$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Rûken Denktav
Nav û paşnav: Aynûr Demîroglû
Cihê jidayikbûnê: Wan
Navê dê û bav: Gugerçîn - Omer
Dîrok û cihê şehadetê: 2018/Botan
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevala me Rûken li Wanê li nav mablateke welatparêz çêbûye. Hê ji zaroktî meyla wê çûye ser têkoşîna hebûn û azadiyê ya gelê me ya li dijî asîmîlasyon, êrîşên îmha û înkarê yên TC'ê, tevlî nav xebatên ciwanan dibe û xeta berxwedanê ya birûmeta gelê me diparêze. Hevrêya me sala 2015'an tevlî nav refên gerîla dibe, nîşanî jin û ciwanên Kurdistanê dike ku divê berxwedan li kûderê û çawa were kirin. Hevrêya me Rûken dibe milîtaneke zîrek a Îdeolojiya Rizgariya Jinê ya Rêber Apo, dibe şervaneke fedayî li ser xeta PKK'ê û PAJK'ê, di şer û jiyanê de tim li pêş disekine. Bi bîrewerî û hezkirina xwe tim xwe ji hevrêyên xwe berpirs dibîne, hem xwe û hem jî hevrêyên xwe pêş dixe. Li Botanê bêrawest tevlî xebatên şoreşê dibe, dibe nûnereke xurt a xeta berxwedana dîrokî ya jinê. Li her qadê û pratîkê xeta serkeftinê dide ber xwe, dike ku hemû hevrêyên wê jê hez bikin û hurmetê bidinê. Li dijî êrîşên dagirkeran li gel ku birîndar dibe heta dawiyê şer dike, li dijî xeta îxanetê temsîla xeta fedayî ya Bêrîtan dike, ji bo ku hêsîr nekeve dest dijmin heta bi guleya xwe ya dawî şer dike, guleya dawi ji xwe re dihêle û dibe yek ji şehîhên me yên nemir. Hevrêya me dibe peyreva Bêrîtanan, bi tîpên zêrîn navê xwe li dîroka jina azad dinivîsîne. Hevrêyame Rûken her demê wê têkoşîna me de bijî û rêya me ronî bike.[1]