کوردیپیدیا بەرفرەهترین ژێدەرێ زانیاریێن کوردییە!
دەربارێ مە
ئەرشیڤ ڤانێن کوردیپێدیا
 لێ گەڕیان
 تومارکرنا بابەت
 ئامراز
 زمان
 هژمارا من
 گەڕیان ل دویڤ
 ڕووپەل
  دوخێ تاڕی
 ڕێکخستنێن دەستپێکی
 لێ گەڕیان
 تومارکرنا بابەت
 ئامراز
 زمان
 هژمارا من
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
پەرتوکخانە
 
تومارکرنا بابەت
   لێ گەڕیانا هویر
پەیوەندی
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 زێدە...
 زێدە...
 
 دوخێ تاڕی
 سڵایدباڕ
 مەزناهییا فۆنتی


 ڕێکخستنێن دەستپێکی
دەربارێ مە
بابەت ب هەلکەفتێ
رێسایێن بکار ئینانێ
ئەرشیڤ ڤانێن کوردیپێدیا
بوچوونێن هەوە
کومکری
کرونولوژیا ڕویدانا
 چالاکی - کوردیپێدیا
هاریکاری
 زێدە
 ناونامە بو زاروکێن کورد
 گەڕیان ب کرتە
ئامار
بابەت
  585,300
وێنە
  124,193
پەرتوک PDF
  22,101
فایلێن پەیوەندیدار
  126,097
ڤیدیۆ
  2,193
زمان
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,947
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,577
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,964
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
پول
کرمانجی
کەسایەتی 
9,188
جهـ 
832
پارت و رێکخراو 
58
بەلاڤوک (گوڤار، روژنامە و ...) 
40
هەمەجۆرە 
3
وێنە و پێناس 
629
کارێن هونەری 
16
رێکەفت و رووداو (کڕۆنۆلۆژیا) 
22
نەخشە 
3
ناڤێن کوردی 
8
پەند 
2,107
وشە و دەستەواژە 
913
شوینوار و جهێن کەڤنار 
42
لێنانگەها کوردی 
1
پەڕتووکخانە 
1,394
كلتوور - پێکەنین 
7
کورتەباس 
863
شەهیدان 
2,678
کۆمکوژی 
7,122
بەلگەنامە 
73
هوز - تیرە - بنەماڵ 
3
ئامار و راپرسیا 
162
ڤیدیۆ 
23
ژینگەها کوردستانێ 
1
هۆزان 
237
فەرهەنگ 
27
موزەخانە 
19
گیانلبەرێن کوردستانێ 
1
نڤیسێن ئایینی 
163
کۆگەها فایلان
MP3 
1,483
PDF 
34,734
MP4 
3,835
IMG 
234,197
∑   رێژە 
274,249
گەڕان لدیف ناڤەڕوکێ دە
zimanê kurdî 2
پول: کورتەباس
زمانێ بابەتی: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
تەڤی کوردیپێدیێ دزانی هەر ڕۆژەکە ڕوژژمێرا مە چ تێدا ڕیدایە!
هەڤپشکی کرن
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
هەلسەنگاندنا بابەتی
نایاب
گەلەك باشە
ناڤنجی
خراب نینە
خراب
بو ناڤ لیستا کومکریا
ڕایا خو دەربارەی ڤی بابەی بنڤێسە!
گهوڕنکاریێن بابەتی!
Metadata
RSS
گووگلا وێنا بو بابەتێ هەلبژارتی!
گوگل دەربارەی بابەتێ هەلبژارتی!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
zimanê kurdî 2
zimanê kurdî 2
Lêkolîner û zimanzan “Samî Tan” ji “Şermola” re: Heta ku kurd yekîtî û hevgirtina xwe pêk neyînin û tekûz nekin, zimanê kurdî ji vê rewşa kambax rizgar nabe
Hevpeyvîner: Aram Hesen
Samî Tan: Têkoşer û kedkarekî zimanê kurdî ye. Xebatên wî yên bi zimanê kurdî di sala 1993yan de bi Rojnameya Welat dest pê kir û di rojnameyên Welatê Me, Azadiya Welat de berdewam kir. Piştre jî di ajansa nûçeyan DÎHAyê de wekî berpirsê beşa kurdî kar kiriye. Ji sala 2005an heta sala 2016an di xebatên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de wekî rêveber, serok û hevserok cih girtiye. Di gelek rojname û kovaran de nivîs û gotarên wî hatin weşandin. Di sala 2000î de pirtûka wî “Waneyên Kurmancî” ji nav Weşanên Welat derketiye. Di sala 2005an de pirtûka wî ya bi navê Rêziman û Rastnivîsa Kurmancî derketiye. Ev pirtûk heta niha sê caran hatiye çapkirin. Ji bilî wê, wî û (Ronayî Onen) seta hînkirina kurdî Hînker û piştre jî Hînker Kurmancî (wekî sê ast) amade kirine. Di sala 2019an de teza wî ya lîsansa bilind wekî pirtûk hate çapkirin. Her wiha di sala 2002yan nivîsên wî yên qerfî wekî pirtûk hatin çapkirin.
-Rêzdar Samî Tan em bixêrhatina we dikin, dema we xweş be.
Spas, mala we ava! Dema we jî xweş be!
-“Ziman nasname ye” ev hevok gelekî tê bikaranîn, helbete girîngiya zimanê dayikê diyar dike, Birêz Samî hun çawa vê hevokê şîrove dikin û li gor we girîngiya zimanê dayikê çi ye?
Ziman wekî navgîna parvekirina hest û ramanan di teşegirtina derûnî û kesayetîya mirovan de xwediyê cihekî taybet e. Her wiha ziman di pêkanîna nasnameya çandî de xwediyê karîgeriyeke diyarker e. Bi taybetî çanda gotinkî bi rêya zimên pêk tê. Zimanê dayikê di navbera axêrên wî zimanî de peywendiyeke taybet pêk tîne, ji alîyê derûnî ve wan mirovan nêzî hev dike. Lewma jî parastin û pêşvebirina zimanê dayikê ji parastina nasnameya neteweyî pir girîng e.
– Tevî hemû xebatên hatî kirin jî, zimanê kurdî(kurmancî) belavbûnekê dijî, ji bo standardkirina kurdîya kurmancî çi pêwîst e?
Ji bo yekgirtina zimanê kurdî dive serê pêşîn statûya kurdan hebe, di navbera kurdan de hevgirtinek hebe, akademîyeke zimanê kurdî hebe, ew akademî pîvanên zimanê yekgirtî li gorî rêzik zanistî diyar bike, bi rêya ragihandin û perwerdehiyê fêrî girseya gel û bi taybetî jî nifşên nû bike.
-Bi pirsa borî ve girêdayî, ji bo parastin û pêşvebirina zimanê kurdî pêdivî bi çi heye?
Berî her tiştî divê kurd karibin çarenûsa xwe bi destên xwe diyar bikin. Îro li piraniya Kurdistanê gelê kurd bi qirkirinekê re rû bi rû ye. Di van mercan de parastin û pêşvebirina zimanê kurdî pir dijwar e. Li beşên azadkirî plansaziya zimanî hebe, ew di vî warî de pêşengiyê bikin. Mixabin heta ku kurd yekîtî û hevgirtina xwe pêk neyînin û tekûz nekin, zimanê kurdî ji vê rewşa kambax rizgar nabe.
-Weke tê zanîn, di cîhanê gelek ziman hene li ber tunebûnê ne û gelek jî mirine, gelo sedeam vê yekê çiye, û da ku zimanek zindî bimîne çi pêwîst e?
Mixabin heta sedsala em tê de hêzên desthelatdar bi hişmendiya yek netewe, yek ziman hewl dan ku zimanên gelên bindest ji holê rakin. Piraniya dewletên li ser rûyê cîhanê bi rê û rêbazên cuda xwest li ser xaka di bin desthilatiya xwe de yekgirtî û yekzimanîyê pêk bînin. Her wiha mercên aborî, civakî û siyasî rê li ber hin zimanan vekir, li ber hinekan jî rê bi temamî hate girtin. Ji ber vê yekê bi hezaran ziman ji holê rabûn.
Kuştina zimanekî pir hêsan e, lê vejiyandina wî pir dijwar e, lewma jî niha hinek dewlet dixwazin zimanên qels û lawaz zindî bikin, lê belê nikarin. Ji ber vê yekê divê em destûrê nedin ku zimanê me jî bikeve rewşa zimanê mirî û nîvmirî. Bi plansaziyeke domdar û bi vîn û daxwazeke xurt dikarin zimanê xwe biparêzin û bi pêş ve bibin.
-Helbete nabe ku mirov zimanekî di ser zimanekî din re bigre, lê her zimanek jî xwedî taybetiyên cuda ye, çi taybetiyên zimanê kurdî hene?
Her wekî cenabê we jî amaje pê kiriye, her ziman xwedanê hinek taybetiyan e. Bi awireke giştî dema em bala xwe bidin zimanê kurdî, wekî endamekî koma Hind-Ewropî û jêrekoma zimanên îranî, zimanekî qedîm e. Ji alîyê fonetîk û morfolojîk ve gelek formên kevnare yên zimanên îranî parastine. Hebûna forma ergatîfî û parastina zayenda peyvan nîşaneya vê yekê ye.
Li gel hemû polîtîkayên qirkirina spî jî kurdî xwedanê gencîneyeke dewlemend a peyvan e. Zimanê kurdî hemû xweşik û bedewiya surişta Kurdistanê û rengîniya civaka kurd di nava xwe de dihewîne. Bi taybetî qalib û şayesên di foklora kurdî de di kêm zimanan de peyda dibin. Her wekî Xaney Qubadî gotî: Rast e, “dibêjin farisî şekir e/ lê kurdî şêrîntir e/ li vê cîhana bedbext her kes bi zimanê xwe bextewar e.
-Gelo, rêbaz û pirtûkên astan ên fêrkirina zimanê kurdî (yên heyî) ji bo hemû deverên Kurdistanê derbasdar û guncaw in?
Mixabin îro bi zimanê kurdî pergaleke perwerdehiyê û li gorî wê jî materyalên perwerdehiyê ji pêşdibistanê heta xwendina bilind bi zimanê kurdî hê pêk nehatîye. Materyalên heyî bi gelemperî materyalên fêrkirina zimanê kurdî û pirtûkên rêzimanê ne. Pirtûkên waneyên mîna bîrkarî, civaknasî, fîzîk û.. hwd, hê nehatine amadekirin. Ji bo ku pirtûkên bi vî rengî pêk werin divê kurd li ser xaka xwe derfeta jiyaneke azad bi dest bixin. Ev yek jî bi awayekî tekûz pêk nehatiye. Îro li Başûr hê jî di asta zanîngehê de gelek wane bi erebî ne.
Pîvanên amadekirina pirtûkên perwerdehiyê li gorî rêzikên zanistî yên navneteweyî kêm zêde hatine destnîşankirin, pêwîst e materyalên me jî (çi nivîskî, çi jî bihîzyarî û dîtbarî) li gorî van pîvanan werin amadekirin. Her wiha mamoste jî dîsa li gorî van pîvanan werin gihandin.
-Dahatûya zimanê kurdî di nava zimanên serdest de, tu çawa dibînî?
Dahatûya zimanê kurdî girêdayî dahatûya kurdan bi xwe ye, gelê kurd bi salan e, li dijî dagirkeriyê li ber xwe dide, li Rojhilata Navîn hêza herî çalak a têkoşîna azadî û demokrasiyê ye. Lê belê hêzên dagirker jî pir zêde çavsor û dirinde ne. Nemaze dewleta tirk ji bo ku rê li ber azadiya kurdan bigire her tiştî dike. Li hemberî vê yekê tekane rêya çareseriyê hevgirtina kurdan e. Heke kurd naxwazin di bin lingên dagirkeran de biperçiqin, zimanê wan, çanda wan ji hole rabe, divê çand û zimanê xwe biparêzin. Zimanê kurdî ne zimanekî qels e, têra xwe xurt e, xwediyê wê hêz û şîyanê ye ku bibe zimanê serdema xwe û bi hezaran salan bijî, bes divê li vî zimanê xwedî derkevin.
-Bingeha sazkirina rêziman û rênivîsa kurdî û kurmancî çi ye?
Rêzik û pîvanên rêzimanekê ji nav wî zimanî bi xwe derdikevin. Ew rêzik bi awayekî suriştî di nava zimên bi xwe de hene. Jêderk û çavkaniya rêzimanê nivîskî zimanê devkî ye, ji ber ku pêşî deng piştre tîp, pêşî gotin, piştre nivîs tê. Heçî rastnivîsîn, rêzikên wê ji çend jêderkan tên; yek rêziman e, ya duyemîn gerdîş û tore ye, ya sêyemîn alfabe ye. Ji bo zimanê me kurdî û zaravayê me kurmancî jî ev rewş derbasdar e.
Zimanzan bala xwe dide rewşên rêzikî; bo nimûne di kurmancî de tewang heye, nexwe em rêzikê destnîşan bikin û li gorî wê rêzikê teşe bidin zimanê devkî. Zayenda peyvan heye, nexwe divê em rêzik û pîvanên wê diyar bikin û hwd. Zimanê nivîskî divê ji zimanê devkî pir dûr nekeve, lê belê nabe ku bi temamî zimanê devkî bingeh were girtin, lewre zimanê devkî guhêrbar e, li gorî herêm, hoz û eşîran; hin caran li gorî malbat û bavikan diguhere. Em kîjan devokê bingeh bigirin? Di zimanê me de pirî caran rêzikek di tu devokan de bi awayekî têr û tesel nehatiye parastin, lewma jî zimanê nivîskî nikare tu devokan ji sedî sed bingeh bigire.
Di kurmancî de Mîr Celadet Bedirxan li gorî hêz û şiyana xwe ev yek kiriye, lewma îro xebatên wî rêya me ronî dikin, lê belê di xebatên wî de jî hinek kêmasî balê dikêşin. Bo nimûne ew dibêje, alfabeya kurmancî alfabeyeke fonetîk anku hemû dengên bingehîn ên kurmancî di nava xwe de dihewîne, lê belê fonemên hilm û nehilmî (p,ç, t, k) bi heman tîpan nîşan dide.
-Gelo çima ew rêbaza hêsan ku cenabê te di berhemên xwe de bi kar tanî û erêkirinek li cem giştî kurmancîaxêvan hebû, nexasim li Rojavayê Kurdistanê, ew rêziman û rastnivîsê çima berdewam nebûn?
Pêdiviya kurmancîaxêvan bi rêziman û rastnivîsîneke yekgirtî heye, îro her çiqas di warê rêziman û rastnivîsînê de di nav hin kurmancîaxêvan de hevgirtineke hebe jî, kurmanciyeke standart pêk nehatiye. Îro kurmancên behdînî bi awayekî dinivîsin, kurdên Sovyeta berê bi awayekî, sazî û dezgehên li Ewropa û bakurê Kurdistanê bi awayekî dinivîsin. Pêwîst e em hêz û zanîna xwe bikin yek û rêbereke rastnivîsînê ya ji bo hemû kurmancîaxêvan derxin hole. Xebata ku me di bin banê Weqfa Mezopotamyayê de kir jî di vî warî de hewldanek bû. Îcar dê çendî cihê xwe bigire em nizanin. Lê ji bo kurmanciyeke yekgirtî divê xebatên bi vî rengî zêde bibin.
-Ji hêla perwerdehiyê ve, astengiyên li pêşiya zimanê kurdî çi ne, û li gor we çareserî çi ye?
Îro li gelek beşên Kurdistanê tekane astenga li ber perwerdehiya bi zimanê kurdî hişmendiya yekperest û zimankuj a dewletên dagirker e. Li cihên ku derfetên perwerdehiya bi zimanê kurdî lê hene, pêdivî bi saziyên zanistî û plansaziyeke zimanî heye. Helbet hê li tu cihên Kurdistanê kurdan derfeta azadiyê bi temamî bi dest nexistiye. Êrîşên li ser Başûr û Rojava vê yekê nîşan didin. Li gel vê yekê jî rêveberiyên kurd dikarin bernameyeke domdar û hevpar ji bo parastin û pêşvebirina zimanê kurdî amade bikin û ji bo danîna bingeha pergaleke perwerdehiya bi zimanê kurdî gavên girîng biavêjin.
-Birêz Samî Tan, ji bo vê hevpeyvînê gelek spas.
Ez jî spasiyên xwe pêşkêşî we dikim û di kar û xebatên we de serkeftinê dixwazim.[1]

کوردیپێدیا بەرپرس نییە ل ناڤەڕۆکا ئەڤێ تۆمارێ و خودیێ وێ ژێڕە بەرپرسیارە. کوردیپێدیا ب مەرەما ئەرشیڤکرنێ تۆمار کرییە.
ئەڤ بابەت ب زمانێ (Kurmancî) هاتیە نڤیساندن، کلیک ل ئایکۆنا بکە ژ بو ڤەکرنا ڤی بابەتی ب وی زمانێ کو پێ هاتیە نڤیساندن!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەڤ بابەتە 3,561 جار هاتیە دیتن
ڕایا خو دەربارەی ڤی بابەی بنڤێسە!
هاشتاگ
ژێدەر
[1] ماڵپەڕ | Kurmancî | shermola.net
فایلێن پەیوەندیدار: 1
بابەتێن پەیوەستکری: 51
زمانێ بابەتی: Kurmancî
روژا تمام کرنێ: 10-10-2021 (5 سال)
باژێر و باژارۆک: قامیشلۆ
جورێ دۆکومێنتێ: زمانی یەکەم
جورێ وەشانێ: دیجیتاڵ
زمان - شێوەزار: ک. باکوور ت. لاتین
وڵات - هەرێم: رۆژئاوای کوردستان
کاتەگۆریا ناڤەڕۆکێ: وتار و دیمانە
کاتەگۆریا ناڤەڕۆکێ: زمانزانی
تایبەتمەندی یێن تەکنیکی
کوالیتیا ڤی بابەتی: 99%
99%
ئەڤ بابەتە ژ لایێ: ( ڕاپەر عوسمان عوزێری ) ل: 16-07-2022 هاتیە تومارکرن
ئەڤ بابەتە ژ ئالێ: ( ئاراس ئیلنجاغی ) ل : 16-07-2022 پێداچوون ژبوو هاتییە کرن و ڕەها بوویە
ئەڤ بابەتە بو دویماهیک جار ژ لایێ: ( ڕۆژگار کەرکووکی )ڤە: 19-05-2024 هاتیە ڕاست ڤەکرن
ناڤ و نیشانێن بابەتی
ئەڤ بابەتە ب ستانداردی کوردیپێدیا هێشتا نە دروستە و پێدڤی ب داڕشتنەکا بابەتی و زمانی هەیە!
ئەڤ بابەتە 3,561 جار هاتیە دیتن
QR Code
فایلێن پەیوەست کری - ڤێرشن
جور ڤێرشن ناڤێ تومارکەری
فایلا وێنەیی 1.0.141 KB 16-07-2022 ڕاپەر عوسمان عوزێریڕ.ع.ع.
  بابەتێ نوی
  بابەت ب هەلکەفتێ 
  تایبەت ب ژنان 
  
  بەلاڤوکێن کوردیپێدیا 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| دروستکرنا لاپەری 0.234 چرکە!