeyekê li Misrê hat û desthilatdariya Îxwan Muslimîn hate hilweşandin û rayedarên laîk gihaştin desthilatdariya Misrê û ji xewnên Osmaniyan dûr ketin.
Piştî ku El-Sîsî desthilatdarî li Misrê bi dest xwe ve anî, bi Yewnanistanê û Qubirsê re hevpeymana nexşekirina sînorên deryayî îmze kir da ku ev welat ji berhemên xwezayî li devera aborî ya sala 2013'an sûdê wergirin û piştgiriya xwe ji Ewropa û Amerîkayê jî wergirt. Bi vê yekê aloziyeke nû dest pê kir û li rex wê dijberî û hevtawanbarkirin derket holê. Tirkiye ji vê yekê bêtir çû û dewletên rojavayî û Amerîka tawanbar kirin ku ew li paş helwesta Misrê û tevgerên wê ne.
Berdewama aloziya Iraqê her du alî ji hev dûr xistin
Wekî ku me berê behsê kiriye, Tirkiyeyê deriyên xwe yên bejahî û ezmanî li pêşiya Amerîkayê dema destwerdana wê di Iraqê de girtin. Lê ev alozî bêtirî 10 salan dom kir û Amerîkayê siyaseta xwesistkirinê bi Tirkiyeyê re da meşandin, tevî ku her aliyekî ji wan li cem aliyên dijber ên hundirê Iraqê rawestiyan.
Tirkiye ji destpêkê ve ji statuya kurdî ya li ser sînorê wê metirsîdar bû û ji sîstema federal a li herêmên nêzî wê ditirsiya û dîktatoriya wê dubare gef li gelan dixwarin û bi taybet gelê Kurd û xiristiyan. Lê Amerîka heta astekê alîkariya gavên wisa li Iraqê û başûrê Kurdistanê kir. Lê Başûr helwesta xwe guhert û danûstandina xwe bi Tirkiyeyê re xurt kir û xwe di ser hevpeymanên xwe yên bi Bexda û Amerîkayê re avêt. Ji ber vê mijarê dewletên rojavayî xemgîniya xwe anî ziman û di çalakiya referandumê de ya vê dema dawîn de aşkera bû.
Di hilbijartinên Iraqê yên sala 2010'an de jî alîkariya Amerîka û Tirkiyeyê parçe bû û Tirkiye ji danûstandina bi bilokên sunnî yên Iraqê re nerazî bû û bi taybet li Mûsilê gihaşt asta ku Tirkiye nexwest derbasî Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê li Iraqê bibe, piştî ku Amerîkayê banga beşdarbûnê li wê kir.
Aloziya Sûriyeyê rêya aramiyê girt û têkiliya di navbera her du welatan de ber bi jêr ve çû
Piştî serhildana gelê Sûriyeyê di 15'ê Adara 2011'an de, hêzên navneteweyî û herêmî girîngiyeke mezin da mijarê û bi taybet Tirkiye û Amerîka, ji ber ku berjewendiyên wan ên stratejîk ên mezin li herêmê hene û ji ber ku cihê Sûriyeyê xwedî giraniyeke mezin li ser asta navneteweyî ye.
Bi berdewama aloziya Sûriyeyê re û piştî ku veguherî şerekî navxweyî, helwesta Tirkiyeyê aşkera derket holê ku alîkariya biloka sunnî ya radîkal dike û hewl dide bi rêya wan serweriya Sûriyeyê bike û wek alternatîfekê ji Beşar El-Esed re nîşan bide. Ji ber vê yekê helwesta Erdogan ji mijara çaksaziyê di Sûriyeyê de veguherî daxwaza dûrxistina El-Esed û hikumeta wî ji desthilatdariya Sûriyeyê.
Lê Amerîka û tevî helwestên wê yên dijberî siyaseta El-Esed, hikumeta Barak Obama dixwest El-Esed bimîne û baştir e ku îslama sunnî ya radîkal ku alîkariya xwe ji Tirkiyeyê werdigire, bigihîje desthilatdariyê. Amerîka û dewletên rojavayî dibînin ku alternatîfa Tirkiyeyê ne baş e û li ser pêkhateyên Sûriyeyê yên nesunnî metirsîdar bi nav kirin. Her wiha hebûna Kurdan wek aliyekî sêyemîn di qada Sûriyeyê de, Tirkiye wek metirsiya herî mezin di Sûriyeyê de bi nav dike.
Şerê Kobanê û zelalbûna pûçbûna têkiliya di navbera her du welatan de
Li rex dijwarbûna alozî û şerê navxweyî di Sûriyeyê de û piştî ku rêxistina DAIŞ'ê ya terorîst avakirina dewleta xwe li herêmeke berfireh bi alîkariya Tirkiye û Qeterê ragihand, êdî dewletên rojavayî û Amerîka bêtir tirsiyan, nemaze Tirkiyeyê gefa koçberan û terorê li dewletên cîhanê dixwar, eger piştgiriya plana wê li rojhilat nemaze li Sûriye û Iraqê nekin.
Ji ber vê dewletên rojavayî xwest rê li pêşiya keysbaziya Tirkiyeyê bigirin û li ser erdê ji bilî Kurdan aliyekî ku şerê terorê li Iraq û Sûriyeyê bike tune bû û tenê ew dikarin berjewendiyên wan li herêmê biparêzin. Bi vê yekê tevgera dewletên rojavayî dest pê kir û koalîsyoneke nû li dijî terorê bi serkêşiya Amerîkayê da destpêkirin û ji şerê Kobanê yê dîrokî dest pê kir ku tê de Kurdan piştrast kir ku ew hêza tekane ne ku dikarin terorê tune bikin û rê li pêşiya berfirehbûna wê bigirin.
Di şerê Kobanê de Tirkiye û Amerîka di jêderên alîkariyê de ji hev cuda bûn. Amerîkayê alîkariya Yekîneyên Parastina Gel/Jin (YPG/YPJ) kir û Tirkiyeyê jî ji aliyê xwe ve alîkariya DAIŞ'ê kir û di bin hincetên cuda de şerê Koalîsyona Navneteweyî li dijî DAIŞ'ê di wê demê re qebûl nekir.
Alîkariya Amerîkayê bi Kurdan re veguherî hevbendiyeke stratejîk di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Amerîkayê de, ji bo şerê li dijî terorê di Sûriyeyê de, bidawîkirina metirsiya wê li ser herêm, Ewropa û Amerîkayê. Bi vê yekê nakokiya têkiliyên di navbera Amerîka û Tirkiyeyê de zêde bûn û gihaştin asta ku Tirkiye Amerîkayê tawanbar bike ku alîkariya terorê di Sûriyeyê de dike.
Li Sûriyeyê Tirkiye di lîsteya NATO'yê de qeydkirî ye û di stada Rûsyayê de dilîze
Aşkera ye di van du salên dawîn ên aloziya Sûriyeyê de nêzîkbûna di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de zêde bûye. Ev tevger herî zêde Amerîkayê xemgîn dikin ji ber ku Tirkiye serê xwe ditewîne û hevpeymanên li ser asta herêmî û navneteweyî bi van her du aliyan re îmze dike.
Li rex hevbendiya van her sê aliyan rê ji Îranê re hate vekirin ku serweriya xwe li Sûriye û Iraqê zêde bikin û serweriya rêjîma Sûriyeyê ku alîkariya xwe ji Rûsyayê werdigire zêde bibe û derbe li berjewendiyên rojavayî û Amerîkayê yên li herêmê xistin û di encamê de nakokî di nava NATO'yê de derketin. Vê yekê hişt ku Rûsya jê sûdê wergire û Tirkiyeyê wekî pêlîstokeke xwe di Sûriyeyê de bi kar bîne û kaxeza fobiya kurdî ya li ba Enqereyê bi kar bîne. Ev yek rastî gefa Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê hat û wiha got: Em ji Tirkiyeyê dixwazin ku bêtir ji biloka Euroasiyayê re li ser hesabê NATO'yê nêzîk nebe.
Tirkiyeyê lîstokên xwe li derveyî NATO'yê di vê astê de bes nekirin, lê belê gef li wê xwarin ku dê sîstema fûzeyan a S-400 ji Rûsyayê bikire û ê li rex Îran û Rûsyayê konferansên Astana û Soçiyê li dar xistin da ku xebatên Cinêvê yên der barê Sûriyeyê de bê wate bike. Her wiha derbasî nava şerê siyasî û çapemenî û torena leşkerî ya bejahî li dijî Amerîka û hevkarên wê li Minbicê bû.
Ji ber van nakokiyên cuda û gelek bûyerên din hişt ku têkiliyên di navbera her du welatan de bigihîjin asta qutbûnê û rêya aramiyê di navbera wan de were girtin. Di encamê de Amerîkayê gef li Tirkiyeyê xwarin û ceza li ser hin wezîrên Erdogan ferz kirin û guh neda mijara hilbijartinên Tirkiyeyê û betalkirina vîzeyên di navbera her du welatan de. Her wiha bacên gumrikê yên nû li ser Tirkiyeyê ferz kirin. Vê yekê hişt ku rewşa hundirîn û derve ya Tirkiyeyê gelekî lawaz bibe û êdî li qada Ewropa û Amerîkayê nayên qebûlkirin.[1]