$Pênase$
Kurdîpêdiya projeyek wiha ye ji bo berhevkirina her zanyariya li ser Kurd û Kurdistanê ye, hêvî dike ku di siberojê de bibe dewlemedtirîn û berfirehtirîn jêdera Kurdî û bi rêya wê mirov dikare bi hêsanî bizanibe kî ye, li ku ye?! Li ku derê ye, li kur dikeve? Çi heye?, tu çi dibînî?
Kurdîpêdiya peyveke hevedudanî ye ji (Kurdî) û (pêdîya) pêk tê, peyda pêdîya jî peyva duyem û hevedudanî ya yonanî ye (Encyclopedia) ku tê wateya zanîn an jî zanyariyên giştî û peyva kurdîpêdiya ji vê yekê hatiye wergirtin ku ew bi xwe bi wateya zanîna li ser kurd û agahiyên kurdî tê. Kurdîpêdiya cara yekemîn ji aliyê damezrînerê dezgehê ve hatiye bikaranîn.
$Çavkaniyên Kurdîpêdiya:$
Babetên di malperên elektronîk de têne weşandin û ji aliyê hevkarên kurîpêdiya ve di kategoriyên kurdîpêdiya de têne tomarkirin û gelek caran şaşetiyên nivîskî sererast dikin bêyî ku destwerdanê di naveroka gotaran de bikin.
Ew gotarên ku ji aliyên mêvanan ve bo Kurdîpêdiya têne şandin, bi riya forma tomarkirina babetê tê amadekirin.
Her gotareke ku ji hêla mêvanan ve têne şandin, navê kesê/a şandî di çavkaniya babetê de tê nivîsîn. Em ji mêvanên xwe hêvî dikin kesê/a ku nexwaze navê wan di lîsteya çavkaniyên Kurdîpêdiya de were nivîsandin, bila me agahdar bikin.
Ew nameyên taybet ên ku ji bo Kurdîpêdiya têne şandin û girêdayî jîname û berhemên kesayetan in, bi hêviya ku di kurdîpêdiya de werin bicîhkirin.
Ew mijarên ku ji metna weşanan hatine derxistin, ji hêla hevkarên Kurdîpêdiya ve têne kategorîzekirin.
Ew hevpeyvînên kesayetan yên ku hevkarên Kurdîpêdiya pê rabûne bi armanca nivîsandina jînenîgariya kesan, malper, rêxistin, belavok an her tiştên din yên girêdayî bi Kurd û Kurdistanê ve ye.
Hemû berhevokên bûyer û dîrokan (kronolojiyan) heta sala 2010'an ji xişteya jimareyan ya xwediyê wê #Hawrê Baxewan# hatiye wergirtin. Çapa yekem, navenda Serdem a çapkirin û belavkirinê, ji rêza 16'an çapxaneya Silêmaniyê-1999
Hemû gotarên di kurdîpêdiya de tomarkiriî bi awayekî ji awayan girêdayî kurd û Kurdistanê ye, ti mijar ji derveyî çarçoveya navborî nayê tomarkirin. Hinekan caran jînegerî yan jî berhemên kesên biyanî tîne dîtin, ew jî ji ber ku meyla wan li ser kurdan heye û û li ser kurd û Kurdistanê kurtelêkolîn nivîsandine û bi bûyereke kurdistanî ve girêdayî ye.
Kurdîpêdiya bi tu awayî girêdana xwe bi Wîkîpêdiya yan jî bi tu rêxistineke din re tune ye, Kurdîpêdiya xwedî projeyeke siberojê ye û xwedî erkekî taybet e û li gorî rêziknameya kurdîpêdiya dixebite.
Em ji we hemûyan hêvî dikin ger di xişteya jimaryariyan de agahiyek ne li gorî we hebe û hûn naxwazin li ser Kurdîpêdiya were dîtin û belavkirin, me agahdar bikin.
Kurdîpêdiya çi zaniyarîyekî yan wêneyeke ku ji çavkaniyekê hatiye girtin, ji bo armancên bazirganiyê bikar nayîne.
Kurdîpêdiya pêdaçûnên xwe li ser babetan û wergerandina sala Hicrî û Rojî bi awayekî rast didomîne, ji bo kêmasî û xeletiyan me biborînin.
Her agehdariyeke ku ji Kurdîpediya were girtin, divê navê jêdera ku jê hatiye girtin were nivîsîn, û wekî din ew berpirsîyarîya yasayî ya desthilata destnîşankirî radixe ber çavan.
Malper û databasa Kurdîpêdiya bi taybetî li ser dot-net (C) û (SQL) hatiye bernamekirin . Rojane kopiyeke yedek li ser du sêrverên cuda û li du cihên cuda tê kopîkirin da ku ji êrîş û wendabûnan were parastin.
Kurdîpêdiya bi awayekî giştî li ser Prosat Internet Explor, Firefox Safari, Google Chrome, Opera û yên din hatiye ceribandin û bêyî astengî li ser sîstemên Komputer û telefonan dixebite. Ger astengiyek derket em ji mêvanên xwe hêvî dikin ku me agadar bikin.
Bi pişgiriya hevkarê me Heval Nezad di dîroka 11.11.2003'an de Kurdîpêdiya bi awayekî fermî di dezgeha rêxistinên sivîl ya li Hewlêrê hate tomarkirin.
Bi hêviya ku Kurdîpêdiya bibe mezintirîn jêder û çavkaniyan agahiyan ji bo neteweya kurd.[1]
| Arşîvnasên Kurdipedia |
Roja çalakbûnê |
Amara babetan |
زریان سەرچناری Ziryan Serçinarî |
25-05-2018 (8 Sal) |
187,872 |
هاوڕێ باخەوان Hawrê Baxewan |
05-11-2008 (18 Sal) |
119,330 |
سەریاس ئەحمەد Seryas Ehmed |
28-08-2015 (11 Sal) |
31,287 |
زریان عەلی Ziryan Elî |
16-11-2020 (6 Sal) |
23,691 |
ڕۆژگار کەرکووکی ڕۆژگار کەرکووکی |
28-12-2020 (6 Sal) |
23,393 |
ئاراس حسۆ Aras Hiso |
19-05-2022 (4 Sal) |
23,059 |
ئەڤین تەیفوور Evîn Teyfûr |
15-09-2022 (4 Sal) |
20,807 |
ئاراس ئیلنجاغی ئاراس ئیلنجاغی |
11-04-2017 (9 Sal) |
15,945 |
سروشت بەکر سروشت بەکر |
30-12-2021 (5 Sal) |
15,106 |
ڤەژەن کشتۆ ڤەژەن کشتۆ |
18-05-2023 (3 Sal) |
14,244 |
هەژار کامەلا Hejar Kamela |
08-01-2022 (4 Sal) |
12,691 |
سارا سەردار سارا سەردار |
14-08-2022 (4 Sal) |
12,139 |
شادی ئاکۆیی شادی ئاکۆیی |
25-08-2022 (4 Sal) |
11,790 |
کشمیر کەریم کشمیر کەریم |
22-11-2023 (3 Sal) |
11,657 |
بەناز جۆڵا بەناز جۆڵا |
10-06-2012 (14 Sal) |
10,593 |
کاروان م. ئاکرەیی کاروان م. ئاکرەیی |
19-01-2023 (3 Sal) |
6,931 |
ئەسعەد ڕەشید Es'ed Reşîd - Es'ed Hewramî |
09-06-2022 (4 Sal) |
5,997 |
شەنە بەکر شەنە بەکر |
09-05-2022 (4 Sal) |
5,506 |
هومام تاهیر Humam Tahir |
27-12-2017 (9 Sal) |
4,335 |
سارا کامەلا Sara Kamela |
08-01-2022 (4 Sal) |
4,186 |
ڕۆژ هەژار Roj Hejar |
01-07-2020 (6 Sal) |
3,735 |
ئەمیر سیراجەدین Emîr Siracedîn |
19-01-2023 (3 Sal) |
3,189 |
میلانۆ محەمەد ساڵح Mîlano mihemmed salih |
29-03-2022 (4 Sal) |
1,244 |
Hevkarên Kurdîpêdiya
2008 -=KTML_Year=
{a class="TwitterLink" target="_blank" href="https://twitter.com/kurdipedia"}Twitter{/a}
{a class="FacebookLink" target="_blank" href="https://www.facebook.com/kurdipedia"}Facebook{/a}
Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 9,433 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!