Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,724
Wêne
  123,375
Pirtûk PDF
  22,048
Faylên peywendîdar
  124,734
Video
  2,191
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,798
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,258
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,641
عربي - Arabic 
43,528
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,394
فارسی - Farsi 
15,543
English - English 
8,501
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,021
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,530
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,816
Kurtelêkolîn 
6,778
Şehîdan 
4,481
Enfalkirî 
4,732
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,217
PDF 
34,611
MP4 
3,812
IMG 
232,482
∑   Hemû bi hev re 
272,122
Lêgerîna naverokê
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (221): Bînerdayînin ser binpêkirin û tewanên “El’cebhe El’şamiyê”, talankirina 75% ji werza zeytûnê
Pol, Kom: Belgename
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya projeya herî mezin a arşîvkirina zanîna (agahiyên) me ye..
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (221): Bînerdayînin ser binpêkirin û tewanên “El’cebhe El’şamiyê”, talankirina 75% ji werza zeytûnê
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (221): Bînerdayînin ser binpêkirin û tewanên “El’cebhe El’şamiyê”, talankirina 75% ji werza zeytûnê
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (221): Bînerdayînin li ser binpêkirin û tewanên “El’cebhe El’şamiyê”, talankirina 75% ji werza zeytûna, pevçûnin li “Meydankê”, şewatin di daristanan de.

Bi ser ku belgeya wî tijî binpêkirin û tewan e, karê wî li ser serê giropine nandozên Sûrî li Lîbiya bi serpereştiya Turkiyê, û cersandin û riswabûnên gihîştiniyê, “Mihemed El’ casêm – Ebû Emşe” serkêşê Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah” ê ji Hikometa Anqerê û istîxbaratên wê ve pir nêzîk, û yê ku rê jê re hatiye vekirin ku bandoriya xwe li Efrînê -piştî destêwerdana “Desteya Tehrîr El’şam” têde- fere bike, li vê dawiyê bînerdayînin li ser binpêkirin û tewanên Milîseyên “El’cebhe El’şamiyê” li Bajaroka “Mabeta” û gundine din ên di bin desteserkirina wan de bûn belav kirin, û daxwaz dike ku hin serkêşên “El’şamiyê” werin cezakirin, û ji “Encûmena Islamî ya Sûrî – Istanbûl” û “Hikometa Sûrî ya Demkî” doz dike ku “komîtên şopekirina rasteqînan” rêke wir; Ma gelo! “Hemahengiya Sûrî – Ixwanî” û yên li dorê yan aliyên din ên rikber û Civaka Navdewletî bi hewcî bînerdayînên tewankarekî li ser hevparê xwe yê tewankar e, ta ku bilive û zordariyan riswa bike û ên zor dîtine mafên wan lê vegerîne!?
Ev jî binpêkirin û tewanin têvel in:
= Bînerdayîn:
Piştî ku Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah” bajarok û gundin -berê di bin desteserkirina “El’cebhe El’şamiyê” û “Lîwa’i El’weqas” de bûn (ên ku “Desteya Tehrîr El’şam” ji Herêma Efrînê qewitandine)- desteser kirin, rabûn dest danîn ser biryargehên wan û hertiştê têde ku berê wan dizîbûn û talan kiribûn ji xwe re birin, û hewil didin bi riya belavkirina bînerdayînina li ser binpêkirin û tewanên “El’şamiyê” û vegerandina hin malên ku dest danîbûn ser ji xwediyan re li Gundê “Merwaniyê Jêrin” – Navça Cindirêsê û Bajaroka Mabeta, wêneya xwe xweşik û sipî bikin; Hin jê jî bi vîdyo hatine kişandin:
– “Osman Ne’iso” keyayê Gundê “Hisê/Mîrka” – N. Mabeta dipeyive ku çawa biryargeha aborî ya “El’şamiyê” vêrgî li ser werzên zeytûna ferz dikirin, û ji firotina nên -piştî rawestandina nanpêjgeha gund- çiqas qezenc dikirin, û milîseyên wê hin hemwelatiyên gund bi tuhmeta têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re digirtin û vêrgiyên diravî li ser wan ferz dikirin.
“Bînerdayîna “Osman Ne’iso” keyayê G. “Hisê/Mîrka” – N. Mabeta.”
– “Menan Henan” ji Gundê “Erendê” – Navça Şiyê tekez dike, ku Milîseyên “El’şamiyê” ji bo gera li kevneşopan û dizîna wan, dora /600/darên zeytûnê yên wî û pismamên wî li nêzîk gund hilkirin, û axa wê jî kolan û rêşkirin, ta ku erd kêl bû.
“Bînerdayîna “Menan Henan” ji G. “Erendê” – N. Şiyê.”
– Keyayê Gundê “Şiketka/Şiketa” jî – N. Şiyê dibêje Ku Milîseyên “El’şamiyê” kompiyûtereke “Laptop” û giropeke taqeta elektirîkroniyê ji dibistanê dizîn.
“Bînerdayîna keyayê G. “Şîtka” – N. Şiyê.”
= Girtinine bêsûcane:
– Li 25.10.2022an. Z, girtina Hemwelatî “Mihemed Mislim Qelender /35/ sal” ji xelkê B. “Mabeta”, ji aliyê Milîseyên “Ehrar El’şerqiyê” ve, bi behaneya ku wî berê zeviyeke zeytûna ye xalê xwe “Ezet Qelender” – li nêzîk “Pira Sûsê” û piştî çateriya bajarokê bi aliyê Reco ve -Bê agahdarkirina wan- beref kiriye.
– Li 26.10.2022an. Z, girtina Hemwelatî “Se’îd Mihemed Reşîd/Se’îd Tepe /56/ sal” ji xelkê Gundê “Şêx Mehmedlî – Meydana” – Navça Reco, ji aliyê rêbenda çekdar ve li çateriya Gundê “Emara” – Milîseyên “Ehrar El’şerqiyê”, û ta niha çarenûsa wî nediyar e; Divê bê zanîn jî ku ew li ser mîkrobasa xwe ya bînekan karê ajovaniyê dike.
= Werza (mûsima) zeytûna:
Bi ser destdanîna fere li ser malmewdanên hemwelatiyên ne li herêmê û ferzkirina vêrgiyan li ser berhema werza zeytûna bi tevahî de, girse û şêweyên dizînan – ji aliyê çekdaran û anîndeyên jê nêzîk ve – ên ku bi şev û roj dighêjin zeviyên zeytûna zêde pir e û ji salên berê pîstir e, bi ser wan payînên nerast ve yên ku milîs ji xwe re dikin behane, da ku vêrgiyên zêdetir werbigrin (parêzvanin bi xwe dizin jî); Wek nimûne:
– Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah” (yên ku Milîseyên “El’cebhe El’şamiyê” ji B. “Mabeta” qewitandine), vegerîn da ku 40% vêrgiyan li ser berhema zeytê ji malmewdanên ên ne li wir ferz bikin, û herweha jî 5% li tevahiya berhema werzê li gundên “Mistika, Erendê, Tirmûşa, Me’iserkê, Reca, Hisê/Mîrka û Şîtka” – herdu Navçên Şiyê û Mabeta, piştî qewtandina “El’şamiyê” jê.
– “Ebû Xalêd El’cebelî yê ji Gundê Cûzif – Çiyayê El’zawiyê/Idlib” û berpirsiyarê aboriya Milîseyên “El’lîwa’i 112” li Bajaroka “Be’idîna” bi quretî û qebhet şelandina çiwalên zeytûna (heryek /85/ KG) ji hin hemwelatiyan berdewam dike, bi ser de jî 50% vêrgiyan li ser berhema zeviyên hin kesên ne li wir ferz dike(wek nimûne: /140/dar ên Hemîd Şukrî Mistefa, /70/dar ên Selah Şukrî Mistefa), û çinîna berhema zeviyina bi tevahî bê ku beşekî jê ji bo xizmetguzatiya du salan ji xwediyan re bihêle(mîna: /90/dar – Ebdîn Kekec, /150/ dar – Kemal Arêf Elo, /200/dar – Dilovanber Mihemed Hemqaflo, /80/dar – Dilovanber Xelîl Kekec, /90/dar – Hesen Hisên Şe’iban, /70/dar – Idrîs Hisên Mistefa, /80/dar – Arêf Elgolik, /50/dar – Reşîd Ezet Mixtar, /500/dar – Ehmed Bêrem Elo, /100/dar – Mihemed Bekir Elî, /200/dar – Ferat Ebid El’letîf Hebeş, /80/dar – Mihemed Ehmed Şe’iban, /40/dar – Seydo Mihemed Îbiş) bi ser ku beşek ji wan ta niha werese ne, û yek ji dê û bav an yek ji herdu hevjînan an jî şûngirên (wekîl) xwedyên malmewdanan li wir in; Weha jî hin têne neçarkirin ku zeytûnên xwe li Guvêşgeha “Dumiliya-ya “Ûsame Rehal” – cîgirê serkêşê El’lîwa’i” biguvêşin.
– Li Gundê “Zerka” – N . Reco, Milîseyên “Feyleq El’mecid” berhema (/30/ darên “Horîk Dawod”, /13/ darên “Cemal Bîlal Miho” û /10/ darên “Mihemed Hemze” bi tevahî çinîn.
– Li G. “Kêla” – Navça Bilbilê, Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” berhema /20/ darên “Şiyar Mihemed Me’imo” çinîn.
– “Ednan El’xuweylêd/Ebû Wlîd El’ize – ji Bajarê Humsê” berpirsiyarê biryargeha aborî ya Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad”, hemî “rêdank – wekalet” li Gundê “Kotana” – N. Bilbilê baykot kirin, û 10% vêrgî li ser berhema zeytûna ya tevahiya xelkê gund ferz dike, û yê nede jî wê were kêmrûmetkirin û cezakirin.
“”Ednan El’xuweylêd/ Ebû Welîd El’ize” yê ji B. “Humsê”.”
– Milîseyên “Feyleq El’şam” qedexe dikin ku xelkê gundên “Qizilbaşa, Bêlê, Naza, Bakur Rojhilatê Meydankê” zeytûnê zeviyên xwe yên di bin desteseriya wan de beref bikin, ta 1.11.2022an. Z, bi behaneya ku berhema zeytûna li pêş guvêşgeha wan a li nêzîk Gundê “Naza” pir kom ser hev bûne, û wan neçar dikin ku divê tenê li wir biguvêşin, ta ku rêjeya dixwazin werbigrin, lê di heman demê de jî derfet û azadiyê didin dizan -çi çekdar an anînde bin- da ku bi şêwakî fere dizîna berê zeytûna bikin; Û pîvanên xelkê wan deveran nîşan didin ku dora75% ji werze wan gundan hatiye dizîn, lê giliyên xelkê jî bê sûde ne.
– Li 27.10.2022an. Z, li ser Riya “Meydana – Meydanekbezê” – N.Reco, Milîseyên “Feyleq El’şam” tevaya berê /60/darên zeytûnê yên mezin ên “Umer Qolaq Umer” ji xelkê Gundê “Gewenda – Meydana” dizîn.
– Milîseyên “Firqit El’hemze” 10% virgiyan li ser berhema tevaya werza zeytûna yên xelkê Gundê “Upila” – N.Bilibilê ferz dikin, û şormorên kêm ji Hemwelatî “Hisên Ibrahîm/65/sal” re – xelkê Gundê “Kerê – N. Bilbilê” kirin û gef bi lêdanê danê, di nav zeviyeke wî de ye nêzîk G. “Upila”, piştî ku wî red kir ku vêrgiyê ji zeytûna bide wan, û çar çiwal zeytûna (dora/350/KG) jê qopirandin.
– Ji heftakê ve, Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” /8/çiwal zeytûna (dora 650KG) ji hevjîna “Seydo Seydo kurê Bêrem” (ê ji dora du heyvan ve li Bajarê Efrînê bi tuhmeta têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re hatiye girtin) bi zorê birin, bi ser ku wê erêkirina berefkirina zeviyê hevjîna xwe ji encûmena xwechî jî wergirtibû.
– “Ferhan – berpirsiyarê rêbenda leşkerî” û “Ebû Hatêm” ji Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” dest dînane ser/100/darên zeytûn ên bergirtî û yên Hemwelatî “Letîfe Horo” ji xelkê Gundê “Eşûnê” – N. Bilbilê, bi ser ku ew li gund e, jinebî ye û sêwiyên wê jî hene.
= Geregoşî û serberdayetî:
LI 27.10.2022an. Z piştî Nivro, li orta Bajaroka “Meydankê”, bi sedema nelihevkirina li ser destdanîna ser zeviyên zeytûna yên xelkê bajarokê, di nav Milîseyên “Lîwa’i El’mu’itesêm/Firqit El’sultan Mûrad” û “Rîcal El’herb – mêrên şer” de pevçûnin çêbûn, û di encamê de endamek birîndar bû û sivîl jî tirsiyan.
= Şewatên daristanan:
Bi ser ku pileyên germahiyê nizmin jî, şewat li daristaneke nêzîk Bajaroka “Kefirsefrê” – Navça Cindirêsê dubare dibin, ev jî nîşan dide ku agir ji aliyê milîseyan de bi mebest di nav de têne vêxistin; Û “Berevaniya Sivîl li Efrînê” tekez kir, ku li 22.10.2022an. Z tîmên wê agirek li wir vemirandine û weha jî agireke din li 26.10.2022an. Z (ye ku ziyan gîhandiye /150/darî); Û ji wêneyên belavkirî tê xuyan ku çawa berê qutkirin ji darên wê daristanê re çêbûye.
“Şewatek li daristaneke nêzîk B. “Kefirsefrê” – N. Cindirêsê, 22.10.2022an. Z.”
“Şewatek li daristaneke nêzîk B. “Kefirsefrê” – N. Cindirêsê, 26.10.2022an. Z.”
= Binpêkirinine din:
– Piştî bendkirina wan bi rojekê, serkêşên Milîseyên “Lîwa’i Siqor El’şemal” li Gundê “Carê/Elîcaro” – N.Bilbilê şerê xwe di Hemwelatî “Reşîd Henan Îbo – Rêvebirê dibistanê, Hemze Xelîl Ibrahîm” dan û mekin li wan xistin, ji ber ku wan zeytûn berf kirin û nehîştin berhem ji aliyê wan milîseyan ve were talankirin û dizîn.
– Piştî qewtandina “El’şamiyê” û desteserkirina “El’emşat” li ser gundên “Mistika û Kela” – N.Şiyê, çekdarên “El’emşat”, ji bo êzinkirin û bazirganiyê, bi rengekî fere dest bi qutkirina daristanên derdora herdu gundan kirin.
– Ji heftakê ve, piştî ku Hemwelatî “Henan Şamo” ji xelkê Gundê “Kurzêlê” – Şêrewa, li sibê zû makîna xwe ya pîkab li Taxa Pêşesaziyê – B. Efrînê rawestand, da ku hin karên xwe li bazara keskahiyê biqedîne, ji aliyê çekdaran ve makîna wî hate dizîn.
Nakokî û hevrikiyên milîseyan roj li dû rojê asta geregoşiya ku li Herêma Efrînê serwerkirî liba dike, û herweha jî talankirina ku dighêje werza zeytûna -jêdera jiyankirina xelkê ya serekin- hişweriya dizîtiyê ya li ba serkêşên wan milîseyan û gendeliya ku di nav refên wan de belavbûyî riswa dike.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
Ev babet 1,067 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://yek-dem.net/ - 03-02-2024
Gotarên Girêdayî: 91
Pol, Kom: Belgename
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 30-10-2022 (3 Sal)
Bajêr: Efrîn
Cureya belgeyê: Werger
Şêweya belgeyê: Dîjîtal
Welat- Herêm: Rojawa Kurdistan
Zimanê eslî: Erebî
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 03-02-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 08-02-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 08-02-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,067 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.234 çirke!