Têkiliyên Amerîka û #Tirkiye# yê ji lûtkeyê ber bi jêr ve - 1
ALAN ROJ / NAVENDA NÛÇEYAN
Di van demên dawîn de têkiliyên Amerîka û Tirkiyeyê pûç bûn û gihaştin asta ku ji hev cuda bibin û bac û cezayan li ser hev ferz bikin, vîzeyên demkî betal bikin. Her wiha xebatên xwe dûrî NATO'yê ku her du endamên wê ne, didan meşandin.
Di vê dosyaya girêdayî têkiliyên Amerîka û Tirkiyeyê de ku ji du beşan pêk tê, em ê hewl bidin rûpelên dîroka têkiliya di navbera van her du welatan de û dijberiya wan di mijarên girêdayî herêmê de vekin, nemaze piştî destpêkirina Bihara Gelan li herêmê û dijwarbûna reş a li Sûriye û Iraqê û metirsiya berfirehbûna serweriya Îranê li herêmê û dosya wê ya nuklerî. Her wiha li rex doza kurdî ku Tirkiye bi dijberiya xwe ji gelê Kurd re di hemû biryar û tevgerên navneteweyî de bala xwe dikişîne ser wê.
Qonaxên dîroka têkiliyên Amerîka û Tirkiyeyê
Têkiliyên di navbera Amerîka û Tirkiyeyê de vedigerin sedsala 18'emîn di serdema Osmaniyan de û danûstandin di çarçoveya razemeniyan û çêkirina rêyên hesin nû vedîtina madenan de sînordar bû. Piştre peywendiyên di navbea wan de zêde bûn û şandeyên Amerîkayê bi awayekî derbasî nava civaka Tirkiyeyê bûn.
Di destpêka Şerê Cîhanê yê Yekemîn de Amerîkayê helwesteke bê alî pejirand, piştre ragihand ku dê li rex eniya hevkaran li dijî Almanya û w beşdarî şer bibe, lê ragihandina wê dewleta Osmaniyan û Bulgariya negirt nava xwe ku herdu di nava hevbendiya bi Almanyayê de bûn, lê belê Amerîka hevbendiya xwe parast û hewl dan lihevhatinên yekalî bi wan re pêk bîne.
Hevbendiya wan piştî têkçûna dewleta Osmanî jî berdewam bû û derbasî qonaxa komarê ya bi serokatiya Ataturk bû û gelek hevpeyman bi wê re îmze kirin û li gorî qanûna kirêkirinê Amerîka alîkariyên leşkerî, pîşeyî û xwarinê bi Tirkiyeyê re di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de kirin û piştre jî ji ber berjewendiyêhn hevbeş ên dijberiya gefxwarinên Yekitiya Sovyetê.
Tirkiye xaleke stratejîk û navenda kombûna hêzên rojavayî li dijî Yekiyiya Soviytê bû û bendeke mezin li pêşiya xeteriya belavbûna Komînîstan di şerê sar de bû. Têkiliya di navbera her du welatan de ew bû ku Tirkiye ji hevbendiyekê bêtir girêdayî siyasetên rojavayî be. Piştre di sala 1952'an de beşdarî Hevbendiya Bakurê Atlantîkê (NATO) bû û weke misogerkarekî bi hêz di lîstina rola hevkariya siyasî,leşkerî û îstixbaratî di gelek mijarên girêdyaî NATO'yê de.
Tevî aloziya dîplomasî ya di navbera her du dewletan de ji ber mijara fûzeyan di sala 1962'yan de û aloziya Qubirsê di sala 1964'an de û binpêkirinên Tirkiyeyê li derveyî NATO'yê dema ku destwerdana xwe ya leşkerî di sala 1974'an de kir, di encamê de firotina çekan ji Tirkiyeyê re hate qedexekirin, lê dîsa jî hate rastkirin ji ber berjewendiya dewletên rojavayî ew bû ku Tirkiye li aliyê wan bimîne û pêdiviya wan di stratejiyên rojavayê Asya û Rojhilata Navîn de bi Tirkiyeyê heye.
Tirkiye her tim ji helwestên rojavayî li herêmê sûd werdigirt. Piştî guhertina li Îranê û wergirtina îslamiyan ji desthilatdariyê re û hatina Sovyêt a Afganistanê di dawiya salên 70'yî ya sedsala borî de, hevpeymanên leşkerî û aborî di navbera Tirkiye û dewletên rojavayî de di sala 1980'yî de pêk hatin û Tirkiyeyê karibû hêzeke mezin a leşkerî wergire.
Piştî hilweşîna Yekitiya Sovyetê têkiliyên di navbera Amerîka û Tirkiyeyê de derbasî qonaxeke nû bû. Amerîka xwest vê têkiliyê pêş bixîne û weke stratejiya siyasî û aborî bigire dest. Amerîkayê dît ku Tirkiye dikare xizmeta berjewendiyên wê bike û roleke navendî li Rojhilata Navîn bilîze.
Lê Tirkiyeyê baş nas kir ku ev veguhertin bêyî xurtkirina têkiliyan bi Îsraîlê û komeleyên Cihûyî re li Amerîka û Birêtaniyayê pêk nayê. Ji ber vê yekê têkiliyên xwe bi Îsraîlê re nemaze di aliyên aborî û istixbaratî de pêş xistin. Bi taybet li dijî tevgerên şoreşgerî yên berxwedêr li dewletên erebî û herêmên Kurdan ên dagirkirî. Her wiha peywendî bi komeleyên Cihûyî re li dewletên rojavayî kirin û têkiliyên xwe bi wan re xurt kirin.
Di giştî van agahiyên jorîn de têkiliyên di navbera Amerîka û Tirkiyeyê de ji dema şerê sar ve û heta dawiya salên 90'î ya sedsala borî de di lûtkeyê de bû, nemaze der barê berjewendiyên leşkerî, istixbaratî û aborî de. girêdana Tirkiyeyê bi dewletên rojavayî re baş bû bêyî ku bi xwaze serweriya xwe fireh bike yan di dozekê de tevbigere bêyî ku vegere NATO'yê her wiha girêdana Tirkiyeyê bi dewletên rojavayî re di aliyê leşkerî de hate astekê ji ber ku dijmin û berjewendiyên wan hevbeş hene.
Qonaxa berjêrbûn û tevlihevbûna têkiliyan
Di sala 2002'yan de piştî ku AKP'ê di serdema George Bush de gihîşt desthilatdariyê, têkiliya di navbera herdu welatan de rastî tevliheviyeke dijwar hat, nemaze ji ber xwemezindîtina Erdogan û hewldana wî ya xweseriyê û destpêkirina berfirehkirina serweriya xwe di çarçoveya projeya Osmaniyanên nû de guhertineke bingehîn di siyasetên xwe yên derve de armanc dike, bêyî ku girîngiyê bide derketina dijberiyan bi dewletên herêmî û navneteweyî yên hegemon re û bi tena xwe li herêmê tevbigere.
Destpêka vê tevliheviyê dema ku Tirkiyeyê nehişt Amerîka ezmanê wê di şerê li dijî Sedam Hisên de bikar bîne û li hemberî wê rêveberiya Amerîkayê Tirkiye paşguh kir û nakokî di navbera wan de kûrtir bûn.
Piştre di sala 2004'an de Erdogan serdana Şamê kir û piştrast kir ku ew piştgiriya zextên navnetewî û di serî de Waşintonê li dijî Sûriyeyê nake da ku eva dawî hêzên xwe ji Lubnanê vekişîne. Washington ji ber vê yekê bi hêrs bû û pûçbûna têkiliya di navbera her du welatan de zêde bû. Erdogan di aloziya Filistîn û Îsraîlê de durûtî meşand da ku ji aliyekî ve piştgiriya dewletên Ereb wergire û ji aliyekî din ve têkiliyên xwe yên bazirganî û îstixbaratî bi Îsraîlê re xurt bike.
Li rex berdewamkirina Erdogan ji van siyasetên xwe re, xalên girêdana di navbera wê û Amerîka de armanc girtin û xwest ji Îranê ve nêzîk bibe û cezayên li ser Îranê ku Amerîka ferz kirine qebûl nekirin û berûvajî wê tevgeriya û têkiliyên xwe bi Îranê re di aliyên ewlehî, aborî, bazirganî û razemeniya enerjiyê de xurt kirin.
Ji vê yekê bêtir Erdogan têkiliyên baş dûr NATO'yê û danûstandinên bi dewletên rojavayî û Amerîka re avakirin. Tirkiyeyê têkiliyên xwe bi Rûsyayê re di aliyê hevkariya leşkerî li parzemîna Eurasiyayê de xurt kirin û têkiliyên xwe yên aborî û bazirganî li rex vekirina xeta lehiya şîn a gazê xurtkirin. Her wiha serdanên dubare di navbera Erdogan û Pûtîn û wezîrên her du dewletan de zêde bûn.
Ev nêzîkbûn û têkiliya di navbera herdu aliyan de dewletên rojavayî û Amerîka xemgîn kir, ji ber ku Tirkiyeyê rê ji serweriya Rûsyayê re vedike da ku derbasî herêmên rojhilat û Qoqasiyayê bibe. Di serdema destpêkê ya desthilatdariya AKP'ê de, Tirkiyeyê derbeyê li cezayên dewletên rojavayî û Amerîka dan ku rê li pêşiya serweriya Rûsyayê digirtin.
Bi van nêzîkatiyên hikûmeta Tirkiyeyê li rex hatina partiya Erdogan a desthilatdariyê eşkere dibe ku guhertineke bingehîn di siyaseta Tirkiyeyê de pêk tê û hewl dide têkiliyên xwe bi dewletên rojavayî re li gorî berjewendiya xwe li rojhilat û derdora wê ya deryayî pêk bîne. Tirkiye bi serê xwe li herêmê tevdigere bêyî ku bizanibe ku armanc û berjewendiyên stratejîk ên van dewletan û di serî de Amerîka li vê herêmê hene.
Her wiha hêviya xwe di mijara beşdarbûna nava Yekîtiya Ewropa de bi dawî kir, nemaze ji ber têbînî li ser Tirkiyeyê ku ew nikare van têbîniyan derbas bike yan çareser bike weke dagirkeriya wê li nîvgirava Qubrisê û aloziya wê bi Yûnanistanê re di mijara sînorên deryayî yên navnetewî de û mijara dozên Kurd, Ermen, Suryan û Asûrî li welat. Her wiha dîktatoriyeta wê û tundiya zêde li dijî gelên Tirkiyeyê û Kurdistana dagirkirî.[1]