Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê ya Herêma Firatê heta niha 46 hezar ton genim wergirtiye. Şîrketê dema wergirtina gebim heta 16`ê Tebaxê dirêj kir.
Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê ya Herêma Firatê li depoyên xwe yên Rovî, Sirîn û Çelebiyê heta niha 46 hezar ton genim wergirtiye.
Dema bidawîkirina wergirtina genim heta 6`ê Tebaxê hatibû diyarkirin, lê ji ber ku cotkar hîna jî genim radestî depoyên li herêma Firatê dikin, dema wergirtinê heta 16`ê Tebaxê hat dirêjkirin.
Şîrketê ji 25`ê Gulana derbasbûyî ve bi rêya depoyên xwe yên li herêma Firatê dest bi wergirtina genim kiriye.
Li herêma Firatê hewcedarî bi nêzî 60 hezar ton genim heye, ji wê parê 55 hezar ton ji bo pêdiviyên aşxên herêmê ye, 5 hezar ton jî ji bo pêdiviyên tovên çandiniyê ji bo cotkaran e.
Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê ya Herêma Firatê îsal ji bo depokirina genimê avî tedbîrên zêdetir girtin, piştî depoyên wê hatin dagirtin li depoyên bajarê Kobanê dest bi wergirtina genim kir. Li her depoyekê jî 3 hezar ton genim wergirt û piştî depo hatin dagirtin genim kirin çiwalan û li nêzî depoyê hatin komkirin.
Ji dema ku genim li depoyên herêmê hatiye bicihkirin, rojane ard didin şîrketa aş.
Hevseroka Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê Gulîstan Şêx Hemed got, “Herêma Firatê miqdareke baş ji genim depo kir, lê li benda Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ku bi awayekî fermî vê yekê ragihîne.”
Gulîstan diyar kir ku li ser daxwaza cotkaran dema wergirtina genim heta 16`ê vê mehê hate dirêjkirin.
(eh)
ANHA
[1]