کوردیپیدیا بەرفرەهترین ژێدەرێ زانیاریێن کوردییە!
دەربارێ مە
ئەرشیڤ ڤانێن کوردیپێدیا
 لێ گەڕیان
 تومارکرنا بابەت
 ئامراز
 زمان
 هژمارا من
 گەڕیان ل دویڤ
 ڕووپەل
  دوخێ تاڕی
 ڕێکخستنێن دەستپێکی
 لێ گەڕیان
 تومارکرنا بابەت
 ئامراز
 زمان
 هژمارا من
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
پەرتوکخانە
 
تومارکرنا بابەت
   لێ گەڕیانا هویر
پەیوەندی
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 زێدە...
 زێدە...
 
 دوخێ تاڕی
 سڵایدباڕ
 مەزناهییا فۆنتی


 ڕێکخستنێن دەستپێکی
دەربارێ مە
بابەت ب هەلکەفتێ
رێسایێن بکار ئینانێ
ئەرشیڤ ڤانێن کوردیپێدیا
بوچوونێن هەوە
کومکری
🆕
کرونولوژیا ڕویدانا
 چالاکی - کوردیپێدیا
هاریکاری
 زێدە
 ناونامە بو زاروکێن کورد
 گەڕیان ب کرتە
ئامار
بابەت
  595,693
وێنە
  125,796
پەرتوک PDF
  22,277
فایلێن پەیوەندیدار
  131,260
ڤیدیۆ
  2,202
زمان
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
320,806
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
97,242
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,979
عربي - Arabic 
45,736
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
28,210
فارسی - Farsi 
16,998
English - English 
8,585
Türkçe - Turkish 
3,881
Deutsch - German 
2,049
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,151
Français - French 
364
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
98
Svenska - Swedish 
84
Italiano - Italian 
66
Español - Spanish 
63
Polski - Polish 
62
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
Norsk - Norwegian 
25
日本人 - Japanese 
24
中国的 - Chinese 
22
עברית - Hebrew 
22
Ελληνική - Greek 
20
Português - Portuguese 
16
Fins - Finnish 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Ozbek - Uzbek 
9
українська - Ukrainian 
6
Čeština - Czech 
6
ქართველი - Georgian 
6
Srpski - Serbian 
6
Hrvatski - Croatian 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
پول
کرمانجی
کەسایەتی 
9,693
جهـ 
862
پارت و رێکخراو 
65
بەلاڤوک (گوڤار، روژنامە و ...) 
54
هەمەجۆرە 
3
وێنە و پێناس 
666
کارێن هونەری 
40
رێکەفت و رووداو (کڕۆنۆلۆژیا) 
22
نەخشە 
3
ناڤێن کوردی 
8
پەند 
2,107
وشە و دەستەواژە 
916
شوینوار و جهێن کەڤنار 
42
لێنانگەها کوردی 
1
پەڕتووکخانە 
1,395
كلتوور - پێکەنین 
7
کورتەباس 
895
شەهیدان 
3,102
کۆمکوژی 
7,610
بەلگەنامە 
78
هوز - تیرە - بنەماڵ 
3
ئامار و راپرسیا 
167
ڤیدیۆ 
23
ژینگەها کوردستانێ 
1
هۆزان 
237
فەرهەنگ 
27
موزەخانە 
19
گیانلبەرێن کوردستانێ 
1
نڤیسێن ئایینی 
163
کۆگەها فایلان
MP3 
2,374
PDF 
35,032
MP4 
4,269
IMG 
239,692
∑   هەمی 
281,367
گەڕان لدیف ناڤەڕوکێ دە
Auguste Jaba
پول: کەسایەتی
زمانێ بابەتی: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
هەڤکارێن کوردیپێدیا، ل هەمی بەشێن کوردستانێ، زانیاری یێن گرنگ ژبو هەڤ زمانێن خوە ئەرشیڤ دەکەن.
هەڤپشکی کرن
Copy Link1
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber1
WhatsApp0
هەلسەنگاندنا بابەتی
نایاب
گەلەك باشە
ناڤنجی
خراب نینە
خراب
بو ناڤ لیستا کومکریا
ڕایا خو دەربارەی ڤی بابەی بنڤێسە!
گهوڕنکاریێن بابەتی!
Metadata
RSS
گووگلا وێنا بو بابەتێ هەلبژارتی!
گوگل دەربارەی بابەتێ هەلبژارتی!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish4
English - English0
عربي - Arabic1
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
українська - Ukrainian0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Auguste Jaba
Auguste Jaba
Alexander Auguste Jaba (bi polonî: August Kościesza-Żaba), (z. 1801 Krasław − m. 3ê kanûna paşîn a 1894an li Îzmîrê) rojhilatnas û kurdzanekî polonî ye. A. Jaba di warê berhevkirin, wergerandin, amadekirin û weşandina xebatên li ser folklor, ziman, dîrok û çanda kurdî de gelek xebatên curbecur kirine.
$Jiyana A. Jaba$
Jiyana Aleksandre Jaba, wekî kurê Domînîk Jaba û Anna Holovîanka di sala 1801ê de li Kraslawê ji dayik bû. Jaba, ji binemaleke esîl a Polonî ye û ev malbat bi koka xwe ji bajarê Poleckê ye. Hin çavkanî jî dîyar dikin ku ev malbata xwedî feraseteke Katolîkî a tund bi eslê xwe Cihû ye.
Jaba, di sala 1824an de ket beşa Zimanên Rojhilatî ya li Zanîngeha Vilenskîyê. Le belê, di wan salan de li zanîngehê bi têra xwe mamoste tune bûn û ji ber vêyekê biryar hat dayîn ku Jaba jî tê de șeş xwendekar derbasî zanîngehên Rûsyayê bibin. Bi vî awayî Jaba derbasî Rûsyayê dibe û dikeve beşa Zimanên Rojhilatîya li Akademîya Zanistan a li St. Petersbûrgê û perwerdeya xwe ya li wir di sala 1828an de kuta dike.
Jaba piştî zanîngehê, li nûnertîyên derve yên Rûsyayê wekî wergêr dest bị xebatê dike. Pêşi di sala 1830'yî de li konsolosîya Yafayê ya Rûsyayê ku wê caxe di bin hakimîyeta Osmanîyan de bû, wergêrîya tirkî (Osmanî)-Rûsî dike. Di dema vê peywira xwe ya Yafayê de bi keça konsolosê Rûs re dizewice û Xwedê pênc zarok da wan. Navê wan; Thédore, Constantin, Alphonse, Peter û Iosif e. Pey re di sal 1832'yan de dîsa ji bo heman peywirê tê şandin bo Selanikê. Ji ber serkeftinên xwe yên payeberz di sala 1835an de li serkonsolosîya Izmirê tê peywirdarkirin. Di sala 1848’an de piştî mirina jina xwe ya ewil, bi Elenayê re zewaca xwe ya duyem dike ku keça konsolosê Emerîkayê yê li Selanikê ye. Ji vê jinê jî şeş zarokên Jaba çêdibin. Ango Jaba bavê yanzdeh zarokan e, navê zarokên jina duduyan ev in: Marie, Auguste, Jules, Sofhie, Amélie û Wlidimir. Li gor ku ji nameyên Jaba yên şandine Rûsyayê tê fehmkirin Jaba gelekî li ser zarokên xwe helak bûye û ji bo perwerdeya wan gelek caran miracaetî Rûsyayê kiriye da ku ji bo xwendina zarokên wî alîkariya wî bikin.
Di heman salê de, di sala 1848an de li Erziromê wekî konsolos tê peywirdarkirin. Di sala pêncan a vê peywirê de Şerê Qirimê yê di navbera Osmanîyan û Rûsan de dest pê dike û Jaba li enîyên şer ên Rûsyayê tê peywirdarkirin. Ji ber ku Jaba; Agirî, Qers, Erzirom û derdora wê herêmê baş dizane, ji bo wergêrî û rêberîya leşkerên Rûs bike, tê peywirdarkirin. Di sala 1856an de ku Şerê Qirimê bi dawî dibe, peywira xwe ya konsolosîyê ya li Erziromê heta sala 1866an didomîne. Di vê peywira xwe de nêzî 15 salan dimîne û heke meriv wan hersê salên di şerê Rûs-Osmaniyan de jî yên di navbera 1853-1856an de hesab bike bi tevahî 18 salan li Kurdistanê bi kurdan re têkildar bûye.
Ev peywira konsolosîyê ya li Erziromê, peywira dawîn a Jaba ye û di 65 salîya xwe de teqawîd dibe û li İzmirê bi cî dibe. Jabayê ku heta dawîya emrê xwe li İzmirê dimîne, li gel karê wergêrîyê bi mamostetîya Fransî re û bi lêkolînên zanistî re mijûl dibe. 3yê Çileya 1894an di 93 salîya xwe de diçe rehma Xwedê û pêşîyê li Kemerê tê defnkirin lê belê paşê cîyê gora wî tê guhertin û bo Karşıyakayê tê guhastin.
Yek ji taybetmendiyên balkêş ên Jaba ew e ku; wî gelek ziman bi qasî pisporên wan zimanan baş dizanî. Jabayê ku bi rûsî, fransî, almanî û tirkî pir baş dizanî, salên her du peywirên konsolosîyê yên li Erziromê û sê salên peywira Şerê Qirimê tê de bi giştî 18 salan li bajarên Rojhilatê dimîne. Jabayê ku demeke dirêj li vê herêmê dimîne, ji Mela Mehmûdê Bazîdî, ku di nameyên xwe yên şexsî de wekî “mamoste bangî wî kiriye, bi asta berz hînî Kurmancî bûye. Asta Kurmancîya xwe di nameyeke xwe de ku ji Dornê rojhilatnas re dişîne, bi vê gotina xwe derdibire:
Hingî min Kurmancî xwend û gihîştim asteke werê, êdî dikarim bi Kurmancî bixebitim û dikarim wergêrîyê bikim.
Hevnasîna A. Jaba bi Mele Mehmûdê Bazîdî re
Jaba ku di navbera salên 1848-1866an de li Erziromê Konsolosîya Rûsyayê kiriye, bi Mele Mehmûdê Bazîdî re li ser ziman, çand û edebîyata kurdî xebatên hevpar kirine. Mele Mehmûdê Bazîdî ku ji Bazîda vê serdemê ye û li medreseyên herêmê perwerde bûye, di warên ziman, çand û edebîyata kurdî de yek ji kesayetên girîng tê qebûlkirin. Bazîdîyê zana û xwedî kesayetîyeke piralî, di gelek warên çanda kurdî de xebatên hêja kirine û piranîya van xebatên xwe jî piştî ku Jaba dinase, derxistine holê.
Dema ku Bazîdî di Medreseya Xanî de mamostetî dikir, di sala 1855an de Şerê Rûs û Osmanîyan dest pê kir û ji ber vê yekê Bazîdî koçi Erziromê dike. Bazidîyê ku wêrankirina vê dagirkerîyê tecrûbe dike, ji ber vê dagirkerîyê birayê xwe dispêre axê. Rewşa lawê wî yê ku alîkarîya aborî li Bazidî dike jî xera dibe û ji ber van sedeman Bazîdî bi temamî dikeve rewşeke zor û zehmet. Bazîdîyê ku li Erziromê neçar û belengaz dimîne û hazirîya vegera li Bazîdê dike, rêya wî û ya Konsolosê Rûs ê li Erziromê Aleksandre Jaba pev dikeve. Ji xwe berê jî ji alîyê Namzetê Akademîya Zanistan a Petersbûrgê û hevalê wi Bernhard Dorn (1805- 1881) ve jê hatiye xwestin ku derheqê Kurdên wê herêmê de hin lêkolînan bike. Axirî, pêdivîya Jaba bi mamosteyeki, rêberekî hebû ku bikare derheqê Kurdan de lêkolînan bike û pêdivîya Bazîdî jî ji bo zanist û aborîyê bi aligirekî hebû. Lewma ev her du kes ji bo xebatên xwe hatine cem hev.
Armanca Jaba ew bû ku; ji Bazîdî hînî kurdî bibe, nusxeyekê ji berhemên li cem wî bigire û berhemên folklora gel a dewlemend berhev bike. Jaba, paşê ji bo arşîvek çê bibe dê ev bişandana St. Petersbûrgê. Bi vî awayî Bazidî dibe mamoste,rêzan û alîgirekî Jaba. Piştî hevkarîya nêzî deh salan, gelek berhemên devkî û nivîskî yên derheqê ziman, çand û edebîyata kurdî de tên berhevkirin û ji bo Akademîya Zanistan a St. Petersbûrgê tê şandin û bi navê Koleksîyona Aleksandre Jaba tê tomarkirin. Her wiha, ev berhemên ku piranîya wan ji pirtûkxaneya Bazîdî derketine û qismekî wan jî bi destnivîsa Bazîdî ne, bingeha xebatên Kurdolojîyê yên li Rûsyayê çê kiriye.
Piranîya vê koleksîyona bi navê Koleksiyona Aleksander Jaba ku 54 dosyayên curbicur pêk tê, ji pirtûkxaneya şexsî ya Bazîdî derketine yan jî bi destnivîsên wî hatine îstinxeskirin, ev yek ji hêla nîşandana çawanîya hevkarîya van her du kesan hêja ye. Li gel vê yekê, ev koleksîyon; di warê çand, dîrok, ziman û edebîyata kurdî de nusxeyên herî kevn û hêja yên xebatên klasîk û berhevkarîyê dihewîne û ev yek jî vê koleksîyonê zêdetir qîmetdar dike.
Li ser adet çîrok û wêjeya kurdan lekolîn kirine û ew di sala 1860ê de di kovara fransî Recueil des notices et récits de la littérature et des tribus du Kourdistan de dane çap kirin. Her weha ferhengek dest nivîsa Jaba kurdî-frensî, frensî-kurdî hin nehatîye çapkirin heye. Di sala 1879 de Jaba Ferhenga a kurdî Frensî amade kir, paşê bi lêzedekirna zanayê Almanî Ferdinand Justi ku kurdîya wê bi tîpên erebî û transkrîptsya wê ya latînî ji alî Jaba de hatîye amadekirin, hat çap kirin.
$Derheqê Navên Cuda yên A.Jaba$
Navê Jaba di çavkanîyên cîhê de bi awayên ji hev cîhê derbas dibe. Sedema esas a vê yekê ev e ku Jabayê xwedî nasnameyeke piralî, serê xwe bi ziman, dîrok, çand û edebîyata gelek neteweyan re êşandiye û bi gelek zimanan nivîsîye. Ji ber vê yekê navê Jaba di zimanên neteweyên cuda de bi şêweyên cuda hatiye bilêvkirin. Di çavkanîyên Polonîyan de bi navê August Kosciezsa Zaba, di çavkanîyên Rûsan de bi navê August Dementeviç Jaba, di çavkanîyên Almanan de bi navê August Jaba yan jî Auguste de Jaba derbas dibe. Di hinan de jî tê dîtin ku nav an paşnavê wî bi awayên cuda tê gotin. Paşnavê wî; wekî Saba, Shaba, Yaba, Zhaba, Zaba, Caba derbas dibe û navề wi jî wekî Aleksandre, Anthony û İskender ketiye belgeyan. Lê li gor tesbîta Jan Dost dewleta Rûsyayê bi taybetî navê lêkolînerên biyanî yên ji bo wan dixebitîn li gor zimanê rûsî diguherand û bo mînak jî qala van lêkolîneran dike, navê herdu pisporên alman Peter Lerch li gor rûsî bû Peter Ivanovich Lerch, navê Albrecht Bernhard Dorn bû Boris Andreevich Dorn. Li gor vê usûlê navê August Jabayê polonî jî bûye Alexandre Jaba. Joanna Bocheńska jî di pêşgotina wergera polonî ya kitêba “Cami‘eyê Risaleyan û Hikayetan” de li ser guherîna navê Jaba disekine û dibêje dibe ku navê Jaba bi şaşî ne August lê wekî Aleksander nivîsîne yan jî ev nav li wan xerîb hatiye loma guherandine û tiştên nêzî vê dibêje.
$Oryantalîzm û A. Jaba$
Ji Kurdologe ewil Garzoni bigire heta bigihîje Jaba, pêgirê çi dewlet an neteweyê bin jî yan jî bi çi nav û sifetê li erdnigariya Kurdan xebatên Kurdnasiyė kiribin jî, îstîsna ne tê de, van kesan helbet armanc û berjewendiyên neteweyî yan olî dabûn ber xwe û kiryarên xwe gori van armancan dirust kirîbûn. Fikr û ramana ku em li vir diparêzin ew e ku rojhilatnas an bi têgîneke din oryantalistên rojavayî, di warê Kurd û Kurdnasîyê de lêkolînên pir giranbiha derxistine holê, lê çi qasî ku ji bo Kurdan tevkarîyeke nirxbilind be ji, ev hewl ne tenê ji hezkerina neteweya Kurd bû. Dîyarkirin û piştrastkirina vê xalê ne ji bo darazkirina van hewldanên hêja ye, lê divê bi refleksên zanisti ev mesele bê kifşkirin.
Jaba jî weki Minorski, Nikîtin, Garzoni û hwd oryantalistek bû. An na em nikarin ew qas xebat, hewldan, handan û berhevkirinên meydani yên ji aliyê Jaba ve hatine kirin, parçeyek ji wezîfeya wi ya balyoztiya Rûsi ya li Erziromê qebûl bikin. An jî em nikarin bibêjin ku hevalbendê wi Bernhard Dorn yê kuxasmavankarê Akademîya Petersbûrgê bû, jê tika kiriye û wî jî ew qas karên ku pêwisti bi kedeke mezin heye, pêk anîne. Xala ku li vir divê bi girîngî bê kirpandin ew e ku weki Edward Said jî derbirandiye, divê oryantalizm wekî diyardeyeke çandi a politik bê nirxandin ku ew oryantalizm ne bi qasî ku tê gotin disiplineke saf û pak e. Her wiha divê ev dîsîplîn bi vî rengî jî bê pirsyarkirin.
Ji aliyekî din ve, çi Jaba û çi oryantalîstên bîyanî yên din, xebat û lêkolinên xwe bị ci mebest, berfirehî û her bi çi motîvasyonê kiribin jî, di vir de ya ku em giringiyê pê bidin ew e ku oryantalîstên Rojavayî derbarê ziman, çand, edebîyat û diroka kurdî de xebatên ewilîn bi awayekî rêkûpêk kirine. Di wan serdemên kêmderfetîyê yên Kurdan de agahiyên jêneger gihandine ber destên me. Nayê mandelekirin ku ev xebatên oryantalistên ewil, ji bo lêkolînên Kurdolojîya îroyîn bûne bingeheke xurt û kar û barên me yên zanistî li ser van berheman bilind dibin.
$Nêrînên Polonîyan Derheqe A.Jaba$
Li gel vê yekê, em dibînin ku Jabayê Polonî berhemên xwe bi zimanê xwe nenivîsîne, bi piranî zimanê Rûsî û Fransî tercîh kiriye. Tê zanîn ku ev helwesta Jaba ji alîyê welatîyên wî ve hatiye rexnekirin. Heta, astên van rexneyan gihîştiye wê yekê ku hin welatîyan wî yên Polonî ew weki kesayetekî xerab û zîyandar daye naskirin. Bochenskaya Polonî di hevpeyvineke xwe de li ser vê mijarê ev tişt gotine:
Aleksander Żaba/an jî Jaba (żaba bi Polonî maneya beq e) bi rastî Kurdnasekî Polonî bû. Tenê li welatê min ku di dawîyê da serbixwe bûye bibîranîna mirovên wûsa ne tiştekî pir bi nirx e. Yanî rojhilatnas vê dizanin, lê ji bilî wan ev ji bo tu kesî ne balkêş e. Jaba di dema koledarîya me de a ji alîyê Rûsan bûbû karmend û diplomatê Rûsî. Yanî berî her tiştî karîyereke xwe didomand û ji welatê xwe û problemên wî bi dûr ketîbû. Ji bo mirovên wûsa digotin xayin û hez ji bibîranîna wan nakin. Lê ez hez dikim. Ji ber ku jîyana mirovî tu car ne yekalî ye. Serpêhatî û jîyana Jaba û van lêkolînên wî belkû dikarin alîyekî din ê vî mirovî nîşan bidin. Dibe kû guhdana wî ji Kurdan re ji ber rewşa welat û xelkê xwe jî derketîye holê? Kî dizane? Ev babeteke pir balkêş e û belkû em îro bi hev ra dikarin jîyana wî bi dîmenekî din bibînin. Tenê mixabin ez nikarim tekstên wî bixwînim ji ber ku Fransî nizanim û ne bi Polonî, ne bi Kurdî jî ev nivîsar hene. [1]
ئەڤ بابەت ب زمانێ (Kurmancî) هاتیە نڤیساندن، کلیک ل ئایکۆنا بکە ژ بو ڤەکرنا ڤی بابەتی ب وی زمانێ کو پێ هاتیە نڤیساندن!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەڤ بابەتە 4,823 جار هاتیە دیتن
ڕایا خو دەربارەی ڤی بابەی بنڤێسە!
هاشتاگ
ژێدەر
[1] ماڵپەڕ | Kurmancî | ku.wikipedia.org
فایلێن پەیوەندیدار: 1
بابەتێن پەیوەستکری: 19
زمانێ بابەتی: Kurmancî
روژا ژدایک بوونێ: 00-00-1801
روژا وەغەرکرنێ: 00-00-1894 (93 سال)
ئاستێ خواندنێ: زانکۆ (بەکالۆریۆس)
جهێ ئاکنجی: دەرڤەی وەلات
جورێ کەسی: کورد(ناس)
جورێ کەسی: رۆژهەڵاتناس
جوڕێ خواندنێ: زمانێ بێگانە
د ژیانێدا مایە؟: نەخێر
زمان - شێوەزار: فەڕەنسی
زمان - شێوەزار: رووسی
زمان - شێوەزار: ک. باکوور
نەتەوە: بیانی
هۆکارا گیان ژ دەستدانێ: مەرگێ سروشتی و نەساخی
وڵات - هەرێم (ژدایکبوون): لاتڤیا
وەڵات - هەرێم (کۆچا داوی): سوفیێتا کەڤن
ڕەگەز: پیاوان
تایبەتمەندی یێن تەکنیکی
کوالیتیا ڤی بابەتی: 99%
99%
ئەڤ بابەتە ژ لایێ: ( ڕاپەر عوسمان عوزێریڕ.ع.ع.) ل: 11-05-2022 هاتیە تومارکرن
ئەڤ بابەتە ژ ئالێ: ( ڕۆژگار کەرکووکیڕ.ک.) ل : 11-05-2022 پێداچوون ژبوو هاتییە کرن و ڕەها بوویە
ئەڤ بابەتە بو دویماهیک جار ژ لایێ: ( ئەڤین تەیفوورئـ.ت.)ڤە: 23-12-2025 هاتیە ڕاست ڤەکرن
ناڤ و نیشانێن بابەتی
ئەڤ بابەتە ب ستانداردی کوردیپێدیا هێشتا نە دروستە و پێدڤی ب داڕشتنەکا بابەتی و زمانی هەیە!
ئەڤ بابەتە 4,823 جار هاتیە دیتن
QR Code
  بابەتێ نوی
  بابەت ب هەلکەفتێ 
  تایبەت ب ژنان 
  
زێدە

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.33
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| دروستکرنا لاپەری 0.64 چرکە!