کوردیپیدیا بەرفرەهترین ژێدەرێ زانیاریێن کوردییە!
دەربارێ مە
ئەرشیڤ ڤانێن کوردیپێدیا
 لێ گەڕیان
 تومارکرنا بابەت
 ئامراز
 زمان
 هژمارا من
 گەڕیان ل دویڤ
 ڕووپەل
  دوخێ تاڕی
 ڕێکخستنێن دەستپێکی
 لێ گەڕیان
 تومارکرنا بابەت
 ئامراز
 زمان
 هژمارا من
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
پەرتوکخانە
 
تومارکرنا بابەت
   لێ گەڕیانا هویر
پەیوەندی
کوردیی ناوەند - Central Kurdish
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami)
هەورامی - Kurdish Hawrami
English
Français - French
Deutsch - German
عربي - Arabic
فارسی - Farsi
Türkçe - Turkish
עברית - Hebrew

 زێدە...
 زێدە...
 
 دوخێ تاڕی
 سڵایدباڕ
 مەزناهییا فۆنتی


 ڕێکخستنێن دەستپێکی
دەربارێ مە
بابەت ب هەلکەفتێ
رێسایێن بکار ئینانێ
ئەرشیڤ ڤانێن کوردیپێدیا
بوچوونێن هەوە
کومکری
فەرهەنگ نامەیا کوردیپێدیا 🆕
هەڤپشکێن مە
کرونولوژیا ڕویدانا
 چالاکی - کوردیپێدیا
هاریکاری
 زێدە
 ناونامە بو زاروکێن کورد
 گەڕیان ب کرتە
ئامار
بابەت
  599,030
وێنە
  126,378
پەرتوک PDF
  22,356
فایلێن پەیوەندیدار
  132,469
ڤیدیۆ
  2,205
زمان
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
322,013
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
97,609
هەورامی - Kurdish Hawrami 
68,098
عربي - Arabic 
46,389
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
28,783
فارسی - Farsi 
17,415
English - English 
8,610
Türkçe - Turkish 
3,887
Deutsch - German 
2,054
لوڕی - Kurdish Luri  
1,785
Pусский - Russian 
1,151
Français - French 
366
Nederlands - Dutch 
132
Zazakî - Kurdish Zazaki 
98
Svenska - Swedish 
84
Italiano - Italian 
66
Español - Spanish 
64
Polski - Polish 
62
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
Norsk - Norwegian 
25
日本人 - Japanese 
24
עברית - Hebrew 
23
中国的 - Chinese 
22
Ελληνική - Greek 
20
Português - Portuguese 
16
Fins - Finnish 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Ozbek - Uzbek 
9
українська - Ukrainian 
6
Čeština - Czech 
6
ქართველი - Georgian 
6
Srpski - Serbian 
6
Hrvatski - Croatian 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano  
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script)  
1
پول
کرمانجی
کەسایەتی 
9,999
جهـ 
876
پارت و رێکخراو 
67
بەلاڤوک (گوڤار، روژنامە و ...) 
55
هەمەجۆرە 
3
وێنە و پێناس 
687
کارێن هونەری 
91
رێکەفت و رووداو (کڕۆنۆلۆژیا) 
22
نەخشە 
3
ناڤێن کوردی 
8
پەند 
2,107
وشە و دەستەواژە 
916
شوینوار و جهێن کەڤنار 
42
لێنانگەها کوردی 
1
پەڕتووکخانە 
1,397
كلتوور - پێکەنین 
7
کورتەباس 
916
شەهیدان 
3,163
کۆمکوژی 
7,701
بەلگەنامە 
81
هوز - تیرە - بنەماڵ 
3
ئامار و راپرسیا 
167
ڤیدیۆ 
23
ژینگەها کوردستانێ 
1
هۆزان 
237
فەرهەنگ 
27
موزەخانە 
19
گیانلبەرێن کوردستانێ 
1
نڤیسێن ئایینی 
163
کۆگەها فایلان
MP3 
2,594
PDF 
35,183
MP4 
4,313
IMG 
241,165
∑   هەمی 
283,255
گەڕان لدیف ناڤەڕوکێ دە
Dewleta Tirk li Serêkaniyê û Girê Spî sûcên şer pêk anîn û zêdetirî 300 hezar kes koçber kir-2
پول: کورتەباس
زمانێ بابەتی: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
وێنەیێن دیرۆکی مولکێ نەتەوەیێ مەیە! هیڤیە ب لۆگۆ و تێکستان و ڕەنگ کرنێ، بهایێ وانا نەشکینن!
هەڤپشکی کرن
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
هەلسەنگاندنا بابەتی
نایاب
گەلەك باشە
ناڤنجی
خراب نینە
خراب
بو ناڤ لیستا کومکریا
ڕایا خو دەربارەی ڤی بابەی بنڤێسە!
گهوڕنکاریێن بابەتی!
Metadata
RSS
گووگلا وێنا بو بابەتێ هەلبژارتی!
گوگل دەربارەی بابەتێ هەلبژارتی!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Cebuano - Cebuano0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Kiswahili سَوَاحِلي - 0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
українська - Ukrainian0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Dewleta Tirk li Serêkaniyê û Girê Spî sûcên şer pêk anîn
Dewleta Tirk li Serêkaniyê û Girê Spî sûcên şer pêk anîn
=KTML_Bold=Dewleta Tirk li Serêkaniyê û Girê Spî sûcên şer pêk anîn û zêdetirî 300 hezar kes koçber kir-2=KTML_End=
Dewleta Tirk a dagirker li pêş çavên cîhanê di êrişên xwe yên qirkirinê yên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî de sûcên şer pêk anîn. Artêşa dagirker çekên qedexekirî li dijî sivîlan bi kar anîn û zêdetirî 300 hezar kes koçber kir.
Di beşa duyemîn ê dosyaya xwe de em ê behsa sûcên şer û sûcên dijî mirovahiyê yên ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji destpêka êrişên li ser Serêkaniyê û Girê Spî ve, di 9'ê Cotmeha 2019'an de pêk anîne, bikin.
Ji destpêka êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Serêkaniyê û Girê Spî, rêxistinên mafên mirovan û çalakvanan bi sedan binpêkirinên mafên mirovan û binpêkirina qanûnên navneteweyî belge kirin. Ji wan binpêkirinan; qetilkirin, revandin, desteserkirina milkên giştî û taybet û gelek sûcên din ku dikevin asta sûcên şer û sûcên dermirovî.
Tevî ku rêxistinên navneteweyî îtîraf bi van sûcan kirine jî, ya herî dawî rapora Komîteya Lêpirsînê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bê, lê helwesteke aktîf li ser erdê li hemberî van sûcan pêk nehat.
Rêxistinên hiqûqî sûcên ku dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmê belge kirine, wiha rave kirin: Ji destpêka êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê ve, 2 hezar 130 kes hatin kuştin û zêdetirî 5 hezar jî birîndar bûn. Hejmara girtiyan gihaşt 6 hezar û 660’î, derdora 4 hezar hatin berdan, lê çarenûsa yên din ne diyar e.
Di girtîgehan de 94 kes hatin îşkencekirin û ji 89 malbatên wan fidye hate xwestin.
Ji destpêka êrişên li ser Serêkaniyê û Girê Spî de, ji ber êrişên dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê, 21 dibistan hilweşiyan, 810 betal bûn, 86 hezar xwendekar ji mafên perwerdeyê bê par man. Dagirkeran 95 dibistan û navendên perwerde û xizmetguzariyê kirin baregehên leşkerî.
23 nexweşxane û nuqteyên tenduristiyê wêran bûn, 8 xebatkarên tenduristiyê şehîd bûn, di nav de 3 xebatkar ji aliyê çeteyên Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê ve hatin înfazkirin û 7 jî birîndar bûn.
Di encamê êrişan de 198 kes, di nav de 34 sivîl, astengdar bûn û 54 kesên din jî ji ber teqînên piştî êrişan ên li Serêkaniyê û Girê Spî astengdar bûn.
Her wiha 96 kes, jê 35 zarok û 32 jin, ji ber mayinan astengdar bûn.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di êrişên xwe yên li ser Serêkaniyê û Girê Spî de sûcên şer û sûcên dermirovî li dijî jin û zarokan pêk anîn.
Di raporeke Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) de hate gotin ku çeteyên Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê li dijî sivîlan înfazên derveyî qanûnî pêk anîn, bi zanebûn herêmên sivîlan topbaran dikin, bi kêmanî 7 qetilkirinên derveyî qanûnî pêk anîn, malên sivîlan û dikanên wan bi awayekî neqanûnî dagir kirin û milkên wan desteser kirin.
Di dîmen û wêneyan de ku komên çete yên girêdayî dewleta Tirk di 11'ê Cotmeha 2019'an de parve kirine, xuya dike ku çete sivîlekî bi awayekî hovane bi guleyan qetil dikin û li ser cenazeyê wî sekinîne.
Hêjaya bibîrxistinê ye ku komkujiya herî bixwîn a çeteyên dewleta Tirk, şehîdxistina sekretara giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef di 12'ê Cotmeha 2019'an de li ser rêya M4 a di navbera Til Temir û Eyn Îsayê de bû. Çeteyên Ehrar El-Şerqiya dîmenên vê sûcî parve kirin.
Her wiha balafirên dewleta Tirk a dagirker di 13'ê Cotmeha 2019'an de, karwanê sivîlan ê ji bo piştgiriyê li Serêkaniyê bû, kir hedef. Di encamê de 13 sivîl, di nav de nûçegihanê ajansa me Seed Ehmed şehîd bûn, û zêdetirî 70 kes birîndar bûn.
Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), komên çete yên artêşa Tirk a dagirker 9 sivîl înfaz kirin, her wiha karmendên Heyva Sor a Kurd ên ku sivîlên birîndar rizgar dikirin, kirin hedef.
=KTML_Bold=ÇEKÊN QEDEXEKIRÎ BI KAR ANÎN=KTML_End=
Heyva Sor a Kurd piştrast kir ku di êrişan de çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Şewata li ser laşê zarokê bi navê Mihemed Hemîd ku li cîhanê deng veda, vê yekê piştrast dike. Ji ber rewşa giran a Mihemed ew rakirin Başûrê Kurdistanê û piştre şandin Fransayê. Der barê vê yekê de gelek raporên bibelge ji NY û Dadgeha Navneteweyî re hatin şandin, lê heta niha ev yek nayê itîrafkirin.
Dewleta Tirk di êrişên 10-13'ê Cotmehê de tevî hebûna sivîlan fosfora bi kar anî.
Bijîşk Ebas Mensûran, pisporê epîdemolojî, mîkrob û imunolojiyê û rêvebirê Enstîtuya PEAS ya Lêkolîna Zanistî ya Swêdê, 30 nexweşên xwedan şewatên cur bi cur -piraniya wan sivîl, di nav wan de zarok Mihemed Hemîd- li nexweşxaneyeke Hesekê lêkolîn kirin. Mensûran di rapora xwe de tekez kir ku dewleta Tirk çekên kîmyewî yên di asta navneteweyî de qedexekirî, li dijî sivîlan bi kar anîne.
=KTML_Bold=BI ZANEBÛN NAVENDÊN TENDURISTIYÊ Û XEBATÊN WÊ KIRIN HEDEF=KTML_End=
Hêzên dagirker di êrişên xwe de bi zanebûn nexweşxane, nuqteyên tenduristiyê û kadroyên wê kirin hedef û rê neda ku birîndar werin dermankirin. Çeteyan di 12'ê Cotmehê de 3 xebatkarên Heyva Sor li Serêkaniyê revandin û ji wan Medya Xelîl Îsa û Mihemed Bozan Seydî qetil kirin û wêneyên cenazeyên wan belav kirin. Çarenûsa yê din ne diyar e.
Çeteyên ‘Sultan Murad’ bijîşka bi navê Meqbûla Sungur li gundê Bîrnûh ê Serêkaniyê revand.
Tevî peymana agirbestê ya ku bi DYA û Rûsyayê re îmze kir, lê dewleta Tirk êrişên xwe yên li ser herêmê û hedefkirina nuqteyên tenduristiyê nesekinandin. Di 3'yê Mijdarê de nuqteya tenduristiyê ya rêxistina Free Burma Rangers ya Amerîkî li gundê Kisra yê Til Temirê kir hedef. Di encamê de xebatkarê rêxistinê Zhao Sang (37) birîndar bû, ji ber birîna wî giran bû piştre jiyana xwe ji dest da, her wiha karmendekî din ê tîma tenduristiyê ku bi dilxwazî di rêxistinê de kar dikir, birîndar bû.
Endama rêveber a Heyva Sor a Kurd Cîhan Amir destnîşan kir ku tîmên tenduristiyê di xebatên rakirina birîndar û qurbaniyên di bin enqazan de li pêşberî xetereyê rû bi rû bûn û got: Piraniya birîndarên ku me ew rakirin, birînên xwe giran bûn, ji ber ku bi çekên giran û balafiran hatin hedefkirin. Piraniya wan sivîlên Serêkaniyê bi taybet jin û zarok bûn.
Cîhan wiha berdewam dike: Yek ji wan rewşên herî dijwar ku em tê re derbas bûn, hatina birîndaran ji bo Nexweşxaneya Roj a Serêkaniyê bû, lê ji ber girtina rê û hedefgirtina artêşa Tirk ji karwanên sivîl re yên ku derbasî nav bajêr bûn, derman negihîştin hundirê bajar. Heyva Sor hewl da ku birîndaran derxe û bişîne nexweşxaneyên bajarên din lê dagirkeriya Tirk ew hedef girtin, ji ber vê yekê birîndar vegerandin Nexweşxaneya Roj, lê hin ji wan di rê de jiyana xwe ji dest da, ji wan 3 bira bûn.
=KTML_Bold=TEVÎ PEYMANAN SÛCÊN ŞER BERDEWAM IN=KTML_End=
Sûcên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî sivîlan piştî dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî bi dawî nebûn, lê belê piştî ragihandina agirbestê û destpêkirina dewriyeyên rûsî-tirkî li herêmê dewleta Tirk li dijî sivîlên ku dewriye red dikirin, tirs û xof dimeşand. Di dewriyeyekê de panzêra dewleta Tirk li gundê Sermesaxê yê gundewarên Girkê Legê-herêma Dêrikê di 8’ê Mijdara borî de pê li ciwanê bi navê Serxwebûn Elî kir û di encamê de şehîd bû.
Ambulanseke rêxistina amlanî CADUSe.V di 9’ê Mijdarê de ji hêla artêşa Tirk a dagirker ve dema ku hewl dida birîndaran rake, hat hedefgirtin. Di encamê de ajokarê ambulansê bi giranî birîndar bû.
Artêşa Tirk a dagirker li dijî xwepêşandêrên li dijî dewriyeya rûsî-tirkî ya li gundê Korbînkar û Til Hacibê li rojhilatê Kobanê ku di 12’ê Mijdara 2019’an pêk hatiye, gule û bombeyên gazê avêtin û di encamê de 8 sivîl û di nav de jî rojnamevan, birîndar bûn.
Di rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî de ya di 18’ê Cotmeha 2019’an de derketiye, wiha hate gotin: Hêzên leşkerî yên Tirk û hevalbendiya komên çekdar ên Sûriyê yên bi piştevaniya ji dewleta Tirk heqaretên kirêt li jiyana sivîlan kir. Her wiha binpêkirin û sûcên şer pêk anîn jê kuştina bimebest, êrişên derqanûnî ku tê de sivîl hatin qetilkirin. Ew jî di êrişa li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk hatin.
Di raporê de hat piştrastkirin ku delîlên rasteqînî li ser sûcên şer û ji bilî wê ji sûcên ku hêzên Tirk ên dagirker û komên çeteyên girêdayî wê kirin, hene.
Di heman demê de jî nûnerê taybet ê serokê Amerîkayê Donald Trump ji Sûriyê re James Jeffrey itîraf kir ku rola serokê Amerîkayê di hêsankirina êrişên Dewleta Tirk yên di 23’yên Cotmeha 2019’an de hebûn û wiha got: Hêzên Amerîkayê nîşaneya sûcên hêzên dewleta Tirk li Sûriyê di dema êrişa wê li dijî Kurdan de, dîtin.
=KTML_Bold=KOÇBERKIRINA 300 HEZAR SIVÎLAN Û GUHARTINA DEMOGRAFIYÊ=KTML_End=
Di encama êriş û sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî de zêdetirî 300 hezar sivîl ji herêmê neçarî koçberiyê bûn, malbatên çeteyan li şûna wan hatin bicihkirin û piştî koçberkirinê sûcên guhartina demografiyê pêk anîn.
Li gorî serjimariyên Rêveberiya Xweser, nêzî 100 hezar sivîl ji kantona Girê Spî û gundewarên wê neçarî koçberiyê bûn û jê 3 hezar û 530 koçber di hundirê kampa koçberên Girê Spî de ku di 22’yê Mijdara 2019’an li bajarokê Til Semen ê bakurê Reqayê ji hêla Meclisa kantona Girê Spî ve hatiye avakirin, bi cih bûn. Lê koçberên dîtir li bajarên Reqa, Tebqa û Minbicê bi cih bûne.
Lê koçberên bajarê Serêkaniyê li kamp û gelek herêman belav bûne. Li Hesekê hejmareke mezin bi nêzî 150 hezarî hene. Her wiha kampa koçberan ji şêniyên Serêkaniyê re li bajarokê Tiwêna yê rojavayê Hesekê hat avakirin û tê de 12 hezar sivîl hene.
Li zêdetirî 80 dibistanên li Hesekê koçber bi cih bûn. Bi wê re jî fişar li dibistanên dîtir ji aliyê xwendinê ve çêbû. Ji ber wê dewama dibistanê vegerî 3 deman. Ji 16’ê vê Tebaxê ve û bi nêzbûna sala xwendinê ya nû re, Rêveberiya Xweser neçar ma ku kampeke din bi navê ‘Kampa Serêkaniyê’ li taxa Telaî ya Hesekê veke da ku koçberan beş bi beş veguhêze wir.
11 hezar şêniyên Serêkaniyê koçberî Dirbêsiyê bûn û 11 hezar jî koçberî Til Temirê bûn. Her wiha beşek jî li bajarê Qamişlo bi cih bû û 150 malbat li Kampa Newroz a Dêrikê bi cih bûn. 14 hezar şênî jî koçber Başûrê Kurdistanê bûn, lê beşeke mezin ji van di vê dawiyê de vegerîn Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Di vê çaçoveyê de gerînendeyê Nivîsgeha Kar û Barên Koçber û Penaberan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêxmûs Ehmed piştrast kir ku rêxistinên mirovî, alîkariyê û NY bi erkên xwe li hember koçberên Girê Spî û Serêkaniyê ranebûn, ji ber li gel Rêveberiya Xweser derfet kêm in, avakirina kampan ji koçberan re dereng ma.
Ehmed wiha got: Dewleta Tirk a dagirker sivîl ji gundên wan neçarî koçberiyê kir û li şûna wan malbatên çeteyan di malên wan de bi cih kirin. Vê jî azarên koçberan zêdetir kirin. Her wiha binesaziya civakî li herêmên dagirkirî diguherîne.
Ehmed da zanîn ku pêdiviya koçberan bi alîkar û piştevaniyê ji tevahî aliyan ve heye, bi taybet tenduristî. Ji ber tu alîkarî ji aliyekî derve ve nayê.
Rewşa koçberan tevî paşguhkirina navneteweyî ya vegerandina wan li malên wan di bin sîwana navneteweyî de dereng maye. Di heman demê de dewleta Tirk a dagirker guhartina demografîk li herêmên dagirkirî bi hewldana tevlêkirina bajarên Sûriyê li sînora xwe mîna Lîwa Îskenderonê, didomîne.
Dewleta Tirk a dagirker bi mebest çete û malbatên wan, her wiha şêniyên ji herêmên dîtir ên Sûriyê tîne wan herêmên dagirkirî û di malên koçberan de bi cih dike, mal û milkên taybet ên şêniyên resen desteser dike.[1]

کوردیپێدیا بەرپرس نییە ل ناڤەڕۆکا ئەڤێ تۆمارێ و خودیێ وێ ژێڕە بەرپرسیارە. کوردیپێدیا ب مەرەما ئەرشیڤکرنێ تۆمار کرییە.
ئەڤ بابەت ب زمانێ (Kurmancî) هاتیە نڤیساندن، کلیک ل ئایکۆنا بکە ژ بو ڤەکرنا ڤی بابەتی ب وی زمانێ کو پێ هاتیە نڤیساندن!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەڤ بابەتە 3,671 جار هاتیە دیتن
ڕایا خو دەربارەی ڤی بابەی بنڤێسە!
هاشتاگ
ژێدەر
[1] ماڵپەڕ | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 16-05-2023
بابەتێن پەیوەستکری: 55
زمانێ بابەتی: Kurmancî
روژا تمام کرنێ: 07-02-2021 (5 سال)
باژێر و باژارۆک: گرێ سپی
باژێر و باژارۆک: سه‌رێکانی
جورێ دۆکومێنتێ: زمانی یەکەم
جورێ وەشانێ: دیجیتاڵ
وڵات - هەرێم: رۆژئاوای کوردستان
کاتەگۆریا ناڤەڕۆکێ: وتار و دیمانە
کاتەگۆریا ناڤەڕۆکێ: رامیاری
تایبەتمەندی یێن تەکنیکی
کوالیتیا ڤی بابەتی: 99%
99%
ئەڤ بابەتە ژ لایێ: ( ئاراس حسۆئـ.ح.) ل: 16-05-2023 هاتیە تومارکرن
ئەڤ بابەتە ژ ئالێ: ( ئەمیر سیراجەدینئـ.س.) ل : 16-05-2023 پێداچوون ژبوو هاتییە کرن و ڕەها بوویە
ئەڤ بابەتە بو دویماهیک جار ژ لایێ: ( ئەمیر سیراجەدینئـ.س.)ڤە: 16-05-2023 هاتیە ڕاست ڤەکرن
ناڤ و نیشانێن بابەتی
ئەڤ بابەتە ب ستانداردی کوردیپێدیا هێشتا نە دروستە و پێدڤی ب داڕشتنەکا بابەتی و زمانی هەیە!
ئەڤ بابەتە 3,671 جار هاتیە دیتن
QR Code
  بابەتێ نوی
  بابەت ب هەلکەفتێ 
  تایبەت ب ژنان 
  
زێدە

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.42
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| دروستکرنا لاپەری 0.484 چرکە!