کوردیپیدیا بەرفرەهترین ژێدەرێ زانیاریێن کوردییە!
دەربارێ مە
ئەرشیڤ ڤانێن کوردیپێدیا
 لێ گەڕیان
 تومارکرنا بابەت
 ئامراز
 زمان
 هژمارا من
 گەڕیان ل دویڤ
 ڕووپەل
  دوخێ تاڕی
 ڕێکخستنێن دەستپێکی
 لێ گەڕیان
 تومارکرنا بابەت
 ئامراز
 زمان
 هژمارا من
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
پەرتوکخانە
 
تومارکرنا بابەت
   لێ گەڕیانا هویر
پەیوەندی
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 زێدە...
 زێدە...
 
 دوخێ تاڕی
 سڵایدباڕ
 مەزناهییا فۆنتی


 ڕێکخستنێن دەستپێکی
دەربارێ مە
بابەت ب هەلکەفتێ
رێسایێن بکار ئینانێ
ئەرشیڤ ڤانێن کوردیپێدیا
بوچوونێن هەوە
کومکری
کرونولوژیا ڕویدانا
 چالاکی - کوردیپێدیا
هاریکاری
 زێدە
 ناونامە بو زاروکێن کورد
 گەڕیان ب کرتە
ئامار
بابەت
  584,664
وێنە
  123,885
پەرتوک PDF
  22,079
فایلێن پەیوەندیدار
  125,548
ڤیدیۆ
  2,192
زمان
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,291
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,503
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,692
عربي - Arabic 
43,830
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,570
فارسی - Farsi 
15,707
English - English 
8,514
Türkçe - Turkish 
3,819
Deutsch - German 
2,029
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
پول
کرمانجی
کەسایەتی 
9,177
جهـ 
832
پارت و رێکخراو 
58
بەلاڤوک (گوڤار، روژنامە و ...) 
40
هەمەجۆرە 
3
وێنە و پێناس 
629
کارێن هونەری 
16
رێکەفت و رووداو (کڕۆنۆلۆژیا) 
22
نەخشە 
3
ناڤێن کوردی 
8
پەند 
2,107
وشە و دەستەواژە 
913
شوینوار و جهێن کەڤنار 
42
لێنانگەها کوردی 
1
پەڕتووکخانە 
1,388
كلتوور - پێکەنین 
7
کورتەباس 
863
شەهیدان 
2,667
کۆمکوژی 
7,085
بەلگەنامە 
73
هوز - تیرە - بنەماڵ 
3
ئامار و راپرسیا 
162
ڤیدیۆ 
23
ژینگەها کوردستانێ 
1
هۆزان 
237
فەرهەنگ 
27
موزەخانە 
19
گیانلبەرێن کوردستانێ 
1
نڤیسێن ئایینی 
163
کۆگەها فایلان
MP3 
1,295
PDF 
34,642
MP4 
3,829
IMG 
233,285
∑   رێژە 
273,051
گەڕان لدیف ناڤەڕوکێ دە
HÊZA RASTÎYA ZIMAN
پول: کورتەباس
زمانێ بابەتی: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
ئارمانجا مە ئەڤەیە وەکە هەر نەتەوەیەکێ دن خوەدیێ داتابەیسەکا نەتەوییا خوە بین..
هەڤپشکی کرن
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
هەلسەنگاندنا بابەتی
نایاب
گەلەك باشە
ناڤنجی
خراب نینە
خراب
بو ناڤ لیستا کومکریا
ڕایا خو دەربارەی ڤی بابەی بنڤێسە!
گهوڕنکاریێن بابەتی!
Metadata
RSS
گووگلا وێنا بو بابەتێ هەلبژارتی!
گوگل دەربارەی بابەتێ هەلبژارتی!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
HÊZA RASTÎYA ZIMAN
HÊZA RASTÎYA ZIMAN
Eger em ê ser dema Mezolîtîk û Neolîtîk pêk ve weke dîroka civakbuyîna mirov bi dest bigrin, hema hema diçe nêzî dîroka B.Z. 15.000-12.000 salan. Civakbûyîn û #ziman# bi qasî dîroka mirovatiyê kevn e, kûr e û xwedî wateyekî dewlemend e. Bi taybetî mirov weke zindiyeke di aliyê biyolojîk û fîzîkî de gihiştiye heta asta hizirîn û axaftinê. Rabirduyeke wuhaye kû gelekî bi êş, zehmetî û encama têkoşîneke hebûn û tûnebûnê de pêkhatiye. Mirov bi hizirandin û axaftinê ve dawî li nîv-mirovbûn û heywanbûnê tînê; bi temamî dibe hebûnêke civakî. Ango, ziman di jiyana mirov û civakbuyînê de weke Rêber Apo jî balê dikişîne ser; “şoreşa yekemîn ya herî mezin e”. Piştî vê danesîna kurt û şûn de em ê mijara xwe hê kûrtir bikin.
Beriya her tiştî, hêz û wateya ziman, xwedi xwezaya civakî de bi hemû berhem û taybetiyên xwe ve radixe ber çavan. Ew çanda bi bereket, di civaka xwezayî de, li derdora jin-dayîk a pîroz vê jiyanê afirandiye. Eger ziman nebûya, gelo mirov wê çawa bibûna mirov. Yan jî civakbûyîn wê çawa pêş biketibana? Li vê derê ya girîng bi rêya ziman jiyana mirovê din dikeve qonaxeke nû. Ziman cara yekem di mirov de weke tevgerkirina serî, dest, mil û hwd. e. Pişt re encama hizirîna wî, lê ya demdirêj de. Di despêkê de weke deng û hema şûn de peyv û hevok bi xwe re anîn. Bi cewherî axaftin û binavkirina li tiştan, wiha bi hêsanî çênebûye. Kî dizane, gelo mirov cara yekem bi zimanê xwe axiviye û wate daye tiştan, çiqasî bi kêfxweşî, coşî û bi hêz bû ye. Dîsa di xwezayê de bi navkirina dareke fêkiyê, giyayekî, kûlîlkeke, çiyayekî, avekî de çiqasî hestiyar, dilgeş û bi rih bûye. Bêguman mirovên wan deman naskirin û fêmkirin gelekî girîng e. Ji ber kû ziman û hebûna me bermahiyên wan in.
Ziman, ji bo jiyana mirov û civakê, hebûn û amûreke bêmirin e. Dibe ku mirov di warê fîzîkî de bimire, yan jî bi hin sedeman dawî li jiyana wê/wî were. Lê belê civak, bi rêya ziman û ramanê, di warê hest, xeyal, kêfxweşî, helbest, nivîs, stran, êş, hêrsbûn û hemû berhemên xwe yên manewî ve bêmirine û bêdawî ye. Her wiha bi rêya ziman, civak û gelan heta roja me ya îro bi nasname û çanda xwe ve xwe parastiye û cûdahiya xwe nîşan dane.
Bi taybetî jî, diroja me ya îro de, ji aliyê pergala kapîtalîzmê ve li ser ziman û çanda gelan êrîşeke helandin û bişaftineke bêsînor pêk tîne. Ev mijareke kû ji hemû aliyan ve li ser raweste. Lê ya herî girîng û jiyanî, bitaybet piştî damezrandina Komara Tirkiyê, ev mêtîngerî û bişaftina çand û zimanê Gelê #Kurd# bû.
Bêguman, girîngî û wateya çand û ziman, ji bo Kurdan qasî hebûn û tunebûn girîng e. Dîsa qasî dîroka wê ya kevnare. Eger Kurdan weke gel û civak hebûna xwe heta îro parastibe û dabe jiyîn, sedemeke vê yekê heye; ew jî ev e kû, li gorî zanebûna xwe xwedî li çand û zimanê xwe derketiye û parastiye. Li vê derê ya herî bi êş û zehmetî jî, ji aliyê Komara Tirkiyê ve ev qedexekirin û tune hesibandina li ser çand û #zimanê Kurdan# bû. Di têvahiya dîroka Kurdan de, bi qasî dewletê Tirkiyê li ser zimanê Kurdan bandoreke neyînî û parçekirî hema bêje nîne. Ev parçekirin ne weke parçekirina axa #Kurdistan#ê, yan jî fîzîkî be. Ji wê zêdetir, weke parçekirina laş ji bedena mirov ji hevdû veqetîne û careke din bi tu awayî bi ser xwe ve neye.
Birastî gelekî evqasî xwedî dîrokekî kevnar û qedîm ji aliyê çand û ziman de, ji aliyê dewletê Tirk a mêtînger û dagirker ve qedexekirin, tune hesibandin û bişaftin windahiya van nirxan di serî de ji bo gelê Kurd û bi giştî jî ji bo gelên cîhanê şermeke pir mezin e.
Bi mînakekî dixwazim dawî li vê mijarê bînim. Çawa kû zarok ji dayîka xwe dema nû tê dinê û heta fêrî peyvek gotinê dibe, çi zehmetiyan dikşînin! Yan jî hewil dide ji bo tenê bizanibe çend peyvan biaxive û heta dawiyê bibîryar e. Pêwîste her mirov, yan jî em weke şoreşgerên welatê xwe, biqasî kelecan û giyana zarokekî, zimanê xwe bizanibin û fêr bibin. Pê biaxivin, pê bihizirin û pê binivîsîn…[1]

کوردیپێدیا بەرپرس نییە ل ناڤەڕۆکا ئەڤێ تۆمارێ و خودیێ وێ ژێڕە بەرپرسیارە. کوردیپێدیا ب مەرەما ئەرشیڤکرنێ تۆمار کرییە.
ئەڤ بابەت ب زمانێ (Kurmancî) هاتیە نڤیساندن، کلیک ل ئایکۆنا بکە ژ بو ڤەکرنا ڤی بابەتی ب وی زمانێ کو پێ هاتیە نڤیساندن!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەڤ بابەتە 3,040 جار هاتیە دیتن
ڕایا خو دەربارەی ڤی بابەی بنڤێسە!
هاشتاگ
ژێدەر
[1] ماڵپەڕ | کوردیی ناوەڕاست | https://pajk.org
بابەتێن پەیوەستکری: 17
زمانێ بابەتی: Kurmancî
روژا تمام کرنێ: 06-05-2014 (11 سال)
جورێ دۆکومێنتێ: زمانی یەکەم
جورێ وەشانێ: دیجیتاڵ
زمان - شێوەزار: ک. باکوور ت. لاتین
وڵات - هەرێم: کوردستان
کاتەگۆریا ناڤەڕۆکێ: زمانزانی
کاتەگۆریا ناڤەڕۆکێ: دوزا کورد
کاتەگۆریا ناڤەڕۆکێ: کلتوور
تایبەتمەندی یێن تەکنیکی
کوالیتیا ڤی بابەتی: 99%
99%
ئەڤ بابەتە ژ لایێ: ( سارا کامەلا ) ل: 26-10-2022 هاتیە تومارکرن
ئەڤ بابەتە ژ ئالێ: ( ئاراس حسۆ ) ل : 28-10-2022 پێداچوون ژبوو هاتییە کرن و ڕەها بوویە
ئەڤ بابەتە بو دویماهیک جار ژ لایێ: ( ئاراس حسۆ )ڤە: 31-12-2024 هاتیە ڕاست ڤەکرن
ناڤ و نیشانێن بابەتی
ئەڤ بابەتە ب ستانداردی کوردیپێدیا هێشتا نە دروستە و پێدڤی ب داڕشتنەکا بابەتی و زمانی هەیە!
ئەڤ بابەتە 3,040 جار هاتیە دیتن
QR Code
  بابەتێ نوی
  بابەت ب هەلکەفتێ 
  تایبەت ب ژنان 
  
  بەلاڤوکێن کوردیپێدیا 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| دروستکرنا لاپەری 0.266 چرکە!