Amadekirin: Aras Hiso
$Li Rojavayê Kurdistanê kevneşopiya kustekqetandinê$
Her gelek bi çand û kevneşopiyên xwe yên gelêrî tê nasîn û wiha di rûyê cîhanê de dibiriqe. Di nava her gelekî de bi dehan çand, reng û motîvên cihê cihê têne vedîtin, bêgugan gelê kurd jî wiha ye û ji wê kevneşopiyê bêpar nemaye.
$Wekî peyv Kustek çi ye?$
Di nava kurdan de kevneşopiyek heye jê re tê gotin kustek an jî kustek-qetandin. Wekî peyv û pênasekirin, çaxê ku zarok gava yekem davêje û dest bi meşînê dike, divê ku kustek were qetandinî. Bi awayekî din mirov dikare bêje bend-qetandin. Ev çand di nava gelê kurd de pir lê pêş e, ji bo xweşbûn û şabûna dilê zarokan tê bikaranîn. Em ê vêga li vir nimûneya ji devoka #Kobanî# bidin:
$Awayê kustek-qetandinê çi ye?$
Ji bo ku zarok karibin bi rihetî û bêyî lukimandin bimeşin, gava ku nû zarok nû dest bi gavavêtinê dike, gelek kêfa malbatê tê, lewma ji bo zarok bi rêya şahiyekê radibin benekî bi her du pêçiyê girikê yê lingê zarok ve girê didin hinek xwarin û şêranî dixin dawa zarok. Du zarokên bi temen 6-7 salî, carinan mezintir jî dibe. Her du bi hev re ji wê de bi rêya pêşbirkekê ku kî berê were û wê benî biqetîne û şêraniyê birevîne, ew bi ser dikeve û zarokên din jî didin şopa wî. Bi rêya vê kelejanê ew zarok jî direve. Ev rev jî bi awayekî tendursit dibe gava yekemîn ji bo meşa zarok. Bi vî awayekî kêfxweşî û kelejan di nava dilê malbatê de geş dibe.
Di baweriya malbatan de ger ev kustek neyê qetandin, wê zarokê nekaribe bi rihetî bimeşe û her û her di meşa xwe de bilikume. Ji ber vê yekê hem mîna mecbûriyekê û hem jî kêfxweşiyekê ev kustek tê qetandin.
Dibe ku di nava gelê kurd de, ji bo her devok û herêmekê awayê kusteqetandinê cuda be, lê di nava milet û devokên Rojavayê Kurdistanê de bi vî awayî ye.[1]
$Çavkanî:$
-Hevpeyvîna bi kesên temen mezin yên gundewarên Kobaniyê re.