Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,206
Wêne
  124,176
Pirtûk PDF
  22,100
Faylên peywendîdar
  126,067
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,947
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,577
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,964
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,176
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,822
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,483
PDF 
34,734
MP4 
3,835
IMG 
234,197
∑   Hemû bi hev re 
274,249
Lêgerîna naverokê
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (139): Binpêkirin û tewanên li Bajaroka “Kefirsefrê”, kuştina zarok û sivîlekî, girtinên bêsûcane
Pol, Kom: Belgename
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Em xemgîn in ku Kurdîpêdiya li bakur û rojhilatê welêt ji aliyê dagirkerên tirk û farisan ve hat qedexekirin.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (139): Binpêkirin û tewanên li Bajaroka “Kefirsefrê”, kuştina zarok û sivîlekî, girtinên bêsûcane
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (139): Binpêkirin û tewanên li Bajaroka “Kefirsefrê”, kuştina zarok û sivîlekî, girtinên bêsûcane
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (139):
Binpêkirin û tewanên li Bajaroka “Kefirsefrê”, kuştina zarok û sivîlekî, girtinên bêsûcane, vêrgiyên diravî û bendkirina terektoran.

Weke tekezî ji tevgera olî ya tundrew û çalak re ya ku Rêxistina Birayên Misilman (Ixwan Elmislimîn) û “Sekna Diyant” a Tirkî serkêşiya wê li Herêma Efrînê dikin, li vê dawiyê perçevîdiyoyek hate belavkirin tê de xuya dibe ku li 29.3.2021an giropek kes li çadirgeha Daristana “Elzêdiyê” li Bajarê Efrînê bi navê Nivîsgeha “Koçberên Idlibê û gundewarên wê” li Bajarê Efînê didin xuyakirin ku Komela “Hevkariya Nemsawî – Tekaful Austria” banga avakirina Mizgefta “Bin Sabêt” li kampê bi cih anî; Yanê bi ser qutkirina beşekî mezin ji darên daristanê û jêbirina erdê wê, komeleyeke xêrxwaziyê ye Ewropî jî di çalakiyên armanckirina çanda herêmê û nasnama wê de dibe alîkar.
Ev jî hin ji binpêkirin û tewanên berdewam in:
= Bajaroka Kefirsefrê:
Bajaroka “Kefirsefrê”.
Li Bakurê Bajarê Cindirêsê bi /5/KM dikeve, li hafa deşteke fere ji zeviyên zeytûna ye, berî dagîrkeriyê hejmara malbatên wê /1200/ bû, li çarêka yekem ji sala 2018an bi sedema dijberîkirina li ser herêmê hemî penaber bûn, ji ber girtina derbasgehên herêmê û qedexekirina vegera xelkê bo malên wan bi behaneya hebûna bombe û terman tenê /400/malbat vegeriyan, û dora /400/malbat ji anîndeyan di malên ku dest danîne ser de hatin bicîkirin, di dema şer de çend caran hate topebarankirin, û bêtirî deh malan hatin roxandin û yên bi tevayî wêran bûne ev in: “Ehmed Hec Reşîd, Xelîl Polo, Mihemed Cim’a Gedro, Reşo Hemo Derec, Hisên Mihemed Heseno, Deyan Osman, Mihemed Hec Reşîd, Xelîl Xilo, Nebî Reşo, Mihyedîn Hac Ebdo, Hisên Ukaş” û hinek jî ziyanin cûrbecûr gihîştinê.
Û di talanê de milîseyan piraniya kelûpelên malan ji xwarinê de bigir ta firaxên baqirî û amûrên elektirîkê û HWD, û hin terektorên çandiniyê û makînan dizîn.
= Qurbanî û Şehîd:
– (Mihemed Gedro “Bavê Azad”) ê di hêzên asayişê de endam, piştî ku ji Bajarê Efrînê vegerî ta ku ji ser keça xwe “Rohînde” ya şervan di Yekîneyên Parastina Jin de (YPG) dorpêçê rake, li Avdara 2018an herdu bi hev re şehîd ketin.
– “Henan Mihemed Resolo”, bi topebarana Tirkiyê ya li ser Gundê “Umera” – Şera li 3.5.2018an şehîd ket.
– “Ibrahîm Beşîr Hiso” yê endam di berevaniya xweser de, bi topebarana balafirên Tirkiyê pakrewan bû.
– “Hisên Betal Şahîn, Evîn Mistefa Xilo” di bombebarana balafirên Tirkiyê li ser karwaneke sivîlî de li Taxa Mahmûdiyê li Bajarê Efrînê, li navîna Avdara 2018an şehîd bûn.
– Zarok “Ebid Elrehman Osman Ebdo” bû qurbaniyê teqîneke bombeyeke zemînî li bajarokê.
– “Mihemed Osman Xilo” di encama teqîna bimbeyeke zemînî bi tirektora wî de jiyana xwe ji dest da.
– “Mihemed Mihemed Emîn Hesen” bi işkencekirina çekdaran şehîd ket.
Milîseyên ku bajarokê desteser dikin milîseyên “Ketîba Semerqend” ên girêdayî “Lîwa’i Elweqas” in, û malên “dilovanber duktor Xelîl Mihemed Mûrad, endezyar Celal Mihemed Mûrad û Şeref Eldîn Xelîl Mûrad” bi hevaltiya Artêşa Tirkiyê ji xwe re kirine biryargeh, herweha mala “Mûrad Reşîd Mehmûd” kirine biryargeheke leşkerî, û avahiya Goristana “Şehîd Seydo” li Zaretgeha “Şêx Mihemed” jî kirine hepis.
Xelkê bajarokê yên mane -di nav de jin jî- bi behane û tuhmetên çêkirî rastî hemî rengên binpêkirinan hatin, wek girtin û revandin û işkencekirin û herwekî din. Herweha milîse vêrgî û baceyan (15% ji berhemê) li ser werzên zeytûna ferz dikin, û dest danîn ser bêtirî /20/hezar dar zeytûnê yên hemwelatiyên ne li wir, hema ji deh rojan ve wan dest danîne ser: /3700/dar ê “Reşîd Xorşîd Îbiş” piştî heftakê ji mirina wî û tenê ji hevjîna wî ya temenmezin re /50/dar hîştin, /1200/ dar ê “Mûrad Reşîd Xorşîd”, /1700/ ê “Fîdan Hac Ebdo hevjîna parêzer Xelîl”, /850/ ê “Mihemed Henan Michim”, û yên zaroyên “Mûrad Axa Hac Ebdo” (/1050/ ê Reşîd, /900/ ê Mihemed, û /1350/ê Ebid Ehenên), /1400/ dar ê Duktor “Xelîl Hisên Hac Ebdo”, /1040/ ê “Cemal Mihemed Hac Ebdo”, /1200/ ê “Mihemed Xelîl Polo “, /700/ ê “Xelîl Ehmed Hacî”, /1000/ ê “Hacî Ehmed Hacî”, /500/ ê “Ezîz Xilo”, û /1425/ ê “Hisên Ebdela Hac Ebdo”. Û piştî dandina /5/ hezar dolar vêrgî, zeviyên “Berzanî Xelîl Mûrad” lê hatin vegerandin.
Lê yên bi desteserkirina malmewalên wan hatine gefkirin ev in:
– “Almaz Mihemed Elî /80/sal” a ku bi tenê li wir dimîne, û hate neçarkirin ku malbeteke anîndeyan di mala xwe de bide rûnişkandin.
– “Gulê Hac Ebdo – hevjína dilovanber Ebdela Hisên Hac Ebdo”, bi destdanîna ser /1150/darên wê yên zeytûnê ger zaroyên wê ji Bajarê Heleb venegerin.
– Hevjîna endezyar “Ekrem Reşîd Mehmûd” ger zaroyên wê yên xwendekar ji Heleb venegerin.
Herweha xwediyên terektoran li bajarokê hatin neçarkirin ku gerek her yek ji wan /200/dolar bide, bi ser de jî li gel xwediyên tirektoran ên gundên “Kora, herdu gundên Miskê, Çobana û Gorda” neçar kirin ku zeviyên zeytûna û erdên dest danîne ser belaş bajon.
Û hêzên dagîrkeriya Tirkiyê û bi hevaltiya milîseyan Goristana “Şehîd Seydo” li kêlek Zaretgeha “Şêx Mihemed” – Bakurê bajarokê wêran kirin û bi ser de jî hin kêlikên gorên miriyan, agir berdan piraniya çiyayên derdor bajarokê (Şêx Mihemed, Xirabî Şêxa, Qaziqlî), li kêlekê jî ji bo êzingkirin û firotina textan bi şêwakî hovane darên ihracê û zeytûna qut kirin, ji ber wê jî daristan pir kêm bûn.
Û ji sê rojan ve “Ketîbeya Semerqend” hemwelatî “Ebid Elhemîd Cinêd – ji anîndeyên gundewarê Başûrê Heleb” tevî malbatê, bi sedema ku wî gilîk li ser destdanîna Semerqend ser mal û milkên xelkê bajarokê pêşkêş kiribû, piştî lêxistin û kêmrûmetkirinê ji bajarokê qewitand.
= Kuştin:
Zarokê vêguneh “Mûrad Mezlûm Mihemed”.
– Li 5.4.2021an, li Taxa Eşrefiyê – Bajarê Efrînê, makînak leşkerî ye bilez, li orta zarok “Mûrad Mezlûm Mihemed/6/sal” ji xelkê Gundê “Axcelê” Cindirês xist û kuşt û revî, bêyî ku xwediyê zarok kanibin gilî bikin an bûyer were tomarkirin. Û paşê ji ber ferzkirina dorpêça tenduristî li ser Gundê “Axcelê”, merivên zarok neçar bûn ku di goristana gundê mervên xwe “Keferdelê” – Navça Mabeta de veşêrin.
Pakrewan “Mehmûd Ehmed kurê Ehmed”.
– Hemwelatî “Mihemed Ehmed kurê Ehmed û Ezîziyê /38/sal ji Êla Bobena – Pêkhateya Ereb”, ji ber birîna wî ya kûr (a ku bi encama teqîna bombeyeke teqîner bi makîna wî de, li siba 1.4.2021an, li kolaneke şaxeyî, li aliyê başûrê vêlatan, li Bajarê Efrînê, vêre çêbûye), li 4.4.2021an di nexweşxaneyeke Turkiyê de şehîd bû.
= Girtinên bêsûcane:
Destalatên dagîrkeriyê ev hemwelatî girtin:
– “Mes’ûd Ehmed Osman/25/sal” ji xelkê Gundê “Hec Xelîl” – Reco ji bêtirî du heyvan ve hatiye girtin û birine Hepsa Maratê li Efrînê, bi behaneya ku wî di dema Rêvebiriya Xweser a berê de, li boneyekê, li meydana gund çend helbestên netewî û niştîmanî pêşkêş kirine.
– “Riyad Elî Sêf Eldîn /35/sal û Cimo Salih Cimo/22/sal” ji Gundê “Basûfanê” – Şêrewa, li 31.3.2021an hatin girtin, yê yekê li dawiya hefta borî hate berdan û yê dudiyê li Roja Şemiyê 10.4.2021an. Û “Teysîr Cimo” ji heman gundî li 21.3.2021an hate girtin, û ta niha bendkirî ye.
– “Hesen Şêxo kurê Arif /35/sal” ji xelkê Gundê “Qîbarê”, li 4.4.2021an, ji aliyê rêbenda ku li hember gund û li derbasgeha Bajarê Efrînê ve, bi tuhmeta têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re hate girtin, û li şeva 6.4.2021an hate berdan.
– “Mihemed Misto Kekec /50/sal” ji xelkê Gundê “Upila” – Navça Bilbilê, li 4.4.2021an dema ku diçû Bajarê Efrînê, bi behaneya hevpişkiya wî di parêzvaniya şevayî di dem Rêvebiriya Xweser a berê de hate girtin, û piştî du rojan û dandina hezar pereyên Turk, hate berdan.
– Endezyarê elektirîkê “Emîr Mistefa Cencî/37/sal” ji xelkê Gundê “Maratê”, li 5.4.2021an dema ku bi makîna “Komela Şefeq” (a ku tê de kar dike) di ser rêbenda Gundê “Turindê” ya leşkerî re – derbasgeha Efrînê derbas dibû, bi tuhmeta têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re, hate girtin.
Û li aliyekî din, li 3.4.2021an, hemwelatî “Xelîl Hesen kurê Hesen /33/sal” ji xelkê Gundê “Ereba” – Navça Mabeta (yê ku li Nisana 2018an hatibû girtin û di Hepsa Çoban Begê “Elra’î” de – Navça Babê hatibû veşartin, û ji sê heyvan ve bo Hepsa Maratê – Bajarê Efrînê hatibû rêkirin) hate berdan. Û ta niha hemwelatî “Welat Teş kurê Hesen” ( yê ku tevî /7/kesên din ji gund hatibûn girtin û ji çend heyvan ve jî li dû hev hevalên wî hatibûn berdan) di Hepsa Elra’î de veşartî ye.
= Binpêkirinên din:
Tirektorê bendkirî li herdu gundên “Gemrûkê û Ereb Şêxo”.
– Di çarçewa berdewamiya tengasîkirina xelkê herdu gundên “Ereb Şêxo û Gemrûkê” de – Navça Mabeta, serkêşê Milîseyên “Lîwa’i Siqor Elşemal” ê ku bi “Ehmed Xoyan – Ebû Ebdo” tê navdan, li 8.3.2021an piştî nîvro û roja din jî, bi sedema ku hemwelatiyekî red kir ku bê pere tirektora xwe – weke ew dixwaze – bi kar wîne, /61/ tirektorên çandiniyê yên herdu gundan bendkirin; Divê were zanîn jî ku milîseyan di dema dagîrkeriya wan ji gundê “Gemrûkê” re dest danîn ser dora /13/hezar dar zeytûnê û xizmetê wan daran belaş avêtin ser milên xelkê gund, û hema li vê salê ji bo xerciya xizmetê wan daran, /10/milyon /PS/ ji xelkê gund komkirin.
– Milîseyên “Ehrar Elşerqiyê” li gundên “Miskê Jorin, Miskê Jêrin û Xalta” /10/hezar PS li ser her malbateke Kurd û /2500/PS li ser her qufeke xwarina hawarçûnê bi behaneya ku mûçeyên endamên wê nehatine dandin, ferz kir.
= Bi sedema nelihevkirinê li ser erd û zeviyên ku dest danîne ser, li 4.4.2021an, di navêna Milîseyên “Ehrar Elşam” û “Ehrar Elşerqiyê” û “Ketîbeya/23/” de, li nêzîk Taxa “Rif’etiyê” – Derbasgeha Cinsirêsê ya Rohilat, pevçûnin derketin.
= Li vê dawiyê perçevîyoyek hate belavkirin, tê de giropeke endamên çekdar li pêş Biryargeha Turkiyê li avahiya sera kevin a li orta Bajarê Efrînê diyar dibû, û wan tekez dikir ku ew endamên Milîseyên “Firqit Elsultan Silêman Şah – Elemşat” in, û li bermberî mûçegirtin û lêçûna birîndaran û yên seqet bûne û berdêla kuştiyan bi fermana Tirkiyê di şerê “Nagornî Kerebax” de li kêlek Hêzên Ezerbeycanê pişikdarî kirine, lê serkêşê Firqê “Mihemed Elcasêm -Ebû Emşe” perên wan xwarine û nedayî wan.
Xelkê Efrînê li kû bin tundrewiya olî napejrînin û bi ser civakên din ve vekirî ne, lê herêma wan bi belavkirina çandeke olî – Osmaniyeke nû û tundrew tê armanckirin, û milîseyên radîkal (ên ku bermayên “Elqa’îdê” bi parêziya Tirkiyê hembêz kirine) tê de her derin xurtir dibin.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
Ev babet 1,178 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://yek-dem.net/ - 03-02-2024
Gotarên Girêdayî: 218
Pol, Kom: Belgename
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 11-04-2021 (5 Sal)
Bajêr: Efrîn
Cureya belgeyê: Werger
Şêweya belgeyê: Dîjîtal
Welat- Herêm: Rojawa Kurdistan
Zimanê eslî: Erebî
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 03-02-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 12-02-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 12-02-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,178 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.343 çirke!