کتاووخانه کتاووخانه
مِنِی کردن(گێردین)

 کوردی پدیا کەڵنگتەرین بنچەک چەن زوون دار أڕا زانستەنیەل کؤردیە!


Search Options





مِنِی کردن(گێردین) ترەختی کریا      تەختە کلید


مِنِی کردن(گێردین)
مِنِی کردن(گێردین) ترەختی کریا
کتاووخانه
نامنامەی کردی
کرونولوژیا از وقایع
بنچەکەل(سەرکەنی=سرچشمە)
وەرینە(پێشینە)
کووکریائەل(گردآکریائەل)کاربەری
کارەل(فعالیتەل)
چؤی مِنِی کەم ؟
انتشار(بەشآکرن)
Video
ڕزگ بەنی(دەسە بەنی)
بەخش بەختەکی!
کِل کِردِن
 مەقاڵە کِل کە
عەسگێ کِل کە(ڕئ کە)
Survey
قسەل(گەپەل) هۆمە
تماس
چه نوع اطلاعاتی را که ما نیاز داریم!
إستانداردەل
 إگرەک بینەل استفاده
 کیفیت بەخش
 أبزار
دەربارە
Kurdipedia Archivists
 درەباره ایمە چە مووشن !
اضافه کوردیپیدیا به وب سایت شما
اضافه کردن / حذف ایمیل
آمار مهمان
 آمار بەخش
 فونت چاوواشآکەر(مبدل)
 تەقویم چاوواشآکەر(مبدل)
زبان و گویش از صفحات
تەختە کلید
پیوەندەل خوو(خاس)
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
زبان
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی
Kurmancî
هەورامی
Zazakî
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Fins
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
 سامانە مإ
ورود به سیستم
هامیاری أگەرد هۆمە
رمز عبور خود را فراموش کرده اید!
مِنِی کردن(گێردین) کِل کِردِن  أبزار زبان  سامانە مإ
مِنِی کردن(گێردین) ترەختی کریا
کتاووخانه
نامنامەی کردی
کرونولوژیا از وقایع
بنچەکەل(سەرکەنی=سرچشمە)
وەرینە(پێشینە)
کووکریائەل(گردآکریائەل)کاربەری
کارەل(فعالیتەل)
چؤی مِنِی کەم ؟
انتشار(بەشآکرن)
Video
ڕزگ بەنی(دەسە بەنی)
بەخش بەختەکی!
 مەقاڵە کِل کە
عەسگێ کِل کە(ڕئ کە)
Survey
قسەل(گەپەل) هۆمە
تماس
چه نوع اطلاعاتی را که ما نیاز داریم!
إستانداردەل
 إگرەک بینەل استفاده
 کیفیت بەخش
دەربارە
Kurdipedia Archivists
 درەباره ایمە چە مووشن !
اضافه کوردیپیدیا به وب سایت شما
اضافه کردن / حذف ایمیل
آمار مهمان
 آمار بەخش
 فونت چاوواشآکەر(مبدل)
 تەقویم چاوواشآکەر(مبدل)
زبان و گویش از صفحات
تەختە کلید
پیوەندەل خوو(خاس)
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی
Kurmancî
هەورامی
Zazakî
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Fins
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
ورود به سیستم
هامیاری أگەرد هۆمە
رمز عبور خود را فراموش کرده اید!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 دەربارە
 بەخش بەختەکی!
  إگرەک بینەل استفاده
 Kurdipedia Archivists
 قسەل(گەپەل) هۆمە
 کووکریائەل(گردآکریائەل)کاربەری
 کرونولوژیا از وقایع
 کارەل(فعالیتەل) - کؤردی پدیا
 کمک
 بەخش نوو(جەدید)
 کتاووخانە
وشەێل، ئەژ هەفت دەلیا گوارننەم
07-06-2024
زریان سەرچناری
 کتاووخانە
پاش واران
07-06-2024
زریان سەرچناری
 کتاووخانە
بۊش کامە وەرزی؟
30-09-2023
زریان سەرچناری
 کتاووخانە
گوڵدەم سۊر
18-12-2022
ڕۆژگار کەرکووکی
 کتاووخانە
سەرەوژێری
17-12-2022
ڕۆژگار کەرکووکی
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
موحسن قەیسەری
01-10-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
 کتاووخانە
هۊرد کەم
20-09-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
مەهوەش سولێمانپوور
19-09-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
کەژال وەتەنپوور
18-09-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
 کتاووخانە
واژا
18-09-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
آمار
 شؤمارە مەقاڵەل
  530,176
 شؤمارە عەسگەل
  110,960
 کتاووەل
  20,352
فایل های مرتبط
  105,419
Video
  1,578
 زوون
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
295,471
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
90,587
هەورامی - Kurdish Hawrami 
66,151
عربي - Arabic 
31,280
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
19,094
فارسی - Farsi 
10,469
English - English 
7,671
Türkçe - Turkish 
3,675
Deutsch - German 
1,785
لوڕی - Kurdish Luri 
1,690
Pусский - Russian 
1,140
Français - French 
348
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
91
Svenska - Swedish 
72
Español - Spanish 
55
Polski - Polish 
55
Հայերեն - Armenian 
52
Italiano - Italian 
52
لەکی - Kurdish Laki 
37
Azərbaycanca - Azerbaijani 
27
日本人 - Japanese 
21
中国的 - Chinese 
20
Norsk - Norwegian 
18
Ελληνική - Greek 
16
עברית - Hebrew 
16
Fins - Finnish 
12
Português - Portuguese 
10
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Ozbek - Uzbek 
7
Esperanto - Esperanto 
6
Catalana - Catalana 
6
Čeština - Czech 
5
ქართველი - Georgian 
5
Srpski - Serbian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
Hrvatski - Croatian 
3
балгарская - Bulgarian 
2
हिन्दी - Hindi 
2
Lietuvių - Lithuanian 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
ڕزگ(دەسە)
لەکی
 مەقاڵەل گؤجەر 
15
 کتاووخانە 
14
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە) 
6
 وەڵگەنۆمەل 
1
 
1
MP3 
324
PDF 
31,608
MP4 
2,599
IMG 
203,549
∑   مجموع 
238,080
 مەقاڵەل گؤجەر
وتوێژ تایبەت وەگەرد حسام لو...
 مەقاڵەل گؤجەر
چیرۆکی مسافرکیش لە ئێحسان ن...
 کتاووخانە
واژا
 مەقاڵەل گؤجەر
باشوور و بنەڕەتەل یەکاگرتن ...
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
موحسن قەیسەری
ÊK’SPANSÎYA BIEREBKIRINA K’URDISTANÊ DIDOME? -1-
ڕزگ(دەسە):  مەقاڵەل گؤجەر | زبان مقاله: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ارزیابی مقالە
نایاب
عالی
متوسط
بد نیست
بد
اضاف کردن أ کووکریال
نظر خود را در مورد این مقاله بنویسید!
پێشینە(وەرینەل) بەخش
Metadata
RSS
به دنبال تصویر رکورد انتخاب شده در گوگل
به دنبال رکورد انتخاب شده در گوگل
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0

ÊK’SPANSÎYA BIEREBKIRINA K’URDISTANÊ DIDOME? -1-

ÊK’SPANSÎYA BIEREBKIRINA K’URDISTANÊ DIDOME? -1-
=KTML_Bold=ÊK’SPANSÎYA BIEREBKIRINA K’URDISTANÊ DIDOME? -1-=KTML_End=
#Ezîzê Cewo#

An kî ne, yên ku karê Umer bên Xettab di nav kurdên êzdî da didomînin? 
“Ya ku bi pênûsê hatye nivîsîn, bi bivir nayê birîn!”(Gotina rûsan) 
1.    Li şûna pêşgotinê   Bi rastî, ji bo ku ez vê gotarê li ser hevda bînim, hinek tiştên biçûk mabûn, lê… bûyerên  Şengalê rû dan, û destê min li rû min da hatin, dest li min sar bûn, û min nikaribû tiştekî binivîsim…Min wê demê got, ku di van rojên reşe heş da wê li hember gelê me bêhurmetî be, heya wê li hember pakrewanên gelê me û penaberên meye malwêran, ên bê cîh û star û sergedan sûcekî giran be, eger mirov li ser van pirsan gotinekê jî bibêje yan binivîse. Min digot, ku ezê vê pirsê bihêlim, heya demeke hê dereng, heya gelê me ji van bûyerên hanê yên m`alwêran li ser xwe da tê... Lê, wek ku di nav gel da tê gotin, şemî ji înîyê zûtir hat. Di întêrnêtê da, li ser rûpelên Facbook-ê li ser gotinên Tehsîn begê û Vîan Daxîlê agahî hatine belavkirin, ku nûnera Êzîdiyan a li Parlemênta Îraqê Viyan Dexîlê gotye, ku êzdî kurd in! Wisa jî hatye gotin, ku Mîr Tehsîn Begê di kanaleke têlêvîzîonê ya erebî da êriş birye ser Viyan Dexîlê û gotye, ku ew (Vîan Daxîl) nûneratiya “êzîdiyan” nake, ku  “êzîdî” jî ne kurd in…  Dr. Viyan Dexîlê jî li ser vê mijarê di malpera xendanê ragihandye, ku ew nikarie tu gotinekê li ser Mîr Tehsîn begê bibêje, ji ber ku ew mîrê Êzîdiyan e… Lê ewê daxwaz ji xwîşk û birayên xwe yên êzdî kirye, ku ji ber van gotinan dilgiran nebin. –    Em, wek êzîdî kurdên resen in û ziman û qewlên me yên ola êzdî jî bi kurdî ne, – ewêgotye … Gelek beşdaran nêrîn û helwestên xwe di bin wan agahîyan da nivîsîbûn. Helbet, ez jî bêdeng nemam, ji hêla xwe va min jî li her cîhekî bi çend rêzan nêrîna xwe anî zimên. Weha, yek ji wan: “Dizanin, gelî rêzdaran, pirs di wê da ye, ku mîr rast dibêje - gotina wî di derbarê êzîdîyan (ê-z-î-d-î) da ye, ne ku di derbarê êzdîyan (ê-z-d-î) da.  Bala xwe bidinê, hûn dinivîsin êzdî (ê-z-d-î)... Û ya rast jî ev e, em êzdî ne, ne êzîdî. Êzdî kurdên resen in, ola wan ya gelê kurd a berî zerdeştîyê bûye, lê êzîdî ... ewê jî mîr bi xwe dibêje... Bi dîrokî bi gelê me lîstine, xapandine, û evên ku ne kurd-ne êzdî ne, weke berxa du makan bimije, hem mîrtîya êzdîyan hildane destê xwe, hem jî (wek ereb) destê Seddam maç kirine û ji destê wî xwarine... Ji bo wan, ên ku bala wan berbi vê pirsê heye, fermo, gotarek:                        http://www.pen-kurd.org/kurdi/ezize-cawo/ezditi.html  http://www.mezopotamya.gen.tr/gotar-makale/gotareka-dewlemend-di-der-bar-ola-zdt-de-h2140.html   http://www.ezdinas.com/ezditi/  Silav û rêz!” (https://www.facebook.com/gul.seven.353/posts/ 317040808482585? comment_id=317200538466612&offset=0&total_comments=11)    …Li ser vê pirsê hê jî gengeşî û govtûgo didomin, heya tê gotin, ku kurê mîr gotye, ku bavê wî nexweş e, hinek jî dibêjin, ku mîr ev daxwîyanî di bin bandora hinek rewşenbîrên derdorên hinek partyên siyasî da daye, hinekan bi dil xwestin bawerbikin, ku ev çi hatye gotin, ne bi dil hatye gotin (xwezî!!!), ku mîr di dema xwe da terefdarê tevgera azadîxwaz a Başûrê Kurdistanê bûye… Helbet, ev jî rastîyek e, lê… Hinek hewl didin, bidin bawerkirin, ku Tehsîn begê ew ji ber wê gotye, ji ber ku hêzên kurd ên Başûrê Kurdistanê li êzdîyan xwedî derneketine, û ew bûye sedem, ku cîhedîyên “Dewleta Îslamî” tevkujîya êzdîyan pêk bînine… Gelo?! Ma, hîç Tesîn begê bi xwe tiştekî wisa gotye?..  Heya, eger gotibe jî, xwe kurdbûn û kurdîtî ne milkê hinek rayedarên Başûrê Kurdistanê û hinek fermandarên pêşmergeyan tenê ye? Ji bilî wê, çima ew gêrîllayên YPG-ê, yên ku ji bo Şengalê û şengalîyan jîyana xwe gorî kirin û pakrewan bûne, ne kurd bûne? – Çima Tehsîn beg ewqasî jî tê nagihîje, ewqasî jî nexweş e?!..   Balkêşîya vê pirsê digihîje wê astê, ku heya hinekan, qaşo, piştgirîya xwe ji bo mîr (an ji bo gotinên wî?!) dîyar bikin, di Facbook-ê da li şûna fotowêneyên xwe yê mîr danîn – helbet, hinekan bi tênegihîştina pirsê (tenê ji bo wê:  ji ber ku nave wî mîr e, û ew gotin ji devê wî derketine?!), hinekan jî bi zanebûn – wek helwest! Û ev jî hate têgihîştin…     Lê, ka, em hinekî hestan û têkilîyên derûnî li alîyekî daynin û pirsê bi obyêktîvî di nav çarçeveya heşmendîya dîrokê da bi zanistî binirxînin… Di sêrî da, ka em bi hevra bersîva vê pirsê bidin, gelo: “Çima mîr tenê dibêje, ku êzîdî ne kurd in, an jî ew pirs pirseke nû ye?” Eger – na, wê demê dive em sedemên wê bigerin û bibînin, ka: “Ev pirs ji ku tê, çi bingehên xwe hene?” – Yanê na, xwe wisa nabe, mirov vê rêalîtê wisa yekalî red bike, ew jî wê demê, dema êdî îro di nava me da, qaşo, olzan û ezdazan (têolog) derketine, yên ku amedekarîya xwe dikin û hewl didin, “îzbat bikin” û me bidin pejirandin, ku êzdîtî ne tenê ola kurdan e, lê, ew wisa jî, ya ereban e (?!)…  Va ye, dive mirov bersîva pirsê li vir bigere! Ma ne, ev mirov, ên ku vê helwestê didin xuyan, an piştgirîya wê dikin, û ew, ên ku bi biryar dijî vê dertên, xwe dîn nebûne?... Şûna ku em şerê mîr an hinek kesên din bikin, hela em hewl bidin, têbigihîjin, ka ew pirs ji ku tê û, gelo, çi bingehên wê yên obyêktîv û sûbyêktîv hene, û wana têbigihîjin. Ji bo vê em binihêrin, ka çi li ber destê me heye:     – Berê jî, kî çûbe hinek war û deverên der-dorên Lalişê, Mûsilê û Şengalê, wê dîtibe, ku li wir hinek êzîdî (ne êzdî!) hene, yên ku dibêjin, ku ew ne kurd in û heya bi kurdî jî baş naaxivin; – hê sala 1975-an yekî ji binemala mîran hatibû Ermenîstan û Gurcistanê, nave wî Bazîd bû, ewî bi xwe xwe wek mîr Bazîd dida nasîn. A, ewî “mîrî” di karta xwe da nivîsî bû, ku êzîdî (ê-z-î-d-î) ji 24 bavan wê da digihîjin ereban û ew erebên sipî ne, ji emewîyan e, ola wan jî êzîdî ye. Û, wek ku dihat gotin, heya ewî rêxistinek jî bi navê “Beyt – ûl Emewî” damezirandibûye; Û tiştê ji vê jî balkêştir ew e, wek ku gelek êzdîyên Ermenîstanê bi bîr tînin, ku hê salên 60-î yên dewra bihurî ewana heman tişt ji devê hinek şêxên binecîh jî bhîstine. Û ew jî mirovne navdar û di nav gel da xwedî hurmeteke mezin bûne...– paşê, hê dereng yekî dinê jî ji binemala mîran hat, yê ku bi navê mîr Muewîya xwe dida nasîn, û helwesta wî jî hema weke ya ewê berî wî bû;   –... nave kurê mîr bi xwe jî prints (mîrza) mîr Enwer Muewîya ye… Mirov çi dikare bibêje? Helbet li vira du dîtin dikarin hebin: an mîrên êzdîyan (rasttir - ên êzîdîyan!) ji erebên binemala muewîyan ên mirovên Muhemmed Pêxember in, an jî, nûnerên binemala mîrên Êzdîyan in, lê, anegorî rewşa heyî, bi armanca ku rêzdarî û tavîyên (mewzî) xwe di nav civakê da xurttir bikin, û xwe bidin bi sîya erebên emewî, wek ji wê binemalê xwe dane xuyan. Pey ewqasî ra pirs dertê holê, ka van camêran û kurdên êzdî çi digihîne hev!? – Ya ku îro divê bê ravekirin û têgihîştin jî ev e!   Û pey ewqasî ra hinek ji nav me derketine, ji me ra dibêjin, ku em ji van gotinan bawer nakin, ku mîr (û ew, ên ku li dû şopa wî diçin) ji ber hinek şert û mercan dibêjin… Û ev helwesta jî weke ya hinek oldarêm kurd ên misulman e… Binihêrin:  ji navê îslamê Kurdistan dager kirine, seranser wêran û talan kirine, tevkujîya kurdan pêk anîne (û ne tenê carekê!) û îro jî pêk tînin, bi rêya îslamê me bi ruh û mejû va dikin ên xwe – ereb, û îro jî ew hemû di nav hev  da didome, lê dîsa jî hinek oldarên kurd ên îslamî dixwazin me bidin bawerkirin, ku ev ne îslama rast e, ku ewên wan tiştan tînin serê me, ne misulmanên heq  in!…  Çawa  dibe, em ji kê bawer bikin? Ma ne, ewên wan tiştan pêk tînin, piranî ne (%85-90),  û hema ew piranî jî bi xwe ji xwe ra dibêje, ku ew in –  ew bi xwe ne îslamîya heq in, ku kurd kafir in, ku heya eger di cîhanê da misulmanek jî hebe, dê kurdan misulman  nehejmêrin, ku her wê demê kurd dikarin misulman bên hejmartin, eger di cîhanê da hîç misulmanek jî nemîne… Û dema pey ewqasî ra hinek oldarên kurd kirine serê xwe û hewl didin, gel bidin  bawerkirin, ku ew ne îslama heq e, ku îslama heq tiştekî dinê ye, ji nav gel jî bi mafdarî pirs dertê holê:  – Naha em ji kê bawer bikin – ji kirên îslamîyan ên ji sedsala VII heya îro, yan ji gotinên mellayên me?!Îjar, werin û binihêrin, hela ser da jî em dibêjin, çira em heya naha jî bindest mane!   Divê bê zanîn, ku, eger îro mîr van gotinan dibêje, ew hema wisa bê bingeh nine. Û divê mirov bikaribe vê ravebike, bingehên wê bibîne û tê bigihîje – ne mîr nexweş e û heşê xwe xwarye, ne jî ewî ew gotin di bin bandora hinek derdorên siyasî da anîne zimên. Na!  Divê mirov nexweş be, ku ji van gotinên di derbarê mîr da bawer bike…Ji bo ku ew dîmenê ku min li jorê anîbûn, tam bibe, em li ser wan agahîyan jî rawestin, ên ku hê nîveka sedsala XIX ronaydarê ermenî Xaçatûr Abivyan di gotareke xwe da nivîsîne. Û, dibe ku, piştî wê bêhtir zelalî bikeve vê mijarê. Weha Abovyan çi dinivîse: “Navê îêzîdî nefret û xof dikir û îro jî dike dilê hemû gelên asîyayî û heya dilê erebên dirinde jî, yên ku îêzîdî di nav van da jî dijîn”. (Абовян, Хачатур, «Иезиды», газета «Кавказъ», №8,Тифлис, 21 февраля 1848 г, стр. 3// Abovyan, Xaçatûr, “Yên îêzîd”, rojnameya “Kavkaz”, №8, Tîflîs, 21 sibata sala 1848-an, rû. 3, bi zimanê rûsî.)Gelo kesekî pirs daye xwe, ka, Abovyan evan gotinan di derbarê êzdîyan da dinivîse,  an – êzîdîyan da? Gelo êzdî wê demê (û, heya îro jî) dikaribûn di nav ereban da (wek êzdî!!!) bijîyana? Ma, gelo tiştên weha dikaribûn pêk bihatana? Ma ne, di nav wan da êzdî di rewşa zulm û zorîyê da bûne, di bin êrîşên bê navber da bûne – êrîşên tevkujîyê û tunekirinê, û tenê hinek ji wan bi zorekê karibûne ji tevkujî û xezayê bifilitin!? Di vê rewşê da, gelo wana  dikaribûn di nav erebên misulman da bijîyana û heya nav û dengekî wisa derxistana – tirs û nefret bikirana nava wan? Tiştê wisa nakeve serê mirov... Jixwe, kurdên êzdî (û ne tenê ew!) baş dizanin, ka çi çi ye. Lê dîsa jî, ji bo ku em bikaribin bersîveke zelal bibînin, em binihêrin, ka  erkdarekî olî yê ermenî-xrîstîanî  yê destpêka dewra XX – Sîon Vardapêt Têr-Manvêlyan  êzdî di rewşeke çawaye rêal (rastînî) da dîtine û di derbarê wê rewşê da çi nivîsye: “... kurmancên êzdî, – ew dinivîse, – ji bo ku xwe ji tevkujîyên  xwînrêjî yên fanatîkên îslamî, wisa jî ji stêmkarîyên bêwijdan ên xrîstîanan  rizgar bikin, bi dijwarî di xeyalên bawerîya xwezayîperest a pêşîyên xwe da xwe parastine” (Սիոն Վարդապետ Տէր-Մանուէլեան, «Եզիդի կուրմանժ», Ախալցխա, 1910, էջ 5 – 6 և 42// Sîon Vardapêt Têr-Manvêlyan, “ Kurmanjên yêzîdî”, Axaltsxa, 1910, rû. 5 – 6 û 42, bi zimanê ermenî).  Weha, ev bûye, rewşa rastîn a bawermendên ola êzdî, piştî ku li ser ger û aqarên dîrokê olên kevneşopî peyda bûne! Ango, çi dertê holê? Ma gelo ev nade xuyan, ku Abovyan behsa erebên êzîdî yên sunnî dike (an jî – behsa misulmanên dinê yên ji vê tarîqatê), û gotina wî hîç jî ne di derbarê êzdîyan da ye. Û, wek ku tê xuyan, ji ber ji hêla bilêvkirinê va navên êzdî (ê-z-d-î) û êzîdî/yezîdî (ê-z-î-d-î) hinekî mîna hev bûne,  herdu nav tevîhev kirine?!... Helbet, ji bo vê wisa jî sedemên obyêktîv ên dinê hebûne... Û dibe ku li bal xwendevanên hêja hinek pirs peyda bibin, û di dîrokê da ji bo wan pirsan jî bersîv hene...  Li vir mirov çi dikare bibêje? Dibe ku, ev bawerî (ya sultan Êzîd, ango, ya Yezîd Bên Mûawîya ebî Sifyan) piştî rêformên Şêx Adî (an bi wan ra) anîbin nava êzdîyan, wek ku hinek dibêjin, ji bo ku ew êzdîyên ku zêndî mane ji tunekirinê biparêzin, an...? Lêbel, nêrîneke dinê jî heye: lê, eger Şêx Adî, wek erkdarekî ola îslamê yê dema xweyî xwendî, di wê serdema ji bo îslamê aloz  da (dewra V a hîcrî), bi xwe jî dixwaze di nav misulmanan da civaka yên ku pey bîrûbawerîya wî diçin, saz bike?!  Ango – tarîqeta xwe! Ma ne, wê demê ji bo îslamê rewşek a aloz a ne yekawa hebûye?! Û wî çaxî gelek erkdarên olî yên wê serdemê tarîqatên xwe sazkiribûn, wek mînak, Ebdul Qadirê Gêylanî – tarîqata Qadirîyan. Û, dikare, wê demê hewldanên  Şêx Adî neçûne sêrî, û ew bi komeke terefdarên xwe va, yên ku di nav wan da Êzîd (Yezîd Bên Mûavîya) xwedî rêzdarîyeke mezin bûye, tên, di nav êzdîyan da (an bi cînartîya wana) bi cîh û war dibin, ji ber ku li wir ew (Şêx Adî) ji salên zaroktîya wî va naskirine? (fermo, binihêrin: Feqî Huseyn Saxniç, “Şêxadî”, kovara “Laliş”, 2004, № 21, rû. 24 – 26. Wisa jî:  http://www.nefel. com/articles/article_print.asp?ArticleNr=1859 )   Lê, eger ew çalakîyek bûye, ya ku hinekan li ser pilankirin û pêkanîna wê baş serê xwe êşandine?..Pirs in, pirs in, pirs! Û, min jî digot, ka çima hinek “êzdîyên” navçeyên nêzîkî Lalişa pîroz û Şengalê dibêjin, ku ew ne kurd in, ereb in, û xwe jî êzîdî nav dikin. Hemû bingeh hene, ku mirov bibêje, ku bi rastî jî ew (an jî, hinek ji wan) berê-pêşva ne kurdên êzdî bûne. Dibe jî, ew ereb bin, ên ku li dû şaxekî îslamê û Yezîd Bên Mûawîya (sultan Êzîd) diçin. Dibe, ku ew girseya misulmanên sunnî ne (bi giranî jî – yên ereb!), yên ku dû bîrûbawerîya Şêx Adî çûne, bi wî ra cîguhêzî wê herêmê bûne?! Ma ne, wê demê (lo, hema îro jî!), di nav çarçeveya “întêrnatsîonalîzma” îslamî da gelek tişt dikaribûn pêk bihatana? Û, di encamê da, di navbera wan û kurdên êzdî da pêvajoyên li hev bandorkirinê pêk hatine (diffûzion)?! Û, weha, ji encama bişavtina di nav hev da (sîntêz) a êzdîtîyê//êzdayîtîyê û êzîdîtîyê, ew derketye hole, ya ku îro di nav me da heye?!..  Eger na, wê demê, mirovê çawa bikaribe hebûna ewqas têgeh, nav û têrmînên misulmanîyê di ola êzdî ya vê demê da şirovebike? Balkêş e, hinek kurdên sovêtî, yên ku çûbûne herêmên nêzîkî Lalişa pîroz, Şengalê û Mûsilê, û rastî wan êzîdîyan hatibûn, û bi rastî zendegirtî û dilkovan bibûn, ku ew “êzdîyana” destpêka xwe ya kurdî napejirînin. Û ew hemû wek encama siyaseta rêjîma Seddam Huseyn didîtin… Helbet, pêkerîya (faktor) siyaseta dewletê heya radeyekê rola xwe lîstye. Lê, dikare, ku tiştekî dine jî hebûye: Seddam Huseyn piştgirîya êzîdîyên ereb dike (ya hevqewmîyên xwe!), û kurdên êzdî jî xwe li wî girtine, ji bo ku, hîç nebe, karekê ji wî bibînin, û xwe bidin ber parastina wî. Ma ne, dawîya dawîyê, di nava dewr û zemanan da li bal wan û êzîdîyan gelek tiştên hevbeş peyda bibûn: Şêx Adî, bîrûbwerîya wî, sazîya şêxan û tiştên dinê… Divê bê gotin, ku pêvajoyek a vî cûreyî van dehsalên dawîyê di nav kurdên misulman da jî derketibû hole. Wê demê, dema ku Îraq di nav agirê çalakîyên leşkerî yên hêzên hevpeyman ên navnetewî ên dijî Seddam Huseyn da bû (salên 90-î yên dewra bihurî û destpêka 2000-an), Tirkîyayê hewl dida, ku alîkarîya darayî bide birayên xwe yên turkmen. Û ya balkêş jî ew e, wek ku mirovên li wan herêman bûne mêvan û, wisa jî hinek kurdên Başûrê Kurdistanê bi xwe digotin, ku gelek kurdên Kerkûkê, ji bo ku ew jî di wê rewşa teng da alîkarîya wisa bistînin, wê demê xwe turkmên dane nivîsandin (ma, gelo kes dixwaze ji birçîya bemire?!). Helbet, ev çalakîya kurdên misulman a formal û taktîkî maye, û dirêj nedomandye. Di rewşeke weha da, kurdên êzdî neçar mane, xwe li rêjîma Îraqê bigirin. Û ji bo vê, her weha, sedemeke dinê ya obyêktîv jî hebûye: ew helwesta birayên wan ên misulman a li hemberî wan bûye. Kurdên misulman, bi wê helwesta xwe ya dij-êzdî, kurdên êzdî berbi hemêza rêjîma Îraqê va defandine. Û bi demê  ra evê rewşa duawa û ne dîyar li ser nîgara êzdîyan a îroyîn bandora xwe hiştye. Li ser vê şiroveyê dîtineke dinê jî heye. Di gelek welatên misulman da erkdarên olî xwe wek ji binemala Muhemmed pêxember didin nasîn, ji bo ku di nav terefdar û civka bawermendên xwe da rêzdarîya li hember xwe û tavîyên (mewzî) xwe xurttir bikin. Û, ya balkêş jî ew e, ku ji bawermendan hîç kesekî pirs nedaye û îro jî nade xwe: “Ka çawa dikare bibe, ku erkdarên olî yên fars, ûzbêk, qazax, qirqiz, teter, tacîk, turkmen, adirbêcan an jî yên kurd ji binemala Muhemmed Pêxwemberê ereb bin?” Helbet, di dîrokê da dikarin bûyerên cihêreng pêk bên. Lê ji bo ku bersîva pirsên heyî yekawa bê dayîn, di vî warî da lêgerînên kûr û piralî pêwîst dikin. Lê li vir jî mirov dikare vekirî û bi bawer bibêje, ku di navbera ola gelê kurd a kevnar – êzdîtî//êzdayetîyê û navê Yezîd/Êzîd (Sultan Êzîd) da tu pêwendîyek jî nîne.  Û, bi dîrokî çi pêwendî jî bûbin, an – na, lê ola êzdî, di rastîya xwe da, tu pêwendîyên xwe bi wan tarîqat û şaxên pêkan ên misulamnîyê ra nîne. Êzdîtî ola gelê kurd a berî zerdeştîyê ye. Û ew têrmîn, ên ku li ser bingeha dîtinên lêpovajî û tewş saz bûne, di bingeha xwe da tu pêwendîya xwe bi têgeh û navên vê ola gelê kurd a kevnar – êzdîtîyê û bîrûbawerîya wê nînin (bi hûrbînî binihêrin: http://www.mezopotamya.gen.tr/gotar-makale/gotareka-dewlemend-di-der-bar-ola-zdt-de-h2140.html). Eger hinek bixwazin bi gotina êzîdîtî (yêzîdîzm) bîrûbawerîya tarîqetên misulmanan, ên ku dû Sultan Êzîd (Bên Mûawîya) diçin,  têbigihîjin, wê demê heya dawîyê mafê  wan heye, wan têrmînan bikar bînin, yên ku têgehên wê tarîqetê destnîşan dikin: êzîdîtî (yêzîdîzm), ola êzîd, yên êzîd, yê êzîd, ya êzîd. Lê, eger gotina wan di derbarê êzdîtîyê//êzdayetîyê, ola gelê kurd a berî zerdeştîyê da be, divê van têrmînan bikar bînin: êzdîtî/êzdayetî, ola êzdî, bîrûbawerîya êzdîtîyê/êzdayetîyê, pîrozgehên êzdîtîyê/êzdayetîyê, yên êzdî, ya êzdî, yê êzdî û yên dinê.Û, ka gelo heya lêpovajî û tewşkirina daneyên dîrokî çi pêvajo hatine û buhurîne û, ka gelo, ji bo wan guhartinên wê demê çi şert û merc bûne bingeh, ew jî xwendevanê di lêgerînên dema pêş da bibîne.   Lê naha em di vî warî da gavekê jî berbi pêş va herin, û wê gelek tiştên balkêş li ber xwendevanên hêja vebin...  2.    Rastî nexweş dikeve, lê namire...   …Dema ez di rêzegotarên xwe yên li ser pirsgirêkên ola gelê kurd a kevnar – êzdîtîyê da li ser wan guhertin û “rêforman”, ên ku di pêvajoyên cuda yên dîrokî da di wê da pêk hatine, rawestyam, taybetmendîyên wan pêvajoyên dîrokî û rewşa êzdîtîyê ya îroyîn di nav çarçeveya pêşveçûnên dîrokî da nirxandin, min got, dibe ku, pirsgirêkên sereke yên ku îro berev bûne, li ser wan bi gelemperî hate govtûgokirin, û me gotina rastîyê ji hev ra got (http://www.mezopotamya.gen.tr/gotar-makale/gotareka-dewlemend-di-der-bar-ola-zdt-de-h2140.html ; http://www.mezopotamya. gen.tr/gotar-makale/gotareka-giring-balks-ji-pensa-mamoste-ezz-cewo-h2173.html ; http://www.mezopotamya.gen.tr/gotar-makale/mamoste-ezz-cewo-nivs-h2221.html). Lê, wek ku tê xuyanê, hê zû ye, ku mirov di vê pirsê da xala dawîyê dayne. Wek ku tê xuyanê heya gelê kurd hebe, heya beşê vî gelî yê xwedîyê vê bawerîya here kevnr –êzdîtîyê hebe, ev pirsa wê ha jî bê govtûgokirin… Û ev jî tiştekî xwezayî ye – heya di derbarê olên kevneşopî yên here sîstêmkirî da jî îro govtûgo û gengeşî hene, ew ku ma, oleke wek ola êzdî ya kevnar, ya ku bi bingeha xwe va ji olên kevneşopî cuda dibe, ya ku di navbera sedê salan da dû wê ketine, herçê bawermendên wê  tunekirine, beşekî mezin bi zora şûr welgerandine ser oleke dinê, yên dine, ketine nav wana û bi hezar delk û dolaban ew ola ji hindurva di raman û gîyana wan da gberovajî kirine… Di  derbarê vê da jî min di gotarên xwe yên berî vê da bi hûrbînî dîtin û nêrînên xwe anîne zimên…    Li vir divê ez li xwe mukur bêm, ku dema min cara yekem hinek nakokî di  navbera têgihîştina êzdîtîya rastînî û pêkanîna wê ya rojane da, ya ku îro hinek older  (terêq) li gelê me ferz dikin, dîtin, ez ne bi bawer bûm, ku govtûgoyên me dê ewqas  kûr û dûr herin. Wê demê li min dihate xuyan, ku xilaz, her tişt qedyaye, ku êzdîtîya resen bi şêwazê xwe yê destpêkî va winda bûye, ku mirovê nikaribe heya şopên wê jî bibîne. Helbet, wê demê ew heya radeyekê rastî bû, lêbelê, vê carê jî hate piştrastkirin, ku di jîyanê da hîç tiştek jî wisa bê şop winda nabe. Gotara yekem, a ku min bi vê mijarê nivîsî, bi serê xwe her hewlek bû, ku bala gel û oladaran bikişînim ser wan têgeh, nav û têrmînên erebî-îslamî yên ku îro di nava ola êzdî da li ser her gavekê rastî mirov tên. Û wê demê min li wan hemûyan di bin prîzma zimanzanîyê da dinihêrî. Û, bi rastî, wê demê min digot, ku, eger, em wan peyv û têgehan wergerînin (an vegerînin) kurdî, rasttir dibû, ku mirov bigota, orîjînalên kurdî yên wan peyvên erebîkirî bibînin, her tişt dê bê şûna xwe.  Heya, çi gunehê xwe veşêrim, min digot, qey Şêx Adî (Şîxadî) her tenê nav û têrmîn kirine erebî-îslamî. Ku ewî her tenê bi şêwazî kirasekî îslamî li êzdîtîyê kirye, û, eger, mirov bikaribe wî kirasî ji ser êzdîtîyê hilîne, dê êzdîtîya kezî ya resen û pîroz derê hole… Romantîka!..Lê her çiqas çû, her çiqas xwendevan û lêgerîner beşdarî goftugoyan bûn û gotinên xwe anîn zimên (spas, ji bo wan!), ewqas rewşa rastîn a vê ola gelê me ya kevnar gav bi gav li ber min vebû…  Lêbelê, wek ku min êdî gotye, destpêk pir bi awayekî dinê bû. Di destpêkê da ez pir bê hêvî bûm, min digot, ku wê ji min ra li hev neyê, bersîvên   sereke bibînim, ji bo wê jî gotinên min ên destpêkî ne katêgorîk bûn, min pir bi fesal nirxandin dikirin û rastî mak dikirin… Lê dema hinek gotarên hinek rewşenbîran derketin holê, êdî hinek nirxandinên wan li ber destê min hebûn, bawerîya min di nêrînên min da xurtir bû…   Û piştî demekê, her carê tiştekî nû derdiket hole, her carê destpêka rêyeke nû  ronî dibû, û min jî bawer nedikir, ku mirovê bikaribe ewqas tişt, ewqas rastî di nav gel da bibîne. Û pirs di wê da ye, eger, mirov biçûya nava gel, bixwasta bi pirs-pirsyaran tiştekî bibîne û ravebike, dibe ku ewqas tişt venebûya, çiqas di goftûgoyên serbest, bê çarçeve  da vedibin. Di van gengeşîyan da bêyî rayê mirov gelek rastî derdiketin holê... Heya carna   beşdaran bi gotinên giran ew nêrîn pêşbazî dikirin, ên ku ji yên wan cuda bûn. Wana heya dilê hev diêşandin (helbet, ne bi zanebûn!), lê yek e, ewê kelê bi xwe ra gelek rastî derdixistin hole…    Weha, yek ji wan goftûgoyan. Ew di dema xwe da di Facebook-ê da pêk hat û hemû hêvîyên min derbaz kirin: (https://www.facebook.com/tosn.ozmanian/posts/ 10204253867132698? comment_id=10204256717243949&offset=0&total_comments=3 ).Dema ev gvtûgo pêk hat, min destxweda ew ji ber girt (kopî kir), ji ber ku carna malper tên dadan, an di întêrnêtê da nivîs winda dibin, min ew di pêveka vê gotarê da danî, ji bo xwendevan bikaribe bi xwe bi hêsane wê govtûgoyê di nava tevahîya xwe da  bixwîne. Lê piştî bûyerên şengalê hîç mijarekê jî bala min nedikişand, raman û gîyana min her bi wê tevkujîyê û malwêranîyê hatibûn hingavtin, ya ku hatye serê gelê min. Paşê êrîşên hovane yên DAÎŞ-ê li ser Kobanê pêk hatin, û dest bi berxwedana kobanîya û ya hemû gelê kurd a bêhempa bû... Ji bo wê jî bi derûnî ez ne amade bûm,  destê min nedigirt jî tiştekî  dinê binivîsim, ji ber vê jî, wek ku min êdî jorê jî anye zimên, karê min ê ser vê mijarê demekê rawestya. Tenê ji bo demekê, ji ber ku yek ji girîngtirîn pirsgirêkên gelê me îro hê jî ev pirsa dimîne!...     Û van demên dawîyê ez careke dinê vegeryam ser vê mijarê, min xwest,  ku wê govtûgo-gengeşîyê di întêrnêtê da vekim û binihêrin, ka, gelo, dîsa mirovekî nêrîna   xwe anye zimên, ka, gelo tiştek lê zêde nebûye? Û, tiştekî nebînayî (ecêb!) – ji govtûgoyê  hemû axavtinên kekê Dîma (Pîr Dîma) hatibûn resîtkirin (silkirin), jê avîtine, ji bilî ya destpêkî:  “ Mixabin, gelek shashi ten dubare kirin. Afirandina dinyaye anku kosmogoni li qewlen ezdiyanda ten ditin u serhatyen cem ulmdaren ezdyan”. – Hew! Ji bilî vê hûnê peyvek jî ji axavtina kekê Dîma li wir nebînin.Erê, her çiqasî ew gotênên vî camêrî li wir nemane jî, lê xwe bersîvên min – bersîvên wan gotinên wî yên “windabûyî” mane, yên ku ji bo wan gotinan bersîvên rastedêr bûne?! Ji ber ku gotinên min ên di  Facbook-ê da hîç kes nikare resît bike... ji bilî  min! Û, mala Xwedê ava, ew mane!... Ango, tenê xwedîyê her gotin-nivîsekê dikare guhartinan bike nav wê, an jî wê resît bike... Helbet, egr bi bernameyeke taybet kilîtşkên (xakêr) pir hewl nedin. Ev jî bi serê xwe sûcekî dinê ye! Xwendevanê bi xwe jî bi bawer bibe, ka, bi rastî, pêkhatina vê govtûgoyê çiqasî grîng e… Lê li vir min dixwast, bala xwendevanan bikişînim ser çend tiştên balkêş, ên  ku dertên pêşya me:- Ya yekem: îro ne tenê kurdên êzdî, lê wisa jî hemû kurd (êzdî-ne êzdî!) bi giştî dixwazin ola xwe ya kevnar nas bikin û bidin naskirin. Û ev jî, pîvana bilindbûna asta xwetêgihîştina netewî ya gelê me ye! -    Ya duyem: pirsa ola gelê kurd a kevnar – êzdîtîyê, îro wisa jî di rojeva  lêgerîner û pisporan da ye. Û rewşenbîrên kurd jî (û ne tenê ew) dixwazin rastîya vê olê nas bikin. -    Ya sêyem: ji hêlekê va di nav gel da yên ku dixwazin rastîya ola xwe ya berî “rêformên” Şêx Adî nasbikin, aktîv dibin, lê ji hêla dinê va hinek older bi aktivî hewl didin, ku ew “reform” di nav êzdîyan da kûrtir bibin û bi wî awahî dixwazin,  biêzîdîkirina êzdîyan bibin sêrî... Berî ku hinek nirxandinan li ser wan govtûgoyan pêk bînim, bibêjim, ji xwendevanan jî nêrîn û nirxandinên balkêş gihîştine ber destê min, heya hinekan fotowêneyên balkêş bi nirxandinên xwe va şandine, û ezê wan jî pêşkêşî bala xwendevanên hêja bikim…Dibe ku hinek xwendevanên me di dema xwe da, dema ew goftûgo hê nehatibûye nivîşkankirin (seqetkirin), xwendibin jî, lê ji ber ku bi her xwendinekê ra mirov tiştekî nû dibîne, wê her carê pêdivîya xwendineke teze ya bi çavekî taze hebe. Û xwendevanê bixwaze dîsa û dîsa wê goftûgoyê bixwîne, û dibe ku ya çêtir jî ev e. Lê min, wek beşdarekî wê govtûgoyê, wek xwendevanekî, dixwast li vir hinek nêrîn û dîtinên xwe banyana zimên.Weha: Xwendevan bi xwe dikare bi bawer be, li vir govtûgo bi pirseke pir “bê guneh” destpê dibe: rewşenbîrekî kurd ê hêja, kekê Ali Gurdilî, ji bo carekê jî balê bikişîne ser pirsa ola gelê kurd a kevnar – êzdîtîyê, hinek agahîyên di derbarê wê da weşandibûn, helbet, li ser bingeha tiştên ku berê hatibûne weşandin (fermo, di pêvekê da binihêrin!)… Lê belê, tiştê ku me hêvî jî nedikir, demeke dirêj jî nebihurî, govtûgo berbi alîyekî dinê va zivirî, û her  çiqas çû, ew gengeşî germtir bû. Her çiqas di wê goftûgoyê da min bersîvên hinek pirsan dane jî, lê dîsa, min dixwest li ser hinekên ji wan careke dine jî rawestyama.  Ji bo wê ezê wê govtûgo-gengeşîyê di pêvekê da ji bo xwendevanên hêja bihêlim, lê bi xwe vegerim ser wan pirsan, ên ku, bi dîtina min, ji bo têgihîştina ola gelê kurd a kevnar – bi giştî, û helwesta hinek oldar û rewşenbîran – bi taybet, pir girîng in. Di sêrî da dive bê zanîn, ya ku netavetîyê dide mirov, ew e, ku di nav me da hê jî hinek mirov hene, yên ku hemû prênsîpên zanistê, ezdazanîyê (têologîyê), mîssîonêrîyê  danîne hêlekê û bi biryar hewl didin, me bidine bawerkirin, ku reş sipîye, û sipî jî –  reş e… Ya here balkêş jî ew e, ku ne her carê ye, ku ew yek ji wan ra li hev tê. Heya gelek caran di nav gengeşîyan da ew bi xwe nepêkanîtîya gotinên xwe didine der. Dema ew gengeşî bi zarkî be, wê demê karê wan hinekî hêsantir dibe, ewê bikaribin gotinên xwe bizivirînin. Lê eger ew gengeşî bi nivîskî pêk tê, vê carê wê çawa bibe? Wê demê, her çiqas jî bixwazin gotinên xwe yên nivîskî resît (sîl) bikin, yek e, şopên wê dimînin… Divê bê gotin, çand û toreyeke govtûgoyên weha heye – mirov çi nivîsî, ew divê xwedî li gotinên xwe derkeve. Û, armanc çi dibe, bila bibe, divê mirov di nav xwe da wêrekîyê bibîne, xwedî li gotinên xwe derê. Ger şaşîyeke mirov jî hebe, divê mirov xwe mukur bê, û wan di jîyanê da sererast bike. Lê, eger mirov piştî pêkhatina govtûgoyê sererasatkirinekê pêk tîne (êdî ez di derbarê resîtkirinê da nabêjim!), baş dibe, hîç nebe, beşdarên goftûgoyê û xwendevanan agahdar bike…   Mînak, min wê demê hê nizanibû, ku wê hemû axavtinên kekê Dîma jinişkêva ji nava govtûgoya giştî  “winda bibin”, hê 5-ê tîrmrhê (s. 2014) min di nav axavtinên xwe da hinek sererastkirin pêkanîn (ew jî yên tenîkî!) û destxweda jî lêborîna xwe bi hinek şiroveyan weşand. Weha ew: “ Ez ji xwendevanan û beşdarên vê govtûgoyê, ji bo şaşî û kêmasîyên teknîkî, yên ku di nivîsa min da derketibûn, lêborîna xwe dixwazim... Ew govtûgo bi awayekî zindî (onlyne) pêk hatye, ji ber wê... Ji bo wê jî min ew şaşî û kêmasîyên teknîkî sererast kirin, ji bo têgihîştin û şirovaeyên ji hev cuda derneyên holê. Silav û rêz!”...Tiştê ku bûye, êdî bûye!Lê dîsa jî, her çiqas min dema pêkhatina wê govtûgo-gengeşîyê bersîvên pirsên heyî daye û mijar ravekirye jî (fermo, di pêvekê da binihêrin!), lê dîsa jî li wir hinek pirs hene, yên ku pêwîstîya xwe bi ravekirineke taybet hene. Û di nava vê çarçeveyê da gelek pirsên bingehîn ên vê mijarê, anegorî van bûyerên vê dawîyê (fermo, di pêşgotinê da binihêrin!), wê bi dîtineke nû bên makkirin. Û ev makkirina nû jî wê gelek terefên vê pirsê yên tarî ronî bike.  Weha, dema Pîr Dîma di govtûgoyê da li ser pirsa têgihîştina têologîyê diaxive, dibêje:  “... Ezditi dineki vekiribu di dema xwe da. U ezditi ne tene bawerya kurmaciaxevan bu, le bele gelek erebiaxev u aramiaxev ji bune ezdi. Shashe meriv ezditiye bike qalibe neteweke. Ezditi ne zerdeshtiye, ezditi derweshiye u derweshi ji ne misilmanetiye. Isa cuhu bu le bo xristyanan Xwedeye u Mihemed bo hemu misilmana pexembere. Bo wan nebuye problem, le ezdyen natonalizma kurdi dajon hema ve pirse va mijul dikin…” Her çiqas bersîva vî beşê axavtina kekê Dîma anegorî rêalîta wê demê hatye dayîn (hûn dikarin di pêvekê da bixwînin!), lê piştî van bûyerên dawîyê, daxwîyanîyên Tehsîn begê, di nav çarçeveya bûyerên berî vê da jî (fermo, di pêşgotina vê gotarê da jî binihêrin!), dîmenekî balkêş dertê hole: li vir dijwar nine, mirov bibîne, ku ev jî xelekeke pilana bi rêya misulmankirina kurdan mîyaserkirina êkspansîya erebî ye di Kurdistanê da… Binemala mîran bi biryar dixwaze me bide bawerkirin, ku em ereb in, û ev têza jî, ya ku  dibêje: “... Ezditi dineki vekiribu di dema xwe da. U ezditi ne tene bawerya kurmaciaxevan bu, le bele gelek erebiaxev u aramiaxev ji bune ezdi... ” rêyek e, ji bo ku bi “zanistî”, lê hinekî bi awayekî dinê evê rêçê (ya mala mîran) lêgalîze bikin... Binihêrin, kekê Dîma li ku dixie! Wek ku tê zanîn, ola êzdî di nav tu gelekî dinê da nîne, ewên ku di nav ereban da hene, ew  misulmanên  sunnî ne, yên ku pey şopa Yezîd Bên Mûewîya diçin, ango êzîdî ne... Û li ser bingeha vê  mînahevbûnê jî evên dawîyê ketine nav îzdîyan, rewşa wan a bêçare bikaranîne û ji berekê va êzîdîtî (ê-z-î-d-î-t-î) li wan dane pejirandin. Û weha, li ser bingeha  “têologîya” lêp (sexte) ji bo ku herçê êzdîyên paqij mane jî bi êzîdî (ê-z-î-d-î) bikin, ango bi  rêya êzîdîtîyê,  bierebbûnê li wan ferz bikin... Eva jî rêyek e, ji bo ku bi taktîkî gotinên Tehsîn begê û yên berî wî rast û mafdar bidin derxistin û bidin fermîkirin... Binihêrin, jixwe, bi demê ra, piştî hatina Şêx Adî, gav bi gav hemû têgeh û têrmînên îslamê dê-fakto li êzdîyan dane pejirandin (rasttir dibe, ku mirov bibêje – êzdî gav bi gav fêrî wan kirine)... Û îro gelek êzdî haş ji  xwe jî nînin, ku, her çiqas, ew bi rû va, bi zar napejirînin jî, lê bi obyêktîvî ew pejirandine û vekirî ji bo ku di nav êzdîyan da  wê biparêzin, têkoşînekê dimeşînin. Û ev jî, bi serê xwe, tragêdîyak e ji bo gelê me. Mînakeke vê ya berbiçav jî axavtinên Yilmazê hêja ye. Û ew jî tenê mînakek e, lê yên ku di nav gelê me da bi vî cûreyî hatine  fêrkirin, îro bi hezaran hene. Dibe bi dehezaran bin jî!... Her çiqas xwendevanê vê axavtinê jî di pêvekê da bixwîne, dîsa jî ezê her tenê parçeyekî ji wê pêşkêşî bala xwendevanên hêja bikim: “…Eger em Shixadî ji Ezditiye derxin tenê ji ber ku  ew erebê misilmane (nêrinek shash), wê chaxê divê em Siltan Êzîd jî derxin û dev ji dînê Ezditiyê berdin. Ji ber ku navê Êzîdî ji navê Siltan Êzî(d) tê, Siltan Êzîd jî Yezîdê kurê Muawî kurê Bavê Sufyane. Kokek din ya navê Êzîdî tune. Ku navê Ezîdî ji yazata yezdan Ezda tê ... ev hemû ji fantasya hin merivan derketiye bingeha vê êtîmolojiyê tune…” – Û, piştî ku axavtina xwe dibe sêrî, ev camêra van nêrînên xwe weha şirove dike: “…û dixwazim bêjim ez ne pisporê êzdîtiyê me, qasî ez gorî aqil û bihîstina xwe dikarim bêjim ev e.  ...”. Her bijît!Yilmaz ne tenê di axavtina xwe da bi giştî rastîya rewşa êzdîtîyê ya îro li ber me raxist, lê, wisa jî, rastîya van zanebûnan dîyar dike, yên ku di nav gel da desthilatdar in. Wisan e, helbet, xwe ewî camêrî ew ji ber xwe dernexistne, hinekan ew zanîn û bawerî dema zarotîyê jêra gotine... Ew hemû jî hinekan di dema xwe da li pêşîyên me dane ferzkirin, dema rewşeke neçar li holê bûye,  dema êrîşên tunekirinê û qedexe li ser ola êzdî hebûne, û van pêşîyên me jî ji nivşê pey xwe ra gotine, û wisa hatye gihîştye serdema me... û, evê jî anye gîhandye van tevlîhevîyên van rojên me. Wek ku tê xuyanê, bingehên dîtin û helwestên kekê Dîma û kekê Yilmaz ji hev cuda ne. Eger kekê Yilmaz van tiştan dibêje, ji ber ku hinekan di dema xwe da wisa ji wî ra gotine (û ew bi xwe dibêje:  “…û dixwazim bêjim ez ne pisporê êzdîtiyê me, qasî ez gorî aqil û bihîstina xwe dikarim bêjim ev e...”.), lê ya kekê Dîma tiştekî dinê ye: ew bi xwe ji malbeta oldarên êzdîyan e (ew jî ji malbeta  pîran!), xwendineke wî ya erbî jî heye..., lê li şûna ew van cudahîyan  bibîne û tê bigihîje, van tiştên hanê derdixe holê. Eger ew rastedêr jî nabêje, ku êzdî ereb in, lê ew ola ku tenê di nav kurdan da heye, dike ya kurd û erban. Ji xwe di cîhanê da gel li ser bingeha bawerî û îdêologîyan kom dibin – digihîjin hev, û ev beşê gelê kurd jî tenê ye, yê ku li ser bingeha ola netewî maye, û kekê Dîma jî vê bingehê bi ereban ra parevedike (û ji vê heya bierebbûnê jî tenê gavek dimîne!), û, tiştê balkêş jî ew e, ku heya zarê wî nagere, ku navê kurdan bide, wan wek  “kurmancîaxêv” nav dike û wan zanîyarên êzdîyan, ên ku dixwazin bi zanistî bingehên êzdîtîyê û rastîya dîrokî ravebikin, di “... nationalizma kurdi” da tewanbar dike...  Fermo, bînin bîra xwe, ka kê welatparêzîya kurdan wek natsîonalîzm nav kirine û îro jî nav dikin?!...     Gelo mirovê bikaribe di cîhana zanistê da, yan di ya têologîyê da, an jî di cîhana sîyasî da tiştekî weha bibîne?Evê jî em dihêlim ber dada xwendevanan! Wekî dinê mirov dikare çi bibêje? Nizanin! Heşmendî, rûmet û wijdan li ber tiştên weha bêzar dimînin... Wekî dinê?Wekî dinê, dibêjin: “Rastî nexweş dikeve, lê namire!” – Lê, wek ku tê xuyanê, rastîya me pir dirêj nexweş ma... Ewê kengê rabe ser pêyan? Evê jî dîrokê bide xuyan. Lê ku ew rastî wê rojekê derê holê, tu şik û guman nîne!... Naha jî em binihêrin, ka li ser vê mijarê dîtin û ramanên xwendevanan çi ne, û wana ji bo me çi amade kirine! 3.    Û xwendevan jî li dû şopa êzdîtîya kezî ya pîroz in! (Bi xwendevanan ra di galêrêya wêneyan da...)Di vê navberê da, wek ku berê jî, pêwendîyên min ji gel û xwendevanan  qut nebûne. Xwendevanan hemû gavên min (û yên me!) şopandine û îro jî dişopînin... Di vî warî da ew çavdêrîyên wan û, heya gelek caran, nêrînên wane rexneyî û pêşnîyarên wan çavên me li ser gelek rastîyan vekirine û îro jî vedikin. Ewana hinek tiştan destnîşan dikin, nêrînên xwe tînin  zimên, dikevin nava gengeşîyan, dipirsin, pêşnîyar dikin, dixeyîdin û ... berê me didin wan tiştan, ên ku, dibe ku heya vê dema dawîyê çavên me jî pê neketibûne...  Weha, ji wan name û wêneyan, ên ku ji min ra hatibûn, min ên Faîq Sebrî (Bişêrî/Bakûrê Kurdistanê), Reyhan Batê Şengulê (Amed/Bakûrê Kurdistanê), Bazîd Resûl (Duhok/Başûrê Kurdistanê), Ebdî Silo (Qamuşlo/Rojavayê Kurdistanê) û Besa Etar (Yêrêvan/Ermenîstan) hilbijartin, lê herçê nameyên ku naverok û  helwestên wan weke hev bûn, min ew gîhandine hev, kirine yek (ji bo ku çend cîhan heman tişt dubare nebe) sererast û rêdakte kirin (ez hêvîdar im,  ku xudanên wan nameyan wê bi têgihîştinî nêzîkî “desttêwerdanên” min bibin!) û wan bi wî awahî pêşkêşî dada xwendevanan dikim.  Di sêrî da bibêjim, ku xwendevanan çavkanîyên wan wêneyan ên întêrnêtê jî anîne. Lê, ji bo ku wisa nebe, wek ku axavtinên wê govtûguya ku min li jorê behsa wê kiribû, ew wêne jî jinişkêva ji întêrnêtê “winda bibin”, hêvîya min ji weşanan heye, yên ku vê gotarê wê cara yekem biweşnin, bila berî weşandinê hebûna wan wêneyan bi hevokeke biçûk piştrast bikin (hemû navnîşanên wan ên întêrnêtî ez di dawîya vê gotarê da datînin – wek têbînî*)... ... Lê naha, em bi alîkarîya xwendevanên xwedîyên wan dîtinên balkêş û wêneyan berê xwe bidin fotogalêrêyaya wan:  
–  AY, ÊZDÎ EV BÛNE! Her gelek, bi taybetî jî oldarên wan, bi cil û wergirtina xwe ji hev cuda dbin. Û wergirtin jî hema wisa tenê cil nînin, bi wê wergirtinê rewan û gîyana her netewekê dertê pêşîya mirov...  –  A, BI VAN CIL Û LIBASAN VA EV ÊZDÎTÎ YE!Em jî bibin parazvanên vê çanda netewî, wê vejîyan bikin û bikin parçeyekî xemla netewî yê hêja! 
–  A, EV KALÊ ÊZDÎ BI RÛ Û GULÎYÊN XWE VA SEMBOLEK E NETEWA KURD A RESEN E! Balkêş e ne
– mêr û rû û gulî?  Dema em biçûk bûn, kalên me digotin: – Lawo, xwe ez ne biçûk im, min rû-gulî spîkirine!
– Me bi xwe jî ji xwe ra digot: 
– Çima gulîyên mêran jî hene?! Dertê, ku hene! Ev jî taybetîyeke me ya netewî ye!    
–  MIROV ÇI DIKARE BIBÊJE, A, EV ÊZDÎ NE!Êzdî divê hem ola xwe nas bikin, hem ferzên êzdîtîyê bizanibin, hem jî bi wergirtin û nanxwarina  xwe va êzdî bin! Wekî dinê êzdîtî çawa dibe? Ma, gelo, tenê bi gotian
– ez êzdî me, mirov dibe êzdî?           
 –  EV JÎ RENGEKÎ ÊZDÎYAN E! Êzdîtî bi reng û awazên xwe va xweş e!       (wêne: 5, 5-1)     
–   HEMÛ JÎ BI CILÊN XWE VA ÊZDÎ NE!Û êzdî jî ji yê ne êzdî bi vê cuda dibin! 
–   MA MIROV BI RÛ-GULÎYÊN ÊZDÎYAN, LÊ BI CILÊN EREBÎ VA ÇAWA ÊZDÎ DIBE? Belê, weha nabe – divê bi rû û gulîyên êzdîyan ra wergirtin jî ya êzdîyan be!     
–DE, ÎJAR WERE Û DI NAV VAN DA ÊZDÎYAN Û ÊZÎDÎYAN JI HEV CUDA BIKE!Mirov ji bo vê çi dakare bibêje?! Her tişt tevî hev bûye... Her daxweza vejînê û bi biryarbûnê wê bikaribin van nirxên netewî ji yên bîyanîyan vebijêrin û wan ji windabûnê rizgar bikin        (wêne: 8 û 8-1, 9 û 9-1, 10 û 10-1)– MA. ÊZDÎTÎ JÎ WEHA DIBE?! CILÊN EREBÎ WEGIRTINE Û  XWE GUPEVEKIRINE!Ev şêwazê han reng û rûçkê êzdîtîyê çiqasî dixeyîrîne! Bi rastî, dilê mirov ji xwe sar dibe!
– MA ÊZDÎBÛNA VAN DI EGALÊ EREBÎ DA YE?!Helbet, na, ev her tişt e, tenê ne êzdîtî ye!      (wêne: 12)
– A, DIVÊ EV BE LI SER TÛJIKÊ QUBEYA ÊZDÎYAN!Ya dêrên xrîstyanan xaç e, ya mizgevtên misulmanan hêker e (heyva kerî), ya êzdîyan jî ev e! Û êzdî ji wê ra çi dibîjin?Dibe ku ev nîşana agir û rojê ye, yan...? Emê hêvîya şiroveyên rewşenbîr – zanyar û oldarên xweye zane bin! 
– LI SER TUJIKÊ QUBEYA ÊZDÎYAN HÊKER (HEYVA KERÎ) ÇI DIKE?Bila vê pirsê jî zaneyên me bibersivînin! 
– BANGA SEDDAM JI BO KÊ YE – JI BO ÊZDÎYAN, AN ÊZÎDÎYÊN XWE YE?!Binihêrin, ew rûvîyê pîr ji êzîdîyên xwe ra dibêje, ku ew xwe ji kurdan biparêzin, ku ew hindikin, ewê têk herin!Çima?Seddam mirovekî sade nînbûye, di bin destê wî da ewqas zanyar, siysetmeder, oldar, ezdazan (têolog) û pisporên dinê kar kirine, ma ewî nizanibûye, ka kî kî ye? Bersîva   vê pirsê jî em hêvîya zanyar û lêgerîneran dihêlin!Balkêşe, yên ku evê banga Seddam li Almanîyayê di nav ciwanên kurd ên êzdî da belav dikin, kî ne û armancên wan çi ne?   
WÊ BIDOME!...
[1]

اێ مەقاڵە أ زوون (Kurmancî) نۆیسیائە، أڕا واز کردن بەخش أ زوون بنچێنە(اصلی)!أڕؤی آیکون کلیک کەن
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
اێ بەخشە 393 گل سئرکریائە(دێینە)
نظر خود را در مورد این مقاله بنویسید!
HashTag
بنچەکەل(سەرکەنی=سرچشمە)
آیتم های مرتبط: 3
1.  تاریخ ؤ پێش هەتێەل 20-11-2014
1.  مەقاڵەل گؤجەر Tîrmeh û Germahiya Doza Kurdistanê
ڕزگ(دەسە):  مەقاڵەل گؤجەر
زبان مقاله: Kurmancî
Publication date: 20-11-2014 (10 سال)
Publication Type: Born-digital
نوع سند: زبان اصلی
کتاب: مشکل کرد
Technical Metadata
 کیفیت بەخش : 99%
99%
اێ ڕکؤردە إژ لآ 14-10-2023 أڕا( ئاراس حسۆ )
اێ بەخشە گل دؤمائن(آخرین گل) إژ لآ( سارا ک ): أڕا14-10-2023 نووآ بی(بروز بی)
نیشانی مەقاڵە
اێ بەخشە إڕؤی(طبق) إستانداردەل كوردی پدیا هەنی(هالی) ناتەمامە ؤ بازنگری متن إگرەکەسێ(نیازە)
اێ بەخشە 393 گل سئرکریائە(دێینە)
 کوردی پدیا کەڵنگتەرین بنچەک چەن زوون دار أڕا زانستەنیەل کؤردیە!
 مەقاڵەل گؤجەر
چیرۆکی مسافرکیش لە ئێحسان نیک‌پەی
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
موحسن قەیسەری
 کتاووخانە
بۊش کامە وەرزی؟
 کتاووخانە
سەرەوژێری
 مەقاڵەل گؤجەر
یانزە مەلۊچگ مازیار حەیدەری
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
کەژال وەتەنپوور
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
مازیار نەزەربەیگی
 مەقاڵەل گؤجەر
داستانێگ لە مامووستا مەنووچێر کەێخسرەوپووڕ
 کتاووخانە
گوڵدەم سۊر
 مەقاڵەل گؤجەر
باشوور و بنەڕەتەل یەکاگرتن زوانی وژمان
 کتاووخانە
وشەێل، ئەژ هەفت دەلیا گوارننەم
 مەقاڵەل گؤجەر
چرچ بوودە پاساکەر ڕەخنەگری! ئایا ڕەخنەێ هەشار یا لە پشت کەل و کورچ، تۊەنێد یارمیەتی کوومەڵگای ئیمە بەێدن؟ /مازیار نەزەربەیگی
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
ئەفشین غوڵامی
 کتاووخانە
پاش واران

Actual
 مەقاڵەل گؤجەر
وتوێژ تایبەت وەگەرد حسام لوڕنژاد گوورانی چڕ کرماشانی
13-09-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
وتوێژ تایبەت وەگەرد حسام لوڕنژاد گوورانی چڕ کرماشانی
 مەقاڵەل گؤجەر
چیرۆکی مسافرکیش لە ئێحسان نیک‌پەی
15-09-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
چیرۆکی مسافرکیش لە ئێحسان نیک‌پەی
 کتاووخانە
واژا
18-09-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
واژا
 مەقاڵەل گؤجەر
باشوور و بنەڕەتەل یەکاگرتن زوانی وژمان
19-09-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
باشوور و بنەڕەتەل یەکاگرتن زوانی وژمان
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
موحسن قەیسەری
01-10-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
موحسن قەیسەری
 بەخش نوو(جەدید)
 کتاووخانە
وشەێل، ئەژ هەفت دەلیا گوارننەم
07-06-2024
زریان سەرچناری
 کتاووخانە
پاش واران
07-06-2024
زریان سەرچناری
 کتاووخانە
بۊش کامە وەرزی؟
30-09-2023
زریان سەرچناری
 کتاووخانە
گوڵدەم سۊر
18-12-2022
ڕۆژگار کەرکووکی
 کتاووخانە
سەرەوژێری
17-12-2022
ڕۆژگار کەرکووکی
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
موحسن قەیسەری
01-10-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
 کتاووخانە
هۊرد کەم
20-09-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
مەهوەش سولێمانپوور
19-09-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
کەژال وەتەنپوور
18-09-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
 کتاووخانە
واژا
18-09-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
آمار
 شؤمارە مەقاڵەل
  530,176
 شؤمارە عەسگەل
  110,960
 کتاووەل
  20,352
فایل های مرتبط
  105,419
Video
  1,578
 زوون
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
295,471
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
90,587
هەورامی - Kurdish Hawrami 
66,151
عربي - Arabic 
31,280
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
19,094
فارسی - Farsi 
10,469
English - English 
7,671
Türkçe - Turkish 
3,675
Deutsch - German 
1,785
لوڕی - Kurdish Luri 
1,690
Pусский - Russian 
1,140
Français - French 
348
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
91
Svenska - Swedish 
72
Español - Spanish 
55
Polski - Polish 
55
Հայերեն - Armenian 
52
Italiano - Italian 
52
لەکی - Kurdish Laki 
37
Azərbaycanca - Azerbaijani 
27
日本人 - Japanese 
21
中国的 - Chinese 
20
Norsk - Norwegian 
18
Ελληνική - Greek 
16
עברית - Hebrew 
16
Fins - Finnish 
12
Português - Portuguese 
10
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Ozbek - Uzbek 
7
Esperanto - Esperanto 
6
Catalana - Catalana 
6
Čeština - Czech 
5
ქართველი - Georgian 
5
Srpski - Serbian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
Hrvatski - Croatian 
3
балгарская - Bulgarian 
2
हिन्दी - Hindi 
2
Lietuvių - Lithuanian 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
ڕزگ(دەسە)
لەکی
 مەقاڵەل گؤجەر 
15
 کتاووخانە 
14
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە) 
6
 وەڵگەنۆمەل 
1
 
1
MP3 
324
PDF 
31,608
MP4 
2,599
IMG 
203,549
∑   مجموع 
238,080
 کوردی پدیا کەڵنگتەرین بنچەک چەن زوون دار أڕا زانستەنیەل کؤردیە!
 مەقاڵەل گؤجەر
چیرۆکی مسافرکیش لە ئێحسان نیک‌پەی
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
موحسن قەیسەری
 کتاووخانە
بۊش کامە وەرزی؟
 کتاووخانە
سەرەوژێری
 مەقاڵەل گؤجەر
یانزە مەلۊچگ مازیار حەیدەری
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
کەژال وەتەنپوور
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
مازیار نەزەربەیگی
 مەقاڵەل گؤجەر
داستانێگ لە مامووستا مەنووچێر کەێخسرەوپووڕ
 کتاووخانە
گوڵدەم سۊر
 مەقاڵەل گؤجەر
باشوور و بنەڕەتەل یەکاگرتن زوانی وژمان
 کتاووخانە
وشەێل، ئەژ هەفت دەلیا گوارننەم
 مەقاڵەل گؤجەر
چرچ بوودە پاساکەر ڕەخنەگری! ئایا ڕەخنەێ هەشار یا لە پشت کەل و کورچ، تۊەنێد یارمیەتی کوومەڵگای ئیمە بەێدن؟ /مازیار نەزەربەیگی
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
ئەفشین غوڵامی
 کتاووخانە
پاش واران

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 16
| تماس | CSS3 | HTML5

| زمان دؤرسکردن وەڵگە(پەڕە): 2.734 ثانیه(اێس)