Navê pirtûkê: LI PAŞ DERIYÊN DADAYÎ
Navê nivîskar: ARÊZ ABDULLAH
Navê wergêr: Ziya Avci
Wergera ji ziman: Soranî
Cihê çapkirina pirtûkê: Amed
Navê çapxaneyê: Lîs
Sala çapê: 2016
Agahdar be, bi derdê biraderên xwe neçe!”
Lê ew bi derdê biraderên xwe; di rêya bobelat û malwêranîya gelê xwe de çû û hey çû!
Pirtûka bi navê “Li Paş Derîyên Dadayî” ku Ziya Avci tîpguhêzîya wê ya Kurmancîyê kiriye, behsa bîrhatîyên serpêhatîyên nivîskarê pêşmerge yên di nav zindanên Tirkîyeyê yên Bakurê Kurdistanê de dike.
Yekîneya pêşmergeyên komunîst ku ji şeş kesan pêk tê “Çar Kurd û du Ereb”, piştî ku derbasî Kurdistana Bakur dibe, dikeve dafika cendirmeyên Tirk û pênc kes ji wan xwe bi neçarî rasdetî dijmin dibin. Li vir, rêwîtîya jehrdar a di nav zindanên dewleta dagirker ên li Kurdistana Bakur de dest pê dike û her li vir jî, nivîskarê pêşmerge bi awayekî çêjdar û meraqbar behsa kitekitên jîyana hêsîrîyê dike û kevaleke rengîn a malkambaxîyeke tarî dikêşe û raber dike!
Pirtûka ku di gelek milên xwe de belgeyeke dîrokî ya girîng a keserkêşîya zindanîyên sîyasî û têkoşerên gelê Kurd e, bi hûrbînî, hem behsa rewşa zindanên dewleta dagirker ên li Kurdistana Bakur dike, hem jî behsa rewşa gelê Kurd li Bakur û Başûrê Kurdistanê di salên heştê-nodî de dike.
Pirtûka ku têrtijî ye bi kitekitên qewimînên salên herî germ ên têkoşîna gelê Kurd û qedera pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê di heyama Enfal û kîmyabarandinê de, niha ji Weşanxaneya Lîsê li ber destên xwînerên Kurd…[1]