Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,066
Wêne
  123,229
Pirtûk PDF
  22,020
Faylên peywendîdar
  124,348
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,561
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,142
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,630
عربي - Arabic 
43,332
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,339
فارسی - Farsi 
15,454
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,018
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,487
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,814
Kurtelêkolîn 
6,748
Şehîdan 
4,490
Enfalkirî 
4,682
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,174
PDF 
34,580
MP4 
3,799
IMG 
232,007
∑   Hemû bi hev re 
271,560
Lêgerîna naverokê
‘Li çapxaniyê kaxezên sibî bi xwînê hatin rengkirin’
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Di cihê lêgerîna me de bi rastnivîsa rast bigerin, hûnê encamên xwestinê bibînin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
‘Li çapxaniyê kaxezên sibî bi xwînê hatin rengkirin’
Birûc Resûl/Qamişlo

Di êrişa dijminên mirovahiyê û qirkeran de, kaxezên#Çapxan# iyê bi xwînê hatin rengkirin, dengê kenê kêliya dawî di nava kaxezan de asê ma, agirê çapxaniyê vemirî, lê agirê dilê hevalên wan şehîdan hîn jî gur e, endamên Çapxaniya Sîmav yên ku ji êrişa dagirkeriya Tirk rizgar bûn bi van hevokan kêliyên êrîşa hovane û şehadeta hevalên xwe vegotin.
Di 25`ê Berfenbara 2023`an de 27 karkerên jin û mêr li Çapxaneya Sîmav a li bajarê Qamişlo wek her roj kar û xebatên çapkirina pirtûkan dikirin. Dewleta Tirk a qirker ku li ser xwîna gelê kurd xwe ava kiriye, careke din komkujiyeke hovane pêk anî û çapxaniya Sîmav bombebaran kir. ken û gotin bi dengê bombebaranê re ji holê rabûn û li ser kaxezên spî li şûna hibrê, xwîna pîroz rijiya. Di encama bombebaranê de Rêveberên çapxaneyê Ferhan Xelef û Bêrîvan Mihemed, herwiha xebatkarên çapxaniyê Husên Ehmed, Riyad Mamo, Rênas Hemîd û Ferhan Temê şehîd bûn.
Xebatkarên Çapxaniya Sîmav ku bûn şahidê êrişa hovane ya ku li dijî çapxaniyê pêk hat, derbarê kêliyên destpêkê yên êrişê ji rojnameya me re axivîn.
‘Kenê hevalên min di nava çapxaniyê de asê ma’
Xebatkara çapxaniya Sîmav Fatima Elî wiha dest bi vegotin serpahtiya bombebaran çapaxaniyê kir: “Ez yek ji karkerên ku ji bombebarankirina çapxaneya Sîmav hatim rizgar kirin. Lê wêne ji bîr nabe, kêliya destpêkê ya êrişê ji bîra min naçe. Ew kêlî wekî kabûsekî ji mejiyê min dernayê. Ez û hevalê xwe yên çapxaniyê wekî malbatekê bi hevre dijiyan, tu gotin nikare wê roja reş îfade bike. Wêneyê hevalên min hê jî di hişê min de asê mane. Piştî êrişê ez ji nava xirbeyên çapxaneyê derketim û min dît ku agir bi çapxanê ketiya û xuîne hevalê min li erdê diherke. Min ne dizanî ku ez çibikin matmayî mam. Piştî vê yekê ne min Bêrîvan û ne jî hevalên xwe dîtin. Ken û gotinê min û hevalên min di nava agirê çapxaniyê de asê ma û agirê ku bi çapxaniyê ketibû dilî min jî şewitand.”
Çapxana di nava agir û xwînê de mabû
Piştî êrişê bi çend çirkeyan, da ku fêm bike çi qewimî, Fatma derket hewşa çapxaniyê, lê wêne cûda bû, çapxane di nava agir û xwînê de mabû. Fatma wiha dewamî da gotinên xwe: “Min hevalên xwe dît ku liv û tevger ji wan naye, çavên min wêneyên birîndaran dîtin, jiêşê dinaliyan, qîrîna bilind dilê min hejand. Naxwazim wan kêliyên bi êş bînim bîra xwe.”
Derbarê kêliya piştî êrişê û rizgarbûnê Fatima wiha got: “Ez felc bûm, bêçare bûm, nikarîbûm bilivim. Êdî lingên min nedikarîn min hilgirin. Ez ji çapxaneyê derketim û li pêş çavên min laşê hevalên min di nava xwînê de mabûn. Min bi çavê xwe didît, lê min bawer nedikr ku tişa çavên dibîne, raste.”
Fatimê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew bi şehadeta hevriyên xwe serbilinde û wê wan ti carî ji bîr neke û axaftina xwe wiha qedand: “Hevriyên min yên şehîd ku wêneyên şehîdan çap dikirin, îro ew bûn şehîd û xelata nimirina wergirtin. Emê li ser şopa wan xebatên xwe dewam bikin û em nahêlin ku dijmin armanca xwe pêk bîne.”
Alan nizanîbû ku ew xatirxwestina dawî bû
Yek ji xebatkarên çapxaniyê ku çend xulekan berî topbarana ji çapxaniyê derketibû wiha dest bi axaftina xwe kir: “Beriya çend xulekan ji êrişê ez derketim, dema ku em gihîştin şaxê duyemîn yêçapxaneyê ku li bazarê ye , me bihîst ku çapxane hatiye bombekirin, lewma ez bi lez vegeriyam çapxaneyê . Di çapxaneyê de kes tunebû, tenê agirê ku agirkujan hewl didan vemirîne û kaxiz, wêranî û xwîn hebû. Her tişt şewitî.”
Alan piştî bombebarana çapxaniyê li hevalên xwe li nexweşxaneyan digeriya, wî hin hevalên xwe dît, yek ji wan bi navê Selma ye, wan jî re diyar kiribûn ku piştî êrişê şehîd Bêrîvan û Hisên li erdê dîtin, wan hewl da ku wan rakin, lê wê demê Bêrîvan û Hisên şehîd bibûn.”
Alan Osman di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em ne hêzeke leşkerî bûn, em sivîl bûn. Lê belê dagirkerî ferqê naxe navbera sivîl û leşkeran de, her kesê ku dixwaze azad bijî dike hedef.”
Hêjayî bibîranînê ku di êrişên dagirkeriya Tirk yên 25’ê Berfanbara 2023’an yên li ser bajarê Qamişlo de 8 welatî şehîd bûn, herwiha gelek welatî jî birîndar bû. Dagirkeriyê di wê êrîşê de, wekî her car welatiyên sivîl kir armanc û rûyê xwe yê faşîst û xwînmij ji her kesî re eşkere kir. herwiha vê dagirkeriya li dijî gelê kurd bi 10’an komkujî pêk anîne û bi 100 hezaran kurd qetil kirin e.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,242 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://ronahi.net/ - 07-02-2025
Gotarên Girêdayî: 51
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 30-12-2023 (2 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Kategorîya Naverokê: Doza Kurd
Welat- Herêm: Rojawa Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 07-02-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 17-02-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 17-02-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,242 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.187 çirke!