Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,775
Wêne
  124,281
Pirtûk PDF
  22,112
Faylên peywendîdar
  126,236
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,066
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,606
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,981
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,637
فارسی - Farsi 
15,802
English - English 
8,530
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,032
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,179
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,822
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,560
Enfalkirî 
4,890
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,498
PDF 
34,738
MP4 
3,837
IMG 
234,380
∑   Hemû bi hev re 
274,453
Lêgerîna naverokê
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (212): Gundê “Keferşîlê” – destserdanîn û dizînin, komkujiyek li “Tilrif’etê”, kuştina temenmezinekê
Pol, Kom: Belgename
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Mebesta me ew e ku em wek her gelî bibin xwedî bingeheke niştimanî û netewî.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (212): Gundê “Keferşîlê” – destserdanîn û dizînin, komkujiyek li “Tilrif’etê”, kuştina temenmezinekê
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (212): Gundê “Keferşîlê” – destserdanîn û dizînin, komkujiyek li “Tilrif’etê”, kuştina temenmezinekê
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (212): Gundê “Keferşîlê” – destserdanîn û dizînin, komkujiyek li “Tilrif’etê”, kuştina temenmezinekê, girtinine bêsûcane, geregoşî û hilkirina darine hinarê.

Bi ser wan pirgotinên “hunguvîn” yên ji nav Hemahengiya Sûrî – ya Ixwanî li ser “aramî” û “vegerandina mafan” li herêmê derdikevin û têne cûtin, û li rex jî daxuyanên Erdoxan û tîpa “tîma” desthilatdariya wî li ser “vegera jixweber “, piraniya xelkê Efrînê yên ku di vê salê de vegerîne, li ba milîseyan rastî lêkolînan û peresitandinê hatin, û bi ser de jî girtinên bêsûcane bi serpereştî û şopandina Istîxbaratên Turkiyê.
Ev jî hin binpêkirin û tewanin têvel in:
= G. “Keferşîlê”:
Bi navenda Bajarê Efrînê ve girêdayî ye, /3/ K.M jê dûr e, ji dora /100/ malî pêkhatî ye, dora /500/ nişte ji nişteciyên Kurd ên resen têde bûn, tev di dema dijberiya bi ser herêmê de penaber bûn, jê dora /80 malbat = 250 nişte/ vegerîn û yên din jî zorane koçber bûn, û dora /3125/ nişte (/20 malbat = 125 nişte/ di malên dest danîne ser de, dora /100 malbat = 600 nişte/ di konên ku li kêlek coya avdanê hatine venandin de, û dora /400 malbat = 2400 nişte/ jî di avahiyên pirojeya bazara makînan a ku Rêveberiya Xweser a berê ava kiriye de) hatin niştecîkirin. Û di dema dijberiya ser herêmê de gund hate topebarankirin, û di encamê de sivîlek birîndar bû.
“Avahiyên pirojeya bazara makînan, G. “Keferşîlê” – B.Efrînê, berî niştecîkirina anîndeyan.”
Milîseyên “Firqit El’hemzat” gund desteser dikin, berî gihîştina yên vegerîne piraniya kelûpelên malan dizîn, mîna: Xwarinvexwarin, firaxên baqirî, cerên gazê, şaşên tilvizyûna, alav û amûrên elektirîkê, amûrên taqeta Royê, û hemî tiştmiştên /20/ malên ku dest danîne ser; Û herweha jî giropa zayendkirina elektirîkê (ampêran) û toreya wê, guheztok (tirans) û keblên toreya elektirîkê ya giştiyane; Lê, Kompaniya (fabrîka) Elektirîkê ya Turkiyê ya ku li herêmê kar dike jî dîrakên toreyê vekirin û tevî dûmahîkên mane jî guhestin, bi sozê ku ji nû ve toreyê damezrîne, lê ta niha soz nehatiye cîbicîkirin .
“Dizîna guheztok û keblên toreya elektirîkê ya giştî, G. “Keferşîlê”.”
Û weha wan lûle û avreşên “bexax” toreya avdanên ên hin erdên çandiniyê, û hejmarek ji makînan (ên ku hatin vegerandin piştî dandina xwediyan ji vêrgiyên bilind re, yek jê jî ya Hemwelatî “Mihemed Silêman” e) dizîn.
Û ew dest dîdinin ser çandingeha “Ebdîn Bekir” a ku ji malekê û /40/ darî biber pêk tê, û ser /155/ darên zeytûnê yên “Ebid El’rehman Mehmûd Silêman”; Guvêşgeha zeytûna ya “Xalêd Mihemed Ebid El’rehman” -bi ser ku ew li gund de jî- bi zorê bi hevparî “ortaqî” bi kar tînin; Û 15 -20% vêrgî li ser werzên (mûsim) zeytûna ferz dikin, û ji bilî wê jî dizînên nêzerojane jî ji aliyê çekdar û anîndeyên jê ve nêzîk, ji hemî werzên çandiniyê re (zeytûn, hinar, gûz, sêv…û H.W.D), bê ku yek ji xelkê kanibe li pêşiya wan bisekine yan giliyekî li dijî wan pêşkêş bike.
Û wan bihezaran darên zeytûnê -jê yên Hemwelatî “Hisên Hecî” ne, G. “Elemdara”- bi rengekî hov û bê wijdan ji bo êzingkirinê û bazirganiyê qut kirin. Bi ser de jî çêrandina bêwijdan ji keriyên pêz û dewaran re, di nav zeviyên zeytûna û erdên çandiniyê de.
Herweha wan cîgeha Zaretgeha “Şêx Mihemed” û goristana gund, ji bo lêgerîna li kevneşop û kinzên binerd kolan û tevdan; Û hêzên dagîrkeriyê û milîseyên wê hema bi gihîştina gund re, Goristana “Pakrewan Avêsta” tarûmar kirin.
“Goristana “Pakrewan Avêsta” li G. “Keferşîlê”, berî û piştî tarûmarkirin û rêşkirinê.”
Û di çarçewa tevegera olî ya hişkbawer û çalak de, li 1.9.2020an. Z, di mizgefta gund de, amojgehek bi navê “Amojgeha Seyidne Yehye Eleyhê El’selam” hate damezrandin, da ku tê de hînkeriyên olî, lezberkirina “Qur’anê” û dersên siyasî bidin zarokan.
“Amojgeha “Seyidne Yehye Eleyhî El’selam” digel meşekê ji xwendekatên wê re.”
Weha jî, xelkên ku li gund mane rastî cûrbecûrên binpêkirinên têkel hatin, mîna: Revandin, girtinên bêsûcane, îşkencekirin û perexwestin û hin kiryarên din, û ev kes jî (Ednan Cimo/63/sal, û hevjîn, bira, kur û keça wî) ji wan in.
= Qurbanîne kuştî û birîndar ji ber bombebarana Turkî:
Li 24.8.2022an. Z, Artêşa Turkiyê komkujiyek di dermafê sivîlan de pêk anî. Wê bi balafireke bê’ajovan û kontirolkirî şuştingeheke makînan li orta B. “Tilrif’etê” – Bakurê Sûriyê -ya tijî koçberbûyên Efrînê- bombebaran kir, û di encamê de ziyanin şênberî çêbûn û hin hatin kuştin û hin jî birîndar bûn, û ew jî ev in: Pakrewan (Hemze Îbo Birîm /21/ sal – Gundê “Kêla” û ji endamên Hêzên Rizgarkirina Efrînê, Navxweş Reşîd Elîko /28/ sal – Gundê “Kotana” û xwediyê şuştingehê, Fatmê Osman Me’imo /29/ sal – Gundê “Hisê/Mîrka”, Zûhêr Ebid El’rehman Mihemed /36/ sal – Gundê “Tilifê” û yê ku piştî du rojan ji ber birîna xwe miriye), û birîndar (Hisên Mûrad /13/ sal, Semîr Ebid El’qadêr Reşo /31/ sal, Menan Reşîd Hesen /57/ sal, Edhem Reşîd Henan /54/ sal, Egîd Fexrî Şêxo /32/ sal, Zên Hisên Hisên /13/ sal) .
“Pakrewan (Hemze Îbo Birîm/21/sal, Navxweş Reşîd Elîko/28/sal, Fatmê Osman Me’imo/29/sal, Zûhêr Ebid El’rehman/26/sal).”
Û pakrewan “Hemze” makîna bûkê di roja dewata xwe de amede dikir, lê dewat bi oxirkirina cendeka bo cîgeha wî ya abedîn hate guhestin.
Û Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” qedexe kirin, ku birayê pakrewan “Navxweş” ê li G. “Kotana” encûmeneke sersaxiyê veke yan sersaxberan pêşewaz bike, û weha jî ew neça kirin -weke ku tiştek nebûbe- here kar.
“Şûştingeha makînan a li orta B.”Tulrif’etê” û balafira bê ajovan(kontirolkirî) a Turkî armanc kiriye, 24.8.2022. Z.”
Û divê were bîranîn jî ku li 15.8.2022an. Z, Artêşa Turkiyê Gundê “Bênê” – Şêrewa (ya di bin desteserkirina Artêşa Sûriyê de) topebaran kir, û avêjteyek li kastîna dibistanê ket, û yeke din jî li Mala “Mihemed Umer Bekro” ket (a ku beşek jê hate hilweşandin, û ji ber agirê bi bermîla mazotê ketî jî hate şewtandin û matorek jî têde şewitî), û weha jî Zarok “Ehmed Îmad Îbiş /13/ sal” ji xelkê Gundê “Basilê” yên penaberbûyî birîndar bû.
“Dibistaneke armanckirî li G. “Bênê” – Şêrewa, 15.8.2022. Z.”
“Maleke armanckirî li G. “Bênê” – Şêrewa, 15.8.2022. Z.”
= Kuştina jineke temenmezin:
Li Roja Pêncşemê piştî Nîvro 25.8.2022an. Z, dema ku hewşa malê paqij dikir, ji nişka ve ket, û ji bo dermankirine bo Bajaroka “Reco” û di dû re jî bo Bajarê Efrînê hate birin, lê berî bighêje nexweşxanê, ew ji ber darvandina xwînê ya hundirîn mir, û bijîşkan qurşînek di govdeyê wê de dîtin.
Ew temenmezina “Reyhanê Mihemed e – keça Umer /70/ sal û ji xelkê Gundê Çençeliya” ye, û ya ku qurşînek lêketî, ji ber avêtina qurşînên pir ji aliyê çekdar û anindeyên Milîseyên “Feyleq El’şam” di dewateke xortekî ji anîndeyan de, li Gundê “Hucemala” yê hevcîwar, di siya geregoşiya hilgirtina çekan û avêtina qurşînan bi rengekî pir û tewşankî û ta ji çekên orte jî di dewatan de…Û vê ku lêkolînek vebe û tewankar werin cezakirin, temenmezina vêguneh hate veşartin, û ev tewana wê li dijî kê di herêma “Erdoxan ya Aramkirî” de were tomarkirin?
“Kuştiya vêguneh “Rihanê Mihemed keça Umer”.”
= Girtinine bêsûcane:
– Ji xelkê Gundê “Qerebaba” – Navça Reco: Girtina Hemwelatî “Ziyad Ezet Bekir(Mamê) /32/ sal” li 21.7.2022an. Z, li dema ku ji Heleb – ciyê penaberiyê vegeriye da ku li bavê xwe yê nexweş seke, û di kêliya gihîştiye gund de; Û “Ebid El’selam Elî Miqdad /30/ sal” ji bêtirî sê heyvan ve, bi tuhmeyên çêkirî, û ji aliyê Milîseyên “Feyleq El’şam” û “Asayêşa Leşkerî li Reco” ve; Û ta niha herdu bêsûcane bendkirî ne.
– Li Pûşpera 2022an. Z, girtina Hewelatî “Mihemed Isma’îl Mihemed /35/ sal” ji xelkê Gundê “Reca” – Navça Mabeta, ji aliyê “Asayêşa Leşkerî li Efrînê” ve, bi tuhmeteke çêkirî, di encama fisûkiyeke xirecirên mabatiyane de; Û zorane hate veşartin, ta ku ji heftakê ve xwediyên wî kanîn di Hepsa “Maratê” de- B.Efrînê têkildarî vêre bikirana.
– Ji xelkê Gundê “Dîkê” – N.Reco: Istîxbaratên Turkiyê û “Asayêşa leşkerî li Efrînê” herdu Hemwelatî (“Mihemed Menan Ne’iso Bîlal /27/ sal” li 5.7.2022an. Z ji ciyê karê wî li Xweringeh “Kebso” li bajêr, û “Selah Reşîd Hemo /39/ sal” li 23.8.2022an. Z ji mala wî li bajêr) girtin; Weha jî “Şêxo Seydo Hemo /66/ sal” li 22.8.2022an. Z, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û ewlehiyeta(emniyet) “Feyleq El’şam” ve, li Bajaroka Ekbezmeydanê, piştî deh rojan ji vegera wî ji Heleb hate girtin; Û bi tuhmetên têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re, û ta niha ew bêsûcane bendkirî ne.
– Li navîna Tîrmeha 2022an. Z, girtina Hemwelatî “Rukin El’dîn Mihemed Ebdo(Çerçî) /30/ sal”
ji xelkê Bajaroka “Be’idîna”, ji ciyê rabûnrûniştina li B.Efrînê, ji aliyê Milîseyên “Asayêşa Leşkerî” ve, bi tuhmeta têkeliyê bi R.X a berê e, û ji heftakê ve hate berdan.
Û divê bê bîrhatin ku birayê wî yê mezintirîn “Ibrahîm Xelîl Ebdo kurê Mihemed /44/ sal” ji kêlîdema ku hatiye revandin ve li 3.5.2019an, zorane veşartî ye û çarenûs wendayî ye.
– Li 8.8.2022an. Z, girtina ciwanê negîhayî “Remzî Remzî Kêlo /16/ sal” ji xelkê Gundê “Erendê” û li Gundê “Sorkê” rûniştî – Navça Reco, ji aliyê Milîseyên “Asayêşa Sivîlî li Reco” ve, bi tuhmeteke çêkirî, û ta niha -bê têkildarî bi xwediyên xwe re- bêsûcane bendkirî ye.
– Ji xelkê Gundê “Me’ireskê” – N.Şera ya nêzîkî Ezazê: Girtina Hemwelatî (“Ehmed Tobal Hemo kurê Yûsif /45/ sal” – rêvebirê dibistanê li 14.8.2022an. Z, “Mihemed Ezet Hec Oso /34/ sal” li 17.8.2022an. Z, “Mihemed Elî Yûsêf /69/ sal” li 22.8.2022an. Z, “Ehmed Beşîr Xelîl /30/ sal” li 25.8.2022an. Z), ji aliyê Milîseyên “El’cebhe El’şamiyê” û “Yekîneya Kokirina Terorê li Ezazê” ve, bi tuhmetên çêkirî, û ta niha ji bilî “Ehmed Xelîl” (ê ku li roja din ji girtinê hatiye berdan, piştî ferzkirina vêrgiyeke diravî ye mezin li ser) hemî bêsûcane bendkirî ne.
Divê bi bîr were jî ku Hemwelatî “Ehmed Xelîl kurê Ebid El’henan /40/ sal” ji xelkê gund ta niha çarenûs wendayî ye, ji dema revandin/girtina wî ve, ji berî dora salekê û neh heyvan ve.
– Ji deh rojan ve, girtina Hemwelatî “Mistefa Mûrad Zîbar /65/ sal” ji xelkê Gundê “Me’imila” – Navça Reco, ji aliyê Milîseyên “Asayêşa Sivîlî” ve, bi behaneya pişikdariya wî di payandina şevayî de, li dema R.X a berê, û piştî du rojan û ferzkirina sezayeke diravî li ser hate berdan.
– Li 22.8.2022an. Z, girtina hemwelatî “Ebid El’rehman Mihemed Îbo /23/ sal, birayê wî Mehmûd Mihemed Îbo /27/ sal, Mistefa Nûrî Hec Hesen/30/sal, Mihemed Arêf Osman /30/ sal, Nedîm Osman Ebdo /26/ sal, Hesen Salêh Osman /35/ sal” ji xelkê Gundê “Kurzêlê” – Şêrewa, ji aliyê Milîseyên “El’cebhe El’şamiyê” ve, bi tuhmetên çêkirî, û ew rastî lêdan û kêmrûmetkirinê hatin, û piştî şeş katan hatin berdan, lê “Hesen Osman” bo Hepsa “Kefircenê” ya taybet hate guhestin, û li roja din hate berdan.
– Li 24.8.2022an. Z, girtina hemwelatî “Ciwan Umer Umer /38/ sal, Şêrvan Mihemed Elî kurê Xelîl /27/ sal, Ebid El’rehman Ristem kurê Nûrî /28/ sal, Fethî Qasêm kurê Hisên /35/ sal, Mihemed Îbo kurê Silêman /27/ sal” ji xelkê Bajaroka “Basûtê” – Şêrewa, ji aliyê Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Efrînê” ve, bi tuhmetên têkeliyê bi R.X a berê re.
= Geregoşî û serberdayetî:
– Li 26.8.2022an. Z, di encama hevrikî û nelihevkirina di navêna Milîseyên “Firqit El’mu’itesêm” û “Firqit El’hemzat” de, li ser deverên bandoriyê, dizîn û riyên qaçaxiya sînorî, careke din tevlihevî kete nav Gundê “Ze’irê” de – Navça Bilbilê; Û berê jî li 7.8.2022an. Z, pevçûnin di navêna herdu aliyan de derketin holê, û di encamê de, /4/ endam rengereng birîndar bûn, û bûyerê Milîseyên “Asayêşa Leşkerî” neçar kir ku destêwerdanê bikin, da ku wan çareser bikin.
– Li 27.8.2022an. Z, çekdarine ji Êla Mewalî (yênketine nav refên Milîseyên “Firqit El’hemzat” ya Gundê “Kokanê Jêrin” – N. Mabeta desteser dike), hatin pêşiya giropeke gerok a Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Efrînê” û li makîna wê dan û endamên wê jî dîl kirin, piştî ku qurşîn avêtin hev, vêca rewşê neçar kir, ku hîn bêtir Hêzên “Mewalî” – “El’hemzat” ji gundên derdorê destêwerdanê bikin, û ew rewş jî li dû beşdarbûna giropê ji bo girtina yekî daxwazkirî çêbû, lê li dawiyê piştî ku ji gund hate qewtandin, stubariya xwe cibicî nekir û vegerî.
= Binpêkirinine din:
Li vê dawiyê Milîseyên “Ehrar El’şerqiyê” dora /1200/ darên hinarê yên mezin li deşta Gundê “Şediya”, N.Reco yên koçberbûyê zorane “Hisên Ehmed Ce’ifer” ji xelkê G. “Me’imila” hilkirin, bi ser hebûna yê ku li “Şediya” şûnê digre, û ji çar salan ve jî rêvebiriya zeviyê dike.
Binpêkirinên ku li dijî yên li dû hev vedigerin Efrînê pêk tên, çîroka Erdoxan ya li ser “herêma aram” li erdê dixin û derew dertînin, û careke din berdewamiya siyaseta dijayetiyê ya rêbazkirî li dijî Kurdan û rola wan li Sûriyê tekez dikin.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
Ev babet 1,159 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://yek-dem.net/ - 03-02-2024
Gotarên Girêdayî: 91
Pol, Kom: Belgename
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 28-08-2022 (4 Sal)
Bajêr: Efrîn
Cureya belgeyê: Werger
Şêweya belgeyê: Dîjîtal
Welat- Herêm: Rojawa Kurdistan
Zimanê eslî: Erebî
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 03-02-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 08-02-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 08-02-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,159 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.39 çirke!