Omer Faruk Baran
Tarîxa kurdên Bakur ji ber polîtîkayên sedsalan tim meyla xwe daye ser tirkî û pirtir bi tirkî hatiye nivîsîn. Çinku ya kurdên Bakur, terbiye û tedrîsatên wan bi tirkî çêbûne, saz û stranên wan bi tirkî hatine gotin, serok û rêberên wan bi tirkî têkoşîn meşandine û mebûs û miletwekîlên wan bi tirkî ketine meclisan.
Xêncî wan terbiye û tedrîsat û sekn û siyasetan, gelek eşq û evînên kurdan jî piştî çêbûna Komara Tirkiyeyê ku bi dil di rengê kurdî de bûne jî bi dev di dengê tirkî de mane û werga ketine metnên tarîx û edebîyatê.
Mesela, Mualla Eyuboglu Anhegger, xwişka Bedri Rahmi Eyuboglu û Sabahattin Eyuboglu di xatirayên xwe de behsa kurdbûna wê mala entelektuelên dewra xwe dike.
Mualla Xanim dibêje her çiqas ew bi rabûn û rûniştinê, bi xwarin û vexwarinê xwe ji Trabzon ya Qeredenîzê hîs dike jî ew bi eslê xwe kurd in, ji Sîlvan ya Dîyarbekir lê ne kokên ji Sîlvanê têrê nekiriye ku ew mala entelektuelan bi ber û eserên xwe bibe kaniyeke kurdan.
Bi gotina Mualla Xanimê be, bavê wî yê dîplomat, ku dewra dawî ya Osmanîyan û salên pêşî yên Komarê dîtine, xwe tirk dihesibandiye, li ser riya Mustafa Kemal bûye û zarokên xwe bi fikrên îdealîst xwendin dane.
Keça bavê xwe, Mualla Xanim jî dîsa bi wan fikrên îdealîst di salên 1940'î de bo mielmî û mîmariyê bike ji merkeza Stenbolê berê xwe daye Anadoluyê. Wan salan Kemal Sadik Gokçeli yê hîn nebûye Yaşar Kemal jî bo nêzîkî merkezê bibe ji derdora gol û çol û çiyan rabûye çûye Enqerê û ew Mualla Xanimê li paytexta Tirkiyê li hev rast hatine.
Di xatirayên xwe de, Mualla Xanim bêyî ku dirêj û pahn bike mealen dibêje Kemal çito çav li min ket xwest bi min re bizewice û bo delîliyê bikin jî mektûbên Yaşar Kemal raber dike.
Yaşar Kemal di mektûbeke payîza 1949'an de bi hevokên hez û hez gotiye Ez ji te pir hez dikim. Însanek ancax kane bi qasî ez ji te hez dikim hez bike. Wer pir ji te hez dikim ku ez. Xêncî te tu kes nikane fêm bike vê hezkirinê. Û seba çi ez ji te ew qas pir hez dikim, xêncî te, ne mimkûn e, tu kes nikane fêm bike.
Di mektûbeke bihara 1951'ê de jî Yaşar Kemal bo Mualla Xanimê gotiye Can! û daye zanîn ku ewê êdî tim ji wê re wisa bêje: Can, ez dikim êdî tim ji te re bibêjim can! Ez çi wext ji diya xwe re dibêjim Ana, ew jî dibêje Can! Xwişk ji birayên re dibêjin can, dayik jî ji kurên xwe re. Ew gotina miletê me çi gotineke germ e. Koka wê gotinê li kûrahîyan e. Dema me rû bi rû xeber dida, min carekê jî nikanibû ji te re bigota Can! Qe bala te kişand nizam? Min nikanibû li rûyê te jî binêriya. Min tek carekê jî cesaret nekir ku ez li çavên te binêrim.’
Mektûba hema li dû vê jî dîsa di bihara 1951'e de hatiye nivîsîn û ji Dîyarbekir hatiye şandin: Can! Ez niha ji trênê daketim. Di rê de wer tu di bîra min de bûyî. Tu heqlî yî. Hezkirina memleketê xwe jî ez dikim ji te ho bibim. Min gotibû ez hez nakim ji milet. Li qisûra min menêre. Niha ez di şokê de me. Li îstasyona Erxenîyê, kalekî kor, kurê wî pê re bû, bilûr lêdixist. Min di umir û heyata xwe de dengekî wanî muhteşem nebihîstibû. Min mîna dînan xwe ji kompartmanê avêt pêşiyê. Di bêrîkên min de çiqas pereyên hûr hebûn min danê, min kanibû canê xwe jî pê da.
Ji vê mektûba sala 1951'ê meriv dikare bi flashforwardê berê xwe bide fîlmekî Yilmaz Guney ku di sala 1978'an de hatiye kişandin: Sürü, bi navê xwe yê turmancî Kerî. Di vî fîlmî de di destpêka deqîqeya 71'ê de bilûrvanek, li kêleka keçikeke biçûk dixewîne. Ew bilûrvanê kor li gor xatirayên Amed Tigrîs, Hafiz Zulfo ye û wî ji salên 1940'î heta serê salên 1980'yî bo rêwîyên li îstasyona trênê ya li Erxenîyê li bilûrê xistiye.
Herhal dengê bilûra Hafiz Zilfo jiber ku bi tenê dengê bilûrê bûye ji wan salan sax û silamet filitîye û ketiye mektûbeke Yaşar Kemal û Yilmaz Guney. Her du pêşengên sînema û edebîyata tirkî bi dengê bilûra hafizekî kor, bi zimanekî ezopî silav li kurdbûna xwe dane.
Tew Yaşar Kemal ji silavên jî wêdetir, seba kurdbûna xwe piştrast bike li dû nîyeta zewacê bo Can Mualla Xanimê gotiye Kurdun Gelînî’’ ku bi kurdî mehneya wê Bûka Kurdan e.
Yaşar Kemal di mektûbeke sala 1951'êde ji Bîdlîsê ji Mualla Xanimê re dibêje Bûka Kurdan, dibêje Tu mîna kurdan cilan li xwe dikî û haziriyê dike ku ew bi wê bûkê re havînê here li gundekî Wanê, li cîhê bav û kalên xwe bimîne.
Mualla Xanim dibêje Dema ez bo karên restorasyonê çûm Dîyarbekir, nas û dostên Yaşar Kemal li îstasyona trênê hatibûn pêrgîniya min ku qaşo bûkê bibînin û dibêje her çiqas min bi wan re sohbet kir jî min bêli kir ku Kemalê me ji xwe re di indê xwe de em kirine bûk û zava, tiştekî wer jî tune.
Mektûb raber dikin ku Yaşar Kemal pir xwestiye ku Mualla Eyuboglu bibe bûka kurdan, lê wê xanimê tevî di çavên wê de Yaşar Kemal yekî lihevhatî û karîzmatîk bûye jî guh nedaye vê destî îzdîvacê û nebûye bûka kurdan.
Meraqliyên mesele û magazînên edebiyatê dikarin li kafeyekê detayên zewaca Mualla Xanimê bibihîsin û ji vê kitabê ji wê kitabê dikarin aqûbeta dilê Yaşar Kemal jî bixwînin. Her çi be jî heqîqeta hîkayetê asîmîlasyona bi mîlyonan kurd e ku jê pê ve îcaba şorê nake.
Jêder:
Anhegger, Mualla Eyyuboglu: Hitit Guneşi - Soyleşi: Tuba Çandar, Dogan Kitapçilik, 2003
Kemal, Yaşar: Baldaki Tuz, Yapı Kredi Yayinlari, 2020
Tîgrîs, Amed: Bîranînên Min, Weşanên Ronya-Kurdped, 2022
Suru: Guney Filmcilik, 1978
omerfarukbaran@hotmail.com [1]