‘Stûna zilma bê ser û ber’
Dûrket Suren
Li Kurdistan û Tirkiyeyê bi milyonan ligel şert û mercên giran ên welêt hewl didin bi keda xwe, bi xwêdana eniya xwe debara xwe bikin û zar û zêçên xwe têr bikin. Li aliyê din jî derdoreke desthilatê heye ku ew ji
bona berjewendiyên xwe dikarin her tiştî bikin qurban. Têrnebûyîn û li ser maf û keda gel xwe dide jiyîn û ev jî ji vê desthilatê re bûye kevneşopiyek.
Hikûmeta AKP’ê ji roja ku bûye desthilatdar heta niha li aliyekî gel bi bandorên şer re rû bi rû hişt û li aliyê din jî hemû deverên welêt ji rantê re vekir. Li Kurdistanê bi siyaseta şer dar û daristan, bajar û xweza di bin talana dewletê de ji holê tê rakirin. Li Tirkiyeyê jî bi projeyên bêkontrol û beradayî ew rêbaz berdewam dikin. Yek ji wan jî projeya Kanal Stenbolê ye û ev proje ji bo pêşeroja vê erdnîgariyê xetereyeke mezin ava dike, lê serokomar li ser rexne û hişyariyên zanyaran diyar kir ku ew dê bi eksa xwe vê projeyê bixe meriyetê. Ji Behra Reşê bigirin heta Behra Spî û heta Marmarayê xetereyeke mezin li holê disekine, lê eksa desthilatê hikmê xwe serwer dike.
Heger li cihekî çav û guh ji xetereyan re girtî be û jîndarî ne xem be mirov êdî fêm dike ku li wê derê ranteke mezin jî heye. Li Stenbolê hilweşîna herî mezin a ekolojiyê pêk tê, bi hezaran welatî bi vê projeyê tên mexdûrkirin, lê bi hezaran alîgirên hikûmetê jî bi vê projeyê tên dewlemendkirin. Alîgir û dostên wan (taybetî jî ji Qatarê) xwe dane ber erazî û xaniyên feqîr û xîzanan. Bifikirin bi hinceta Kanal Stenbolê hilweşandineke bê ser û binî li holê ye, lê li aliyê din jî razemenî, îhale, avahiyên TOKÎ’yê tên çêkirin.
Ligel vê yekê tişta ku ev mijar xist rojeva min taxa kurdan a Şahîntepe ye ku ji sepandinên koçberkirin û mexdûrkirinê êdî acizbûne. Çawa çûm taxê şêniyên taxê dikirin gazî û destnîşan dikirin ku ew dê bi vê projeyê careke din ji cih û warên xwe bên sirgunkirin û careke din rêya koçberiyê didin ber wan. Bo vê yekê gelê Şahîntepeyê rêxistiniya xwe ava kiriye û li dijî bêedaletiyê serî rakiriye. Ji bona hemû cihên dikeve nava projeya Kanal Stenbolê bibînim ji taxê çend heval min birin ser şikefteke bilind. Dema min bihîst navê wê şikeftê Çil Heramî ye ez matmayî mam. Hinan gotin ji ber ew fîlmê Sadrî Alişik ku li vir hatiye kişandin ji ber vê yekê navê şikeftê wisa maye, hinan jî gotin ev şikeft şikefta efsaneya Çil Heramî bi xwe ye. Li ser vê yekê dema min ji wan re got çavê heramiyan her li ser erdên we bûye, lê we jê hay nebûne kenekî bi wan girt û bi henûnî gotin; “Erê weleh heval tu rast dibêjî, heramî ji dora me kêm nebûne.”
Şêniyên taxê taybetî ji herêma Serhedê ne. Piştî hatine vir bi salan bi belengazî xebitîne û ji bo xwe bisitrînin her yek li gorî derfetên xwe ji xwe re xaniyekî çêkirine. Dewleta ku xwe bi pêşketina bajarvaniyê qure dike heta çend sal berê jî av nedaye vê taxê. Jinan di rêyên neçêkirî, di nava heriyê de bi meşê û ji warîlên ku li dûrî taxê ye av kişandine. Hê jî abonetî nedane taxê û her meh li gorî serên xwe fatorayên av û ceyranê li welatiyan dibirin. Her çend îmar nebe jî tapoyên hemû xanî û erdan hene. Tu kesî neçûye ser eraziya dewletê xanî çênekiriye. Ser hala de bi hinceta rê, mizgeft, dibistan, qereqol hwd. ji tapoyan erd hatine birîn, bi zorê ango bi buhayek pir kêm erd û xaniyên xelkê ji wan tên stendin, ew xanî tên xerakirin û li şûna wan avahiyên nû û TOKÎ tên çêkirin. Îja ev hesab hesabeke çawa ye hûn bifikirin!
Li kolanên Şahîntepeyê min li jinan guhdar kir. Min careke din şahidiya jixwebawerbûn û serînetewandina jinên kurd kir. Jixwe min silav dida kê behsa koçberî, xizanî û bê edaletiyê dikir. Yek ji wan jî dayika Kubar bû û wê destnîşan dikir ku êdî stûna zilma hikûmetê gihiştiye ezmanan, lê ew çi bike jî dê xaniyê xwe nede wan. Wê digot ew ji ber zilmê hatine ji vir derketine, lê tu tahm ji vê derê negirtine. Hêrsa wê û pirsa wê ya “bi ewqas kuflet re ez ê biçim ji ku derkevim, çawa kirê bidim, ka xwedê dê vê zilmê çawa qebûl bike” ew hevoka wê ya “stûna zilma bê ser û ber” bi xwe bû. Dayika Turkan matmayî hat cem min û pirsa; “Ma qey tu kurmancî” ji min kir. Ev jî cihê rexnedayînê ye helbet. Ji roja ku Kanal Stenbol ketiye rojevê heta niha ji gelek çapemeniyan rojnameger tên vê taxê, lê em çapemeniya kurd a azad pir kêm hatin û me welatiyên xwe bi zimanê xwe guhdar nekirin.
Fezîleya ku ket nav axaftinê bal kişand ser xwe û got: “Ev tax ji kurdan pêk tê û sedema vê heqaret û zilmê jî ev e. Me yek jî nedixwest welatê xwe bihêlin û werin vê derê. Ji feqîrî, ji neçarî em hatin ji vir derketin û careke din me bi heman ferasetê re rû bi rû dihêlin. Madem me naxwazin bila mafê kurdan bidin û bila paşê bibînin ka yek ji me li vê derê dimînin an namînin. Ne av, ne ceyran, ne rê hebû. Bi salan e bi rezaletî me vê derê anî astekê. Niha jî dixwazin me ji vir biqewirînin û alîgirên xwe li vê derê bi cih bikin. Ew çi bikin jî em xaniyên xwe nadin wan û nahêlin careke din me ji cih û warên me bikin.”
Weke dawî ez vê yekê bêjim; belê, Kanal Stenbol wê îxanetê li bîra hezaran salan a vî bajarî bike. Ev proje tê wateya qirkirina nebat û heywanan. Bi vê projeyê daristan, zeviyên çandiniyê wê heta hetayê ji holê rabin. Em kurdên ku weke miletek ji vî welatî nayên hesibandin jî bila em baş bizanibin ku heta em azad nebin, heta em xwe ji mêtingeran xelas nekin em biçin ku derê jî dê ev pêkanîn rastî me bên û em ê her bên pelçiqandin.[1]