#Ronahî TV# ji dema damezirandina xwe ve gelek gavên pêşketî û nimûneyî avêtin û bû dengê projeya neteweya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Ji rêveberên Ronahî TV’yê Serdar Goyî got: “Ev kanal ji bo ku dengê şoreşa #Rojava# û gelê wê ji cîhanê re ragihîne, hate damezirandin.
Kanala Ronahî TV di 21′ê Mijdara 2011′an dest bi weşanê kir û rojane bi çend saetên kêm weşana xwe kir. Di demeke kurt de heta 10 saetan weşan kir. Di 2014′an de dest bi weşana 24 saetan kir.
Şaxên kanalê li piranî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene û ji bo gihandina dengê şoreşa Rojava, rûdanên li Rojhilata Navîn ji hemû cîhanê re, dixebite.
Ji rêveberên Ronahî TV’yê Serdar Goyî bi boneya derbasbûna 11 salan di ser damezirandina kanalê re, ji ajansa me re axivî.
Serdar Goyî wiha got: Ronahî TV di qonaxekê de ku bala her kesî li ser muxalefetê bû û bi Sûriyê ve hatibûn girêdan, hate damezirandin. Ji lew re kanalê di destpêkê de hewl da rastî, pêşdeûn û nêrînên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji cîhanê re eşkere bike û da ku gelê herêmê rastî û bûyeran bizane. Di wê qonaxê de kanalê bandor li tevgerên siyasî kir ku nêrînên xwe li hember şoreşa Rojava biguherînin.
Goyî wiha domand: Kanalê rê ji gelê herêmê û ji Şoreşa 19′ê Tîrmehê re vekir ku ji Kobanê de dest pê kir û piştre hemû kantonên Cizîrê, Kobanê û Efrînê hatin ragihandin û şoreşa Rojava û rastiya wê bi cîhanê nasîn.
Goyî eşkere kir ku gelek alî hebûn ku hewl didan nêrîna gelê herêmê ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin, lê Ronahî TV xwe li gorî pêdiviyên merheleya li herêmê bi rêxistin kir û hewl da rastiyên şoreşê û gel bigihîne cîhanê.
$′BI FEDAKARIYÊN NÛÇEGIHANÊN ME RONAHÎ TV BÛ JÊDERA RASTIYÊ’$
Goyî wiha pê de çû: Bi rêya nûçegihanên me, me hemû hemleyên leşkerî yên YPG, YPJ, QSD′ê şopandin û ew berxwedan ji cîhanê re eşkere kirin. Di encama şopandina wan hemleyan de gelek nûçegihanên me şehîd bûn û bi fedakariyên wan navê Ronahî TV’yê bû jêdera her nûçeyekê ku rastiya herêmê diweşîne.
Serdar Goyî wiha gotina xwe bi dawî kir: Ronahî TV weşana xwe ya destpêkê rojane bi 3 saetan kir û îro jî bernameyên wê 24 saetan bê navber hene û ji bo ragihandina rastiya gelê herêmê, projeya wî û dengê wî ji raya giştî re dixebite, ruxmî astengiyên li hember herêmê û komployên li dijî wê. Em soz didin ku em ê her dengê wan fedakarî û dengê rastiyê ya vê şoreşê û gelê wê bin.[1]