$Agahiyên şehîd:$
Nav û paşnav: Latîf Kaymak
Nasnav: Andok Fedakar
Cihê jidayikbûnê:Amed
Navê dê û bav: Remziye -Abdullah
Dîrok û cihê şehadetê: 2017/Herêmên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
Bajarê me Amed, navenda berxwedanê ya Kurdistanê, di dîrokê de pêşengiya têkoşîna gelê me ya parastina hebûna xwe û jiyana azad kiriye. Li hemberî êrîşên dagirkeran her tim weke kelehekê li ber xwe da û gelê me yê welatparêz ê Amedê her tim vê kevneşopiya berxwedanê ya xurt zindî hiştiye. Amed di serdema damezrandina partiya me PKK'ê de ev rol û mîsyona dîrokî lîst, bû dergûşa partiya me û di heman demê de bû navenda Berxwedana Zindana Amedê. Berxwedana bêhempa ya ku kadroyên pêşeng ên partiya me PKK’ê li zindanan di şert û mercên herî dijwar de pêş xistin, bû bingeha ruhê berxwedan û serketinê ya di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de ku di pêşengtiya Rêber Apo de pêş ket. Gelê me yê Amedê ji roja destpêkê ve vê berxwedana pîroz hembêz kiriye û bi kevneşopiya serhildanê ya ku pêşxistiye di dîroka birûmet a gelê me de rûpelek nû vekiriye. Hevrêyê me Andok ê ku di malbateke welatparêz a dilsozê vê kevneşopiya dîrokî ya xurt û nirxên Kurdistanî de mezin bûye, bi çanda berxwedanê mezin bûye. Hevrêyê me yê ku şahidê êrîş û qetlîamên dewleta Tirk a dagirker li kolanên Amedê bû, kîn û hêrseke mezin li dijî dagirkeran hilgirt. Hevrêyê me yê ku dît ku Gerîlayê Azadiya Kurdistanê, yekane hêza parastina rewa ya gelê me ye, di sala 2014’an de tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me yê ku di demeke ku êrîşên qirkirinê li dijî gelê me hatibû pêş xistin de tevlî refên gerîla bû, armanca têkoşîna wî ya şoreşgerî ew bû ku gelê me yê bindest li hemberî polîtîkayên qirêj ên dagirkeran biparêze. Hevrêyê me Andok ê li qada Qendîlê perwerdehiya bingehîn û pispor a gerîla dît, bi hemû hêza xwe tevlîbûnê perwerdehiyê bûye di kesayeta xwe de guhertinên mezin çêkir û xwe ji erk û berpirsyariyên demê re weke milîtanek bi hêz, amade kir. Hevrêyê me yê ku bi meyla xwe ya leşkerî di taktîkên gerîla de pispor bû, di qada bîrdozî de jî kûrbûneke xurt pêk aniye. Hevrêyê me Andok ku piştî pratîka xwe ya serketî ya gerîlatiyê li qada Qendilê berê xwe da Zapê, ku li dijî artêşa Tirk a dagirker berxwedaneke dîrokî hate dayîn, bû yek ji hevrêyên me ku bi lez û bez tecrûbeya xwe veguherand pratîkê. Hevrêyê me yê ku di pratîkê de pijiya û li dijî dagirkeran têkoşînek bi bandor meşand, bi bûyîna fermandar re têkoşîna xwe hîn zêdetir mezin kir. Hevrêyê Andok, yek ji fermandarên me yên ciwan ên bi ruhê serketinê ye, ji bo baştir rastiya Rêbertî û şehîdan bê fêhmkirin her tim ketiye lêhûrbûnên kûr. Hevrêyê me Andok ê ku zû fêr dibe û tiştên ku hîn dibe bi ceribandina wan di pratîkê de vediguherîne ezmûnê, bi tevlîbûna xwe ya jiyanê û bi helwesta xwe ya milîtanî re, her tim pêşengî ji hevrêyên xwe kiriye û bawerîyek mezin afirand. Hevrêyê me yê ku bi kesayeta xwe ya kedkar, bi kelecaneke mezin nêzî erkên xwe yên şoreşgerî dibe û bi serketineke bilind armanc dike ku bigihêje hedefê, ji bo bibe milîtan û fermandarekî mînak di her wateyê de kedeke bêhempa daye. Hevrêyê me Andok ku gelek bi hevrêyên xwe ve girêdayî ye, fêrbûn û fêrkirin esas girtiye, di her şert û mercî de hevrêtiya PKK’ê ya pîroz parastiye. Hevrê Andok, lawê leheng ê Amedê ku ji bo mîrateya şehîdên me yên nemir bigihîne serkeftinê, ku bêyî rawestan û bêhnvedanê xizmet ji şoreşa azadiyê ya gelê me re kir, wê her tim di nava têkoşîna me de bijî û rêya me ronî bike.
[1]