Ziman pênasa gelan e , milet bi ziman , keltûr û şûnewarên xwe hev digire û hevbendîya kurên milet , di hemû biyavên jîyanê de , mikum dike . Ez dê hewil bidim vê babetê li ser şengisteyên zanistî şirove bikim , nemaze mîna babetên weha ku bi dîrok , rewişt , tîtal û nasandina neteweya kurd ve girêdayî ye , ziman ne bûjenekî bêcan e , belam bûnewerekî zindî ye , di werara zimanê dê de û li hemû qûnaxên têperî de xwe wek kesayeta kurd li ber xwe da û li gorî şiyanên xwe , emzmûnên hestyar derbas kir , û her weha dîroka werara zimanê me ranaweste , îroj ev şahnazîya me mîna bawernameyeke di destê me de ye .
Babetkirina #zimanzanînê# :
Li gorî çavkanîyên dîrokî , xebat û hewldanên li ser rêzimanîyê , cara pêşîn di sedsala 5’an a berî Zayînê li Girava Hindistanê bi mebesta zimanekî yekgirtî (Standard) û tekteşe , dest pê kirî ye . Pirtûka Panînî yê ku wekî rêzimanzanê Hindî dihête zanîn a ku ji Sutra’yan ( rêzikên kurt û puxtedar ) pêk hatî ye jî , wekî pirtûka rêziman ya yekem dihêt hesibandin , Her weha xebatên bîrmakên , pêtulên (Feylesuf ) yewnanî yên li ser zimên , cara pêşîn di sedsala 6’an de (BZ 600 sal ) dest pê dike . Xebat û hewldanên ku bîrmakên yewnanî dane ber xwe bêhtir li ser cudatîya navbera zimanê xwezayî û zimanê civakî bûn . Belê Arîstoteles cara pêşîn dahûrandinên xwe yên li ser zimên ji felsefeya giştî vediqetîne û arasteyî rêzimannasîyeke xweser dibe . Bêjeyan (Peyvan) li gorî bastûra wan babet dike û dinijinîne .
Di dem ramanwerên stoaparêz de , dijarberîyên zimanzanînê bi tevahî ji hev têne veqetandin û cihê cihê têne navandin û watedarkirin . Xebatên li ser zimên , di serdema Navîn de jî bênavber didomin . Xebatên ku ji hêla feylesofên ku wekî koma Modistae dihate binavkirin , yek ji van xebatan e , Li gorî van feylesofên ku wekî skolastparêz têne binavkirin , li gel pergala dinê pergaleke zimên diparêzin . û ew jî bêhtir li ser pêwendîya navbera heyînên xwezayê û pergala zimên radiwestin û geşedanîya zimên bi nasîna xwezayê ve girê didin .
Bi ronesansê re zanzarîya rêzimên digihîje qonaxeke nû . û rêzimanîya spekulatîf hin bi hin ji holê radibe . Bi dahûrandin û lêgerînên li ser zimanên Ewropayê yê navçeyî re , fêrbûna zimanên (dinê) dunyayê yên nû û nûjen dest pê dike . Têgîna zimanzanîna zanistî , cara pêşîn di sedsala 19 ‘mîn de wekî nêzîkayî têdaneke nûjen ji hêla fîlologên demê yên ku zimên ji fîlolojîya kevneşop (kilasîk) (Vekolîna heyînên zimên ) vediqetînin , derketî ye holê . Lewre fîlolojîya kevneşop (kilasîk) ji zimanên heyî û rojane bêhtir , bi deqên (Tekistên ) nivîskî yên dîrokî têkildar bûye . Belê zimanzanîn , ji pêkanîna zimên bigirin heta guherîn û veguherînên ku bi demê re rûdane ; ji bastûr û koka zimên (rehpeyvîyê) bigirin heta awa , teşe , şêwe û çawanîya zimên ; ji danûstandinên navbera zimanên (dinê) dunyayê bigirin heta pêwendîya navbera ziman û zanyarîyên (dinê) dunyayê , hemûyan dadihûrîne û der dixe holê . Zimanzanîna sedsala 19’mîn ya ku bi felsefeya dîrokî ya romantîk re pêk tê , her weha di sedsala 20’an de jî , li ser tevahîya civak û bandoreke mezin dihêle . Di pey re jî , di gel pêşveçûna zanyariya rêzimaniyê , dozineya zanistî ya zimanzanînê jî der dixe holê. Ji hêla hin zimanzanên berê ve , dihat angaştkirin ku ” mirov , ji bo ku der û dora xwe , dunyayê û pişt re jî xwezayê nas bike , bide navandin û nasandin , ziman afirandiye ” . Belê ramanwerên mîna Herder û Wilhelem , berevajî vê yekê diramin (difikirin) û raman û feraseta ” mirov , xwezayê ne wekî ku dixuye , dibîne ; wekî ku zimanê wê / wî , xwezayê bi çi awayî nîşanî wê / wî dide , dibîne û dide navandin ” her weha ramanwerên sedsala 20’ yî Humboltd jî vê ramanê diparêze û dibêje ” Mirov , bi qasî ku zanîna zimanê xwe yê dê , xwezayê dibîne û dide nasandin ” . Li gorî feraseta kevneşop (kilasîk) û feylesofên berê , ziman wekî pêkariyeke bêlayan ya ku mirov ber bi rastîniyeke hişk , anku bêcan (Objective) ve dike , dihate zanîn , Belê li gorî hizirîna nû , ziman bi xwe jî raman û ramyariyekê di xwe de dihewîne û li ser rewş û jiyana mirov ya civakî desthildar dike.
Zimanzanîn têgîneke berfireh e , her weha gelek beş û babetên girîng û bergehdar di xwe de dihêwirîne û her şaxekî zanînê jî , ji hêla cûre û şaxên xwe ve , cihê cihê têne kategorîzekirin .
Cûreyên zimanzanînê : Zimanzanîn bi gelemperî , ji hêla cûreyên xwe ve , li ser sê biran dabeş dibe :
1 – Zimanzanîna giştî ( Gelemperî ) : Zimanzanîna ku bi pêkhatina zimanê mirov re derkevtî ye holê û belavbûna zimên re têkildar e , wek zimanzanîna giştî dihête bi navkirin , zimanzanîna giştî , rêzik û rêbazên zimên dadihûrîne , û taybetmendîyên zimên bi dest wer digire . Zimanzanên ku bi zimanzanîna giştî re têkildar dibin , nemaze li ser taybetî û hêlên havpar yên hemû zimanên dinyê radiwestin û rewşa zimên bi awayekî giştî dadihûrînin û vedikolin .
2 – Zimanzanîna taybet : Zimanzanîna taybet , tenê bi zimanekî û her weha bi lêgerîn û dahûrandina taybetîyên vî zimanî têkildar dibe . Zimanzanên ku bi zimanzanîna taybet re têkildar dibin jî bêhtir zarav , devok û şêweyên wî zimanî vedikolin û li ser pêkhatin , werarkirin , guherîn û veguherînên vî zimanî vedikolin , ji bo nimûne , zanîna dîroka pêkhatina zimên , erdnîgarî , herêm û şêweyên zimên hemû di vî cûreyî de cîh digirin .
3 – Zimanzanîna berawerdî (rûberî , hevberî ) (علم اللغة المقارن) : Zimanzanîna rûberî du zimanên cuda (cihê) rûberî hev dike , şibtandin û cudatîya wan derdixe holê . Zanyarên ku bi zimanzanîna rûberî re têkildar in jî , li ser peyvên ku ji zimanekî derbasî zimanê din bûne radiwestin û hevkarîya wan her du zimanan derdixin holê . Her weha peyv û gotinên wan yên hevdeng û hemwate ji hev derdixin .
Lê zimanzanîna nûjen (nûdem) di heman demê de bi şax û birên zimên yên giştî re têkildar dibe û hemû zimanan ji hêla awa û çawanîya wan ve rave û şîrove dike .
Berî ku em derbasî nav şaxên zimanzanînê bibin , pêdivî ye , em têgihên ku bi cûreyên zimanzanînê re têkildar in , tevî hev û din nekin û berîya wê jî divê ku em têgihên şaxên zimanzanînê ji hev veqetînin û cudatîya wan derxin holê , wekî din jî , ji hêla dabeşkirin û babetkirinê ve , em hin şaxên zimanzanînê ji hev veqetînin û pêwîstîyên me bi hemû çawanî û taybetîyên zimên ku ber çavan radixe û pêşniyaz dike , heye .
Şaxên zimanzanînê : Şaxên zimanzanînê yên ku bi gelek zanînên din re têkildar in , û piranîya zimanzanan ev zanist bi vî şêweyê jêr dabeş dikin , û yên bingehîn ev in :
Dengsazî (Dengnasî – Dengzanî ) : Bi zimanê Ingilîzî jê re dibêjin ( Phonology, Phonetic) , bi zimanê erebî jê re dibêjin ( علم النظم الصوتية ). Wek zanyarîya dengan dihête binavkirin , Ev beşa zanistê ku li ser bilêvkirin , cihê bilêvkirinê û avahîya dengan û nemaze dengên ku di hemû zimanên di cîhanê de pêk tên werdigire û li ser pêwendîya wan radiweste û dadihûrîne , zanyar û zimanzanên ku bi vê şaxê re têkildar in , li ser çawanî , taybetî , bûyer , û veguherînên dengên ku di hemû zimanan de pêk dihên radiwestin û lêgerîn , vekolîn û dahûrandinên zanistî dikin . Her weha li ser dengên ku ji hêmayên (Organên) axavtinê der dibin , hûr dibin .
Nimûne (Mînak) : Dengê (s) ya kurdî , di farisî de bi (h) der dibe , anku peyva (Masî) ya kurdî , di farisî de (Mahî) der dibe , her weha dengê (j) ya kurdî , di farisî de bi (z) der dibe , wek peyva kurdî (Jin ) di farsî de (Zin) der dibe û hwd . em dikarin mînakan ji zimanin di jî bînin , Nimûne di zimanê kurdî de dengê (k) di erebî de bi (ق) der dibe , anku peyva (Belek) ya kurdî , di erebî de (أبلق) der dibe . her weha dengê (x) ya kurdî , di tirkî de bi (h) der dibe , anku peyva navê ( Xeyrî) ya kurdî , di tirkî de ( Heyrî) der dibe . .. hwd .
Şêwenasî ( Teşezanî – Teşenasî) : Bi zimanê Ingilîzî jê re dibêjin ( Morphology ) , bi zimanê erebî jê re dibêjin ( علم الصرف ). Ev beşa ji rêziman ku li ser çêbûyîn , kêşan , tewang , û bikaranîna peyvan têkildar dibe .Rê , rêbaz û çêbûyînên bêjeyê yên ku di zimên de cîh digirin dadihûrîne û bi nav dike . Teşezanî , taybetîyên awa , şêwe û cûreyên zimên der dixe holê . Teşezanî di berdewambûna xebatên zimanzanîna rûberî de jî roleke pir girîng û diyarker dilîze , di encamê de em dikarin bêjin ku hemû pirsgirên di derbarê guherînên qertafên kêşanê û avabûna peyvan de vekolînê dike . Lê dema mirov ji hêla teşezîyê li rewşa zimanên cîhanê dinhêre , mirov di navbera hin zimanan de gelek cihêwazîyên girîng (berbiçav) dibîne .
Nimûne , ji hêla teşeyê ve zimanê tirkî pêvekî ye , zimanê kurdî tewangbar e û zimanê çînî yekkîteyî ye .
Hevoksazî (Ristesazî – Ristezanî) : Bi zimanê Ingilîzî jê re dibêjin (Syntax) , bi zimanê erebî jê re dibêjin (النحو أو بناء الجملة ). Ev beşa zanînê ji rêziman wek şaxê zanîna hevoksazîyê dihête dîtin û pejirandin. Girêdana tîpan , pêwendîya navbera peyvan û rêzbûna bêjeyan yên di hevokê de û şêweyê avahîya hevokan û hwd , vekolîn dike . hemû mjirên vî şaxî ne . Bi gotineke din hemû têkilîyên di navbera hêmanên hevokê de dadihûrîne .
Nimûne : Rêzbûna hêmanên hevokê di kurdî de , bi van şêweyên han der dibin
(Kirde + Bireser + Lêker ) wek ( Azad nanî dixwe ) yan ( Azad nan xwar ) , şêweyekî din jî heye ( Kirde + Lêker + Bireser ) wek ( Azad diçe dibistanê ) yan ( Azad çû dibistanê).Lê bi zimanê erebî û ji bo şêweya pêşî ( Lêker + Kirde + Bireser) wek ( dixwe Azad nanî) yan (xwar Azad nan ) û ji bo şêweya dawî hêmanên hevokê weha ye (Lêker + Kirde + Biresera bi dacik) wek (diçe Azad bo dibistanê) yan (çû Azad bo dibistanê ) dihête rêzkirin .
Binemasazî ( Binyatsazî – Binyatnasî – Rehzanî) : Bi zimanê Ingilîzî jê re dibêjin (Etymology , Genetic) , bi zimanê erebî jê re dibêjin (دراسة تعنى بأصل الكلمات وتاريخها ). Ev beşa zanistê ku li ser jêdera gotinên zimanekî nîşan dide , bi gotineke din li ser qurm ripinê peyvê dadihûrîne , anku peyvên di wî zimanî de kengî derketine holê , kengî bikarhatine û ji kû hatine , di kîjan peresanan de derbas bûne wî zimanî , pirtir ji vê û di heman demê de dîroka wateyî û di dirûvê peyvan de jî vekolînê dike . Her weha li ser geşedanîya peyvê û guherandina wê dadihûrîne .
Nimûne (Mînak ) : Peyva çawa ji koka xwe de , ji du peyvên cihê (çi + awa ) hatî ye û di pey de bi hêsankirina peyvê re li (çawa) dageryaye .
Her weha di nav binemasazî şaxekî din heye , ku jê re dibêjin : Peyvnasî (Etymology ) , ev şax ji binemasazîyê bi hebûn û pêkanîna peyvê re têkildar dibe . Kartêkerîya ku bandorê li ser pêkanîna peyvên ku derbasî zimên dibin , vedikole û dadihûrîne . Di zimên de dariştin , çêkirin , berhevkirin û pevgihandina peyvê û hwd . Tev mijarên vê zimanînê ne .
Nimûne (Mînak ) : Peyva (Mamosta) ji koka (Mam û hosta ) hatî ye dariştin û ev dariştin hiştî ye ku amraza pêvegir bibe dengêra dirêj ji bo bibe ji binemaya peyva mamosta . Her wehan zanîna peyvên hevedudanî , peyvên nenas û peyvên ku ji zimanê din hatine û tevî zimên bûne jî dîsan di vî şaxî de cih digirin .
Nimûne (Mînak ) : Peyva (Kefgîr) ji koka peyva ( Kef + girtin ) dihêt û li Kefgîrê dagerîyaye . Heman peyv derbasî zimanê tirkî jî bûye . Dîsan peyva (Deste ) ku ji deh tilîyên destên mirov pêk dihêt , di tirkî de wekî ( Deste) (Dehik) dihêt bilêvkirin û bikaranîn .
Watezanî ( Watenasî ) : Bi zimanê Ingilîzî jê re dibêjin (Semantics), bi zimanê erebî jê re dibêjin (علم دلالات الألفاظ ). Ev beşa ji zimanzanîyê li ser wate , werger û bergeha peyvan vekolînê dike û li ser peyvên hemwate û pirwate radiweste . Her weha veguhestina têgih , rêman , biwêj , gotinên pêşîyan û gotinên xweş jî vedikole . wekî din jî werger , rave û şîrovekirina gotin û bêjeyan ku di deqên nivîskî de cîh digirin ew jî mijara vê zanînê ye .
Rastnivîs ( Vekît – Rênivîs ) : Bi zimanê Ingilîzî jê re dibêjin (Orthography), bi zimanê erebî jê re dibêjin (علم الإملاء أو ضبط التهجئة ). Ev beşa ji zimanzanîyê ku li ser rastnivîsa peyvan ve dikolîne , anku li gorî bilêvkirinê dihête nivîsandin yan jî tersî vê yekê li gorî nivîsandin dihête bilêvkirin .
Zaravzanî ( Zaravnasî – Zaravsazî ) : Bi zimanê Ingilîzî jê re dibêjin (Dialectology ) , bi zimanê erebî jê re dibêjin (دراسة اللهجات ). Ev beşa zanistê ku li ser zaravayên zimanekî vekolînê dike .
Ferhengsazî (Ferhengnasî) : Bi zimanê Ingilîzî jê re dibêjin (Lexicography ), bi zimanê erebî jê re dibêjin ( الصناعة المعجمية ). Ev beşa ji zimanzanîyê ku li ser peyvan û wateyên wan , têkilîya wan bi hev re , guherîn û pêşketinên ku bi qûnaxa demê re têde çêbûne lêkolînê dike .
Kêşesazî : Bi zimanê Ingilîzî jê re dibêjin (Prosody), bi zimanê erebî jê re dibêjin ( علم العروض أو نظم الشعر ). Ev beşa zanistê ku li ser helbestan dixebite , anku helbesta vehunandî li ser çi pêlawazê hatî ye avakirin yan jî ji çend kîtan pêk dihêt ta ku hemahengîyeke xweş mirov dibîne .
Têbinî : Yek ji rêbaza dabeşkirina zimanan ya herî girîng rêbaza binemasazîyê ( Binyatsazî – Binyatnasî) ye , ku deng , şêwenasî û hevşibtên di peyvan de çêbûye dide ber xwe , anku ev rêbaz di dema kêşan û çêkirina ( damezrandina ) peyvan de çavdêrîyê li ser guherîna di deng û dirûvê peyvan de çê dibe[1]