Jiyana Rewşen kovareke kurdî ye. Di sala 1997'an de, di binê banê #Navenda Çanda Mezopotamyaya# de derket. Jiyana Rewşena dûmahîka kovara Rewşenê, kovareke çandî hunerî û wêjeyî bû. Kovar bi periyoda mehane li Stenbolê derdiket. Ev kovar heta navîna sala 2002'yan, 51 hejmar derçû. Kawa Nemir bi salan gerînendetiya kovarê kiriye.* Piştî girtina wê bi demekê kurt bi navê Rewşen-Name kovareke din dîsa li jêr edîtoriya Kawa Nemir û bi desteyeke weşanê ya fireh dest bi weşanê kir, lê ev kovar bi tenê sê hejmar derçû û bi vî awayî jî, kelepora Rewşenê ya ku ji sala 1992'yan û wir de bû dom dikir, kutayî pê hat.
Di warê pêşketin û geşedana zimanê kurdî de, van her sê kovaran roleke xwe ya mezin heye. Îro gelek şagirtên Jiyana Rewşenê bûne nivîskarên gihiştî û gelek ji wan jî xwedî pirtûk in.
ئەڤ بابەت ب زمانا (Kurmancî - Kurdîy Serû) هاتیە نڤیساندن، کلیک ل ئایکۆنا
بکە ژ بو ڤەکرنا ڤی بابەتی ب ڤی زمانا کو پی هاتیە نڤیساندن!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەڤ بابەتە 6,416 جار هاتیە دیتن