=KTML_Bold=Şûnwara zimanê kurdî li ser etlesa zimanên cîhanê=KTML_End=
Omitê Mistefê
Destpêk
Beriya ku mirov şûnwara zimanê kurdî li ser etlesa zimanên cîhanê nîşan bide, di destpêkê de divê ziman û etlesa wî bên destnîşankirin; piştre şûnwara kurdan û nexşeya belavbûna zimanê kurdî bên eşkerekirin. Di vê xebata destpêkî de, mijara gotarê li ser du beşan hatiye parevekirin: bi gelemperî “ziman” û bi taybetî “zimanê kurdî”. Di beşa yekem de mijarên wekî “pênaseya zimên”, “cureyên zimanan”, “taybetmendiyên zimanê mirovan”, “ramanên li ser destpêka zimên”, “guherîna zimên”, “peydabûna zarava û devokan”, “malbatên zimanên cîhanê û malbata hind-ewropî” hatine şîrovekirin. Di beşa duyem de jî zimanê kurdî hatiye pênasekirin, cure û taybetmendiyên wî hatine destnîşankirin; her wiha ev beş bi mijarên wekî “ramanên li ser destpêka zimanê kurdî”, “sedemkarên guherîna zimanê kurdî”, “peydabûna zarava û devokên kurdî”, “malbata zimanê kurdî” ve hatiye zengînkirin. Divê bê gotin ku encamnameya lêkolînê li gorî xebat û ramanên neteweyî yên kurdan hatine ravekirin ku pirî caran bi xebatên kurdnasên biyanî û şagirtên wan ên kurd re nakokbar in.[1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=522785&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between=Ji bo xwendinê bikirtînin Şûnwara zimanê kurdî li ser etlesa zimanên cîhanê=KTML_Link_External_End=
کوردیپێدیا بەرپرس نییە ل ناڤەڕۆکا ئەڤێ تۆمارێ و خودیێ وێ ژێڕە بەرپرسیارە. کوردیپێدیا ب مەرەما ئەرشیڤکرنێ تۆمار کرییە.
ئەڤ بابەت ب زمانێ (Kurmancî) هاتیە نڤیساندن، کلیک ل ئایکۆنا

بکە ژ بو ڤەکرنا ڤی بابەتی ب وی زمانێ کو پێ هاتیە نڤیساندن!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەڤ بابەتە 2,393 جار هاتیە دیتن
ڕایا خو دەربارەی ڤی بابەی بنڤێسە!