Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,485
Wêne
  124,229
Pirtûk PDF
  22,106
Faylên peywendîdar
  126,130
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,066
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,606
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,981
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,637
فارسی - Farsi 
15,802
English - English 
8,530
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,032
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,179
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,822
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,560
Enfalkirî 
4,890
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,498
PDF 
34,738
MP4 
3,837
IMG 
234,380
∑   Hemû bi hev re 
274,453
Lêgerîna naverokê
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (133):Pakrewanbûna temenmezinekî Kurd di bin işkencekirinê de, Gundê “Qîbarê” di bin binpêkirin
Pol, Kom: Belgename
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Hevalên Kurdîpêdiya ji bo kurdîaxêvên xwe agahiyên girîng arşîv dikin.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (133):Pakrewanbûna temenmezinekî Kurd di bin işkencekirinê de, Gundê “Qîbarê” di bin binpêkirin
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (133):Pakrewanbûna temenmezinekî Kurd di bin işkencekirinê de, Gundê “Qîbarê” di bin binpêkirin
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (133):Pakrewanbûna temenmezinekî Kurd di bin işkencekirinê de, Gundê “Qîbarê” di bin binpêkirin û niştecîkirinê de, sezakirina ekadîmiyekî bi sê sal hepis.

Bi hezaran ew raporên belgekirî – yên Komîta Yekgirtina Netewan a Serbixwe jî di nav de- ew binpêkirin û tewanên cûrbecûr ên di dermafê Efrînê û xelkê wê de, yên ji aliyê Artêşa Turkiyê ya dagîrker û nandozên wê yên bi ser Kiwalisyona Sûrî – Ixwanî têne kirin ve cerisandin, û wexta encamdayîna wan jî hat. Ji ber wê şanda “Kiwalisyonê” bi şîretiya Istîxbaratên Tirkiyê û bi riya Encûmena Niştîmanî ya Kurd bezî çû Herêma Kurdistanê, da ku rûyê xwe cîlaw û xweşik bike, li ser wan kiryarên qirêj veşêre yan bi kêmanî bike karine tekane û rewatiyekê bide dagîrkeriyê; Lê, tu carî bodre û cîlaw rûyên qirêj û gemarî û derûnên nexweş venaşêrin.
Vaye çend binpêkirin û tewanên ku me belge kirine, gotegotên wan kesên gotina “Efrîn rizgarkiriye û di ewle û aramiyê de dijî” belav dikin, li erdê dixin û derew dertînin:
= Şehîdbûna temenmezinekî di bin işkencê de:
Pakrewanê temenmezin “Şêxmûs Qasêm”.
Li 3.3.2021an, hemwelatî “Şêxmûs Qasêm kurê Mistefê /73/sal” ji xelkê Gundê “Kosa” – Reco, yê bi tenê li Bajaroka “Meydan Ekbezê” rûdinişt -malbata wî jî li Bajarê Heleb koçber e- bi dudiyên din “Se’îd Mihemed Qenber û Mihemed Xelîl Hec Şêxo” re (yên ji heman bajarokê), bi hevkariya di navêna Milîseyên “Feyleq Elşam” û “Asayişa Leşkerî” û Istîxbaratên Tirkiyê de, bi behaneya karê parêzavaniya şevayî li ba Rêvebiriya Xweser a berê, li navenda Navça Reco hatin girtin, bo navenda asayişê hatin birin, û li Siba 6.3.2021an merivekî wî ji gund hate agahdar kirin ji bo were Nexweşxana Efrînê û termê wî radest bibe, û xuya dibe ku wî di bin işkencê de jiyana xwe ji dest daye. Û hevaltiya endamên asayişê û “Feyleq Elşam” ji cenazê re bi awakî yekser ta goristanê, veşartina termê wî bi destên wan, rênedana dîtina term an şuştin û derxistina ji mal, nêrîna mirinê ya di bin işkencê de tekez dikin. Û ta niha “Qenber û Hec Şêxo” li ba asayişê li Reco girtî ne.
Serkêşê şaxeke “Asayişa Leşkerî” li Reco “El’emîd Cerah Elkemarî”.
Tê gotin ku “Serkêşê Asayişa Leşkerî” li Reco “Cerah Elkemarî” yê ku ji Gundewarê “Dêra Zorê” ye, û ew yek ji serkêşên Milîseyên “Ehrar Elşerqiyê” ye ( yê ku li Heyva Rêbendana sala çûyî ji aliyê Hikometa Demkî ya Kiwalisyonê ve ritbeya wî hatiye bilindkirin û bûye “Emîd”).
Herweha “Eyhem Elqûba’i” yê niha serokê “Asayişa Sivîl” li “Reco” hemwelatî “Mihemed Henîf Hisên/30/sal” ji xelkê Gundê “Bilêlko” li 9.9.2019an di bin işkencê de kuşt, û li ba dadgehên dagîrkeriyê jî hate beratkirin û bi ser de jî di dû re ritbeya wî ji “Neqîb” kirin “Ra’êd”.
= Gundê “Qîbarê“:
Li Bakur Rohilatê Bajarê Efrînê bi dora /3/KM dikeve, ji dora /300/mal pêk tê û bêtirî nîvî xelkê gund Êzdî ne, tenê dora /190/malbat ji nişteciyên resen tê de mane – piraniya wan jî temenmezin in, dora /90/malbat ji anîndeyan lê niştecî kirin, û li Roavayê gund /10/konên anîndeyan di nav zeviyên xelkê de hatine venandin. Dema dagîrkeriya gund li navîna Avdara 2018an, Milîseyên “Lîwa’i Elmu’itesêm” û “Feyleq Elrehman” kelûpelên hundir piraniya malan ji xwarinûmarin û alav û amûrên elektirîka roniyê û alavên baqirî û /10/ tirektorên çandiniyê û /5/ pîkab û /10/matorên dutekerî û kebil û stûnên toreyên telîfona zemînî dizîn, herweha jî dest danîn ser:
Serkêşê “Feyleq Elrehman – Ebid Elnasêr Şimêr”.
– /110/ malên hemwelatiyên bi zorê koçberkirî û tevahiya tiştên hundir wan malan dizîn. Ji wan malan: Malên herdu hemwelatiyên Ereb “Hemûd Elmûse, Mihemed Elmûse” bûn biryargeh ji “Lîwa’i Elmu’itesêm” re, mala hemwelatî “Betal Xezal” ji “Feyleq Elrehman” re bû biryargeh, mala hemwelatî “Ebid Elrehman Mamo” ji serkêşê “Feyleq – Ebid Elnasêr Şimêr” yê ji “Xotaya Rohilat” re bû mal, û çar malên din jî li nêzîk çateriya gund
– Guvêşgeha zeytûna ya hemwelatî “Ebid Elrehman Mamo”.
– /700/ darê zeytûnê yên dilovanber “Hemîd Menan” – bi ser ku du lawên wî di gund de ne – bi behaneya ku zeviyên wî ji biryargeha “Feyleq Elrehman” ve nêzîk in.
-Avahiya Şaredariyê ji “Feyleq Elrehman” re kirin biryargeh.
Dilovanber “Ebid Elrehman Mamo” ji xelkê “Qîbarê” yê ji kerba re miriye.
-Dora /30/hiktar zeviyên çandiniyê yên ku Milîseyên “Lîwa’i Elmu’tesêm” her hiktarekê jê di her werzekê de bi /200/dolar bi kirê dide, jê /15/hiktar ên hemwelatî “Ebid Elrehman Mamo” ne, yê ku milîseyine din jî dest danîne ser du hezar darên wî yên zeytûnê yên li derveyî gund, û ji kerba re li 29.1.2021an li Bajarê Heleb miriye.
– Stasyona sûtemeniyê ya hemwelatî “Sebrî Hiso” û bikaranîna wê ji aliyê milîseyan ve, û dizîna hemî amûr û gencîneyên herdu kargehên bêrîn û sabûnê (hersê avageh jî li derveyî sînorê gund dikevin).
– Nîvî berhema werzên /5/hezar darê zeytûnê yên hemwelatiyên bi zorê koçberkirî û rêdan dane merivên xwe yên li gund ku malmewalên wan hilînin û dînin.
– Cîgehên kevirhilkirinê li çiyayê gund, û vekirina /20/ giropên hilkirina keviran û derxistina bermayan û nihateyê, ji aliyê Milîseyên “Elfeyleq û Elmû’itesêm” ve.
Biryargeha Milîseyên “Feyleq Elrehman” li leşkergeha Gundê “Qîbarê”.
– Leşkergeha li nêzîk gund Milîseyên “Feyleq Elrehman” dagîr dike û tê de endamên xwe amede û rahênan dike.
Gund ji ber buhabûna ava vexwarinê û pirbûna gilgemara malan ên li kolanan bi sedema derengiya hilanînê û xemsarî û pintîbûna anîndeyan, zehmetiyan dikşîne, û nişteciyên resen zarokên xwe naşînin dibistana tekane ya heyî, ji ber ku destjêberdayî ye û hînkirin tê de lawaz e.
Û milîseyan tiştmiştên mizgefta gund jî – ya ku paşê hatiye ferekirin û çaksazkirin – dizîn. Weha jî Girê Qîbarê yê kevneşopî – Roavayê gund, li dirêjiya şeş heyvan hate rêşkirin û kolandin, û çi kinzên wê yên veşartî jî hatin dizîn.
Goristana “Qîbarê” – şikestina kêlik û gorên miriyan.
Herweha xelkê gund tûşî hemî cûreyên binpêkirin û tewanan, ji girtin û kuştinê de bigir ta dizîn û ferzkirina vêrgî û baceyan di bin serpereştiya Istîxbaratên Turkiyê de, hatin, wek nimûne: Hemwelatiyê temenmezin “Umer Memo Şemo” bi xwînsarî li dawiya Avdara 2018an hate kuştin, û hin din jî di bûyerine cudecuda de. Herdu hemwelatî “Seydo Beşar Emrîko û Henan Elî Şêxo” ji sê salan ve hatin girtin û hatin veşartin û ta niha çarenûsa wan ne diyar e, û hemwelatî “Ebdo Şewqî Beko” ji bêtirî çar heyvan ve hatiye girtin û di Hepsa “Maratê” de dimîne. Herweha bi çavekî bi kîn milîse li Êzdiyan dinêrin ji ber ku wan “gawir” dibînin, û ew nikanin baweriyên xwe yên olî cîbecî bikin û boneyên xwe vejînin, û bi ser de jî, zaretgehên wan (Şêx Hisên, Melek Adî, Cêlxane) yên li Başûr Rohilatê gund tevdan û wêrankirin, û kêlik û tirbên miriyên gund jî şikandin û hilkirin û tarûmar kirin.
= Girtinên bêsûcane û veşartina zorane:
– Weke tekezî ji hebûna hepsên bi dizî yên di bin serpereştiya Istîxbaratên Turkiyê de û heweha jî veşartina zorane ji sedan keç û lawên Efrînê re, destlatên dagîrker li 1-2/3/2021an ev hemwelatî ji Hepsa Maratê berdan:
1- “Mihemed Şihadê kurê Ehmed” – ji pêkhateya Ereb, û ji Gundê “Til Silorê”- Navça Cindirêsê, yê ji 16.3.2018an ve girtî û veşartî.
2- “Ebid Elmenan Minle Mihemed kurê Tahîr/64/sal”, ji xelkê Gundê “Coqê”, yê ku ji Êlûna 2018an ve girtî û veşartî.
3- “Lewend Mihemed Şêxo/21/sal” ji Gundê “Dargirê”, yê ku ji Êlûna 2018an ve girtî û veşartî.
Duktorê Endezyar “Mihemed Fehmî Ebdo”.
-Li 1.3.2021an destlatên dagîrker Duktorê Endezyar “Mihemed Fehmî Ebdo kurê Nebî /63/sal” ji xelkê Gundê “Xirabî Şera” û ji 7.4.2020an girtî û di Hepsa maratê de seknandî, bi tewanbariya “belavkirina giyana nijadperestiyê û geşkirina hestên netewî û ta’îfî”, bi sê salan seza kirin, weke çawa ku berê “Dadgeha ewleya Dewletê” li Şamê di dermafê çalakvan û siyasetvanên Kurd de dikir. Divê bê zanîn ku “Cîgirê giştî li Efrînê” li 17.6.2020an biryara berdanê dabû “Duktor”, lê bi şîreta Istîxbaratên Turkiyê ew biryar nehate cîbicîkirin û digel wê jî hate hepiskirin û tuhmetên çêkirî û nemafdar pêve hatin leziqandin.
= Binpêkirinên din:
– Li 2.3.2021an alavin ragîhandî yen xwecihî gotin ku Milîseyên “Elcebhe Elşamiyê” bi ser maleke li nêzîkî kolana vêlat li Bajarê Efrînê de (ye ku malek ji anîndeyan tê de rûdinişt) birin, di encama êrişê de kesek hat kuştin û hevjîn û zarokê wî jî birîndar bûn, û nûçeyên newekhev derketin, hinan gotin ew endamekî “Da’işê” bû û hinan jî gotin sivîlek bû berevaniya mala xwe kir.
– Li Şeva 4.3.2021an, hêzên dagîrkeriya Tirkiyê û nandozên wê Gundên “Bênê û Kişte’ar û Şewarxe” bi dehan avêjtek bombebaran kirin, û li Şeva 6.3.2021an jî Bajaroka “Til Rif’etê” û derdora Gundê “Miniqê” – Bakurê Heleb ( yên koçberên Efrînê lê nişte dibin) bi çend avêjtekan armanc kirin.
– Li vê dawiyê mekin li hemwelatiyê temenmezin “Elî Hiso/70/sal” ji xelkê Gundê “Keferzîtê” xistin, ji ber ku razînebû anînde pez û dewarên xwe bê wijdan di nav zeviyê wî yê çandiniyê de biçêrînin. Bi ser de jî ew birin biryargeha leşkerî ya milîseyan û kêmrûmet kirin.
– Di çarçewa hewildana ferzkirina pirtirîn çalakiyên serwerbûnê ji Turkiyê re, li Efrînê firotina nên û şênberine din tenê bi perên Tirkiyê ye, û herweha jî dandina fîtikên xerciya xizmetguzariyan.
Şanşoreta ku pê şanda Kiwalisyonê ya bi serokatiya “Nesir Elherîrî” li Herêma Kurdistanê hatiye pêşewazîkirin bû ciyê şermezariya piraniya Kurdên Sûriyê, ji ber ku ew zanin çiqas Hemahengî û “Artêşa wê ya niştîmanî” ya milîsewî bi siyaset û kiryarên Anqerê re yên li dijî hebûn û rola wan di Sûriyê de, hevkar û pişikdar in; Û tewana kuştina hemwelatiyê temenmezin “Şêxmûs Qasêm” weke diyarî ji bidawîkirina wê serdanê re hat, da ku “nevehesiya – endîşe” yên şand pêşewaz kirine zêde bike û sayîbûna meraqa wan bihermîne.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
Ev babet 1,963 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://yek-dem.net/ - 03-02-2024
Gotarên Girêdayî: 218
Pol, Kom: Belgename
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 07-03-2021 (5 Sal)
Bajêr: Efrîn
Cureya belgeyê: Werger
Şêweya belgeyê: Dîjîtal
Welat- Herêm: Rojawa Kurdistan
Zimanê eslî: Erebî
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 03-02-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 14-02-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 14-02-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,963 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.266 çirke!