Bagera #Cizîrê# ... Serkeftin û afirandina jiyeneke nû li rojhilatê Sûriyeyê
ALAN ROJ / NAVENDA NÛÇEYAN
Bi temamî salek di ser pêngava Bagera Cizîrê re derbas bû. Di nava salekê de şervanên QSD‘ê serkeftinên mezin li pey xwe hiştin, bi sed hezaran sivîl, bi dehan gund û bajarok ji çeteyên DAIŞ‘ê hatin rizgarkirin. Piştî rizgarkirinê jiyaneke nû hate afirandin.
Piştî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) serkeftineke dîrokî pêk anî û tevahî gundewarên Reqayê ji terorê paqij kirin, her wiha çeteyên DAIŞ‘ê di çarçoveyeke teng de bi qasî ji sedî 30 ji bajar dagir kir, Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê 9‘ê Îlona 2017‘an pêngava Bagera Cizîrê bi armanca paqijkirina çolistan û rojhilatê çemê Firatê ji DAIŞ‘ê ragihand.
Ragihandina pêngavê di daxuyaniyeke çapemeniyê de ku li gundê Ebû Fas ê girêdayî navçeya Şedadê ya kanotna Hesekê hatibû lidarxistin, pêk hat.
Li aliyekî din ku Koalîsyona Navdewletî ya ku DYA serkêşiya wê dike, bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe bi pêngava Bagera Cizîrê re nîşan da û wiha got: Hêzên me dê desteka çek, perwerde û lojîstîkê bidin Hêzên Sûriyeya Demokratîk di çarçoveya erka wê ya li geliya Xabûrê de.
Di nav du rojên pêngavê de, Herêma Pîşesaziyê a bajarê Dêrazorê hate rizgarkirin. Rizgarkirina vê herêmê wekî derbeyeke mezin li dijî DAIŞ‘ê li çolistanê bû.
Şervanên QSD‘ê pêşketinên xwe yên ber bi herêmên di bin dagirkeriya koma çete ya DAIŞ‘ê de berdewam kirin ku di nav hefteyekê de bi dirêjahiya 63 km, di nav de 2 bajarok û zêdetirî 20 gund û gundik, her wiha şîrketên pîşesaziyê ku çeteyên wek baregeh bi kar dianîn, rizgar kirin.
Rizgarkirina bajarê Siwer
28‘ê Îlona 2017‘an hêzên QSD‘ê bajarokê Siwer ê stratejîk û gelek gund û mezrayên derdora wê rizgar kirin, bi rizgarkirina Siwer re pêngav derbasî qonaxeke nû bû ku berdevka Bagera Cizîrê Lîlwa Abdullah bi daxuyaniyekê gotibû Pêngava Bagera Cizîrê îro derbasî qonaxeke nû bû, ji çar aliyan ve dest bi tevgerê kir ku tevahî Cizîr ji terorîstan were paqijkirin. Bi vê munasebetê em mizgîniya rizgarkirina navçeya Siwer, gundê Seed û Bîr Nefax ji aliyê hêzên me didin.”
Bi rizgarkirina devera navborî re, QSD‘ê ji bo pêşketina pêngavê plan danîn, girîngî da vekirina korîdoreke ewlekariyê ji bo rizgarkirina sivîlên ku çeteyan wek mertal bi kar dianîn. Piştî ku QSD‘ê sivîl ji bo vekirina korîdora ewlekariyê agahdar kirin, pêngav bi hemû hêza xwe bi pêş de çû, di vê çarçoveyê de şervanên QSD’ê nêzî 50 hezar sivîlên ku li çolistana Cizîrê ya bakurê Dêrazorê asê mabûn û ji ber mayin û tirsa çeteyan nedikarîn bilivin, rizgar kirin.
Rizgarkirina herêma petrol û gazê
Di 14‘ê Cotmeha 2017‘an de piştî şerên giran, her du baskên Siwer û Mergedayê gihaştin hev. QSD 45 km pêşde çû. Di 22‘yê Cotmeha 2017‘an de herêma petrolê ya Umer ya herî mezin di Sûriyeyê de, ji aliyê QSD‘ê ve hate rizgarkirin, beriya wê jî stasyonên gaze yên Cefera, Komîko û Eza hatin rizgarkirin. Çeteyên DAIŞ‘ê ev dever kiribûn bargeh û girtîgehên îşkencekirinê.
Koordîneyeke hevbeş û rizgarkirina tevahî sînorê Iraq û Sûriyeyê
Piştî ku şervanên QSD‘ê gihaştin sînorê Iraqê yê rojhilatê Sûriyeyê, di 25‘ê Mijdara 2017‘an de koordîneyeke hevbeş bi Hêzên Artêşa Iraqê re ava kirin. Armanca vê koordîneyê parastina xeta sînor di navbera her du welatan de ji çeteyên DAIŞ‘ê bû.
Koordîneya di navebera her du aliyan de gihaşt avakirina nuqteyên kontrolkirinê li dirêjahiya sînorê gundewarên Hol û bajarokê Baxoz.
Di heman demê de, tîmên destwerdana lezgîn û antîterorê yên girêdayî QSD‘ê operasyoneke berfireh li dijî hucreyên veşartî yên DAIŞ‘ê da destpêkirin, li ser vê yekê bi dehan şande hatin girtin û erebeyên bombebarkirî hatin bêbandorkirin.
DAIŞ li çolistanê tune bû
Piştî rizgarkirina tevahî çolistana Cizîrê, çavê şervanan çû ser bajarê Hecîn ku yekemîn baregeh li rojhilatê çem dikeve, her wiha jî ya dawîn li rex çem e.
QSD‘ê hemû amadekariyên xwe bi dawî kirin da ku di demên pêş de pêngava nû dest pê bike, nemaze piştî mîsogerkirina ewlehiya sivîlan û vekirina korîdorên ewlehiyê ji bo rizgarkirina wan.
Bîlançoya nîşaneya serkeftina gel li hemberî tarîtiya DAIŞ‘ê
Di nava salekê de ji pêngava rizgarkirinê Meclisa Sivîl a Dêrazorê di dawiya meha Îlona 2017‘an de hate damezirandin, şêniyên herêmê di bin sîwana vê rêveberiyê de xwe bi rêxistin kir û jiyana xwe ji nû ve geş kir. Her wiha 13 meclisên herêmê li gundewarên rojhilat û rojavayê Dêrazorê û 5 hezar komîn hatin avakirin, di heman demê de 4 şaredariyên gel hatin vekirin.
Piştî rizgarkirinê û vegera aramiyê piraniya dibistanên gund û bajarok ji aliyê Komîteya Perwerdeyê ya Meclisa Sivîl ve hatin vekirin û zêdetirî 140 hezar xwendekar ji aliyê 5 hezar mamosteyan ve perwerde dibin.
Her wiha Akademiyên Civaka Demokratîk ên jin û ciwanan hatin vekirin da ku civakeke azad û birêxistinkirî ku xwe bi xwe, xwe bi rê ve bibe, bê afirandin.
Meclisa Sivîl a Dêrazorê bi hemû meclisên xwe yên rêveber û zagonsaz gavên pir mezin di aliyê birêxistinkirin û xizmeta welatiyan de avêtin.
Li Dêrazorê, mîna herêmên din ên rizgarkirî yên Bakurê Sûriyeyê yê pergaleke birêxistinkirî di aliyên civakî, ewlehî, aborî, perwerde û hwd. de hatiye pêkanîn, di rojên dawîn de jî beşdarî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû.[1]