=KTML_Bold=Nasandina Giştî ya Edebiyata Dînî ya Kurdên Yarsanî=KTML_End=
Sal 2016, Cilt: 1 Sayı: 5, 113 - 119, 01-12-2016
Shahab VALI*
Wergera ji Frensî: Sevda Orak Reşitoğlu**
Piraniya kurdan misilmanên sunnî ne, lê di nav wan de baweriyên din jî hene, wek êzdîtî û Yarsanî ku yên Yarsan wek Kakeyî û Ehl-î Heqq jî têne zanîn.
- Dînê Yarsanî bi piranî li Rojhilata Kurdistanê tê bawerkirin, li herêma Kermanşah, Îlam û her wiha li Azerbeycan, Loristan2 û cihên din ên Îranê jî tê bawerkirin. Ev dîn li Başurê Kurdistanê jî, li bajarên wek Kerkuk, Xaneqîn, Silêmanî belav bûye. Doktrînên dînê Yarsanî li ser dûnadûn (kirasguhertin) û xuyabûna îlahî ava bûye, bingeha vî dînî di kelamên Yarsanan de xuya dike ku ev kelam demeke dirêj bi devkî ji nifşekê derbasî nifşeke din bûye.[1]