$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Mordem Êrîş
Nav û paşnav: Vedat Bîngol
Ciyê jidayikbûnê: Amed
Navê dê û bav: Fahriye - Nûsret
Dîrok û cihê şehadetê: Sibata 2022’an/Herêmên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
Heval Mordem li bajarê Amedê ya ku welatparêziya gelê Kurd lê xurt bûye, ji dayik bûye. Wî zaroktiya xwe li Sûrê derbas kiriye û ev bûye sedem ku ew pergala mêtinger zû nas bike. Heval Mordem dema ku li Enqereyê zanîngeh dixwend rûyê rastîn ên dewleta Tirk nas kiriye û biryar daye ku divê têbikoşe. Heval Mordem xebatên ciwanan di serî de di nav gelek xebatan de cih girtiye û di her xebate de di nava demeke kurt de encamên baş bi dest xistiye û ji ber vê dijmin berê xwe daye ser heval Mordem. Heval Mordem hatiye girtin û bi qasî du salan di zindanê de maye û li ber xwe daye. Wî li zindanan Partiya me û Rêbertî ji nêz ve nas kiriye. Piştî ku ji zindanê derketiye wî biryar daye têkoşîna xwe li çiyayan bidomîne. Wî hemû şertên Modernîteya Kapîtalîst red kiriye û di sala 2015’an de berê xwe daye çiyayên azadiyê. Demekê li qada Qendîlê têkoşiyaye û ji bo tevlêbûna xwe ya fedaî veguherîne tarzeke encamgir û berpirsyariya giran a şoreşê hilde, tevlî nav rêxistibûna Hêzên Taybet bûye.Wî bi têkoşîna xwe ya li ser xeta îdeolojîk û rêxistinî ji hemû hevalên xwe re bûye mînak. Bi enerjiya xwe ya zêde û coşa bêdawî bûye mînaka milîtaniyeke rast. Wî her dem girêdayîna xwe ya bi Rêbertî aniye ziman û kûrbûna xwe veguherandiye karakterekî. Heval Mordem li hemberî hemû dijwariyan bi ken bersiv dida û vê taybetiya wî ji bo hemû hevalên wî bûye çavkaniya moral.[1]