Beriya 25 salan di nava dilê bajarê Hewlêrê de 83 rojnamevan,[1] hunermend û birîndar bi fermana PDK’ê hatin qetilkirin û tevî ku 25 sal derbas bûn jî heta niha nayê zanîn cenazeyên li ku hatine veşartin.
TEWAR PÊNCEWÎNÎ
Navenda Nûçeyan- Beriya 25 salan saet yekê piştî nîvroyê 16’ê Gulana 1997’an hêzên PDK’ê û MÎT’a Tirk bi awayeke hemwext êrîşê Yekitiya Neteweyî ya Demokratîk a Kurdistanê (YNDK) Navenda Rewşenbîrî ya Mezopotamya, Yekitiya Azad a Jinên Kurdistanê, nexweşxaneya gerîlayên birîndar lê diman, Heyva Sor a Kurd, Rojnameya Welat û Rojnameya Wetan Şems kirin. Li gorî belgeyan 83 rojnamevan, siyasetmedar, hunermend û gerîlayên birîndar ên di nava nexweşxaneyê de bêçek bûn hatin qetilkirin û windakirin.
Komkujiya Hewlêrê bû rûpelek reş ji bo desthilatdariyê, ji ber ku fermana vê komkujiyê ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû dayîn.[1]
Piştî serhildanê dewleta Tirk baregehên xwe li herêmê çêkirin
Ji ber ku dewleta Tirk her dem li Başûrê Kurdistanê dixwaze xebatên rizgarîxwaz ên gelê Kurd li tu parçeyên Kurdistanê negihîjin armanca xwe, piştî sala 1983’an operasyonê li ser xaka Başûrê Kurdistanê dest pê dike û gelek cihan dike armanc û piştre derket holê ku armanca dewleta Tirk a dagirkirina xaka Kurdistanê ji bo zindîkirina xeyalên xwe yên misaqî milî ye.
Bi fermana dewleta Tirk PDK’ê komkujî kir
Di 14’ê Gulana sala 1997’an de dewleta Tirk êrîşek berfireh a dagirkeriyê li ser Başûrê Kurdistanê dest pê kir. PDK jî bi awayekî rasterast li gel artêşa Tirk tevlî êrîşê bû. Di vê êrîşê de zêdetirî 200 hezar leşkerên Tirk û bi hezaran çekdarên PDK’ê beşdarî şer bûn.
Piştî 2 rojan Hêzên PDK’ê û MÎT’a Tirk bi awayeke hemwext êrîşê Yekitiya Neteweyî ya Demokratîk a Kurdistanê (YNDK) Navenda Rewşenbîrî ya Mezopotamya, Yekitiya Azad a Jinên Kurdistanê, nexweşxaneya gerîlayên birîndar lê diman, Heyva Sor a Kurd, Rojnameya Welat û Rojnameya Wetan Şems kirin. Li gorî belgeyan 83 rojnamevan, siyasetmedar, hunermend û gerîlayên birîndar ên nanexweşxanyê de bêçek bûn hatin qetilkirin û windakirin.
20 kesên ku di komkujiya li Hewlêrê de hatin qetilkirin û windakirin, rojnamevan bûn. Ew rojnamevan di Rojnameya Roj, Welatê Roj û Televîzyona Med Tv de dixebitîn û heta niha jî çarenûsa wan nehatiya eşkerekirin.
Rojnamevanên ku di komkujiya Hewlêrê de hatin qetilkirin û windakirin ev in;
1- Mihemed Nadir Gezneyî bi nasnav Xogir, di sala 1970’an de li Hewlêrê hatiye dinê.
2- Azad Mihemed, bi nasnav Kemal di sala 1971’ê de li Rewandizê hatiye dinê.
3- Şiwane Hemelaw, bi nasnav Rêbaz di sala 1971’an de li Silêmaniyê hatiye dinê.
4- Idrîs Elî Mihemed, bi nasnav Azad di sala 1973’an de li Pêncewînê hatiye dinê.
5- Receb Mihemed Salih, bi nasnav Goran, di sala 1971’an de li Kelarê hatiye dinê.
6- Gelawêj Kemal Hesen, bi nasnav Rewşen, di sala 1971’an de li Silêmaniyê hatiye dinê.
7- Yusuf Xalid Necîb, bi nasnav Murad, di sala 1973’an de li Silêmaniyê hatiye dinê.
8- Hamid Berzencî, bi nasnav Kawe, di sala 1973’an de li Kerkûkê hatiye dinê.
9- Îsmaîl Ebdullah, bi nasnav Aram Şeqlawe, di sala 1972’an de li Şeqlawe hatiye dinê.
10- Gelawêj Arif Mehmud, bi nasnav Berxwedan, di sala 1975’an de li Silêmaniyê hatiye dinê.
11- Şêx Kameran Hîranî, di sala 1968’an de li Hîranê hatiye dinê.
12- Perî Osman Mihemed, bi nasnav Peyam, di sala 1973’an de li Silêmaniyê hatiye dinê.
13- Nahîde Hemesalih, bi nasnav Rûken, di sala 1971’an de li Silêmaniyê hatiye dinê.
14- Gunay Geçilmez, bi nasnav Ronahî, di sala 1971’ê de li Pazarcixa Gurgumê hatiye dinê.
15- Mêrxas Serêkaniyê, di sala 1970’an de li Serêkaniyê hatiye dinê.
16- Ronî Melazgirt, di sala 1978’an de li Melazgirtê hatiye dinê.
17- Roza Yusif, bi nasnav Roza Cudî, di sala 1969’an de li Dirbesiyê hatiye dinê.
18- Ciwan Şêxo, bi nasnav Huner di sala 1965’an de li Dêrikê hatiye dinê.
19- Serkewt Xaneqînî, di sala 1972’an de li Xaneqînê hatiye dinê.
20- Bekir Dogan, bi nasnav Numan di sala 1968’an de li Ruhayê hatiye dinê.
Li gorî belgeyan 83 kesên ku ji rojnamevan, siyasetmedar, hunermend û gerîlayên birîndar ên nava nexweşxanyê de bêçek bûn pêk dihatin hatin qetilkirin û windakirin, cenazeyên hinek şehîdên komkujiya Hewlêrê li kargeha Qirê ya li ser riya Hewlêr-Mexmûrê di goreke komî de hatine veşartin û yên ku aqubeta wan jî ne diyar heta niha nayê zanîn sax in yan mirî ne.