Navê pirtûkê: Teyar û Xezalê
Navê nivîskar: Heysem Mislim
Cihê çapkirina pirtûkê: Kobanî
Navê çapxaneyê: weşanên AVA
Sala çapê: 2022
Destana Teyar û Xezalêya ku ji alîyê Heysem Mislim va hatî berhevkirin, ji nav weşanên AVAyê derket.
Edîtorî û pêşgotin: Raman Ehmed
Bergsaz: Enterê Şewo
Rûpelsaz: Ferîd Mîtan
Ev xebat xebateke dîrokî ye ku pêvajoya hemî nakokîyên êlên Kurdan, lihevnekirina wan û rola jina Kurd a serhildêr di kesayeta Teyêr û Xezalê da vedibêje. Bi kurtî mirov dikare bibêje, ku ev gencîneya wêjeyî ya devkî, mifteya analîzkirina hişmendîya kurdî ya di naverasta sedsala 16'an da ye.
Ev destan ne wekî her destanekê ye, ev awêneya merdî, dilsozî, pêdarî û wêrekî û di heman demê da bextreşî, sitemdîtin û bêmirazîya Kurdan e.
Serleheng û efsanevanê hemdemî yê vê destanê Teyar, cihekî xwe yê wiha pabilind û nazik di dilê her kobanîyekî da girtîye, lewma ev destan xwe di xwedîlêderketinê da para wan dibîne.
Di vê berhemê da mirov bi zelalî dibîne, ku rêya evînî, pêdarîya li dijî nemafîyê û li rastîyê xwedîderketin rêyeke wiha bi kelem û azerîyê miştdar e ku her kes nikare xwe tê da wek rêber bibîne.
Lê Teyar, Teyarê netirs xwe dike qurbanê vê rêya dijwar û talûke û karwanê serpêhatîyên xwe di todeke wiha xweşik da dîyarî me dike.
Xwe ji xweşristina bûyer û rastîyên vê destana binirx bê par mêlînin![1]