Mela Beşîrê Bedewî, yan jî bi navê mexlesa wî Bêxew.
Navê wî Mihemed Beşîr e û wek Mela Beşîr tê naskirin. Kurê Şêx Mihemed Zahirê kurê Şêx Mistefayê Bedewî û birayê Mele Nezîrê Bedewî ye. Eslê malbata wî ji seyîdê Kerben e. Mela Beşîr di sala 1925an de li Gundikê Ezîmê ku girêdayî ser Kerboran e, li Kurdistana Bakur hatiye dinyayê û heta 10 salîya xwe li wir mezin bûye. Di 10 salîya wî de malbata wî ji ber sedemên aborî û siyasî mişextî Rojavayê Kurdistanê bûne. Piştî guherandina çend gundan li gundê Şebekê ku girêdayî ser Hesekê ye bi cih bûne.[1]
Mela Beşîr di 12 salîya xwe de dest bi perwerdehîya medreseyê kiriye û bûye feqî. Xwendina xwe ya medreseyê li ber destê gelek alim, şêx û melayan wergirtîye û ji hemûyan behtir jî bandora Şêx Şefîqê Zêbarî li ser çêbûye. Ev têsîr di dîwana wî de jî xwe nîşan dide. Mela Beşîr di 23 salîya xwe de îcazeta melatîyê wergirtîye û bûye mela.
Mela Beşîr bi kesayetê navdar û Kurdperwer re têkilî danîn e kû Dr. Nûredîn Zaza, Cegerxwîn, Osman Sebrî ji wan kesan in. Di sala 1957an de Mela Beşîr û digel kesên wek Osman Sebrî Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê avakirin e û ew jî yek ji wan damezirînere vê partîyê ye. Di sala 1981i de, li gundê Şebek ê çûye ber dilovanîya Xwedê. Berhemên wî ê kû tên zanîn ev in:
Gazîya Belengazan
Kitêba Felsefa Hevalîniyê