Helbestvan Alwan Şivan
Di sala 1970ê de, li gundekî ji devera Tirbespiyê hatiye jiyanê. Xwendina xwe ya seretayî li dibistana gund derbaskiriye, qûnaxa duyem li dibistanên bajarê #Qamişlo# qedandiye û qûnaxa siyem li bajarê Helebê ji bo xwendina peymangehê, lê mixabin ji ber hin sedemên taybet bi serî nekir û berê xwe da leşkeriya neçar.
Ji sala 1990î de, dest bi nivîsandina helbesta kurdî kiriye. Helbestên xwe di riya malperên kurdî re belav dike. Gelek semîner, şevbuhêrk û ahengên newrozan pêşkêş û birêve dibe.
Ji sala 2007an salane li Elmaniya beşdarî mihrecana helbesta kurdî dibe, û wek pêşkêş û rêveber mihrecanê bi rêve dibe.
Ji berhemên wî du pirtûkên helbestan hene ew jî ev in
-Hêviyên bê sînor
-Şevê dî
Ji sala 2001ê penaberî Elmaniya bûye.[1]
ئەڤ بابەت ب زمانێ (Kurmancî) هاتیە نڤیساندن، کلیک ل ئایکۆنا

بکە ژ بو ڤەکرنا ڤی بابەتی ب وی زمانێ کو پێ هاتیە نڤیساندن!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەڤ بابەتە 1,058 جار هاتیە دیتن
ڕایا خو دەربارەی ڤی بابەی بنڤێسە!