Navê pirtûkê: Çêroka neynûkên şikestî
Navê nivîskar: #Hêmen Kurdaxî#
Cihê çapkirina pirtûkê: Almaniya
Navê çapxaneyê: Evra Verlag
Sala çapê: 2005
Nivîser
Hêmen Kurdaxî ( Neşet Betal ) sala 1973' an li Gundê Qermîtilq, herêma Kurdaxê ( Çiyayê Kurmênc ) ji dayîk bûye. Ji sala 2000' î ve li Almaniyayê dijî. Ew xwediyê Çêroka neynûkên şikestî ye, ya ku di Sibata 2003' an de helbestvan bi me dabû naskirin.
Ev berhem
Peyv, raman, hest û nîgaş, dema ku bi giyanê mirov têne stran, hêvanê helbestê jê peyda peyda dibe. Helbestvan li gor hunerî û şêweyê xwe wêneyan ji wî hêvanî dirêse û tabloyine taybet ava dike.
Hêmen Kurdaxî di vê berhevokê de sotin, şîn, girî, keser û xemkêşî di tabloyekê de vejandine. Herwiha êş, eşq û xewnên xwe ristine û wêneyine bêtebat neqişandine.
Di aliyên beravêtî de, di mirinê de, û di talan de, rengan dicivîne, û li wir li dûriyê winda dimîne. Bê ziman û bê ezman, li ser sînorên dînbûnê westiyayaî digrî.
Hêmen helbesteke ji nalîneke dirêj di pença xwe de hil- aniye, ji bo giriyekî din.
Ka em li neynika wî binêrin, û vêxistina wî bixwînin, ka ew bi çi kizotî dişewite, û em binasin ka çi nifir li wî hatiye kirin.
Helbesta Xerîbo ya Hêmen Kurdaxî
Xerîbo
Xerîbo,
Berxê dayîka mino,
Kanî ew stêrk,
Yên ku ji kenên te diweşîn?
Kanî ew tirêj,
Yên ku ji ezmanên te dibarîn?
Kanî ew gund,
Yên ku li ser sîngê te radiketin, lo?
Hîn ev latê dilşikestî
Mîna kemencayeke dengzîz
ahînên dayîkên law-wendayî,
Keserên dayîkên keçnedîtî
Li ber devên şikeftan dilorîne, lo…
Wey lo delalo,
Birîndarê şer û cengano,
Siwarê hespê nêr ê kabhişîno.
Li erdê qulemişka
Tu xisti bûn feqan û tehfano.
Kurê Kurdano lo!
Evîna Edûlê çi bi te kir, lo…
Ez ne ji cîhaneke jorîn de hatime
Ne jî ji jêr…
Lê min dîti bû ku li ber deriyê te
Her roj
Karwanên rêwiyan nimêja xwe dikirin
Û bêbextiyê sîngê xwe talan dikir.
Bo yekemîn car min dîti bû ku
Sipî reşiyê bi dar ve dike;
Rastî ji nerastiyê re dadgehê li dar dixe.
Çiyan jî
Ramûsan bi ezmanan ve diteqandin.
Cara yekê bû, lo…
Cara yekê bû.
Çima wê navê talanê talan be,
Eger alafa dilreşiyê
Alafa bêbextiyê
Tîpên sayî
ji kûraniya dîrokê nekşîne û neşewtîne;
eger êgir û dûmên
Bi ser helbestên Ehmedê Xanî nexîne;
Eger qirika Gulbiharê
Bi xenceran
neqetîne û neçirrîne?
Çima ez û te ji tîpan ditirsin
Û di nêv stiriyan re dimeşin?
[1]