کوردیپیدیا بەرفرەهترین ژێدەرێ زانیاریێن کوردییە!
دەربارێ مە
ئەرشیڤ ڤانێن کوردیپێدیا
 لێ گەڕیان
 تومارکرنا بابەت
 ئامراز
 زمان
 هژمارا من
 گەڕیان ل دویڤ
 ڕووپەل
  دوخێ تاڕی
 ڕێکخستنێن دەستپێکی
 لێ گەڕیان
 تومارکرنا بابەت
 ئامراز
 زمان
 هژمارا من
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
پەرتوکخانە
 
تومارکرنا بابەت
   لێ گەڕیانا هویر
پەیوەندی
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 زێدە...
 زێدە...
 
 دوخێ تاڕی
 سڵایدباڕ
 مەزناهییا فۆنتی


 ڕێکخستنێن دەستپێکی
دەربارێ مە
بابەت ب هەلکەفتێ
رێسایێن بکار ئینانێ
ئەرشیڤ ڤانێن کوردیپێدیا
بوچوونێن هەوە
کومکری
کرونولوژیا ڕویدانا
 چالاکی - کوردیپێدیا
هاریکاری
 زێدە
 ناونامە بو زاروکێن کورد
 گەڕیان ب کرتە
ئامار
بابەت
  585,016
وێنە
  124,097
پەرتوک PDF
  22,092
فایلێن پەیوەندیدار
  125,864
ڤیدیۆ
  2,193
زمان
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,808
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,574
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,727
عربي - Arabic 
43,924
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,528
Türkçe - Turkish 
3,827
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
پول
کرمانجی
کەسایەتی 
9,188
جهـ 
832
پارت و رێکخراو 
58
بەلاڤوک (گوڤار، روژنامە و ...) 
40
هەمەجۆرە 
3
وێنە و پێناس 
629
کارێن هونەری 
16
رێکەفت و رووداو (کڕۆنۆلۆژیا) 
22
نەخشە 
3
ناڤێن کوردی 
8
پەند 
2,107
وشە و دەستەواژە 
913
شوینوار و جهێن کەڤنار 
42
لێنانگەها کوردی 
1
پەڕتووکخانە 
1,394
كلتوور - پێکەنین 
7
کورتەباس 
863
شەهیدان 
2,678
کۆمکوژی 
7,122
بەلگەنامە 
73
هوز - تیرە - بنەماڵ 
3
ئامار و راپرسیا 
162
ڤیدیۆ 
23
ژینگەها کوردستانێ 
1
هۆزان 
237
فەرهەنگ 
27
موزەخانە 
19
گیانلبەرێن کوردستانێ 
1
نڤیسێن ئایینی 
163
کۆگەها فایلان
MP3 
1,432
PDF 
34,691
MP4 
3,834
IMG 
233,976
∑   رێژە 
273,933
گەڕان لدیف ناڤەڕوکێ دە
Kurd û Nexşeya Zimanê Kurdî
پول: کورتەباس
زمانێ بابەتی: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
زانیارییان ل هەردوو ئالیێ بابەتی و زمانزانیدە پوخت و پولین دەکەین و بەشێوازەکێ سەردەمییانە ل بەردەستێ وە دادنێین!
هەڤپشکی کرن
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
هەلسەنگاندنا بابەتی
نایاب
گەلەك باشە
ناڤنجی
خراب نینە
خراب
بو ناڤ لیستا کومکریا
ڕایا خو دەربارەی ڤی بابەی بنڤێسە!
گهوڕنکاریێن بابەتی!
Metadata
RSS
گووگلا وێنا بو بابەتێ هەلبژارتی!
گوگل دەربارەی بابەتێ هەلبژارتی!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Kurd û Nexşeya Zimanê Kurdî
Kurd û Nexşeya Zimanê Kurdî
Kurd û Nexşeya Zimanê Kurdî
İkram Oğuz

Li Bakûrê Kurdistanê zanîn û bikaranîna ziman di rewşeke xeternak da ye.
Ji sedeman yek dagirkirîbûna axa Kurdistanê be, yek jî Kurd bixwe ne.
Sedema yekemîn tê zanîn û heta dawî li desthilatdarîya dagirkeran neyê, ji hole jî ra nabe.
Lê berterfkirina sedema duyemîn di destê kurdan da ye.
Jiber ku kurdên li ser axa xwe dijîn û hê zimanê xwe wenda nekerine jî, kurdên li dijberî dagirkeran derdikevin û daw û doza mafê zimanê zikmakî dikin jî, di jîyana xwe ya rojane da zimanê xwe yê şêrîn bi kar naynin.
Heta bi dê û bavên xwe ra ya jî bi kal û pîran ra Kurdî biaxifin jî, bi zarokên xwe ra Tirkî diaxifin.
Ji dewleta dagirker mafê perwerdeyî ya bi zimanê zikmakî dixwazin û sedem vê daxwazê rû bi rû zilm û zordarîyeke bêpîvan dibin, mixabin dîsa jî di nav mala xwe da daxwaza ku ji dewletê dikin, jixwe nakin.
Navenda Xebatên Kurdî di vî warî da û bi navê Projeya Nexşeya Zimanan dest bi xebateke lêkolînî kirîye.
Ev xebat bi hevkarîya Weqfa Friedrich Ebert a Alman û Rawestê hatîye destpêkirin.
Lêpirsîna ku ji gava yekemîn a vê xêbatê pêk tê, li çar bajarên mezin ên li Bakûrê Kurdistanê, Amed, Mêrdîn, Wan û Rihayê, bi 5 hezar û 96 kesên ku ji 18 salî mezintir ra û bi tewna hevdîtineke rû bi rû va hatîye kirin.
Armanca projeyê, di forma barometroya ziman da bi awayeke vedorîk, berhevkirina daneyên ji bo kar û xebatên ziman, tespîtkirina bilindbuna daxwazên ji bo ziman û parvekirina wan a bi raya giştî ra ye.
Ez bi rêya çapemenîyê ji kirina vê xebatê agahdar bûm.
Qasî encamên xebatê, metodolojîya wê jî bala min kişand.
Loma dikarim bibêjim, her kurdê ku bi pirsgirêka ziman ra serê xwe diêşîne, divê li ser encamên vê xebatê jî serê xwe biêşîne.
Jiber ku xebateke balkêş û girîng e.
Beşdarvanên lêpirsînê ji %79 Kurmanc, %9 Zaza, %11 Ereb in.
Asta perwerdeyîya beşdarvanan ji %30 dibistina seretayî, %45 dibisitana navîn û lîse, %25 jî xwendekar ya jî destûryarên zanîngehê ne.
Di warê zayendî da jî beşdarvan ji %50,6 jin, %49, 4 jî mêr in.
Nîvê beşdarvanan zewicî, ji %6 jî bî ne.
Ji %45 beşdarvan xwedî zarok.
Ji beşdarvanên jin jî nêzikî %60 sergirtî ne.
Di gava yekemîn a vê xebatê da ev encamên li jêr hatine bidestxistin:
.Her çiqas şiyana axaftin û fêmkirina zimanê zikmakî bi rajeyeke mezin bidome jî, di jiyana rojane da bikaranîna ziman lawaz e.
.Gorî jinan rêjeya zanîn û bikaranîna ziman di nav mêran da bêtir zêde ye.
.Rêjeya axaftina bi zimanê zikmakî, gorî axaftina bi dê û bavan, bi zarokan ra, qasî sê qatî kêm e.
.Li navenda bajaran bikaranîna ziman ji gundan kêmtir e.
.Di nav kesên ku bi asta bilind perwerde bûne da rêjeya zanîn û bikaranîna ziman, ji yên ku bi asta nizm perwerde bûne da kêmtir e.
.Di nav dengdêrên Kurd da yên ku herî zêde ziman dizanin û bi kar tînin, ew jî dengdêrên HDPê ne.
Herwiha di encama lêkolînê da tê dîyarkirin, ku li Bakurê Kurdistanê rêjeya kesên ku dixwazin zimanê Kurdî bibe zimanê fermî yê duyem ji %73,8…
Rêjeya kesên ji bo zarokên ku zimanê wan ên zikmakî ne Tirkî ye, di dibistanan da dersên zimanê zikmakî bê dayîn jî, ji %79,8 e.
Di warê xizmetguzarîya bi zimanê zikmakî da jî Kurd xwedî daxwaz in.
Wek mînak, ji beşdarvanan %80,8 daxwaz dikin, ku li şaredariyan xizmetguzariya bi Kurdî were dayîn.
Dîsa tê gotin, ku di çarçoveya vê projeyê da li Amedê bi 1346 kesan ra hevdîtin hatîye kirin.
Ji %90ê wan diyar kirine, ku ew dikarin di astên cuda da bi Kurdî biaxifin û fêm bikin.
Di vê lêkolînê da tişta ku bêtir bala merîya dikişîne ew e, ku di nav Kurdan da hevparîya herî mezin ziman û daxwaza ji bo mafê ziman xwedî cîheke girîng e.
Ev yek jî ji îro da dide xuyakirinê, ku pirsgirêka zimanê zikmakî dê di siberojê da jî wek pirsgirêkeke bingehîn cîhê xwe biparêze.
Ji bo vê yekê jî divê bi taybetî siyasetvanên Kurd, ji îro da vê realîtê bibînin û gor wê bi tewn û helwesteke nû tevbigerin, ku dîsa peya nemînin.[1]

کوردیپێدیا بەرپرس نییە ل ناڤەڕۆکا ئەڤێ تۆمارێ و خودیێ وێ ژێڕە بەرپرسیارە. کوردیپێدیا ب مەرەما ئەرشیڤکرنێ تۆمار کرییە.
ئەڤ بابەت ب زمانێ (Kurmancî) هاتیە نڤیساندن، کلیک ل ئایکۆنا بکە ژ بو ڤەکرنا ڤی بابەتی ب وی زمانێ کو پێ هاتیە نڤیساندن!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەڤ بابەتە 3,654 جار هاتیە دیتن
ڕایا خو دەربارەی ڤی بابەی بنڤێسە!
هاشتاگ
ژێدەر
[1] ماڵپەڕ | Kurmancî | navkurd.net
فایلێن پەیوەندیدار: 1
بابەتێن پەیوەستکری: 121
زمانێ بابەتی: Kurmancî
روژا تمام کرنێ: 08-04-2022 (3 سال)
باژێر و باژارۆک: ئامەد
جورێ دۆکومێنتێ: زمانی یەکەم
زمان - شێوەزار: ک. باکوور ت. لاتین
وڵات - هەرێم: باکووری کوردستان
کاتەگۆریا ناڤەڕۆکێ: زمانزانی
تایبەتمەندی یێن تەکنیکی
کوالیتیا ڤی بابەتی: 99%
99%
ئەڤ بابەتە ژ لایێ: ( ڕاپەر عوسمان عوزێری ) ل: 11-04-2022 هاتیە تومارکرن
ئەڤ بابەتە ژ ئالێ: ( ڕۆژگار کەرکووکی ) ل : 11-04-2022 پێداچوون ژبوو هاتییە کرن و ڕەها بوویە
ئەڤ بابەتە بو دویماهیک جار ژ لایێ: ( ڕۆژگار کەرکووکی )ڤە: 03-07-2024 هاتیە ڕاست ڤەکرن
ناڤ و نیشانێن بابەتی
ئەڤ بابەتە ب ستانداردی کوردیپێدیا هێشتا نە دروستە و پێدڤی ب داڕشتنەکا بابەتی و زمانی هەیە!
ئەڤ بابەتە 3,654 جار هاتیە دیتن
QR Code
  بابەتێ نوی
  بابەت ب هەلکەفتێ 
  تایبەت ب ژنان 
  
  بەلاڤوکێن کوردیپێدیا 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| دروستکرنا لاپەری 0.187 چرکە!