‘#Efrîn# warê me ye û em dev jê bernadin’
Vîndar Roj/ Şehba
Gelê Efrînê li herêma Şehbayê bi hêviya vegereke bi rûmet li ser axa xwe jiyan dikin. Dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê darên welatiyên Efrînê jê dikin û dest datînin ser milkên wan. Jinên Efrînê anîn ziman ku “Ger dar jî nebin axa bav û kalên me ji me re ye”.
Gelê Efrînê zêdetirî 5 sala ye bi darê zorê ji xaka xwe bi darê zorê hatiye derxistin û li herêma Şehbayê jiyan dikin. Bicihbûna welatiyên Efrînê li Şehbayê tu carî hêviyên wan yên veger û herzkirina wan ji Efrînê re qut nekirî ye. Her çiqasî dagirkeriya Tirkiyê mal û milkên gelê resen talan kiriye jî, lê belê gel bi îsrare ku vegere ser axa xwe. Her sal bi hatina demsala komkirina zeytûnan re êşa gel zêdetir dibe. Çeteyên dagirker hemû daran piraniya darên zeytûnan qutkirine, her wiha berhemên gel didizin û talan dikin. Gelê Efrînê ji berhemên xwe yê zeytûnan bê par in û bi hesret û hêviya dîtina dar û axa xwe jiyan dikin.
Têkildarî komkirin û qutkirina çeteyan ji darên welatiyên Efrînê re. Jinên Efrînî yên bi navê Zeyneb Mihemed û Litfiya Menan yên ku li kampa Serdem jiyan dikin nêrînên xwe anîn ziman.
‘Çeteyan mal û erdên me talan kirin e”
Zeyneb a ku ji navçeya Reco ye anî ziman ku dagirkeriyê dest daniye ser hemû dar û milkên wan û wiha got: “Dema Em di encama şerê dagirkeriyê de derbasî herêma Şehbayê bûn. Artêşa Tirk û komên çeteyan li gundên me bi cih bûn û dest danîn ser hemû milik, dar û berên me. 100 darên me yên zeytûnan hebûn û ew jî tev hatin birîn û talan kirin. Çeteyan rê neda ku xizmên me xizmeta darên me bikin. Ji wê demê heyanî niha her sal çete berhemên zeytûnan ji xwe re kom dikin û destdanîne ser mal û milkên me jî”.
‘Efrîn wê bimîne ji gelê wê re’
Her wiha zeyneb bilêv kir ku rojek derbas nabe bêyî ku em bi axa xwe nehizirin û wiha domand: “Em mirovê temen mezin in dûrketina ji welêt bi me gelek zehmet e. Em hewil didin ku jiyana me bi rengekî asayî derbas bibe. Lê rojek derbas nabe bêyî ku em lorandinekê ji axa Efrînê re nekim. Efrîn barekî giran e û wê bimîne ji gelê wê re. Her çiqasî dagirkerî xwe tê de mayînde bike lê em ê, dûr nêzîk lê vegerin û wê azadbikin.”
‘Hêviyên me yên vegera Efrînê roj bi roj mezintir dibe’
Litfiyê ji navçeya Bilbilê, diyar kir ku komên çeteyan ji binî ve darên wan ên zeytûnan jê kirin û wiha domand: “Di Efrînê de zêdetirî 1500 darên me yên zeytûnan hene, komên çeteyan hemû darên me yên ku bi sed sala ye me xwedî û mezin kirine, ji binî de hilkirin û firotin. Li Efrînê zêdeyî 1500 dar hatine jêkirin û tu kes nikare li hemberî wan dengê xwe derxîne. Ev hovîtiya ku tê kirin ne tiştekî ji rêzê ye. Keda sed salan tê binpêkirin û ji holê tê rakirin. Dagirkeriya Tirkiyê bi vê yekê dixwaze vegera me ya Efrînê asteng bike. Lê her çiqas dar û malên me talan bike, hîn zêde hêrs û kîna me mezintir dibe”.
‘Dagirkerî wê nikaribe pilanên xwe li Efrînê pêkbîne’
Litfiyê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku dagirkeriya Tirkiyê wê planên xwe li ser axa wan bi cih neyîne û wiha got: “Berxwedanî û têkoşîna ku tê kirin ne ya rojekê û salekê ye. Ev têkoşîna deh sala ye, me xwîna xwe û ya zarokên xwe di vê oxirê de da ye. Ji ber vê yekê wê hemû jiyana me di oxira rizgarkirina Efrînê de be. Herweha wê li Efrînê tucarî planên dagirkeriyê li ser axa pîroz neyên pêkanîn”.[1]