Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  586,069
Wêne
  124,400
Pirtûk PDF
  22,119
Faylên peywendîdar
  126,461
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,317
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,685
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,750
عربي - Arabic 
44,095
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,711
فارسی - Farsi 
15,883
English - English 
8,533
Türkçe - Turkish 
3,836
Deutsch - German 
2,037
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,580
Cih 
1,181
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,823
Kurtelêkolîn 
6,831
Şehîdan 
4,557
Enfalkirî 
4,964
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,499
PDF 
34,764
MP4 
3,993
IMG 
234,717
∑   Hemû bi hev re 
274,973
Lêgerîna naverokê
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (154): Gundên “Qaşa û Cela” yên dagîrkirî, roxandina goristanekê û derxistina termên şehîdan jê
Pol, Kom: Belgename
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Mebesta me ew e ku em wek her gelî bibin xwedî bingeheke niştimanî û netewî.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (154): Gundên “Qaşa û Cela” yên dagîrkirî, roxandina goristanekê û derxistina termên şehîdan jê
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (154): Gundên “Qaşa û Cela” yên dagîrkirî, roxandina goristanekê û derxistina termên şehîdan jê
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (154): Gundên “Qaşa û Cela” yên dagîrkirî, roxandina goristanekê û derxistina termên şehîdan jê û berevajîkirina rastiyan, topebarana Bajarê Efrînê û qurbanî.

i sê rojan ve destlatên Dagîrkeriya Turkiyê bi riya ragîhandina xwe û bi hevkariya hin ragîhandina rikberiya Sûriyê û hin din ên Ixwanî û Kenala “Elcezîrê” ya Qeterî, bi her awî hewil dikin ku şanoya dîtina “goristaneke komane ye kesine ku hêzên Kurdî berî ku li 18.3.2018an ji Efrînê derkevin ew îdam kirine, weke ew dibêjin”, û bi ragîhandineke fermî ji aliyê Şalyariya Bergiriyê ya Turkiyê û waliyê “Hetayê” ve, çêkin û belav bikin, da ku rewatiyê bidin talana xwe ji herêmê re, sûcê tewanên şer û tewanên li dijî mirovahiyê yên ku di dermafê mirov, dar û keviran de dikin ji ser xwe û milîseyên Islamewî yên pêve girêdayî rakin, û bi hewildaneke nû tewanbariya terorê bi Kurdan û hêzên wan ve bizelqînin û navûdengê wan li pêş cîhanê reş bikin.
Vaye emê beşekî ji wan tewanan rewan bikin:
= G.”Qaşa”:
“Giropeke wêneyan ji malên roxandî re, li G.”Qaşa”- N.Bilbilê.”
Gundekî çiyayî û biçûk e, girêdayî Navça Bilbilê ye û /12/ KM ji navenda wê dûr e, ji /50/ malî pêk tê, dora /300/ nişte ji nişteciyên Kurd ên resen lê rûdiniştin, tenê jê /35 malbat=100 nişte/ ji ber koçberkirina zorane lê man, û dora /15 malbat=100 nişte/ ji anîndeyan -piraniya wan ji Turkmanê Gundewarê Humsê ne- tê de hatin niştecîkirin.
Di dema êrişkeriyê de, dibistana gund a seretayî û deh mal ên van hemwelatiyan “Mihemed Hac Reşîd, Şe’iban Mistefa, Mihemed Horîk Xelîl, Mistefa Şe’iban Mistefa, Horîk Me’imo Reşîd, Hemîd Mihemed, Mihemed Şêxmûs Goçer, Mistefa Menan Reşo, Ebdo Elî Ebdo, Mihemed Silêman” bi giştî hatin roxandin, û herweha jî roxandina heyşt malan ên van hemwelatiyan “Ehmed Hemîd Mihemed, Ebdo Hac Reşîd, Bekir Goçer, Menan Mosak, Mehmûd Mistefa, Kemal Hac Reşîd, Fehîm Me’imo Xilo, Şêxmûs Umer Goçer” bi piçekî.
Milîseyên “Firqit Elsultan Mûrad” (ya ku “Ebû S’îd – ji xelkê Gundê “Kêsîn” – Gundewarê Humsê” serkêşiya wê di gund de dike) gund desteser dike, û ew e ya ku piraniya heyînên malan ji firaxên baqirî û qizêzî, amûrên elektirîkê, cerên gazê û tiştên din, herweha kebil (kêbil) û guheztoka (trans) toreya elektirîkê ya giştî, piraniya acetên guvêşgeha zeytûna ya “Mihemed Cûkêr – Bavê Bêkir”, du tirektorên çandiniyê yên “Çîlo Şêxo, Gîvara Reşo”, acetên çandiniyê (Kîlfetor, tirêle, /5/sîtêr guhestina avê), otombîlek salon Foks – servîs e “Yasîn Şêxo” , otombîlek cîp e “Fehîm Me’imo”, otombîlek teksî Sabe ye “Reşo Hac Reşîd” û hejmarek matorên duloqî diziye, her weha dest daniye ser dora /15/ hezar darên zeytûnê ji reseniya /25/ hezar dar ên xelkê gund, û dora /15%/ wek bace li ser werzên zeytûna ferz dike; û piraniya werzên tirî, simaq û behîva ji aliyê çekdar û anîndeyan ve têne dizîn.
Weha jî Cîgeha “Girê Sûsê” kola û tevda, ji bo lêgerîn û dizîna kevneşop û kinzan.
Di dema êrişkirina gund de, sê şervan ji Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di berevaniya di ber gund de pakrewan bûn, û dema xelk vedigeriyan gund, hemwelatî “Ednan Hac Reşîd Keko/55/sal” û “Fatme /70/ sal – Hevjîna Horîk Xelîl”, di encama teqîna bombeyeke zemînî ye di mala wê de şehîd ketin; Herweha jî xelkê gund rastî rengereng binpêkirinan hatin, jê: Girtina /11/hemwelatiyan û tûşîhatina wan ji işkencekirinên govdeyî û derûnî yên mekin û danûstandinên hişk re, bi ser de jî neçarkirina wan di hepsê de ji rojî û nimêjê re, û fitarvekirin jî her /24/ katan sendewîçek bû.
= G.”Cela”:
“Goropeke wêneyan ji malên roxandî re, li G.”Cela”- N.Reco.”
Bi Navça Reco ve girêdayî ye û /12/ KM ji navenda wê dûr e, ji dora /80/malî pêk tê, dora /350/ nişte ji nişteciyên Kurd ên resen têde bûn, bi sedema keçberkirina zorane tenê dora /15 malbat= 45 nişte/ tê de man, û dora /70 malbat = 400 nişte/ ji anîndeyan tê de hatin niştecîkirin.
Di dema êrişkeriyê de /3/ mal ên “Dilovanber Hesen Ehmed – Zêbê, Dilovanber Hisên Ehmed – Zêbê, Doxan Hec Hisên” bi tevahî û /3/ mal jî bi piçekî hatin roxandin, û piştî dagîrkirinê Milîseyên “Feyleq Elşam” û serkêşê wê yê li gund “Ugil Umer – Bajaroka Biyanûnê – Bakurê Heleb” hemî heyînên malan ji xwarinvexwarin, firaxên baqirî, alav û amûrên elektirîkê, cerên gazê û tiştên din, tirektora çandiniyê ya “Ebû Elî Hawo Xalêd”, tobabeke mezin ji perçeyên guhertinê yên otombîlan ji embara “Mihemed Ebid Elrehman Ehmed” û hemî kebil (kêbil) û piraniya stûnên toreya elektirîkê ya giştî, dizîn.
Milîseyan mala “Zêneb Bîlal – berê ya Şukrî Mistefa” ji xwe re kirin biryargeheke leşkerî û hepis, û mala “Mihemed Ebid Elrehman Ehmed” jî ji “Feyleq” re kirin mêvanxane.
Û “Feyleqê” dest danî ser dora /5/ hezar dar ên zeytûnê û /3/ hezar mêwên tirî, û ji /10-15%/ vêrgî li ser werzên zeytûna û yên din ferz kir, herweha “Ugil Umer” jî tîmargeheke çêlan di avahiya guvêşgeha hemwelatî “Seydo Esker” de çêkir, bi hemwelatî “Ehmed Mistefa” re di tîmargeha wî ya “mirîşkan” de hevpariyê dike, keriyek pez (dora 200 serî) jî hewandiye û bêguneh di nav zeviyên hemwelatiyan de diçêrîne, û dest daniye ser dora /6/hezar mêwên tirî ji malmewalên xelkê G.”Elemdara” yên li aliyê G.”Cela”.
Û milîse ji bo êzingkirinê û çêkirina komirê di qutkirina darên ihracê yên bi ser gund ve û qutkirina darên zeytûnê bi şêwakî hovane de, berdewam dikin, û dorpêçeke ewlehî li ser nişteciyên gund ên resen ên mane ferz dikin, di ketin û derketina gund de hemî derên wan dipelînin û tevgera wan asteng dikin, herweha pir ji wan jî işkence kirin û vêrgî û baceyên diravî li wan ferz kirin.
Weha jî li 2.12.2019an, hemwelatî “Hisên Ebdela Gul Dehdo/74/sal” ji xelkê gund, di komkujiya ku Artêşa Turkiyê û nandozên wê li Bajaroka “Tilrif’etê” a tijî koçberên Efrînê – Bakurê Heleb bi topebaranê kirî de, şehîd ket.
= Tarûmarkirina goristanekê, derxistina termên şehîdan û berevajîkirina rastiyan:
“Giropeke wêneyan ji rêweresmên oxirkirina Pakrewanan li 13.3.2018an û binaxkirina wan û goristana B.Efrînê berî dagîrkirinê re, û hin din ji kolandina tirban û derxistina terman jê di navêna 14-16 Tîrmehê 2021an de, ji aliyê destlatên dagîrker ve.”
Ji destpêka dijberiya bi ser Herêma Efrînê hatiye ve, Artêşa Turkiyê û milîseyên nandoz bi dehan ji zaretgehên olî yên Islamî û Êzdî, gorên niştîmanperweran, goristanên şehîdan û hin din ên sivîlan bi awakî mebestkirî armanc kirin, û hin jê li ba xelkê weke şanegeh û zaretgehan bûn, mîna(Goristana Şehîd Refîq – Gundê “Metîna”/Navça Şera, Goristana Şehîd Seydo – Bajaroka Kefirsefrê/N.Cindirêsê, Goristana Şehîd Avêsta Xabûr – Riya Keferşîlê/ Efrîn) – bi tevahî hatin roxandin û tarûmarkirin, da ku dîroka herêmê were tevlihevkirin, bîriya civakê bê pişaftin û girêdana xelkê ji ax û fedekariya zaroyên wan were birîn; Û di navboriya van hersê rojan 14-15-16/7/2021an de, destlatên dagîrker bi beşdariyeke pir ji saziyên ewlehiyê û Istîxbaratên Turkiyê û di bin parastineke guvaştî de, goristaneke li saz û ji xelkê Efrînê ve naskirî, li cîgeheke Bakurê Kolana “Lîskê û demborandinê – Elmelahî”, li piş avahiya Zanîngeha Efrînê ya berê û li orta Efrînê, bi alavên giran kolan û tevdan, û /71/termên sivîl û şervanên Kurd (ên ku di dema dorpêçkirin û topebarana bajêr de, li navîna Avdara 2018an pakrewan bûne) jê derxistin û guhestin Nexweşxana Leşkerî, û bi derewîn û buhtanî gotin ew “goristaneke komane ye hin kesan e, û hêzên Rêveberiya Xweser a berê ew kuştine”!
Lê piştî şopandin, lêgerîn û têkildariyê bi xelkê Efrînê re û wergirtina gelek wêne û du perçevîdyoyan, me tekez kir ku goristan li navîna Avdara 2018an ji aliyê Rêvebiriya Xweser ve hatiye çêkirin û ne bi dizî ye. Piştî pirbûna bombebaranê û dorpêçkirina Bajarê Efrînê, û veşartina terman di goristana “Avêste Xabor – R.Keferşîlê” – Ro’avayê bajêr de çetin bû, li 13.3.2018an bi oxirkirineke fermî termên /32/şehîdan – navên piraniya wan tomarkirî ne- têde hatin veşartin, û weha jî li 16.3.2018an pakrewanên komkujiya Taxa Mehmûdiyê û yên Nexweşxana Efrînê têde hatin binaxkirin. Û ta navîna sala 2019an kêlikên goran diyar bûn, û hin merivên şehîdan seredan jî jê re dikirin, lê ji aliyê çekdaran û rêwiyên anîndeyan ve hatin hilkirin û rakirin.
= Binpêkirinên din:
– Ji heftakê ve, Milîseyên “Firqit Elhemzat” û serkêşê wê “Nûrî Elelî – Ebû Sultan” li gundên “Kokanê Jorin û Jêrin” – Navça Mabeta, bi behaneya parastina malmewalên xelkê, li ser her malbatekê vêrgiyek/200-1000/ PT ferz kirin. Li herdu gundan dora/60/malbatî heye, yanê tevaya vêrgiyê dighêje dora/30/hezar pereyên Turk.
– Li 11.7.2021an, Asayiş Mabeta ev hemwelatî “Cemal Ebdo kurê Mistefê/34/sal, Ehmed Hesen kurê Mihemed/25/sal” ji xelkê G.”Kokanê Jorin” – N.Mabeta vexwendin, û bi behaneya tewanbariya Milîseyên “Firqit Elhemzat” ji herdiwan re bi wergirtina çekan ew girtin, bi ser ku wan berî demekê vêrgiyên diravî (Cemêl dora hezar dolarî, Ehmed dora sê hezar dolar) dabûn serkêşê wê yê li gund.
– Li 29.6.2021an, Milîseyên “Asayişa leşkerî” hemwelatî “Şivan Mecîd Ne’isan/35/sal” ji xelkê Gundê “Tilifê” û li Bajarê Efrînê rûdine girtin, û li 16.7.2021an jî berdan.
– Li Pêncşemê Êvarî 15.7.2021an, B.Efrînê rastî hejmarek avêjtekên mûşekî hat, tev di nav taxên niştecîbûnê de ketin, û di encamê de, ziyanên şênberî çêbûn, elektirîk ji ser bajêr qut bû, û /12/sivîl ji nişteciyên resen û anîndeyan bûn qurbanî û birîndar, jê: Pakrewan “Ridwan Cemîl Silêman/40/sal” ji xelkê Gundê”Sêwiya” – N.Mabeta.
“Şehîd “Ridwan Cemîl Silêman”.”
– Li Şeva Yekşemê 11.7.2021an, hêzên Artêşa Turkiyê Bajaroka Tilrif’etê – Bakurê Heleb ya tijî Koçberên Efrînê topebaran kirin, di encamê de pênc sivîl cûrbecûr birîndar bûn, ew jî ev in: “Mihemed Welîd Ereb/5/sal, Hêvîn Reşîd/40/sal, Sozan Me’imo/30/sal, Zêneb Ehmed Ereb/40/sal” ji xelkê N.Reco û “Nîhad Mihemed Elî/32/sal” ji xelkê N.Cindirêsê.
– “Berevaniya Sivîl li Efrînê – Eldîfa’i Elmedenî” tekez kir ku tîmên wê agirek li daristaneke N.Cindirêsê vemirand, û wê wêneyên diyarkirinê jî belav kirin, û têde kokên darên ihracê yên berê ji bo êzingkirinê hatine qutkirin dihatin xuyan.
“Şewata daristaneke N.Cindirêsê, 13.7.2021an, û têde qutkirina darên ihracê ya dema berê tê xuyakirin.”
Virûvûtên riswabûyî yên ku Turkiyê û Kiwalisyona Sûrî – Ixwanî û milîse û hin aliyên Sûrî yên rikber di dermafê Kurdan û Hêzên Sûriyê yên Demokratîk û bi taybetî yên Kurd jê derdixînin “goristana komane li Efrînê jî wek nimûne”, nema di ser kesekî xwedan wijdan û hişlicî re derbas dibin, û reqis û semakirina hin kesên Kurd li ser saz û awaza wan derewan kirêtiyeke mezin e.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
Ev babet 1,179 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://yek-dem.net/ - 03-02-2024
Gotarên Girêdayî: 151
Pol, Kom: Belgename
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 18-07-2021 (5 Sal)
Bajêr: Efrîn
Cureya belgeyê: Werger
Şêweya belgeyê: Dîjîtal
Welat- Herêm: Rojawa Kurdistan
Zimanê eslî: Erebî
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 03-02-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 12-02-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 12-02-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,179 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.375 çirke!